PARAZNAMEYA ÛLAŞ BARDAKÇI

0 23
image_pdf

Ev parazname, ji hêla Rasîh Ûlaş Bardakçi ve, di sala 1971’ê de di dadgehên rêveberiya awarte ya Cûntaya 12’ê Adarê de hatiye nivîsîn. Mahir Çayan di broşûra bi navê “Şoreşa Bênavber II-III” de stratejiya şoreşê ya THKP-C’yê bi awayekî komî diyar dike û wiha dibêje “Ji ber ku li welatê me sermayedariya yekdest bi dînamîkên xwe yên navxweyî pêş neketiye û bûrjûwaziya yekdest a herêmî jî ji destpêkê ve bi emperyalîzmê re bûye yek, armanca me ya stratejîk şoreşa dij-emperyalîst û dij-olîgarşîk e”. Beriya vê broşûrê, di heyamên destpêkê de dozîneya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî dihate şopandin. Ev parazname, xwe dispêre vê dozîneyê.

PARAZNAMEYA ÛLAŞ BARDAKÇI

Dadger Beg, di rûniştina beriya vê de min bersiva pirsa “bawerbûn an jî nabawerbûna lijneya dadgehê” nedabû; ez dixwazim niha bersiva wê bidim. Ez kesên ku di lijneya dadgehê de cih digirin, nas nakim. Ji ber vê jî em nikarin behsa baweriyê û nebaweriyê bikin. Lê rastiyeke wiha heye: Dadgeha we, ne xwediyê taybetmendiyeke serbixwe ye. Pêwîst e ku hûn jî li gorî vê rastiyê, dev ji vî karî berdin. Min bersiva pirsên di derbarê nasnameya xwe de jî nedabû. Navê min Ûlaş Bardakçi ye. Di sala 1947’an de jidayik bûm. Ez şervanekî THKP û THKC’yê me.

Di destpêka angaştnameya we de we hinekî behsa Şerê Rizgariyê, destûra bingehîn û bûyer û çalakiyên ciwanan kiriye û we hin beşên nivîsên çapemeniyê û hin beşên ji nivîsên me xistine belgeyê. Her wiha min tê de hin çalakiyên ku me kirine jî xwendin. Di encama van çalakiyan de tê xwestin ku em bi tawana “binpêkirina destûra bingehîn” werin cezakirin.

Ji bo ku ez karibim nêrînên xwe yên di derbarê angaştnameyê de diyar bikim, ez dixwazim çend mijaran rave bikim.

Cewherê vê angaştnameyê ew e ku hûn dixwazin vê yekê biçespînin ku armanca çalakiyên me, pêkanîna zordestiya proleteryayê ye. Dozger, ji bo ku van angaştên xwe piştrast bike, ji bilî nivîsên me, hin nivîsên teorîk ên kêm ên ji pirtûkên klasîk ên Marksîzmê xistine belgeyê; serî li nivîsên ku ne yên me ne daye û weke ku têbiniyan binivîse, ev angaştname amade kiriye. Armanca dozger ew e ku dixwaze armanca kesên ku ji bo serxwebûn û demokrasiyê şer dikin, berovajî bike û weke avakirina zordestiya proleteryayê nîşan bide û bi vê re jî bigihêje serkeftineke erzan. Dozger di angaştnameyê de Şoreşa Demokratîk a Neteweyî ji xwe re kriye bingeh û ji ber ku di vê mijarê de qet ne şareza ye, mijar tevlihev kirine. Ji ber ku dozger di çarçoveya ramanên mekanîk de tevdigere, ji nivîsên cuda hevok qut kirine û bi vî awayî xwestiye vî karî ji stûyê xwe derxe. Lê belê Dozger Beg, we di vir de şaş kiriye.

Hûn nikarin bi hevokên virdewêde Şoreşa Demokratîk a Neteweyî rave bikin. Bêyî ku hûn zanibin Şoreşa Bênavber çi ye, hûn nikarin me bi wê yekê tawanbar bikin ku em zordestiya proleteryayê dixwazin. Hûn vê yekê qet nizanin; kesên şoreşger armanc dikin ku di welatê xwe de bigihêjîn asta pêşdetir a hilberînê; kesên şoreşger dixwazin şêwazê hilberînê yê niha derbas bikin. Di rewşa heyî de li pêşiya Tirkiyeyê şêwazê hilberîna hevpar a zordestiya proleteryayê tune ye. Lê belê li pêşiya Tirkiyeyê Şoreşa Demokratîk a Neteweyî heye ku di şêwazê hilberîna wê de hemû beş û çînên xwînmij ên ku nahêlin hilberîn û hêzên hilberîner pêşbikevin têne paqijkirin da ku hemû hêzên biyanî, yekdest û trost (şirîkatiya yekdest a ku beşeke hilberînê dixe bin destê xwe) werin astengkirin. Her wiha di dewleta Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de zordestiya proleter a çîna karkeran pêk nayê; lê belê hemû çîn û beşên neteweparêz di nava wê de cih digirin. Di vir de tenê cihê olîgarşiya teng a emperyalîzmê û hevkarên wan ên demdirêj, ango faîzxur û bazirganan tune ye.

