MAHIR ÇAYAN: JI ASD’YÊ RE NAMEYA VEKIRÎ (*)

0 816
image_pdf

MAHIR ÇAYAN

JI ASD’YÊ RE NAMEYA VEKIRÎ (*)

Di van rojan de di derbarê veqetîna me ya ji ASD’yê de hin gotin û gotegot derketine; ji ber vê yekê jî em pêwîst dibînin ku vê daxuyaniya nivîskî biweşînin.

Di vê nivîsa kurt de em ê bi kurtasî behsa wê yekê bikin ku em çima ji kovarê veqetiyane û cudahiyên me yên nêrînê çi ne. Her wiha em ê bi awayekî berfireh nêrînên xwe yên di derbarê hin mijarên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê de (bi gelemperî riya şoreşê, nakokî û têkiliyên çînî yên Tirkiyeyê, nirxandina dîroka tevgera çepgir û riya li gorî Tirkiyeyê û hwd.) derxin holê.

-I-

Di van rojan de çînên serdest di nava hewldanan de ne ku hin mafên sînordarkirî yên demokratîk jî ji holê rakin û ji bo ku tevgera şoreşger a proleter têk bibin, dikevin nava hin leyîstokan. Di rojên wiha de ne xweş e ku di nava refên me de parçebûn çê bibe. Û aşkere ye ku gelek hevalên ku ji tevgera me hez dikin, lê belê rewşa rastîn nizanin jî wê ji ber vê veqetandinê adiz bibin.

Bi rastî jî em nikarin bêjin ku parçebûn rast e. Lê belê li gel hemû hewldanên me jî me nikarîbû em di nava Kovara Aydinlik Sosyalist de “riya yekitî-rexne-yekitî”yê bi kar bînin û bîrdoziya rastgir ji vir derxînin. Di nava Kovara Aydinlik Sosyalist de ew derfet tune ne ku bîrdoziya rastgir, bi riya nîqaşê were dûrxistin û çê nabe ku di navbera herdu bîrdoziyan de hevsengiyek were avakirin. Ji ber vê yekê jî veqetandin pêwîst bû. Di wateya rastîn de yekitî, incex li ser bingeha sosyalîzma zanistiyê tê avakirin. Yekitî, nayê wateya kombûna li derdora kesayetan. Yekitiya tevgerê, yekitiya li ser hêmanên lenînîzmê ye. Û ji ber vê rewşê jî me dev ji Kovara Aydinlik Sosyalist qeriya. (1) Bila neyê jibîrkirin ku tiştên ku ji bo îro ne baş bin, dibe ku ji bo siberojê baş be. Û îro ev yekitiya ku em hewl didin li ser bingeha hêmanên şoreşger ava bikin, di wê hêzê de ye ku xemgînî û tirsên heyî, veguherîne kêfxweşiyê.

-II-

Riya şoreşê çalûxwar e, çivanek e û asê ye. Mijarên tevgera şoreşger, mijarin tevlihev in û çareseriya wan zehmet e. Di nava van şert û mercan de, ji ber xerabûnên bergeha çînên civakî, dibe ku di nava tevgereke şoreşger de baskên çepgir û rastgir derkevin ku bi awayên cuda hêmanên tevgerê nîqaş bikin û “nêrînên cuda” derkevin. Di vir de ya girîng ew e ku em bi daxwaza yekitiyê derkevin rê; li dijî hev rêzdar bin; dakevin bingeha cudahiya nêrînan; bi hêmanên şoreşger ên sosyalîzma zanistiyê van cudahiyan ji holê rakin û yekitiyê ava bikin.

Helwesta şoreşger ev e. Ango li hemberî cudahiyên nêrînan, helwesta şoreşger ne ew e ku weke ku hinek heval dikin, mirov van cudahiyan veşêre. Pêwîst e mirov bi ser van cudahiyan de biçe.

Em hertim riya duyemîn hildibijêrin. Em li dijî qêrînên sexte yên yekitiyê derdikevin û bi ser cudahiyên bîrdoziyê de diçin. Ev ne helwesteke cudaxwaziyê ye; em bi helwesteke yekitiyê tevgeriyan û bi hêmana “yekitî-rexne-yekitî”yê ve girêdayî man.

