MAHIR ÇAYAN: BÊHNA TÛJ A REVÎZYONÎZMÊ (II) *

0 35
image_pdf

MAHIR ÇAYAN

BÊHNA TÛJ A REVÎZYONÎZMÊ (II) *

“Heger hewldana fêmkirina ramana Lenîn pêş bikeve, ez ê kêfxweş bibim.” Kenan Somer

-I-

Me di nivîsa xwe ya hejmara berê de diyar kiribû ku Somer’ê ku di Kovara Emek’ê de berhema Lenîn a “Dewlet û Şoreş”ê dabû nasîn, “Teoriya Şoreşê ya Lenînîst” a ku di heyama sermayedariya yekdest de ji bo Marksîstan xwedî derbasdariyeke gerdûnî ye, çawa berovajî dike û vê yekê bi kîjan rêbazê pêk tîne. Em ê di vê nivîsa xwe de jî diyar bikin ku “taktîk û rêbazên di nava du şoreşan de” ya Lenîn û berhama Mao Tse Tung a “Demokrasiya Nû” ji hêla Somer ve bi hêman rêbazê çawa hatine berovajîkirin.

Kenan Somer wiha dibêje: “Lenîn, Dewlet û Şoreşê di nava kîjan mercên dîrokî de nivîsî? Mijarên sereke yên stratejîk û taktîkî yên rojane çi bûn? Girîngiya pirtûkê incex di nava vê çarçoveyê de rast dikare were nirxandin. Incex nirxandineke wiha dikare rê veke ku rastiyên gelemperî yên di nava pirtûkê de bi awayekî afirîner werin fêmkirin.” (Emek, hejmar:5, rpl:14) û bi vî awayî dahûrandin û şîroveyeke kurt di derbarê heyama di navbera şoreşên Sibat û Cotmehê de dike.

Em li dijî gotinên jor ên Kenan Somer dernakevin. Ji ber ku hemû kesên sosyalîst di asta gelemperî de van rastiyan dipejirînin.

Lê belê em li dijî wê yekê ne ku Somer, piştî vê peşniyarê, taktîk û rêbazên Lenînîst ên di navbera herdu şoreşan de li gorî xwe şîrove kirine. Ev şîroveya Mîrza Somer ewqasî serkeftî ye ku (!) piştî xwendina vê şîroveyê mirov neçar dimîne ku li ser ruhê Lenînîzmê bêje “amîn”. Ev, şîroveyeke wiha ye ku di bingeha wê de revîzyonîzm rûniştiye û dikene. Em li dijî wê yekê ne ku revîzyonîzm di vir de destê xwe yê çepê nîşan dide, lê belê kulma xwe ya rastê radike.

Beriya ku em behsa berovajîkirinên Mîrza Somer ên di derbarê taktîk û rêbazên Lenînîzmê yên di navbera du şoreşan de bikin, pêwîst e ku em vê yekê diyar bikin. Bi rastî jî ji bo ku di pirtûka “Dewlet û Şoreş”’ê de teoriyên “Dewlet” û “Şoreş”ê bi awayekî tendurist werin fêmkirin, pêwîst e ku mercên 1917’an ên di navbera herdu şoreşan de were ravekirin. Pêwîst e, lê ev yek bi tena serê xwe têr nake. Ev, tenê xalek e. Heger em tenê vê heyamê şîrove bikin, wê di şîrovekirina teoriyên “Dewlet û Şoreş”ê yên Lenîn de tu tişt neyê ravekirin.

Nivîskarê Emek’ê, piştî ku bûyerên di navbera du şoreşan de şîrove dike wiha dibêje: “Dewlet û Şoreş, di odeyeke li perava Razlîvê de, di Tebax-Îlona 1917’an de, di nava mercên wiha de hate nivîsîn” û li gorî me bi vî awayî hewl daye berovajîkirina xwe bêtir hevgirtî bike, xwendekaran bixe nava qalikên teng û bergeheke teng.

Lê belê her wekî ku tê zanîn ev berhem, ne tenê berhema sala 1917’an, berhema pêvajoya di navbera şoreşa demokratîk a 2’yemîn û şoreşa sosyalîst de ye. Lenîn, di şoreşa demokratîk a 1905’an de û di salên piştî wê de û bi taybetî jî di şerê emperyalîst ê 1’emîn de xayintiya “şovenên civakî” yên ku bi awayekî aşkere xayintiya Marksîzmê kirine, di nava van salan de şopandiye û nirxandiye û teoriyên Marks û Engels ên di derbarê “Dewlet” û “Şoreş”ê de dubare xwendine, di lênûska xwe ya binavûdeng a şîn de agahiyên pêwîst kom kirine û nivîsîne. (Bi taybetî jî nepejirandinên Kautsky ên di sala 1916’an de yên li dijî têgihiştina dewletê ya Marksîst û “desthilata proleteryayê” ne, bandorê li Lenîn kiriye ku vê berhemê binivîse).

Bi kurtasî ev dozîneyên Marksîst ên di vê berhemê de, di encama heyameke dirêj a avabûna Lenînîzmê de û piştî kûrkirina pêşniyarên Marx û Engels derketine holê. Divê gotina “Ev pirtûk di Tebax û Îlona 1917’an de hatiye nivîsîn” ji vê hêlê ve were nirxandin. Wateya gotinê zelal e. Lenîn, ji ber polîsên Kerensky reviyabû perava Razlîvê û li wir, agahiyên ku heta wê demê kom kirine gihandine hev û ev berhem nivîsiye. Ji ber vê jî heger hinek vê pirtûkê tenê bispêrin pêvajoya di navbera herdu şoreşan de, wê ev bibe nirxandineke şaş. Mîrza Somerê ku vê yekê dibêje, xwe dixe nava girêkeke sosret û dibêje ku ji ber ku pirtûk beriya şoreşa Cotmeha 1917’an hatiye nivîsîn, li ser şoreşê bandor nekiriye. Weke ku me di nivîsa xwe ya hejmara çûyî de jî diyar kiribû, ev gotin têne wê wateyê ku bandoreke rasterast a Lenîn li ser şoreşa Cotmeha 1917’an çênebûye û li hemberî vê nirxandina bêhempa (!) gotinek me tune ye.

Beriya ku em derbasî şîroveya Mîrza Somer bibin em pêwîst dibînin ku ji 1917’an gelekî şûn ve biçin û bi kurtasî ramanên “rêxistinbûna” Lenîn ku bingeha Lenînîzmê ne, rave bikin. Ji ber ku heger “hêmana rêxistinbûnê” neyê fêmkirin, Teoriya Şoreşê ya Lenînîzmê jî bi hêsanî nayê fêmkirin.

Bi ravekirineke wiha em dikarin taktîk û drûşmeyên Lenînîzmê yên 1917, navbera du şoreşan û berovajîkirinên Somer zelal bikin.

-II-

Lenîn, cudahiyên serdema sermayedariya yekdest û heyama beriya yekdestiyê diyar kirine, ji bo ku nakokiyên vê demê çareser bibin teorî û taktîkên pêwîst danîne holê û ramana Marx û Engels kûrtir kiriye.

