RÊYA RAPERÎNÊ STRATEJIYA ŞOREŞÊ YA THKP

0 399
image_pdf
TIRKÎ, YA KU DI BIN NÎRÊ EMPERYALÎZMA AMERÎKAYÊ DE YE

RÊYA RAPERÎNÊ STRATEJIYA ŞOREŞÊ YA THKP

TIRKÎ, YA KU DI BIN NÎRÊ EMPERYALÎZMA AMERÎKAYÊ DE YE

Tirkî ji çavkaniyên xwe yên jêr-zemîn heta bi bazerganiya xwe ya dereke ve, ji aboriyê heta bi siyaseta xwe, ji çanda xwe heta bi pîşêyê xwe welatekî li bin çavdêriya emperyalîzma Amerîkan e. Ji bo emperyalîzma Amerîkayê wateya welatekî mêtingeh yan jî nîv-mêtingeh talankirina zengîniya welêt, birsîbûna gel, hejarî û binpêkirina rûmeta netewî ya bêşermane ji aliyê Amerîkayê ve ye.

Di encama siyaseta zordarî ya olîgarşiya li welatê me ku rêveberiya AP (Partiya Adaletê) li hember gelê kedkar birêve dibe, qeyrana aborî, civakî û siyasî kûrtir daket, diravê me hate xwar, belengaziya gelê kedkar zêde bû gehişte astekî metirsîdar, mercên jiyanê sext bûn.

Li hemberî diltengiya gelê me û livîna wan, kadroyên olîgarşî yên bi Demirel (serokwezîr-1970) ve girêdayî kete rewşeke ku bi rêya yasayên fermî  hew dikare pergala xwe biparêze, ji aliyê baskê leşkerî yê olîgarşiyê ve bi kotadaya 12`ê Adarê (ji desthilatdariyê) hate xistin. Bi ramana paraztina berjewendiyên pawangerên xwecihî û bîgane Kabîneya (Nîhat) Erîm di desthilatê de bi cih kirin.

Tişta ku siyasiyên pergalê wekû “sergêjiya desthilatê” bi nav dikirin, di asankirina çewsandinên emperyalîzma Amerîkayê û çînên desthilatdar yên xwecihî de, ji bilî nekêrhatina partiyên pergalê yên demokrasiya çêkirî ne tiştekî din e. Valahiya ku di paraztina pergala desthilatê de ji bêkêriya partiyên pergalê pêk hat baskê leşkerî yê olîgarşiyê dagirt. Li pişt vê desthilata îro ev baskê olîgarşiyê cih digre.

Ev rewş jî demî ye. Çerxa mêtingeriya emperyalîst ya ku disûre sextiya mercên jiyanê û belengaziya gelê kedkar dê hîna jî zêdetir bike. Olîgarşî vê carê jî dê egerê diltengiya gel bi bêkêriya kabîneya Erîm ve girê bide, dê wê (kabîneyê) bixe û kadroyeke dîtir bihêne şûna wê. Çerx dê li ser sûrîna xweberdewam be; cûnta dê li dûv cûntayê bihên. Hindek ji wan “Laîkên Atatirkperest” hindek ji wan jî wekû “çaksaz” dê bihêne nîşandan, rewşenbîrên welatperwer her carê bi hêviyeke nuh dê pişta xwe bi yên nûhatî ve girê bidin, paşê dê têbigehên ku xapiyane, dîsa dê bendewariya pêngaveke “pêşverû” bikin.

Li welatên li jêr dagîrkirina emperyalîzmê ev çerx her wisa disûre. Li welatê me jî heta ji hev biperçive dê her wisa bisûre.

