Heger darvekirin neyên sekinandin wê sîxurên NATO’yê werin gulebarankirin

0 18
image_pdf

Ev daxuyanî, di 25’ê Adara 1972’yan de li ser riya Kizildere’yê bi sernivîsa “Ji Serokkomariya Komara Tirkiyeyê, Parlemento û Hikûmetê Re” ji hêla Mahir Çayan ve hatiye nivîsîn:

Armanca we ew e ku hûn dixwazin zarokên herî welatparêz ên gelê Tirkiyeyê, ligel Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Ewropayê û Makezagona 27’ê Gulanê û bi giştî di binê siya zagonên kevneperest ên serdema navîn bi dar vekin. Îro yên ku dest diavêjin jiyana hevalên me Deniz Gezmiş, Yûsûf Aslan û Huseyin Înan wê sibe jî berê xwe bidin hevalên me Ziya Yilmaz, Necmi Demir, Kamil Dede û hevalên me yên din ên welatparêz.

Di Tirkiyeya 1972’yan de heger hûn yek welatparêzekî û yek şervanekî pêşeng bi benê olîgarşiyê bifetisînin, wê ev sîxurên Ingilîz jî bi fîşekên Pêşengên Şoreşger ên Gel, ango bi fîşekên me werin tunekirin.

Ev sîxurên Ingilîz, di NATO’yê de peywirdar in ku ew jî rêxistina leşkerî ya emperyalîzma Anglo-Amerîkan e. Dijminê sereke yê gelan jî, ev emperyalîzm e. Li himberî jiyana van sîxuran, şertên me zelal in:

1- Wê darvekirin demildest werin sekinandin.

2- Wê tu şoreşger û welatparêz neyê darvekirin.

3- Herî zêde di nava 48 (çil û heşt) saetan de wê ji radyoyên Tirkiyeyê daxuyanî were dayîn ku ev darvekirin hatine sekinandin.

Heger ev şert neyên pejirandin, wê ev sîxurên Ingilîz teqez werin gulebarankirin.

Ev daxuyanî, li dijî zordestiya olîgarşiyê, xayintî, xedarî û xwînmijiya olîgarşiyê hişyariya me ya pêşîn e.

Heger hevalên me werin darvekirin, divê ev yek baş were zanîn ku wê bersiva me ya şoreşger ne tenê tunekirina van sîxurên NATO’yê be. Ev tenê destpêk e û hişyariyek e.

Ji kûçikên Amerîkan ên ku li seranserî welat zordestî û xwînmijiyê belav dike; ji rayedarên hikûmetê û kûçikên êşkencekar re; ji generalên faşîst ên Amerîkanparêz û pênûsên xwefirotî yên ragihandinê re…

Bijî Şoreşa Tirkiyeyê!

Bijî Eniya Şoreşger!

Heta Rizgariyê Şer!


Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

Buroya Ragihandinê ya Eniya Şoreşê ya Rojhilata Navîn

image_pdf
Bunları da beğenebilirsin

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.