Teorî, stratejî û taktîkên Lenîn ên di derbarê veguherîna nakokiyên serdema sermayedariya yekdest a ber bi sosyalîzmê ve, bi têkoşîna wî ya teorîk a li dijî Marksîzma ortodoks a ku ramanên Marx bi awayekî mekanîk şîrove dike re, di nava pratîka wî ya siyasî de pêş ketine. Ji ber vê yekê jî pêwîst e mirov Lenînîzmê û teoriyên gerdûnî yên Marksîzmê yên “Dewlet” û “Şoreş”ê di nava vê hişmendiyê de binirxîne. Oportunîzm, gotina Marx a ku dibêje “di radeya dawî de aborî, ya siyasî diyar dike” bi awayekî şaş şîrove dike; Marksîzmê dadixe asta werarparêziyê; ruhê şoreşger ê diyalektîka Marksîst vala dike û bi navên weke “Ekonomîzm, Marksîzma Ortodoks, Marksîstên Çarenûsperest” tê nasîn. Lenîn, li hemberî vê yekê têkoşîneke bêhempa meşandiye û ev têkoşîn di hemû teorî, stratejî û taktîkên Lenîn de xuya dike.

“Objektîvîzm”, Marksîzmê vediguherîne çarenûsperestiyeke lawaz û ‘werarperestiyê’ û wiha dibêje: “Li welatekî wekî Rûsyayê yê ku tê de sermayedariyeke ku zêdepêş neketiye heye, şoreşa proleteryayê nepêkan e; ji ber vê yekê jî pêwîst e em li bendê bin ku sermayedarî pêş bikeve û ji bo şoreşa sosyalîst mercên guncav werin afirandin”. Li hemberî vê objektîvîzmê heger helwesta Lenînîzmê neyê ravekirin mirov nikare “teoriya şoreşa bênavber a Marksîst-Lenînîst” û “Dewlet û Şoreş”ê fêm bike.

Rêxistinbûna Lenînîst, li dijî objektîvîzmê û li dijî “jixweberbûna trade-union”ê bertekek e ku nakokiyên heyama emperyalîst rast şîrove dike.

Bi taybetî jî di berhemên “Gaveke Ber Bi pêş Ve, Du Gav Ber Bi Paş Ve” û “Pêwîst Çi Were Kirin” de rêxistinbûna Lenînîst, ji hêla Lenîn ve tê ravekirin. Weke ku tê zanîn ji bo gihaştina armancê, li gorî riya ku pêwîst e were şopandin, dirûvê rêxistinbûnê tê amadekirin. Bi vegotineke din rêxistinbûn, rewşa seknan a plansaziya gelemperî ya tevgerê ye.

Lenîn diyar dike ku jixweberbûn, digihêje reformîzma bûrjûwaziya biçûk; tevgereke ku pêşangiya demokrasiya civakî (Marksîzm-Lenînîzm) napejirîne, bi awayekî neçar weke tevgereke bûrjûwaziya biçûk dimîne; çîna karkeran, bi hişmendiya xwe ya jixweber incex dikare bigihêje hişmendiya sendîkayê û ji ber van sedeman jî incex ji derve hişmendî dikare bikeve nava proleteryayê. Û kesên xwebexş ên ku karê wan şoreşgerî ye û partiyeke şoreşger a ku ji pêşengên bi hejmareke kêm pêk tê, teoriyê weke rêbera çalakiyê pejirandiye û navendîbûna demokratîk dimeşîne dikarin ji derve hişmendiyê bigihêjînin proleteryayê..

Incex bi riya partiyeke wiha “artêşa prolteryayê” dikarîbû derfeta hişmendiya siyasî bi dest bixe û burokrasî û milîtarîzma xurt a heyama yekdestiyê têk bibe.

Şaşitiyên dahûrandinê yên Marksîzma ortodoks a ku bi awayekî mekanîkî şîroveya Marx dike û nakokiyên heyama sermayedariya yekdest şaş şîrove dike, xwe di nêrînên di derbarê rêxistinbûnê de jî didan der.

Li gorî Marksîzma ortodoks pêwîst bû ku rêxistinên karkeran ên “nenavendî” yên ku ji jêr ber bi jor ve xwe birêxistin dikin, berfireh in, ne partîzan in û hêla wan a zagonî girantir e werin avakirin. Wê di dawiyê de jî ev nêrîn gihaştiba “Sowyetan”. (Bi taybetî jî ramangerê rêxistinbûna menşevîk ê Marksîstê ortodoks Axelrod, li dijî Lenîn ev şêwazê rêxistinê bi awayekî tund diparast).

“Hêmanên rêxistinbûnê yên Demokrasiya Civakî ya Oportunîst, rêbaza rêxistinbûna ji jêr ber bi jor ve dişopînin û ji ber vê yekê jî bi qasî ku pêkan be (bi eiqeke mezin) ber bi xweseriya nêzîkî anarşîzmê û demokrasiyê ve diçin.

Demokrasiya Civakî ya Şoreşger jî rêbaza rêxistinbûna ji jor ber bi jêr ve dişopîne, ji ber vê yekê jî di têkiliyên xwe yên bi parçeyan re de hêz û mafên navendê berfireh dike.” (Gavekê Ber Bi Pêş Ve, Du Gavan Ber Bi Paş Ve, rpl:232-233, Lenîn, Weşanên Sol’ê)

Rêxisitnbûna Lenînîst, teoriya şoreşê ya Lenînîst zelal dike.

“Çîneke ku hewl nade xwe fêrî bikaranîna çekan bike û bibe xwediyê çekan, di heqê wê de ye ku di binê pêkutiyê de bibe çîneke kole”. (1)

Ji bo Lenînîzmê tenê aramiya Şoreşê girîng e. Lê belê ne pirsgirêka Lenînîzmê ye ku bi riya zagonên herî pîroz an jî bi riya şerker derbasbûna sosyalîzmê pêk were.

Li gorî Lenînîzmê pêwîst e ji bo “şoreşa proleteryayê” mercên şênber û yên subjektîf (asta aboriyê ya welat û asta zanebûn û rêxistinbûna proleteryayê) guncav bin. Di şoreşa 1’emîn a Demokratîk de li hemberî kesên pêşniyar dikirin ku demildest divê desthilatdarî were bi destxistin û desthilata proleteryayê were avakirin, bersiva Lenîn zelal bû: “Asta geşedana aborî ya Rûsyayê (mercên şênber) û asta zanebûn û rêxistinbûna girseyên berfireh ên proleteryayê (mercên subjektîf ên ku bi mercên şênber ve girêdayî ne) niha rê nadin ku rizgariyeke giştî pêk were. (…) Wê rizgariya karkeran, bi destê karkeran pêk were; bêyî ku zanebûn û rêxistinbûna girseyan hebe; bêyî ku girse werin amadekirin û perwerdekirin, şoreşeke sosyalîst pêk nayê.” (Du Taktîk, rpl: 20-21, Lenîn, Weşanên Sol’ê)

Ramanên Lenîn ên ku rêxistinbûn û şoreşê yên ku bingeha Lenînîzmê pêk tînin, ji hêla Marksîzma Ortodoks ve qet nayên fêmkirin û Lenîn bi jirêderketina Marksîzmê, şoreşgeriya bûrjûwaziya biçûk û Blanquîzmê dihate tawanbarkirin.