Rizgariya Gelê Me;                             

Di vê rewşa ku livîneke herî biçûk ya bi rûxsarê demokratîk û rizgarîxwazên millî jî dixwazin tepeser bikin, şehîdkirina rizgarîxwazên millî li ser şeqamên giştî û li ber çavên gel bi şêweyekî herî durindane, di îşkencexanan, di rûbirûmana îşkenceyên herî hovane de, vegotina ji dewleta yasayî, ji demokrasiyê (tenê) pêkenîn e. Li welatê me vegotina ji mafnasiyê, ji dewleta yasa, ji destûra bingehîn, ji mafên welatîbûnê, heta ji mafê mirovan, heger dilpakî nehête gumankirin, ji bilî kawikiyê ne tiştekî din e.

Li hemberî tundiya dijberî şoreşê û zordestiya emperyalîzmê, ji bilî çekrakirinê pê ve çare tune. Partiya me, rêya rizgariyê di rêya cenga çekdarî ya gel de dibîne. Rûxsara îroyîn ya cenga rizgariyê cenga gerîlla ye.

Di encama kêferata hevpar ya hemî welatperweran de, partiya me ya ku digel cengeke gelêrî ya bi mandîbûneke dirêj û xwînayî ramana binkeftina dijmin dike, di vê qonaxa cenga gel de cenga gerîlla ya bajaran bingeh digre. Helûmercên îroyîn yên heyber û neyber li darxistina cenga gerîlla ya li bajaran duçar dibîne. Wardema ku em tê de ne, yekemîn qonaxa cenga gel ya rizgariyê ye.

Cenga gerîlla ya ku li bajarên mezin dihête birêvebirin, dê rêveberiya xayînan ku çend hîç û pûç e ji gel re bide xuyakirin.Ji cemawerê ku mîna pirkaneke li bendî prîskekê ji peqînê re amade ye, hebûna rêxistineke xurt ya xwedî nîşanên ku dikare sîtemkaran siza bide û dîktatoriya xwe a şoreşgerî damezrîne, bide xuyakirin. Partiya me dê bi têperkirina di gelek ezmûniyan re di rêya rêxistinbûna gel ya cengê de xurttir bike.

Rêxistina cengê, di gorepana cengê de durist dibe.

Bi kurtayî, ev qonaxa ku em tê de ne, di serî de wekû çîna karkerên me, qonaxa xurtkirina hestê serhildanê û diltengiya heyî ya bi tevaya girseyên gel re û girêdana wan bi tekoşîna çekdarî û mikumkirina hebûna rêxistina Partiya me ye.

Duyemîn qonaxa cengê, belavebûna cenga gerîlla ya li seranserî welêt, li rex gerîllayê bajêr qonaxa destpêkirina gerîllayê çolterê ye.

Qonaxên sêyemîn û çaremîn, qonaxên veguherîna hêzên gerîlla berew arteşa pergalbûyî ye.

Derbarî pêvajoyên vê werdemê de ji nihav de tiştekî bihête gotin tune. Em ji nihav de nikarin pêşbîniya van tiştan tevan bikin. Erka me ya niha, di vê rê de cengkirina peyapey û bêwestane.

Di serî de çîna karkerên me, rêya rizgariya tevaya çînên gel, di cenga gerîllan re derbas dibe.

Li ser vê hêla stratejîk ya ku ji aliyê oportunist û rewîzyonîstan ve hatiye tevlîhevkirin pêdivî ye em hinekî rawestin. Cenga çînatî ya proleteryayê li ser her sê rêçikên bîrdozî, aborî û siyasî bi hev re û di sê eniyan de tevdigere. Li hemberî bîrdoziya birjûwa û ladanên wê, cenga şoreşgerî ya proleteryayê cengeke bîrdozî ye. Tekoşîna rojane ya jiyana çînên kedkar û karkeran û şêweyên sererastkirina helûmercên xebatê tekoşîna aborî ye. Tekoşînên ku yekser rêveberiya paşverû ji xwe re dikin amanc jî, cenga siyasî ye.

Tekoşîna siyasî, ji propagandaya polîtîk ku bi weşana şoreşgerî û ji xwepêşandanên girseyî yên bi nîşanên siyasî bigre heta bi grevên polîtîk û her wisa heta bi cenga gerîlla bi gelek rengan tevdigere.