Tiştê ku hûn nizanin an jî naxwazin bizanibin ew e ku Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, dawiya şerê azadî û demokrasiyê ye ku niha em di nava wî şerî de ne. Dema emdibêjin “stratejiya  me, stratejiya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî ye”, em behsa vî şerê serxwebûn û demokrasiyê dikin.

Me di her nivîsên xwe û axaftinên xwe de bi awayekî zelal stratejiya xwe diyar kir. Di dawiya her daxuyaniyên xwe de me nivîsî: “Tirkiyeya Serbixwe û Demokratîk”. Di bingeha hemû nîqaşên me de hêmanên sereke yên şerê serxwebûnê hebû. Di weşanên me de mijara sereke, taktîkên şerê serxwebûnê bû. Di hemû lêkolînên me yên teorîk de ev mijar hebû. Cudahiya di navbera me û şoreşgerên din de jî, ev bû.

Lê kesî nebihîstiye ku me di derbarê zordestiya proleteryayê kiriye. Kesî nedîtiye ku me taktîkên zordestiya proleteryayê nivîsandiye. Kesî nexwendiye ku me li cihekî nivîsandiye “stratejiya me, zordestiya proleteryayê ye”.

Nivîsên me hemû zelal in. Me aşkere ragihand ku me berê çeka xwe daye emperyalîzmê û olîgarşiya herêmî. Me ragihand ku em ji bo Tirkiyeyeke serbixwe û bi rastî jî demokratîk şer dikin. Dost û dijmin herkes dizane ku em makezagona 1961’ê li himberî kesên paşverû diparêzin. Ji bo ku ev makezagon bikeve meriyetê, xwîna şoreşgeran rijiya, me şehîd dan. Niha çima makezagona 1961’ê tê sînordarkirin? Çima guhertina makezagonê, dibe ‘reforma’pêşîn a Erîm? Çima ev makezagon ji bo Tirkiyeyê dibe ‘barekî giran’?

Sedema vê yekê zelal e. Makezagona 1961’ê, dibe palpişta zagonî ya şerê me yê serxwebûn û demokrasiyê. Sedem, ev e.

Dozger, Ataturkparêziyê ji devê xwe naxe. Niha em behsa vê mijarê bikin.

Gelê bindest ê Tirkiyeyê, şoreşgerên ku berê çeka xwe dane emperyalîzmê tawanbar nake, lê belê emperyalîzmê bixwe tawanbar dike. Em li vir ne ji hêla gelê Tirkiyeyê ve, lê belê ji hêla dozgeriya ku cendermetiya emperyalîzmê dike ve têne tawanbarkirin.

Ya êşdar ew e ku ev dozgeriya cenderme, navê Mistefa Kemal’ê ku berê çeka xwe daye emperyalîzmê, ji devê xwe naxe.

Heyf û xebînet e, Mistefa Kemal’ê ku rê nîşanî neteweyên bindest daye, niha bi destê dozgeriyê dibe ala mêtîngeriyê. Ev çawa dibe?

Bila herkes zanibe ku emperyalîzm û rêveberên wê, dixwazin şoreşgerên mezin ên dema xwe, weke derwêş û ewliyayan bidin naskirin; hêlên şoreşger ên doza wan didin jibîrkirin û hêlên wan ên seknan û statukoparêz derdixin pêş û zêdetir behsa taybetmendiyên şoreşgeran ên li gorî wan bixwe dikin. Di pey wan re digirîn û li ser radyoyan bernameyên di derbarê wan de amade dikin. Kesên ku dimirin êdî ne şoreşger in, lê belê tenê ewliya ne. Kesayetên şoreşger bi vî awayî têne bêbandorkirin û derpêşî gel têne kirin. Ew kesayet, êdî nabin rizgarkerên gel, lê belê vediguherin pêlîstokên çînên serdest.