Ğiştî Şoreşa Sibata 1917’an, Trotsky derbasî nava refên “bolşevîk” bû û Lenînîzm pejirand. Trotsky wiha digot: “Bêguman HEGER TÊKILIYÊN HÊZAN JI BO ME DI ASTA HERÎBILIND DE BIGUHERIN, WÊ MERCÊN HERÎ GUNCAV ÊN SERHILDANÊ PÊK WERIN. Di vir de em behsa wan têkiliyên hêzan dikin ku dikevin nava çarçoveya qada hişmendiyê, ango qada avaniya jorîn a polîtîk; em ne behsa bingehên aboriyê dikin ku emdikarin bêjin ku wê dirêjahiya şoreşê de neguherin. Têkiliyên hêzan ên ku xwe dispêrin tenê bingeheke aboriyê û di nava civakê de cudakirina tenê çînekê, xeyalên girseyên proleter hildiweşînin; baweriya çîn û komên navîn ên ji hêza dewletê çiqasî kêm bibe û di dawiyê de jî baweriya hêza dewletê ya bi xwe kêm bibe, wê ewqasî tecrûbeya polîtîk a proleteryayê zêde bibe. Di dema şoreşê de ev pêvajo weke brûskê bi lez pêk tên. HUNERA BIKARANÎNA TAKTÎKÊ EW E KU, DEMA KU MERC LI HEV KOM BIBIN, EM DEMA HERÎ GUNCAV ZEFT BIKIN”.(2) Di vir de Trotsky armanca Lenînîzmê û xalên herî girîng rave dike.

Piştî vê ravekirinê em dîsa li şîroveya Mîrza Somer vegerin. Û em nîşan bidin ku bê taktîk û rêbazên Lenîn çawa ji armancên wan ên sereke têne dûrxistin.

-III-

Mîrza Somer, yek ji dozîneyên 10’ê Nîsanê, dozîneya “hemû desthilat ji Sowyetan re” wiha şîrove dike: “Ev dozîne wê bangewaziyê nedikir ku hikûmeta derbasdar ji hêla gel ve bi serhildaneke çekdarî were hilweşandin. Lewra hewldana hilweşandina bi zorê ya hikûmeta derbasdar, dihat wateya serhildana li dijî Sowyetan jî. Li gorî Lenîn, piştî şoreşa Sibatê ew derfeta ‘awarte’ ava bûbû ku desthilata heyî bi riyên aştiyane derbasî Sowyetan bibe. (…) Lê belê dibe ku rewş hatiba guhertin û partî, desthilatê bi çekan bi dest bixista. Lenîn dixwest ji hemû derfetên aştiyane sûdê werbigire, lê bi riya serhildaneke çekdarî hilweşandina zorbaziya bûrjûwaziyê jî paşguh nedikir…” (Emek, hejmar:5, rpl:15)

Bi rastî jî di Nîsana 1917’an de, di drûşmeya “hemû desthilat ji Sowyetan re” de, li dijî hikûmeta derbasdar bangewaziya serhildaneke çekdarî tune bû. Lê piştî vê yekê em bala xwe bidin gotinên Mîrza Somer.

Gotin zelal e, li gorî Somer ji ber ku ji bo riyên aştiyane derfeteke awarte hebû, Lenîn heya dawî xwest ku bi riyên aştiyane derbasbûna sosyalîzmê pêk were, lê di dawiyê de ji ber ku derfetek din tune bû, serîli zorê da.

Weke ku me di beşa duyemîn de jî diyar kiriye şîroveyeke wiha li dijî hişmendiya Lenînîzmê ye. Lewra ravekirineke wiha, li dijî Lenînîzmê bi xwe e. Di nivîsa xwe ya beriya vê de me gotibû ku “Kenan Somer ne ku berhemên sereke yên Marksîzmê dide nasîn, lê belê hewl dide ramanên xwe yên oportunîst, bi berhemên Marx û Lenîn derpêş bike.” Û me gotibû ku Mîrza Somer ne xwediyê “namûsa zanistî” ye. Ev şîroveya wî, gotina me bi awayekî zelal û teqez piştrast dike.

Her wiha ev şîrove dike ku Lenîn dakeve asta Duhring. Duhring jî digot ku pêwîst e heta dawiyê “riyên aştiyane” were şopandin, lê belê heger gelekî pêwîst be mirov dikare serî li “zorê” bide. Piştî şîroveyeke wiha çi cudahiya Lenîn û ramangerê bûrjûwaziya biçûk Duhring dimîne?

Kesên ku bi wan re şênberbûna zanistiyê hebin wek Somer nakin û hewl didin li gorî ramana xwediyê berhemê, wê berhemê şîrove bikin.

Ji bo ku em rêbaz û taktîkên Lenîn ên 1917’an zelal bikin û lewra jî “xerabkirinên Somer” ên ku jixwe “aşkere” ne bêtir şênber bikin, em ê bi kurtasî behsa wê demê bikin. (Ji bo ku em karibin mijarê bi awayekî zelal raxin pêş çavên xwendekaran em ê tenê behsa rêbaz û taktîkên vê demê yên ku nêzîkî mijara me ne bikin.)

Lenîn di 3’yê Nîsanê de tê Petrogradê û li gorî wî mercên şênber ên şoreşa Rûsyayê amade ne, lê belê mercên subjektîf ne amade ne; ji ber ku li Sowyeta ku tê de karker, gundî û leşker xwe birêxisitn kirine, serdestiya menşevîkan û sosyalîstên şoreşger hebû.

Di çavên girseyan de giraniya manewî ya sosyalîstan ji giraniya Partiya Bolşevîk zêdetir bû. Ji ber vê yekê jî serhildaneke li derveyî navenda biryarê ya girseyên gel, ango sowyetan were pêşxistin, wê bibe “sergûzeştiya (macera) çepgir”. Ji bo Lenînê ku wiha difikire, şoreşa sosyalîst incex di nava rewabûna sowyetan de dikare pêk were. Ango amadebûna mercên sûbjektîf ên ji bo şoreşa sosyalîst, dihat wateya avakirina piraniyê ya di nava sowyetan de.