Ji destpêkê ve di navbera me û heval Mihrî Bellî de cudahiyên nêrînê hebûn. Lê belê me pêşeroj û serboriyên hevalê Mihrî Bellî li ber çavan digirt û ligel ku hin helwest û tevgerên wî yên kesane yên li dijî şoreşgeriya proleteryayê hebûn jî, me hewl da em yekitiya tevgerê biparêzin. Dema me ev kir jî em neketin nava helwestekê ku tenê roja xwe derbas bikin. Em ji hêmanên xwe yên ku em ji wan bawer in tu carî dûr neketin. Me hertim û li her derê nêrînên xwe bi awayekî aşkere anîn ziman û nivîsîn. Ji ber ku helwesta yekitiyê nayê wateya hevsengiya bi hêmanên şaş re.

Li hemberî vê helwesta me, Mihrî Bellî û hevalên ku niha li dora wî ne çi kirin?

Hevalê Mihrî Bellî digot ku di navbera nêrînên me de cudahiyên girîng tune ne û wiha nîşan dida ku nêrînên xwe yên di derbarê mijarên weke neteweperestî, revîzyonîzm û rêxistinê de wê hin nêrînên xwe biguherîne. Bi vî awayî nêrînên rastgir ên di nava refên me de, bi saya mekanîzmaya rexneyê ya ku ji hêla vî hevalî ve dihate meşandin, bêbandor dibûn. Lê belê bûyerên paşê, hêviyên me vala derxistin. Civîna di 29-30’ê Cothmehê de da xuyakirin hevalê M. Bellî di vê helwesta xwe de ne jidil e. Hevalê Mihrî Bellî di vê civînê de bi helwesteke cudaxwaz û parçeker, ew nêrînên xwe yên kevn ên rastgir careke din anîn ziman û got ku nêrînên ku li dijî nêrînên wî ne, nêrînên bi giştî şaş in. Her wiha got “hêmanên me, hêmanên min in; kesên ku li pey min werin bila bên; kesên nayên jî bila neyên” û bi vî awayî pê li hêmana “yekitî-rexne-yekitî”yê kir.

Şaşitiyên ku têne kirin, bi riyên çewt nayên sererastkirin. Her wiha mirov ser wan bigire jî nêrînên şaş ji holê ranabin. Hin mirov hene ku her rexneyê, weke kîneke li hemberî xwe dinirxînin. Ev nerazîbûna wan nîşan dide ku di binê “cudahiyên biçûk ên nêrînê” de cudahiyeke mezin a bîrdoziyê heye. Hişyariyên cidî yên ji bo sererastkirina van xeletiyan û nêrînên rastgir jî bi van kesan re wê hestê ava dike ku dema parçekirina hertiştî hatiye. Û pirsgirêk jî weke civîna di 29-30’ê Cotmehê de, di demeke ku nedihat payîn de derdikeve holê.

Di vê civînê de baskê rastgir ê Kovara Aydinlik Sosyalist, nêrînên xwe weke nêrînên Kovara Aydinlik Sosyalist ragihandin.

Di nava rewşeke wiha de gelo ji bo tevger parçe nebe me yê çavê xwe ji binpêkirina hêmanên şoreşger ên proleteryayê û xistina ala lenînîzmê ya nava çirava oportunîzmê re girtiba?

Na, hezar carî na!

“Em teqez ne amûrê aştî û yekitiyê ne; em neçar in ku tu carî cudahiya nêrînan veneşêrin û wan bi awayekÎ zelal derxin holê. Em teqez ne cudaxwaz û tevlihevker in jî. Heger ji bo sererastkirina jirêderketinan hemû derfet tune bibin, em nelihevkerên herî mezin ên cîhanê ne.

Ji bo me veqetandin kengî dibe drûşm? Heger tevlihevî, ji bo pêşketina teorîk û pratîk bibe asteng…” (Lenîn, Komunîzma Çepgir).

Êdî ji ber ramanên rastgir ên Mihrî Bellî, di nava tevgerê de tevliheviyek serdest e. Ev tevlihevî, êdî li hemberî pêşketina teorîk û pratîk a tevgerê dibe asteng.

Êdî veqetandin drûşmeya me ye.

Û weke şoreşgerên xwedî şeref û namûsa şoreşgeriyê yên ku hêmanên şoreşgeriya proleteryayê bi ser hertiştî digirin, me hemû girêdanên xwe yên bi Mihrî Bellî û tevgera ku ew nûnertiya wê dike re qut kirin!