Heman tişt bi serê Mistefa Kemal jî hate kirin. Serokê şoreşa Anatolyayê hate jibîrkirin û li şûna wî hûtekî çavşîn hate bicihkirin. Êdî ew ne şoreşgerek e ku ji bo Tirkiyeya serbixwe şer kiriye; ew tenê terziyekî mezin e ku kum, çakêt û pantolonan guhertine.

Bi dehan salan li ser radyoyan ev hatin xwendin û zarokên me ev jiber kirin. Li her derê çîrokên “dayika Vatan Dûrsûn” hatin xwendin.

Ka bala xwe bidin dozger! Wê were dîtin ku wî Ataturk û ruhê Têkoşîna Neteweyî xistiye çi halî. Gelek mînakên vê yekê di angaştnameyê de hene, ez ê tenê behsa yekê bikim: “Ruhê Têkoşîna Neteweyî (kesên tawanbar vê yekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û dibêjin ku ew şerê rizgariya neteweyî yê duyemîn dimeşînin) ew e ku ji bo rizgariya welat, hemû netewe bi hev re hewl didin û bi awayekî dildar, li himberî hemû zehmetiyan disekinin”. Ez ê piçekî din dahûrandina şerê me yê yekemîn ê Rizgariya Neteweyî bikim û wê were dîtin ku ev welat ne bi hevkariya tevahiya neteweyê hatiye rizgarkirin.

Hin kes weke xayin hatine tawanbarkirin û di derbarê wan de cezayên darvekirinê hatine birîn. Heger hin kes behsa hevkariya tevahiya neteweyê bikin, ew an nezan in an xayin in an jî nêta wan xirab e. Di mijara Ataturk de tiştekî me yê din tune ye ku em ji dozger re bêjin.

Beriya ku em behsa bûyerên piştî 1960’î bikin, em ê ji Şerê Rizgariyê û vir ve avaniya çînî ya Tirkiyeyê bikin. Bi vî awayî wê mijar bêtir zelal bibe.

Ji bo ku em sedema bûyerên niha fêm bikin û van bûyeran zelal bikin, pêwîst e em bûyerên ji Şerê Rizgariyê û vir ve qewimîne binirxînin.

Di pêvajoya şerê cîhanê yê yekemîn ê emperyalîst de rewşa Tirkiyeyê wiha bû: Li aliyekî qesra padişah û derdora qesrê hebû ku xwe xistibûn binê bandora bûrjûwaziya bazirganiyê ya Stenbolê û vê bûrjûwaziyê dagirkeriya emperyalîst pejirandibû û hewl dida têkiliyên xwe yên aboriyê yên bi emperyalîzmê re bidomînin, ango bi gotina Mistefa Kemal, dixwestin li Tirkiyeyê peywira cendermetiya sermayeya biyanî berdewam bikin; li aliyê din jî fermandar û leşkerên şoreşger hebûn ku dixwestin li dijî dagirkeriya emperyalîst tevgereke berxwedanê birêxistin bikin. Van fermandarên şoreşger û pêşverû yên ku hêmana wan a sereke serxwebûna teqez bû, ji bo ku di şerê parvekirinê de tevgera berxwedanê birêxistin bikin, derbasî Anatolyayê bûn. Paşê jî biryara şerê li dijî emperyalîzmê ket meriyetê. Rûspî û malmezinên Anatolyayê û bazirganên faîzxur jî bûn hevkarên wan. Li herêmên dagirkirî, şerê bi komikên biçûk dest pê kir û ev şer di demeke kurt de pêş ket û veguherî şerê artêşeke birêkûpêk. Di dawiyê de jî serkeftin pêk hat. Pêşengê şoreşa Anatolyayê Mistefa Kemal, dewletek ava kir ku xwe dispêre rûspî û malmezinên Anatolyayê, bazirganên faîzxur û bûrjûwaziya reformîst.

Di şerê cîhanê yê duyemîn ê emperyalîst de rewşa aboriya Tirkiyeyê xera bû, ji ber vê jî Tirkiye alîkariyê ji derve xwest. Ji ber şerê wê demê, aborî gelekî xera bû. Hevpeymanên pêşîn ên deyndayinê û alîkariyê yên dualî di vê demê de hatin imzekirin.