Lenîn dixwest bi vê rêbazê re di nava girseyan de rengê sereke yê sosyalîstên nerm (menşevîk û sosyalîstên şoreşger) were dîtin û bi vî awayî li sowyetan, hêza piraniyê pêk were. Lewra menşevîkên ku li sowyetan piraniyê pêk dianîn, li gorî teoriya xwe nikarîbûn rêveberiya dualî ji holê rakin û desthilatê bi dest bixin. Ji ber ku li gorî teoriya menşevîkan du cûreyên şoreşê hebûn; şoreşa bûrjûwaziyê ya ku ji hêla bûrjûwayê ve tê meşandin û şoreşa sosyalîst a ku ji hêla proleteryayê ve tê meşandin. Mercên Rûsyayê yên wê demê  li gorî ku ne li gorî şoreşa proleteryayê ne, pêwîst e ku desthilat di destê bûrjûwaziyê de be. (1905) Menşevîkên ku bi zorê tev li Şoreşa Demokratîk a 1’emîn bûn û rewşa heyî weke barekî li ser milên xwe didîtin, piştî vê şoreşê digotin ku sedema têkçûna şoreşê, zêdegaviyên çîna karkeran e; karkeran hewl dan daxwazên xwe bi zorê bi bûrjûwaziyê bidin pejirandin û bi vî awayî kirin ku bûrjûwazî bitirse û bireve. Piştî Şoreşa Sibatê ya 1917’an menşevîkên ku nedixwestin bikevin nava heman rewşê bêguman ev rêbaz nepejirand.

Û di encama vê hişmendiyê de menşevîkan bi sosyalîstên şoreşger re di meha Gulanê de tev li rêvberiya bûrjûwaziyê, ango tev li Hikûmeta Derbasdar bûn.

Di van mehan de drûşme û taktîkên bolşevîkan jî ji bo amadekirina subjektîvîzmê li gorî mercên rojane xwe diguhertin. Drûşm û pêşniyarên wê demê ji bo karkerên menşevîk û gundiyên ku li pey sosyalîstên şoreşger diçûn dihatin pêşxistin. Ji bo ku girseyên kedkar, xayintiyên sosyalîstên nerm nas bikin, her roj propoganda û hewldan dihatin kirin.

Ji hêla Bolşevîkan ve di vê demê de du drûşmeyên sereke hebûn; “Hemû desthilat ji sowyetan re” û “bimire 10 wezîr”. (Nedigotin “bimire hikûmeta derbasdar”, digotin “bimire 10 kadet”. Ji ber ku di nava hikûmetê de sosyalîstên nerm hebûn ku di nava sowyetan de piraniyê bi dest xistibûn.)

Di destpêkê de hejmara Bolşevîkan gelekî kêm bû. Bolşevîkan ev drûşmeyên ku xeyalên girseyên kedkar dianîn ziman berz dikirin û li gorî van drûşmeyan jî taktîkên pêwîst pêş dixistin. Bi vî awayî pêş ketin û hêza xwe mezin kirin. Girseyên kedkaran ên ku hêviyên xwe di nava sosyalîstên nerm de nedîtin, hêdî hêdî derbasî nava refên “Bolşevîkan” bûn.

Lê li gorî hevsengiya hêzê ya li nava welat, li gorî Lenîn hêj DEMA LÊDANÊ nehatibû. “Bolşevîkên çepgir” ên di nava partiyê dixwestin demildest tevger dest pê bike. Lenîn ji wan re digot ku pêwîst e li bendê bimînin: “… di serê wî de ev pirs hebûn; GELO DEMA WÊ HATIYE? Rewşa manewî ya girseyan gelo avaniya jorîn a Sowyetê derbas kiriye? Gelo ew xeter heye ku bi rewabûna sowyetan çavên me werin girtin û em li paş bayê girseyan bimînin û ji wan qut bibin.” (3)

Di nava wan hefteyan de di serê Lenîn de hertim ev pirs digeriyan “gelo wextê wê hatiye?”, “gelo merc amade ne?”.

Û meha Tebaxê hat.

5 meh ji ser şoreşê re derbas bûbûn. Ligel ku gelek geşedanên erênî hebûn û girseyên gel bi awayekî girseyî tev li nava refên bolşevîkan dibûn jî di asta jorîn a Sowyetan de guhertin pêk nehatibû. Menşevîk û sosyalîstên şoreşger ên ku tev li nava refên bûrjûwaziyê bûbûn, astên jorîn ên Sowyetan di destê xwe de digirtin. Lenîn ev merc dinirxandin û difikirî ku mercên subjektîf amade ne. Ji ber vê yekê jî wiha got: “Bi rewabûna sowyetan çavên me têne girêdan û em li paş bayên girseyan dimînin” û fermana tevgerê da. “Proleteryaya ku bi gundiyan re hevbendî ava kiriye, bila derbasî desthilatê bibe…”(4)

Di 26’ê Tebaxê de General Kornilovê ku di destpêkê de desteka Kerensky jî wergirtibû, hewl da ku li dijî Kerensky jî “şoreşeke dijber” pêk bîne. Deryavanên Kronstadt û karker û gundî li ber xwe dan û ev hewldana dij-şoreşê têk çû.

Pêwîst e ku em di dema bûyerên Kornilovê de behsa helwesta bolşevîkan bikin. Kesên bûrjûwaziya biçûk ên ku dibêjin qey ew Marksîst in “nermbûna taktîkê” fêm nakin. Li hemberî Kornilov taktîka bolşewîkan, mînakeke baş a nermbûna taktîkê ye.

Li hemberî Kornilov, kesên bolşevîk, bi hikûmeta Kerensky a ku bi awayekî tund bi ser wan ve dihat û bi hinceta “Sîxurtiya Almanyayê” xwestibûn Lenîn bigirin re hevkarî kirin.

“Deryavanên Kronstadtê dema çûn zindanê ji Troçki pirsîn gelo tevî Kronilov, pêwîst e ku ‘hesabê Kerensky’ jî were dîtin; Troçki ji wan re dibêje rastir e ku em dijminên xwe yek bi yek safî bikin.”(5)

Û tevgera li dijî Kornilov bû xala pêngavekê. Lenîn baş dizanîbû ku sosyalîstên nerm, bêyî bûrjûwaziyê nikarin desthilatê bigirin destê xwe; ji ber vê jî ji bo ku wan di çavê girseyên kedkar ên Sowyetan de bêtir biçûk bike, pêşniyarî wan dike ku demildest dev ji desthilatdariya bûrjûwaziyê ya ku Kadetên ku bi Kornilov re hevkariyê kirine jî tê de ye berdin û hikûmetê bi tena serê xwe ava bikin. Bersiva sosyalîstên nerm, weke ku Lenîn jî li bendê bû, neyînî bû.

“Nepejirandina daxwazê ya ji hêla menşevîkan ve kir ku ev partiyên ku navê wan derbas dibe, di çavê çînên kedkar de gelekî biçûk bibin.”

Girseyên ku bi awayekî şênber xayintiya sosyalîstên nerm dît, derbasî refên bolşevîkan bûn. Û bi vî awayî cara yekem bolşevîkan di nava Sowyetan de piraniya teqez bi dest xist.

Drûşmeya “hemû desthilat ji Sowyetan re” dîsa bû drûşmeya sereke.

