JIYANA HUSEYÎN CEVAHÎR

0 497
image_pdf

RAPORA ROJHİLATÊ ANATOLYAYÊ

Eniya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê THKP-C’yê ji bo li hemberî pirsgirêka Kurd helwesta xwe diyar û zelal bike endamê Komîteya Giştî û Berpirsyarê Herêma Rojhilatê Anatolyayê (Kurdistana Bakur) Huseyîn Cevahîr peywridar kir û jê xwest ku raporekê binivîse. Li ser vê yekê Huseyîn Cevahîr “Rapora Rojhilatê Anatolyayê” weke pêşnûme amade kir. Ev rapor cara pêşîn di gulana 1970’î de di hejmara 19’emîn a kovara “Aydınlık Sosyalîst Dergî” de hate weşandin.

RAPORUN TÜRKÇE VE KÜRTÇE PDF'Sİ (OKU - İNDİR)

JIYANA HUSEYÎN CEVAHÎR

Dîroka Şehadetê: 1’ê Pûşperê 1971

Cihê Şehadetê: Stenbol/Maltepe

Dîroka Jidayîkbûnê: 1950

Cihê Jidayîkbûnê: Bajarê Dêrsimê, navçeya Mazgîrtê, nahiyeya Mohûndûyê(Darikent)

Cihê gora wî: Şobek (Yeldegen), Mazgîrt/Dêrsim

Huseyîn Cevahîrê ku lawê malbeteke cotkar a Kurd-Elewî ye, yek ji pêşengên THKP-C’yê (Eniya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê) ye. Di 1’ê pûşpera 1971’ê ew û hevalê wî Mahîr dikevin dorpêçê û di nava dorpêçê de dibe yek ji mînakên bi heybet ê berxwedanê û şehîd dibe.

Mahîr, Huseyîn û Ûlaş hema hema di hemû kêliyên dîroka THKP-C’yê de bi hev re bûn. Ew di berxwedanên cuda de şehîd bûn, lê bi hev re gelek çalakî li dar xistin.

Cevahîr yek ji kadroyên ku ji SBF’yê (Fakultya Zanistên Siyasî) yê THKP-C’yê bû. Di destpêkê de li beşa Tipê (bijîşkiyê) ya Zaniîngeha Stenbolê dixend, lê SBF ji bo wî balkêştir bû; zanîngeha xwe guhert û hat Enqere, SBF’yê. Dema hat zanÎngehê bû endamê Klûba Ramanê. Di wê demê de ew jî endamê TîP’ê (Partiya Karkeran a Tirkiyeyê) bû. Huseyîn lêkolîner bû; bi vê taybetmendiya xwe di têkoşîna bîrdoziyê ya li hemberî TÎP’ê dihate meşandin de pêşngiyê kir.

Cevahîr di milîtaniya destpêkê ya tekoşîna antî-faşîst a li SBF’yê de cihê xwe girt. Bi dûv re gav bi gav THKP-C hate sazkirin.

Huseyîn Cevahîr di vê heyamê de, di berfenbara 1970’î de, di civîneke ku li Enqere/Kucukesatê hate lidarxistin de bû yej ji 11 endamên Komîteya Giştî ya Bihurbar(demkî). Di pêvajoya din de dema Komîteya Giştî ji “bihurbariyê” derket û teqez bû jî Huseyîn Cevahîr bû endamê vê avaniya ku berpirsyariya THKP-C’yê radikir. Di parvekirina xebatan a Komîteya Giştî de Huseyîn Cevahîr berpirsyariya Kurdistanê wergirt.

Lê Cevahîr li ku derê pêdiviyên Partiyê hebûya li wê derê bû. Tevî Sînan Kazim Ozdogrû, Hûdaî Arikan û Sebahattîn Kûrt gelek caran diçû herêma BehrareşPêşengên THKP-C’yê ne pêşengên li ser maseya xwe bûn! Ji ber vê jî di rêxistinkirina şerê çekdarî de rasterast cih digirtin. Di çalakiyên destpêkê yên li Enqereyê de Cevahîr jî hebû.

Huseyîn Cevahîr di Sibata 1971’ê de tevî komeke ku Ûlaş jî di nava wan de bû tê Stenbolê û amadekariyên li vî bajarî bi rêxistin dike.

Cevahîr di 17’ê gulana 1971’ê de di çalakiya revandina Ephrahîm Elrom (Sersefîrê Israîlê yê Stenbolê) de bi Ûlaş Bardakçi û Mahîr Çayan re bû.

Ev hevalên pêşeng di rewşa giran a darbeya 12’ê Adarê de xwe paş de nekişandin û şer bi rêxistin kirin û vê yekê pêk anîn. Pêvajoyê piştî çalakiya Elrom ew gihandin Maltepe’yê ku paşê veguherî baregeha berxwedanê.

1’ê pûşpera 1971’ê bû… Wir, Maltepeya Stenbolê bû…Wê li wir, Cevahîr qelleşane hatiba kuştin… Lê wê êdî olîgarşî ji Cevahîran û Maltepeyan xelas nebûba… Ji ber ku çalakiya wî xeta Partiyê bû.

PDF INDIR || ONLINE OKU

image_pdf
Bunları da beğenebilirsin

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.