Sermayedariya diravî ya ku ji Şerê Rizgariyê û vir ve mezin dibû, dema dît ku aboriya welatê me ketiye nava qeyranekê, ji bo avakirina hevsengiyeke nû ya çînî, kete nava tevgerê. Bazirganên faîzxur, bi dewlemendên gund û navçeyan re li hev kir û bûrjûwaziya reformîst ji desthilatdariyê hate dûxistin. Ev bûyer di sala 1950’yî de pêk hat, lewra bi xapandinekê navê wê bû “tevgera gel a 1950’yî”. Di rastiya xwe de ev bûyer, tevgereke dij-şoreşê ye. Ev hevpeymaniya nû, li dora Menderes bêtir aşkere bû û bi drûşmeyên balkêş pêş ket. Bi van drûşmeyan re xewnên girseyan liviyan û xeyalên xemilandî yên di bingeha xwe de pûç û vala bûn ketin serê girseyan. Digotin ku wê li her taxê milyonêrek hebe! Mêtîngeriya herî qirêj hate meşandin. Ev têkiliya di navbera sermayedariya diravî û bazirganên faîzxur û bûrjûwaziya bazirgan a Anatolyayê de 4-5 salan dom kir. Di vê demê de polîtîkayeke zelal a aboriyê ya herî hêsan jî nehat diyarkirin. Di qada çandiniyê de tu pêşketin pêk nehat; dikarîbûn bi riya hilberîna tovan û makîneyên çandiniyê, zexta li ser aboriyê kêm bikin, lê gavên di vî warî de nehatin avêtin. Di encama têkçûna polîtîkayên çandiniyê de artêşa bêkaran gelekî zêde bû. Ev kesên bêkar, dikarîbûn bi riya razemeniyên pîşesaziyê, bixin nava hilberîna pîşesaziyê, lê ve jî nebû. Di warê pirsgirêkên perwerdeyê de jî gav nehatin avêtin. Ji alîyekî ve jî bi ser hev hevpeymanên leşkerî, aborî û çandî yên dualî imze dikirin. Nêzîkatiya wê demê wiha bû: bila alîkarî ji derve werin, deynên welat zêde bibin. Di encamê de mêtîngerî zêde bû û jiyan giha asta fetisandinê û nirxê diravan ket. Di 1958’an de êdî rewş nedihat meşandin. Nerazîbûna girseyên mezin, gihabû asta herî bilind û di encamê de beşa herî çalak a civakê, ango ciwan derketin pêş. Di van rojan de kes behsa tevgerên 28-29’ê nîsanê nake. Di rastiyê ev tevger, berteka şênber a gelê ku li dijî rêveberiya xerabe û mêtîngeriya gemar serî rakiribû, bû. Li dijî her nebaşiyê, bertekeke din derdikeve. Darbeya 27’ê Gulanê jî tevgereke bûrjûwaziya reformîst bû ji hêla leşkerên radîkal ve li dijî rewşa xerab pêş ket. Sermayedariya diravî vê carê xwe ji pişta dewlemendên gund û navçeyan, faîzxur û bazirganên ku Menderes nûnertiya wan dikir, kişand û li pişta radîkalên bûrjûwaziya biçûk û bûrjûwaziya reformîst sekinî. Piştî vê bûyerê, heyameke nû ya çînî dest pê kir. Rêveberiya ku nedihişt saziyên herî jirêzê yên demokrasiyê jî karê xwe bikin; rêveberiya ku bi awayekî herî gemar, zagonên bêbextiyê derdixistin û ciwan dikuştin, hate hilweşandin. Sermayedariya diravî, li dijî wan gavên ber bi pêş ve dernakeve ku li pêşiya geşedana wê nabin asteng û mêtîngeriyê nûjen û hemdemî dikin. Lewra Darbeya 27’ê Gulanê ji aliyekî ve tevgereke pêşverû bû ku bersiva daxwazên demokratîk ên girseyan da û ji aliyê din ve jî hevsengiyeke nû ya çînî ava kir û hêza sermayedariya diravî zêde kir. Nivîskar û ramangerên bûrjûwaziya biçûk careke din di nava desthilatdariyê de bûn xwedî hêz û bi xwe re hin sazî û ramanên demokratîk pêş xistin. Di encamê de malezagoneke reformî, demokratîk û pêşverû hate amadekirin. Gelek daxwazên demokratîk ên girseyan pêk hatin û qadeke azadî, nîqaş û lêkolînê ava bû. Di encamê de gelek tiştên veşartî û nepenî derketin holê. Rûyê dostane (!) yê emperyalîzma DYA’yê derket holê ku heman DYA dest danîbû ser hemû dewlemendiyên me, nirxên me yên sererd û binerd, madenên me, petrola me û hemû hilberînên gelê me; heman DYA bû ku rûmeta me binpê dikir û sedema yekane ya xizaniya me bû. Me dijminê sereke dît û nas kir.