Êdî ji bo şoreşê hemû merc amade bûn (subjektîvîzm ava bûbû). Kamaniev û Zinoviev digotin ku wê di meclisa avaker de teqez piranî bi dest bikeve û lewra jî wê bi riyên aştiyane sosyalîzm pêk were û wiha digotin: “Dîrok li pêşiya proleteryaya enternasyonal û çîna karkeran a Rûsî ye; ew mafê me tune ye ku em hemû paşeroja xwe bi xala serhildana çekdarî ve girê bidin û biavêjin nava xetereyê”. Bersiva Lenîn a dîrokî wiha bû: “Qeyran mezin bûye… Paşeroja şoreşa Rûsyayê, paşeroja şoreşa proleteryayê ya cîhanê di mijarê de ye. Sekinandin, kujerî ye… Di rojevê de SERHILDAN heye. Her paşdemayîn, tê wateya mirinê.” (Leninski Sbronik 239, 290, 293 CXXI” (6)

Li hemberî 2 dengên Kamaniev û Zinoviev ên ku “derbasbûna bi riyên aştiyane” diparêzin, Komîteya Navendî ya Bolşevîk, bi 10 rayan biryara “bidestxistina desthilatdariyê ya bi serhildaneke çekdarî” girtin…

Bi vî awayî me bi kurtasî behsa 1917’an, di navbera herdu şoreşan de drûşm û taktîkên bolşevîkan kir. Dema ku me behsa drûşm û taktîkan kir, me xerakirinên Somer jî bi awayekî şênber pêşkêş kirin.

Bi vî awayî me aşkere kir ku “Almaniya Lenîn” a ku ji bo avakirina derfeta axaftina bi “FRANSΔ neçar bû bi “ALMANΔ biaxive, ji hêla Mîrza Somer ve çawa weke “ZIMANÊ ÇÛKAN” hatiye şîrovekirin. (Weke ku tê zanîn di ferhenga Marksîst de axaftina bi Almanî tê wateya rêxistinbûn û amadekirina subjektîvîzmê û axaftina bi Fransî jî tê wateya êrîşê û serhildanê.)

-IV-

Marks, Engels, Lenîn û di dawiyê de Mao Tse Tung…

Somer hewl dida ramanên Marks, Engels û Lenîn xera bike û paşê di hejmara 6’emîn a kovara Emek’ê de Somer, di nivîsa xwe ya bi navê “Teoriya Şoreşê û Demokrasiya Nû” de ramanên Mao Tse Tung jî xera dike.

Lê belê xerakirina ramanên Mao Tse Tung’ê ku di heyama qeyrana 3’yemîn a sermayedariyê de jiyaye, ji xerakirina ramanên Marks û Engels’ê ku di heyama beriya yekdestiyê de jiyane, zehmettir e. Ji ber ku Mao, ramanên Marx, Engels û Lenîn bi nakokiyên giştî yên heyamên 2’yemîn û 3’yemîn re nirxandine û dahûrandina bandorên van nakokiyan yên li Çînê û nakokiyên taybet ên Çînê kiriye; ji serboriyên dewlemend ên pratîka şênber a welatê xwe sûd wergirtiye, ew kûr kirine û teoriya Şoreşa Marksîst bi gotina “Cîhan incex bi tifingê dikare were guhertin” rave kiriye.

Ev vegotinên zelal ên ravekirina “teoriya şoreşê ya Marksîst-Lenînîst” ên weke “desthilat, di devê tifingê de ye an jî cîhan incex bi tifingê dikare were guhertin” ên ku kes nikare wan bi aliyekî din ve bibe jî ji hêla Somer ve hatine xerakirin. Mîrza Somer’ê ku di xerakirinê de hoste ye, ji ber ku nikare vê gotina Mao ya li gorî taybetmendiyên gerdûnî yên Marksîzmê ye, bi rewşa taybet a Çînê ve girê dide. “Mercên taybet ên Çînê gelekî taybet bûn, ji ber vê yekê Mao wiha dibêje!”. Lê belê Mao van gotinan ne tenê ji bo Çînê dibêje; bi awayekî teqez behsa cîhanê dike. Ji bo Mîrza Somer zêde ne zehmet e ku li dewsa “cîhanê”, binivîse “Çîn”… Û bi vî awayî Mîrza Somer li teoriyê zêde (!) dike û gotina Mao ya ku dibêje “cîhan incex bi tifingê dikare were guhertin”, vediguhere “li Çînê cîhan incex bi tifingê were guhertin”.

“Li gorî Mao Çîn, ne dewleteke serbixwe û demokratîk e; di binê pêkutiya feodal de, welatekî nîv-mêtîngeh û nîv-feodal e. Di têkiliyên derve de serxwebûna neteweyî tune bû; di binê nîrê emperyalîst de bû; ji ber van sedeman jî li Çînê parlementoyek tune bû ku sûdê jê werbigirin û zagonek jî tune bû ku derfeta têkoşîna zagonî bide karkeran. Şêwaza sereke ya têkoşînê û hêmana sereke ya rêxistinbûnê yên têkoşîna şoreşgeriyê ya li Çînê, ji hêla van taybetmendiyên Çînê ve dihatin diyarkirin. (…) Ji ber vê yekê jî wê gelekî şaş be ku gotinên Mao, yên ku ji bo van taybetmendiyan derbasdar in, ên ku dibêjin ‘desthilat di devê tifingê de ye’  yan jî ‘cîhan incex bi tifingê dikare were guhertin’, weke hêmanên taktîk û stratejiyê yên gerdûnî werin nirxandin. Ji ber vê jî em dikarin bêjin ku ‘Incex li Çînê pêkan bû ku cîhan bi tifingê were guhertin.” (Kenan Somer, “Teoriya Şoreşê û Demokrasiya Nû”, Emek, hejmar:6)

Beriya ku em behsa sûdên Mao Tse Tung ên ji bo Marksîzmê bikin, em vê yekê diyar bikin:

Li gorî Somer ji ber ku li Çînê parlemento û zagonên ku derfeta têkoşîna zagonî didin tune ne, ji ber ku riyeke din tune ye Mao serî li riyeke wiha daye. Ji ber vê yekê jî gotina wî ya ku dibêje “desthilat di devê tifingê de ye” ne gotineke gerdûnî ye.

Şîroveyeke din a van gotinan jî wiha ye; “heger li Çînê derfetên têkoşîna zagonî hebûna, heger parlemento û zagon hebûna dibe ku desthilat bi riyeke aştiyane hatiba bidestxistin”. Ji ber ku me di beşên duyemîn û sêyemîn ên nivîsa xwe de rave kiribû ku şîroveyeke wiha li dijî zanista Marksîst e, em dubare li ser vê mijarê nasekinin. Lê belê em ê bi awayekî cuda li ser vê gotinê bisekinin.

Heger em hinekî bala xwe bidinê, em di van gotinên Somer de nepejirandineke veşartî ya têkoşînên şoreşger ên Amerîkaya Başûr dibînin. Welatên Amerîkaya Başûr, di warê dirûvî debe jî ev sed û pêncî sal in serbixwe ne! Tê de sed milyon karker hene ku 15 milyonên wan di nava sendîkayan de xwe bi rêxistin kirine. Di nava hin welatan de zagon û parlemento hene ku derfeta têkoşîna zagonî ya şoreşger didin. (Bêguman ev cûreyê demokrasiyê, cûreya Filipînê ye. Lê belê li gorî nivîskarê Emek’ê û li gorî gotina wî ya ku dibêje “li Çînê bûya jî”, em digihêjin wê encamê ku behsa demokrasiyeke wiha dike. Ji ber ku li welatekî ku ji şoreşa pîşesaziyê derbas nebûye û di nava qada venêrîna emperyalîzmê de ye, incex “demokrasiya Filipînê” pêk tê).