Cenga gerîlla, şêweyê tekoşîna polîtîk ya herî bilind û ya herî bi bandor e.

Partiya raperînkar, di van her sê eniyan de, partiya cengê ya ku gengaziyên her eniyekê bi şêweyê herî baş tevdigerîne. Partiya me, li dijî emperyalîzmê, li dijî çînên serdest û dûvelankên wanî li hêla çep, dixebite ku ji sê eniyan bi hev re cengê bimeşîne.

Pratîka şoreşger ya cîhanê, dide xuyakirin ku tevaya ladanên hêla çep, aliyek yan jî du aliyên tekoşîna çînatî, sê eniyên wê yan ji paşguhkirinê yan jî ji pûtepênekirinê çêbûne.

Partiya me, mîna ku li dijî komik û layengîrên pasifîst û tevaya rastrewên ku şêweyê rêxistinkirina bizavên yasayî û derxistina govarê wekû tekoşîna çînatî dibînin, her wisa komik û layengîrên fokoîst “çep” yên ku cenga çînatî wekû şêweyê cenga gerîlla dibînin li dijî wan jî ye. Her du ladan jî, ew tevgerên ku rizgariya gelê kedkar bi paş dixin û asteng dikin.

Pasifîstên li welatê medibêjin;em di qonaxa werarê de ne, ji ber vê çendê di vê wardema ku em tê de ne, mercên heyber yên cenga çekdarî nîn in!.

Gotinên bi vî rengî ji bingeha xwe de şaş û leng in.Takane amanca ravekirinên bi vî rengî rûbendkirina bîrdozî ya raspartinêye. Li welatên li jêr dagîrkirina emperyalîzmê qonaxên werar û şoreşê wisa mîna birrîna kêrê ji hev cuda nabin, ev qonaxan têkelî hev bûne. Her wisa, dagîrkirina emperyalîzmê, tê wateya ku yê li hember dê serî li zorê, li tundiyê û li çek bide. Û ev jî tê wateya hebûna mercên heyber yên cenga çekdarî…

Partiya me ya ku niha tekoşîna desthilatdariyê dide, ne di wê qonax û hêza standina desthilatê de ye. Lê, di qonaxa arteşa bi pergal de dibe ku em bikarin li ser bidestxistina rêveberiyê ya li seranserî welêt bipeyivin. Û em, hergîz nabêjin ku îro em di vê qonaxê de dijîn. Tenê em, ji bo cenga raperînkar bighêje vê qonaxê em dibêjin; cenga gerîlla merc e û bi vê amancê em dicengin.

Wardema ku em tê de ne, wardema cenga rizgariya gel a bi şêweyê ku gerîllayê bajêr dihête birêvebirin. Partiya me, şêweyê tekoşîna vê cengê bi prensîbên diyar ve girêdaye. Di amanca cenga gerîlla de, hêzên emperyalîst, birjûwaziya pawanger û segên wan in. Partiya me ya ku ji bo lêdana van amancan destekê dide hemî bizavan, bêyî arastebûna van amancan çalakiyên ji rêzê yên gangesterwarî bi tundî şermezar dike.

Partiya Rizgariya Gel a Tirkî (THKP) bi duristî ji partîzanên ku dicengin pêk dihêt. Partiya Rizgariya Gel a Tirkiye, prensîba polîtîk û yekgirtina serperiştiya leşkerî bingeh digre. Bi pêşewatiya Partiya Rizgariya Gel a Tirkî cenga gerîlla ya domdirêj ku di hindek qonaxên navber  re derbas dibe, dê arteşa rasteqîn ya gel biafirîne.

Rêya raperîna Tirkîrêya Partiya meye. Rêya Partiya me rêya rizgariya gelê meye.

HETA BI RIZGARIYÊ CENG

PARTIYA RIZGARIYA GEL A TIRKIYE

KOMÎTEYA NAVENDÎ

RÊYA RAPERÎNÊ – T H K P – STRATEJIYA ŞOREŞÊ
image_pdf
Bunları da beğenebilirsin

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.