Di qada polîtîk a Tirkiyeyê de ev hevsengiya nû ya hêzan ava bû û di encamê de eniyeke nû ya çepgir jî derket holê. Vê yekê jî bandor li beşa herî hişyar û çalak a civakê, ango ciwanan kir. Ew taybetmendiya me ya lêkolîner kir ku em ji tarîtiya serdema navîn derkevin. Me ji tiştên ku me ew dixwendin, fêm dikir û me mêtîngeriya gemar, bêkariya ku li her derê heye, birçîbûnê, nexweşiyên mezin û hemû rastiyan didîtin. Me dizanîbû ku sermayedariya diravî û faîzxur û bazirgan, ji bo berjewendiyên xwe yên gemar, vî welatê radixistin ber emperyalîzmê. Bi hevpeymanên dualî û bi NATO’yê, hemû dewlemendiyên me û nirxên ku me ew diafirandin, derdiketin derve û wan beşên ku em behsa wan dikin jî para xwe ji vê yekê digirtin. Rêveberî, ji bo ku riyên berdewamkirina mêtîngeriyê bibînin, hewl dida herkesên ku li dijî wan derdikeve, ji holê rakin. Bandora radîkalên bûrjûwaziya radîkal û bûrjûwaziya reformîst zêde dom nekir. Di encama hevkariyên desthilatdariyê yên AP’yê (Adalet Partisi/Partiya Dadê) de bazirganên faîzxur û dewlemendên gund û navçeyan careke din tev li rêveriyê bûn. Di wan salan de hevsengiyeke nû ya hêzan derket holê. Sermayedariya diravî, bûrjûwaziya reformîst, bazirganên faîzxur û dewlemendên Anatolyayê, desthilatdarî di nava xwe de parve kir. Lê belê bandora bûrjûwaziya reformîst kêm bûbû û bandora bazirganên faîzxur zêde dibû. Di rêveberiya AP’yê de tevgerên girseyan zêde bû, meşên mamosteyan pêk hatin û weke merasîmê cenazeyê Imran Oktem jî hin bûyer pêk hatin. Mirov dikare van bûyeran bi hevsengiya çînî rave bike. Di demên dawî yên desthilatdariya Demîrel de, di navbera salên 1968-1970’yî de tevgerên demokratîk ên karker, ciwan û gundiyan pêş ketin. Li Tirkiyeyê eniya çepgir pêş ket, tevgerên demokratîk ên girseyan pêk hatin û girseyan mafê xwe yê xwezayî yê destûrî bi kar anî û ji çînên serdest hesab pirsî. Ev jî kir ku tirs bikeve dilê derdorên berjewendîperest û mêtînger. Emperyalîzma DYA’yê û hevkarên wê yên ku nedixwest dijberiyeke herî biçûk jî rû bide, di vê mijarê de rêveberiya AP’yê kêm dît. Tedbîrên ku dihatin girtin ne bes bûn ku dizî û talana xwe bi awayekî bêdeng bidomînin. Girse jî rabûbûn ser piyan û li dijî mêtîngeriya bêwicdan û aşkere, nerazîbûnên xwe bilind dikirin. Van nerazîbûnan dikir ku komeke biçûk a sermayedariya diravî nerehet be. Pêwîst bû ku tedbîrên tund bihatana girtin; pêwîst bû ku ew nerazîbûnên ku nedihiştin bi xweşikahî ew razên, bihatana bêdengkirin û pêwîst bû ku berjewendiyên wan bihatana parastin.