Em Çînê deynin aliyekî, ji ber ku “emperyalîzma çekdarî” derbasî Çînê bûbû.ji ber vê yekê jî bi awayekî neçar, mirovên Çînî çek hilgirtibûn. Lê belê şoreşgerên welatên Amerîkaya Başûr ku tê de derfetên parlemento û zagonan hene çima riya têkoşîna çekdarî hilbijartin? Li Venezuellayê parlemento û zagon hene ku derfeta têkoşîna zagonî didin û partiyeke Marksîst tê de çalakiyan dike; wê çaxê Douglas Bravo çi dixwaze? Çima li Falkon’ê têkoşîna çekdarî dimeşîne? Bêguman dikarîbû bi riya parlementoyê têkoşîna sosyalîzmê bimeşîne. Û dikarîbû rojekê ji sedî 51’ê dengan werbigire û desthilatê bi dest bixe û paşê jî têkoşîna dij-emperyalîst bimeşîne. Ne wiha ye Mîrza Somer? Gelo hûn dibêjin li Falkonê gerîlayên karker, gundî û xwendekar ên ku bi guleyên xulamên emperyalîzmê têne kuştin, bi awayekî ehmeqî dimirin?

Gotinên Mao yên ku dibêjin “desthilat di devê tifingê de ye” û “cîhan incex bi tifingê dikare were guhertin” û di encamê de “Şerên Gel” gelo tenê ji bo Çînê derbasdar in? Bersiva Lin Piao zelal e: “Teoriya şerê gel a heval Mao Tse Tung ne tenê taybetmendiya şoreşa Çînê, lê belê taybetmendiya serdema me jî dide der”.

Li gorî Lin Piao, Mao Tse Tung di navbera nakokiyên sermayedariya yekdest a ku xwe bi bazirganiya şer ve girê daye û nakokiyên taybet ên Çînê de dahûrandina diyalektîk dike û dozîneya gerdûnî ya Lenînîzmê bi van gotinan dianî ziman.

Li gorî Mao, ji Lenîn heta niha di cewhera sermayedariyê de guhertin çê nebûne. Û îro guhertinên çendîniyê di sermayedariyê de çê bûne û di heyama qeyrana 3’yemîn de sermayedarî li ber sekeratê ye. Li hemberî mercên ku têne guhertin (ji Lenîn heya niha) sermayedarî, ji bo ku hebûna xwe berdewam bike, yekane rê weke milîtarîzmê û “aboriya şer” dibîne. Nakokiyên di navbera emperyalîstan de nerm bûne û hatine asta lihevker. Û emperyalîzma Amerîkayê li dijî welatên ku têkoşîna rizgariyê dimeşînin û li hemberî eniya sosyalîst, leşkeriya eniya sermayedar a cîhanê dike.

Ji ber vê yekê jî li gorî Mao “cîhan dikare bi tifingê were guhertin” û “sermayedariya ku xwe bi milîtarîzma xwe ve hişk girê daye, incex bi tundiyê dikare were hilweşandin”.

Weke ku Mao bi taybetî diyar dike emperyalîzm, tenê bi riyên tundiyê û çekan derbasî welatekî nabe. Îro emperyalîzm riyên gelekî cudatir bi kar tîne; bi taybetî tevî hevkarên xwe welatan bi parlementerîzmeke paşverû bi rê ve dibe, bi vî awayî xwe ji girseyan vedişêre û pergala xwe ya mêtîngeriyê bi rehetî berdewam dike.

Ji bo şoreşgeran gelekî çêtir e ku ji dêvla dagirkeriya veşartî, emperyalîzm welatekî wekî Çînê bi awayekî aşkere dagir bike.

Pêwîst e mirov gotinên Stalîn ên ku Somer ew ji bo xerakirinên xwe dikirin spartek, ji vê hêlê ve şîrove bike. Stalîn wiha dibêje: “Li Çînê şoreşa çekdarî, bi dij-şoreşa çekdarî re şer dike. Yek ji taybetmendiyên şoreşa Çînê jî ev e”.

Li Çînê dijmin ji hêla gel vê bi awayekî şênber têne dîtin û fêmkirin. Ji ber vê yekê jî gel bi awyekî bi lez dibe xwedî hişmendî û tev li nava refên şoreşê dibe.

Emperyalîzm îro ji şoreşên Çîn û Vîetnamên dersên pêwîst wergirtine û dizane ku ji bo berdewamiya xwe divê xwe ji girseyên gel veşêre û heta ku berjewendiyên wê ji sedî sed nekevin xetereyê, destwerdana aşkere nake.

Li gorî Marksîstên hemdem teoriya şoreşê ya Marksîst-Lenînîst, bi awayekî zelal di gotinên Mao yên ku dibêjin “desthilat di devê tifingê de ye” û “cîhan incex bi tifingê dikare were guhertin” de tê ravekirin. Li gorî Mao, ev gotin ne tenê ji bo welatên ku di binê nîrê emperyalîzmê de dijîn, lê belê ji bo hemû welatên ku tê de zorbaziya bûrjûwaziyê hene derbasdar e û zagoneke gelemperî ye.

“Li hin welatên sermayedar, bi qasî ku berjewendiyên sereke yên bûrjûwaziyê naxin nava xetereyê, bi riya zagonan destûr hatiye dayîn ku partiyên komunîst werin avakirin. Heger vî sînorî derbas bikin jî di warê zagonî de nikarin bijîn”. (Mao Tse Tung, Teorî û Pratîk, rpl:80, Weşanên Sol’ê)

-V-

Weke ku me di destpêka nivîsa xwe de jî diyar kir mijara Marksîzmê ne “riya şerker an aştiyane” ye. “Dubendiya şer û aştiyê ne mijara Marksîstan e, lê belê mijara revîzyonîstan e”.

Li gorî hosteyên Marksîzmê heger di nava çalakiya parlementer de be yan jî ne di nava wê de be, hêza partiyeke Marksîst heta radeyekê zêde dibe, paşê hêza partiyê dicemide. Heta ji ber pasîfbûna partiyê, dibe ku girse ji partiyê dûr bikevin. Ji ber vê jî partiyeke Marksîst a ku di nava çalakiya parlementer de ye tu carî nikare piraniya dengan werbigire.

Ji ber ku kesên Marksîst bi vê yekê dizanin, serê xwe bi “derbasbûna aştiyane” û “%51’ê dengan” re naêşînin. Ji bo kesên Marksîst tenê tiştek girîng e; ya girîng ew e ku konjonktur, ango di civakeke diyar de û di demeke diyar a dîrokê de gelo têkiliyên çînan û hêzan ji wan re guncav in an na.

Di ferhenga Marksîst de ev têgeh gelekî girîng e û wê girêka dawî li pirsgirêkê, ango li nîqaşa me bixe.

