NAMEYA NAZIM HIKMET A KU JI BO KAMURAN BEDIRXAN NIVÎSIYE*

0 64
image_pdf

“Beşeke girîng a miletê Kurd, bi rehên xwe yên bi sedan salan û bi dîrok û çanda xwe, di nava parçeyeke Anatolyayê de dijî. Miletê Kurd, miletê Tirk ê ku li beşên din ên Anatolyayê dijî, weke birayê xwe dibîne. Herdu milet jî, weke ku li hemû imparatoriyan çê dibe, di zindana gelan de, ango di Imparatoriya Osmaniyan de ketine nava zincîrên stûr ên axayên Tirk û Kurd û rêveberiya Imparatoriya Osmaniyan.

Piştî ku Imparatoriya Osmaniyan hilweşiya jî ev herdu milet, li dijî emperyalîzmê di yek eniyê de kom bûn û li ber xwe dan. Tevgera rizgariya neteweyî ya Anatolyayê ne tenê ji bo Tirkan, lê belê ji bo Kurdan jî yek ji rûpelên herî rêzdar ên dîroka wan e. Yek ji stranên herî bîrawer ên salên têkoşînê jî wiha dest pê dike ‘Vurun Kürt uşağı namus günüdür’ (Lêxin ciwanên Kurdan, roja namûsê ye).

Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê, rêveberên Tirk û derdorên serdest, mafên neteweyî û yên mirovî yên ku soza wan dabûn tevgera Kurd, bi giştî bi cih neanîn. Heta gihan asteke wiha ku hebûna miletê Kurd jî inkar kirin.

Ev dem, ew dem e ku rêveberên Tirk û çînên serdest, bi emperyalîzmê re dest bi lihevkirinê dikin. Ev inkar û ev lihevkirin di heman heyamê de rû didin û ev ne tenê rasthatinek e.

Îro siyasetmedarên Tirk, Komara Tirkiyeyê veguherandine yek ji kelehên emperyalîzmê yên li Rojhilata Navîn û ya Nêzîk. Ev siyasetmedar, di inkara hebûna neteweyî ya miletê Kurd de israr dikin û heta mafên kêmneteweyên din ên di nava sînorên Komara Tirkiyeyê de jî nadin miletê Kurd.

Di nava sînorên Komara Tirkiyeyê de, di siyaseta hundirîn û derveyîn de gelên Tirk û Kurd bêriya heman hêviyan dikin û ev yek jî tirsê dixe dilê rêveberên Tirk ên îroyîn. Herdu milet jî dixwazin çand û aboriya xwe ya neteweyî yên biratiyê pêş bixin û bigihêjin axê, amûrên çandiniyê, azadiyê û mafên demokratîk. Gelên Tirk û Kurd dixwazin ku Komara Tirkiyeyê siyaseteke bêalî bişopîne û nebe baregeha emperyalîzmê.

Çawa ku welatparêzên rastîn ên Tirk, ji dil û can piştgiriya têkoşîna birayên xwe yên Kurd a di nava sînorên Komara Tirkiyeyê de ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî didin meşandin dikin, welatparêzên rastîn ên Kurd jî, piştgiriya têkoşîna demokrasî û serxwebûna neteweyî ya gelê Tirk dikin.

Hêzên tarî, mêtînger û paşverû yên ku dixwazin di nava Tirk û Kurdên ku li Anatolyayê dijîn de dijminahiyê ava bikin, bi emperyalîzmê re dibin yek û hewl didin bi hêsanî gelên me biperçiqînin. Gelên Kurd û Tirk ji bo bigihêjin aramiyê û jiyaneke mirovane, pêwîst e ku li dijî feodalan, hêzên tarî, axayên bajar û gundan, paşverûyan, nijadperestan, kesên ku hebûn û mafên neteweyî yên miletan inkar dikin û xulamên emperyalîstan ên ku gelan bera hev didin û bi hêsanî xwe didebirînin, şerekî nû yê rizgariya neteweyî bimeşînin û serkeftina vî şerê, bi hevkariya gelên Kurd û Tirk tê bidestxistin. Incex bi hevkariyeke wiha, ev herdu miletên bira dikarin bigihêjin azadiyê û mafên neteweyî û mirovî.

Nazim Hikmet, 1961

* Di sala 1983’an de, weşana Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, kovara “Hêvî”yê, vê nameya ku Nazim Hikmet di sala 1961’ê de ji Kamuran Bedirxan re nivîsîbû û di arşîva Kamuran Bedirxan de hatibû dîtin, tevî nameya resen weşand. (Nameya resen, di arşîva Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de ye).

Wergera Ji zimanê Tirkî:Aram Alî
image_pdf
Bunları da beğenebilirsin

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.