Riya vê yekê jî ew bû ku, pêwîst bû sermayedariya diravî bi tena serê xwe li desthilatdariyê bimîne. Di encama tevgerên karker, ciwan û gundiyan ên sala 1970’yî de desthilatdariya Demîrel tengav bû; li aliyê din jî aboriya welat serûbin bûbû, deynên derveyîn zêde bûbûn, butçeya salê her carê dihate pînekirin, nirxê diravê welat kêm dibû û bacên nû li ser gel dihatin ferzkirin. Bi vî awayî rêveberî nedimeşiya. Yekane riya sermayedariya diravî ya qaşo çareseriyê, desthilatdariya bêhevkar bû. Ji ber vê jî hişyarnameya 12’ê Adarê hate xwendin ku ev hişyarname, di dîroka Komarê de ragihandina zordestiya sermayedariya diravî bû. Di 12’ê Adarê de sermayedariya diravî derdora xwe ji hevkarên xwe yên din ên radîkalên bûrjûwaziya biçûk, bûrjûwaziya reformîst û bazirganên faîzxur paqij kir û desthilatdariya xwe ava kir. Di encamê de rêxistina dewletê bi giştî kete bin hêza sermayedariya diravî û bi wê re bû yek. Bi vî awayî tevna faşîst hate avakirin. Di rewşa îroyîn de sermayedariya diravî, bê hevkar li ser desthilatdariyê ye; ne tenê eniya çepgir, lê belê radîkalên bûrjûwaziya biçûk jî bêdeng dike; heta profesorên Makezagonê yên ku çend roj berê bi wan şêwirîbû jî dixe zindanan; derketiye nêçîra şoreşgeran; li ser navê guhertina Makezagonê, zagonên çewisandinê amade dike; hewl dide hemû hêzên ku dikarin li pêşberî wê bisekinin, bêbandor bike. Niha li welatê me, faşîzma parlementer heye. Baskê leşkerî yê olîgarşiyê, di bin rûpoşa hikûmeta Erîm û parlementoyê de rêveberiya xwe didomîne. Baskê Demîrel ê olîgarşiyê westiyaye û li şûna wê jî baskê leşkerî yê olîgarşiyê bi cih bûye. Olîgarşiya diravî bi hemû hêza xwe berê xwe daye şervanên serxwebûnê û bi leşker, polîs û dadgehên xwe hewl dide vî dengê bilind ji holê rake.

Em dikarin rewşa Tirkiyeyê, ji Şerê Rizgariyê heta 1971’ê wiha rave bikin.

Niha jî em behsa bûyerên ku di angaştnameyê de derbas dibin, bikin. Pêwîst e em jî weke ku dozger kiriye, mijarê ji serî ve binirxînin û behsa tevgerên ciwanan ên pêşîn û heta darbeya 27’ê Gulanê bikin. Em ê bûyeran ji vir ve bigirin dest, lewra pêwîst e were fêmkirin bê kî makezagonê û rewşa azad û demokratîk binpê dike û kî jî mirinê dide ber çavê xwe û hewl dide van biparêze û bixe meriyetê. Em dîsa vegerin 27’ê Gulana 1960’î.

Me gotibû ku desthilatdariya wê demê nikarîbû aboriya me ya wê demê ya ku di nava qeyranê de bû çareser bike; nikarîbû mêtîngeriyê veşêre û ji ber birçîbûn û xizaniya ku ava kiribû, nerazîbûnên gel gihabûn asta herî bilind. Li dijî vê desthilatdariyê, radîkalîzma bûrjûwaziya biçûk û bûrjûwaziya reformîst dest bi tevgera darbeya 27’ê Gulanê kir.

Ji ber bandora bûrjûwaziya radîkal, di riya demokrasiyê de gav hatin avêtin, maf û azadiyên bingehîn hatin mîsogerkirin û dadmendiya erênî (pozîtîf) li ser bingeheke qewîn hate rûniştandin. Li gel van gavan, amûra dewletê jî bi saziyên demokratîk ên girîng hate destekkirin û li zanîngehan jî heta astekê pêşiya azadiya ramanî hate vekirin. Piştî sala 1960’î, bandora radîkalên bûrjûwaziya biçûk zêde bû.

Ciwanên ku tu girêdana wan bi emperyalîzmê re tune bû, di wan salan de xwendin, lêkolîn kirin, ango xwe ji tarîtiya serdema navîn û bêramanbûnê rizgar kirin. Bi makezagona 1961’ê re ev destkeftî derketin holê:

Mafên xebatê, îmzekirina hevpeymanê û çalakiyên destjiberdana kar dan karkeran. Di encamê de tevgerên demokratîk ên karkeran pêş ketin û ev jî ji karkeran re bû palpiştek.

Hate dîtin ku li dijî sermayeya rêxistinkirî, incex bi tevgerên komî têkoşîn were meşandin. Têkoşîna avakirina rêxistinên karkeran, bi mafê makezagonî yê “bi awayekî azad, ravekirina raman û baweriyên xwe” hate xurtkirin.

Bi avakirina Dadgehên Makezagonê yên serbixwe, pêşî li zagonên ku dikarin rê li ber faşîzmê vekin, hate girtin.

Mafên rêxistinbûn û berxwedanê dan komên pîşeyî û ew maf hatin dayîn ku girseyên mezin, bi awayên bibandor nerazîbûnên xwe bînin ziman û heger pêwîst bike, derbasî berxwedanê jî bikin.

Di encama van biryarên bibandor û pêşverû de kesên rêveber nikarîbûn derkevin derveyî çarçoveya xwe û gel dikarîbû li ser wan bandorê çêbike û wan kontrol bike.