Mîrza Somer, ji bo hejmara 5’emîn a kovara Emek’ê, nivîsa bi navê “Em ê Hêmanên Marksîst Li Ku Bibînin” wergerandibû. Xwediyê nivîsê, ramangerê bi navûdeng ê Marksîst, Louis Althusser e û di nivîsê de tê diyarkirin ku ev têgeha Lenîn, ji bo Marksîstan çiqasî girîng e.

Althusser wiha dibêje: “Heger piştî Marx û Engels em li bûyerên herî mezin ên teorîk bigerin, em ê şopa wan di nivîsên polîtîk ên Lenîn de bibînin, ne di nivîsên wî yên teorîk de. Vedîtinên Lenîn ên herî kûr û berhemdar ên berhemdar, beriya her tiştî di nava nivîsên siyasî de ango di nava tiştên ku ‘kurtasiya’ pratîka wî ya siyasî de veşartî ne. Ji bo ku ez mînakekê bidim ez dikarim vê bêjin; nivîsên siyasî yên Lenîn (dahûrandina rewşê û guhertina rewşê, biryarên ku têne standin û dahûrandina encamê wan û hwd.) bi israreke bêhempa têgeheke teorîk dide me, ‘rêgeha rojane’ yan jî ‘konjonktur’. Lenîn, di nava çalakiya partiyeke Marksîst de ji bo rêveberina têkoşîna vê partiyê bike, ev têgeh (an jî hêman) afirandiye. Ev têgeh ne tenê ji bo materyalîzma dîrokî (…) lê belê ji bo materyalîzma diyalektîk jî hêmaneke sereke ya Marksîzmê ye… Ev hêman ji berhemên Lenîn nehatiye derxistin, lê belê mixabin di pratîkê de nehatiye dîtin. Gencîneyeke teorîk va ye di binê destê me de bû û di berhemên Lenîn de veşartî bû, lê tu kesî ev gencîne ‘nedît’ û lawaz ma”.

Althusser, weke ku tê dîtin dibêje ku ev têgeh ji bo Marksîzm-Lenînîzmê gencîneyek e.

Bêguman Mîrza Somer ji vê wergera xwe tiştekî fêm nekiriye. Heger fêm bikira wê dîtiba ku wê xerakirinên wî werin fêmkirin û wê ji şîroveyên ku drûşm û taktîkên Lenîn dadixe asta Duhring dûr bisekiniya. Heger lêkolînê li ser têgeha “konjonkturê” bikira wê dîtiba ku dubendiya “aştiyane û şerker” ne ya Marksîzmê ye.

Bi kurtasî “konjonktura polîtîk” an jî “rêgeha rojane” tê wateya “di civakeke diyar de, di demeke diyar a dîrokê de rewşa şênber a hevsengiya hêzê ya di navbera çîn û hêzên wê civakê”.

Bi mînakekê em dikarin vê têgehê bêtir şênber bikin. Asta geşedana aboriyê ya Fransayê (mercên şênber), ji bo şoreşeke proleteryayê guncav in. Lê bêyî ku “qeyrana şoreşger” a ku Lenîn behsa wê dike pêk were, li vî welatî şoreş pêk nayê. (Pêwîst e ku mercên subjektîf amade bin). Heta Gulana 1968’an li Fransayê mercên şoreşa proleteryayê tune bûn. Lê di Gulana 1968’an de bi awayekî jixweber û bi pêşengiya John Bendit’ê anarşîst, tevgerên xwendekaran dest pê kirin û ji nişka ve deh milyon karker daketin kolanan, kargeh hatin dagirkirin û alên sor hatin bilindkirin û hwd.

“Rêgeha rojane” ya Lenîn ev e.

Weke ku tê zanîn çirûskekê mercên şênber afirandin û Fransa anî sivdera şoreşê. Lê partiya Marksîst a Fransayê weke ku ev rêgeh nehatiye, li çûna wê ya di demeke kin de temaşe kir û pasîf ma.

Di encama pasîfbûna partiyê, hêviyên girseyên karkeran ên ku serî rakiribûn şkestin. Desthilatdariya De Gaulle jî ji tirsa pêşîn xwe xelas kir, sûdê ji vê şkestinê wergirtin û dîsa li ser rewşê serdest bûn.

Ev helwesta lawaz, li gorî hosteyên Marksîst, rûpoşa di nava çalakiyê de bêkêrbûnê û tirsonekiyê ye. Dîsa li gorî hosteyên Marksîst wêrekiya “pêkanîna şoreşê” û “destpêka tevgerê”, hêmanên sereke ne ku şoreşgeran û oprtunîstan ji hev cuda dikin. Lin Piao vê yekê bi awyekî zelal diyar dike. “Di xala dawî de mijar ew e ku wêrekiya pêkanîna şoreşê heye yan na. Ev yek, şoreşgerên rastîn, Marksîst-Lenînîstên rastîn û yên sexte ji hev cuda dikin.”

-VI-

Ev nivîsa me ji 5 beşan pêk dihat. Lê di vê navberê de hejmara 7’an a kovara Emek’ê derket. Mîrza Somer di nivîsa xwe ya bi navê “Pêwîst e Şoreş Çawa Were Ravekirin” de, rastiya xwe bi awayekî zelal dide xuyakirin.

Gotinên Somer ên di vê nivîsê de, revîzyonîzma Somer a ku em ji destpêkê ve rexneya wê dikin diçespînin.

Somer di vê nivîsê de revîzyonîzma xwe ya ku hewl dida bi awayekî veşartî pêşkêş bike, bêyî ku veşêre bi awayekî aşkere radigihîne.

Ji bo ku em vê yekê nîşanî xwendekaran bikin me hewce dît ku em vê beşa nû (VI) li nivîsa xwe zêde bikin.

Mîrza Somer, di hejmara Emek’ê ya 7’an de wiha dibêje: “Ramana pêkanîna şoreşa sosyalîst a bi riyên aştiyane, xwe dispêre wê nêrînê ku dibêje şoreşa siyasî, şerteke sereke ya sosyalîzmê ye, lê belê pêkan e ku ev şoreş ne bi riyên şoreşger, lê belê bi riyên aştiyane û demokratîk pêk were.” (Kovara Emek’ê, hejmar:7)

Em bala xwe bidin gotinên Mîrza Somer!

“…ne bi riyên şoreşger, lê belê bi riyên aştiyane û demokratîk”.

Kesên ku ji derve lê binerin jî dikarin bibînin ku di van gotinan de têgehên şoreşa sosyalîst û demokratîkbûn li beramberî hev hatine bikaranîn.

Wateya van gotinan aşkere ye:

a) Şoreşa sosyalîst, weke riyeke dij-demokratîk tê pejirandin. Û şoreş û darbeyeke hikûmetê, di asta hev de têne nirxandin. Weke riya demokratîk jî parlemento û %51’ê dengan, ji bo sosyalîstan tê pêşkêşkirin.

b) Hemû şoreşgerên weke Lenîn, Stalîn, Mao Tse Tung, Ho Chi Minh, Giap, Lin Piao, Fidel Castro û Che Guevera jî weke “darbekerên” ku bi riyên dij-demokratîk hatine ser kar têne pejirandin. (li gorî van gotinan).

Ji bo ku em karibin dawî li mijarê bînin pêwîst e em bi helwesteke objektîf nêrînên herdu ramanên dijber (ramana Marrksîst-Lenînîst û ramana revîzyonîst) ên di derbarê şoreşa sosyalîst de li vir diyar bikin.

Nêrîna Marksîst, şoreşa sosyalîst di wateya rastîn de weke riyeke demokratîk (7) dipejirîne. Lenînê ku ramangerê teoriya şoreşa Marksîst-Lenînîst e, diyar dike ku ji bilî demokrasiya siyasî riyeke din tune ye ku mirov bigihêje sosyalîzmê û kesên difikirin ku ji bilî riya demokrasiya siyasî mirov dikare bigihêje sosyalîzmê, kesên anarşîst in û bêyî desteka girseyên kedkar, mirov nikare di şoreşekê de bifikire.

“Incex kesên ku ji gel bawer in û xwe dispêrin rûbarên zindî yên afirîneriya gel dikarin bi ser bikevin”. Lenîn wiha dibêje û li gorî wî riya şoreşa sosyalîst, riya herî demokratîk e. Lenîn her wiha diyar dike ku riya şoreşa sosyalîst, teyisîna vîna azad a girseyan e.

Li gorî nêrîna revîzyonîst jî, riya şoreşa sosyalîst, riyeke dij-demokratîk e. Di ramana revîzyonîst de teşeyên zagonî û parlemento sereke ne ku ew, li gorî Marksîzmê, teşeyên hişmendiya bûrjûwaziyê ne. Kesên revîzyonîst dixwazin bi vê riya ku jê re dibêjin riya demokratîk û bi teşeyên nû yên zagonî yên bûrjûwaziyê û biparlementerîzmê bigihêjin sosyalîzmê.

Mîrza Somer dibêje riya aştiyane = riya parlementer; riya ne aştiyane = riya şoreşger = riya dij-demokratîk (pîvan jî parlementerîzma bûrjûwaziyê ye). Aşkere ye ku Mîrza Somer di nava kîjan eniyê de ye.

Lê dema ku em Mîrza Somer rexne dikin, em ne revîzyonîstbûna wî rexne dikin; ji ber ku ew berhemên Lenîn û Mao xera dike û hewl dide revîzyonîzma xwebi riya van berheman nîşan bide, em wî rexne dikin.

Kesên revîzyonîst hertim vê rêbaza xerakirinê bi kar tînin. Bi awayekî balkêş vê rêbazê bi kar tînin. Ji aliyekî ve nivîsên sereke yên Marksîzmê xera dikin û li aliyê din jî revîzyonîstên bi navûdeng yên aşkere bi “rêvîzyonîzmê” tawanbar dikin, lê belê parastina heman ramanên revîzyonîst dikin.

Somer jî vê rêbaza klasÎk bi kar tîne.

Mîrza Somer bi gotinên xwe, şoreşa sosyalîst, weke riya dij-demokratîk rave dike. Ji aliyekî ve li hemberî revîzyonîzma Bernstein xwe hêrs dike; ji wir dizîvire ser Kautsy û dibêje ku Kautsky jî bi derewan bi awayekî tund Bernstein rexne dike, lê belê di dawiyê de heman gotinan dibêje. Somer, di dawiya nivîsa xwe de diyar dike ku “veguherandina sermayedariyê ya bi riyên aştiyane ya ber bi sosyalîzmê ve, oportunîzm e” û “di bingeha xwe de cudahiya sereke ya di navbera sosyalîstên şoreşger û oportunîstan de, helwesta wan a li hemberî şoreşa siyasî ye”.

Bi vî awayî Mîrza Somer, dema ku behsa Kautsky dike, taktîka xwe aşkere dike. Weke ku tê zanîn Kautsky, bi tundî anarşîzm û revîzyonîzm rexne dikirin. Lê di dawiyê de parastina revîzyonîzmê wêdetir tiştekî nekir û bi awayekî hostane hewl da “teoriya MarksÎst a şoreşger” bi revîzyonîzmê veşêre.

Rêbaza Kautsky zelal e; “vegotina Kautsky” heta bingeha wê, bi awayekî hevgirtî avahiya Marksîzmê rave dike, lê belê dema tê dahûrandina bingehê, zimanê şoreşger ê marksîst, vediguhere zimanê çûkan ê rêvizyonîzmê. Û bi vî awayî di rêveberiya Kautsky de avahî li ser bingeha revîzyônîst bilind dibe. (bêguman tevahiya van gotinan di dema oportunîst a Kautsky de hatine ziman).

Û piştî Kautsky bi pêncî salî, şagirtekî Kautsky li ser dikê ye; “Bernstein û Kautsky, xayîntiya Marksîzmê kirine”, “veguherandina sermayedariyê ya bi riyên aştiyane ya ber bi sosyalîzmê ve, oportunîzm e”, “di bingeha xwe de cudahiya sereke ya di navbera sosyalîstên şoreşger û oportunîstan de, helwesta wan a li hemberî şoreşa siyasî ye”. Ev gotinên rast, avahiyê bi zimanekî şorşeger rave dikin. Û paşê Somer “şoreşa sosyalîst weke riyeke dij-demokratîk” radigihîne û vê avahiyê datîne ser bingeha revîzyonîzmê.

Di dawiyê de Kovara Emek’ê tiştê di dilê xwe de gotin. Ev weşanên ku ev du meh in bi xerakirina berhemên sereke yên Marksîzmê re di derbarê dubendiya “riya şerker – riya aştiyane” yên ku ji bo Marksîzmê tu wateya wan tune ye de têne weşandin, çi ne?

Xuya ye derdekî koma Emek’ê heye.

MAHIR ÇAYAN

19’Ê TEBAXA 1969’AN

  • Jêrenot:

(*) Ev nivîs cara yekemîn di 19’ê Tebaxa 1969’an de di hejmara 92’yemîn a kovara Turk Solu’yê de hatiye weşadin.

(1) “Dewlet û Şoreş”, rpl:158, Lenîn, Weşanên Zanist û Sosyalîzmê

(2) “Dersên Cotmehê”, rpl:56, Troçki, Weşanên Ser’ê

(3) “Dersên Cotmehê”, rpl:40, Troçki, weşanên Ser’ê

(4) “Jiyan û Berhemên Lenîn”, Henri Lefebvre, Weşanên Anadolu’yê

(5) Stalîn, “Sosyalîstê Çekdar”, Isaac Deutscher, rpl:233

(6) “Jiyan û Berhemên Lenîn”, Henri Lefebvre, rpl:124, Weşanên Anadol’yê

(7) Demokrasî, têgehke civaka çînayetiyê ye; em li vir “demokrasiyê” di wateya “bandora azad a vîna kedkaran” de bi kar tînin.


Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

image_pdf
Bunları da beğenebilirsin

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.