Wê demê gelek nîqaş pêk ketin, bê ka ev biryar û kiryar, li gorî berjewendiyên gel in an na. Bi saya wan gavên pêşverû, bi saya pêkanîna maf û azadiyan, qadeke berfireh a nîqaşê vebû û di derbarê biryarên ku ne li gorî berjewendiyên me ne de nîqaşên berfireh hatin meşandin. girseyan, hemû mafên ku makezagonê dida wan, pêjirandin û yên xwe dîtin.

Her ku çû, kesên rewşenbîr bi ramanên berfireh, berê xwe dan lêkolîna mijarên zêdetir. Beşên pîşeyî xwe birêxistin kirin, dema pêwîst bû mafên xwe yên berxwedanê bi kar anîn û nîqaşên berfireh meşandin. bi taybetî jî ciwan, pirsgirêkên gel weke pirsgirêkên xwe nirxandin. Di encama van de sermayedariya diravî tirsiya û aciz bû.

Ev xebatên bûrjûwaziya reformîst a du-sê salan, ji hêla sermayedariya diravî ve bi dewlemendên gund û bajaran hate astengkirin. Ji ber geşedana gelê me ya du-sê salan, sermayedariya diravî tirsiya. Di sala 1960’î de dema bazirganên faîzxur ji rêveberiyê hatin dûrxistin, sermayedariya diravî bêdeng mabû, lê paşê rê ji wan re vekir ku careke din ev beş derkeve holê û bi vî awayî hevsengiyeke nû ya çînî hate avakirin. Her wiha li dijî tevgerên girseyî yên demokratîk û têkoşîna serxwebûnê, dest bi rêxistinkirina tevgereke dijber kir. Di wê demê de ew hêza sermayedariya diravî tune bû ku vê têkoşîna bi tena serê xwe bimeşîne û geşadanê asteng bike; lewra bazirganên faîzxur derketin pêşberî me. Bi vî awayî sermayedariya diravî, dest bi sepandina tevgera dij-şoreşê kir ku ji berê ve hemû kîtekîtên wê hûnandibûn. Di encamê de li dijî tevgerên demokratîk, rêxistinbûnên pêşverû yên beşên pîşeyî û tevgerên ciwanan, kursên Qur’anê, dibistanên Îmam Xatîbê, Yekîneyên Têkoşînê, kursên komandoyan derketin holê. Ji hêla dewlemendên gund û navçeyan ve Komeleyên Têkoşîna Li Dijî Komunîzmê hatin birêxistinkirin. Bazirganên ku jixwe ji berê de birêxistinkirî bûn, dihatin xurtkirin û berê wan didan me. Di wê navberê de jî sermayedariya diravî hêza xwe zêde dikir û li bendî roja xwe dima ku him li bazirganên faîzxur him li bûrjûwaziya reformîst û him jî li eniya çepgir a ku gur dibû, bixe.

Ciwan jî weke girseyên berfireh, li himberî makezagonê xwedî hl-elwesteke erênî bûn û xwedî lê derketin. Ciwan, demeke dirêj bû ku birçiyê bîrdoziyên cuda bûn; ji ber vê jî bûn hêza pêşîn ku mafên xwe yên destûrî bi kar bînin. Ciwan, li dijî polîtîkayên hundirîn û derveyîn ên çînên serdest derketin û bi tundî li dijî biryarên nû û yên kevn ên aborî û polîtîkayê û sepandina wan derketin. Ciwan, bi qasî ku hêza wan têr dikir, hewl da biryarên ku ne li gorî berjewendiyên me ne, biguherîne. Dema pêwîst bû jî, mafê xwe yê berxwedanê bi kar anî. Ciwanan xwepêşandan û meş li dar xistin. Ciwan, tev li hemû tevgerên girseyî yên pêşverû û demokratîk bûn û piştgiriya wan kir. Ciwanan şer kir; ciwan rastî lêdanê û girtinê hatin. Êşkenceyên herî mezin li ser wan hatin meşandin. Lê di encamê de hewldanên wan ên ji bo têkoşînê zêdetir bûn. Ciwan bi ser mêtîngeriyê ve meşiyan. Ciwanan şîrketa xwecîhî ya petrolê vekir û hevpeymanên jihevdiketî raxistin ber çavan; li dewlemendiyên xwe yên binerd xwedî derketin û mil dan gundiyên ku erdên wan tune ne. Ciwan, ji bo karkerên çalakvan, bûn çavdêr.

Piştî 1965’an, çalakiyên ciwanan xurttir bûn. Êdî di nava hemû tevgerên demokratîk, berxwedanên rewa û serhildanên li dijî mêtîngeriyê de ciwan hebûn ku ew ciwan, têkoşîna serxwebûn û demokrasiyê dimeşand. Armanca vî şerî ew bû ku, girse xwedî li hemû hevokên makezagonê derkevin û hemû maf werin bikaranîn. Çalakiyên ciwanan û têkoşîna me ya serxwebûnê, ji hêla hêzên faşîzan ve rastî êrîşan dihatin. Şervanên serxwebûnê, hêdî hêdî li her zanîngehê di hilbijartinên zanîngehan de bi ser diketin; vê jî dida xuyakirin ku keda me vala neçûye. Girseye xwedî li çalakiyên ciwanan û pêşketina wan a du salan derdiketin. Hêmana “maf nayên dayîn, têne standin” serwer dibû. Jixwe di encama çalakiyên beşa herî çalak a civakê, ango ciwanan de xwepêşandanên karker û gundiyan û meş dihatin lidarxistin. Têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê her diçû, gur dibû.

Tevgera me ya serxwebûnê weke lehiyê mezin dibû û çînên serdest ji vê yekê ditirsiyan. Girse, li hemû tevgerên me xwedî derdiketin û tevgerên me, di têkoşîna wan de dibûn rêber. Helwesta hikûmeta Demîrel a li dijî vê yekê, zelal bû. Wê makezagon hatiba guhertin, cezayên mezin werin dayîn û ev tevger hatibana sekinandin. Lê belê ji ber têkçûna aboriyê û tevgerên girseyî, hêza desthilatdariya Demîrel kêm bû. Ji ber vê lawaziyê jî berê xwe da zorbaziyê. Êdî çînên serdest, dest bi xwedîkirina hêzên çekdar ên çete kir. Hemû xwepêşandan, hemû meş û hemû tevgerên ji bo serxwebûnê, rastî gulebaranê hatin û ciwan şehîd ketin. Tevgerên karker û gundiyan ên demokratîk jî di vê çarçoveyê de rastî êrîşan hatin û pêşengên wan ên ku ji bo serxwebûnê têdikoşiyan hatin gulebarankirin.

Li himberî vê pêla êrîşê, kesên şoreşger heta demekê di rewşa parastina rewa de man û ji bo parastina têkoşîna xwe ya serxwebûnê û parastina hebûna xwe rahiştin çekan. Li aliyekî rêveberiya AP’yê hebû ku cendermetiya emperyalîzmê û sermeyedariya diravî ya herêmî dikir û ji bo ku peywirên xwe bi cih bîne, komên çekdar saz dikirin; li aliyê din jî şoreşger hebûn ku ji bo emperyalîzmê, olîgarşiya diravî û cendermeyên wan têk bibin û hebûna xwe biparêzin, rahiştibûn çekan. Li dijî hêza rêxistinkirî ya çînên serdest, pêwîst bû eniya şoreşger jî demildest xwe birêxistin bike. Û wiha jî kir. Êdî hertişt aşkere bû.

Derfetên xebatên zagonî yên şoreşgeran gelekî hatibûn sînordarkirin. Pêwîst bû em nehêlin emperyalîzm pê li me bike; pêwîst bû em xwe kom bikin û li gorî mercên nû, şerê xwe yê serxwebûnê berdewam bikin.

Şoreşgeran li dijî emperyalîzmê, ji bo serxwebûna xwe, mafê xwe yê rahiştina çekan bi kar anî.

THKC û şervanên wê li dijî emperyalîzmê, ji bo serxwebûnê, mafê xwe yê rahiştina çekan bi kar anî. Heta ku yek şervan sax bimîne jî wê vî mafê xwe bi kar bînin.

Çalakiyên ku di angaştnameyê de derbas dibin û tê gotin ku Eniya me ev çalakî kirine, tenê ji bo serxwebûnê, bikaranîna mafê rahiştina çekan in.

THKC’yê hêviya gelê Tirkiyeyê yê serxwebûnê aniye ziman û çirûska pêşîn a rizgariyê pêxistiye.

THKC, di riya rizgariya gelê Tirkiyeyê de ji niha û pê de jî wê şerê xwe bidomîne û bigihêje serkeftinê.

Bijî kesên ku ji bo Tirkiyeya serbixwe û demokratîk şer dikin!


Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

Buroya Ragihandinê ya Eniya Şoreşê ya Rojhilata Navîn

image_pdf
Bunları da beğenebilirsin

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.