-III-

Hin hevalên ku heta doh jî weke me difikirin, li cem vê ramana rastgir man.

Riya şoreşê çalûxwar e, çivanek e û asê ye. Hin kes dikevin û li paş dimînin. Hin hevalên ku heta doh jî milbimil bi me re dimeşiyan, niha ne bi me re ne. Me nikarîbû em ji bo xatirê wan hinekî din jî bimînin. Ji ber ku wan jî paşketin hilbijart. Wan çirav hilbijart. Û mixabin berê lûleyên çekên xwe dan me. Ev têkoşîn, têkoşîna çînan e. Di vir de cihê ricifandina dest tune ye; cihê dudilî û bêbiryarbûnê tune ye. Di têkoşîna çînayetiyê de, li derveyî hevrêtiya proleteryayê, cihê têkiliyên feodal û baviksalariyê tune ye.

Ya êşdar ew e ku wê ev hevalên me wê xwe ji hevalên xwe yên ku heta doh bi hev re bûn, adiz bikin û gazincan ji wan bikin. Û dema vê yekê dikin jî wê bêjin ku ew jidil vê yekê dikin. Jixwe niha jî ev heval dibêjin ku ji bo parastina aramiya tevgerê ew di nava wan refan de dimînin; cudahiyên nêrînan ne di wê astê de ne ku bibin sedema veqetînê; tenê “cudahiyên biçûk ên nêrînê” hene. Li gorî wan, em kesên tund in ku tiştên biçûk mezin dikin; dibêjin ku di vê demê de MÎT, CIA û hemû baskên oportunîzmê êrîşî M. Bellî dikin; di demeke wiha de ne rast e ku M. Bellî were rexnekirin. Me bi wê yekê tawanbar dikin ku me berê tiştek digot, lê niha em tiştekî din dibêjin û em niha hatine guhertin.

Helwesta van hevalan a kesane çiqasî baş û “şoreşger” be jî, tiştên ku dibêjin demogojî û gotinên çewt in.

Ji ber ku wê bi van gotinên çewt serê hinek hevalan tevlihev bibe, em ê yek bi yek bersiva wan bidin.

Hûn jî dizanin ku cudahiyên di navbera nêrîna me û nêrîna ku hevalê Mihrî Bellî nûnertiya wê dike de, ne “cudahiyên biçûk ên nêrînê” ne.

Ma ne we jî digot ku sedema rexneyên li ser Kovara AYDINLIK Sosyalîst û sedema belavbûna zêde ya di nava refên me de, ew nivîsên hevalê Mihrî Bellî ye ku tê de nêrînên xwe yên çewt û şêlû tîne ziman?

Gelo cudahiyên di navbera bîrdoziya şoreşger û bîrdoziya rsatgir a ku di warê teorîk û pratîk de pêşketina refên me asteng dikin de, “cudahiyên biçûk ên nêrînê” ne?

Em bînni bîra van hevalan ku biçûkdîtina oprtunîzmê, wê li ser piyan dihêle. Heger mijar weke “cudahiyên biçûk ên nêrînê” biçûk were dîtin, wê encam ev be!

Em bihesibînin ku cudahiyên bîrdoziyê yên di navbera me û hevalê Mihrî Bellî de “cudahiyên biçûk ên nêrînê” ne. Lê belê piştî helwesta takekes û israra di nêrîna rastgir de ya hevalê Mihrî Bellî ya di civîna 29-30’ê, heger hinek bêjin “cudahiyên nêrînan ne girîng in” û mijarê biçûk bikin, wê ev nebe tevgereke şoreşger.

Bila neyê jibîrkirin ku heger di nava tevgerekê de hin cudahiyên şêwazê û nakokiyên lihevker bi hêmana “yekitî-rexne-yekitî”yê neyên çareserkirin û xwediyên ramanên çewt, di çewtiyên xwe de israr bikin, wê ew nakokî veguherin dijberiyên nelihevker. Veguherîna “cudahiyên biçûk” a bi vî awayî nîşan dide ku di bingehê de cudahiyên bîrdoziyê hene.

Di vê mijarê de Lenîn wiha dibêje: “her veqetandineke biçûk, heger ISRAR li ser wê hebe, heger hertim di rojevê de were hiştin û heger herkes bi dûv lêkolînkirina reh û şaxikên wê bikeve, dikare veguhere veqetandineke mezin. Heger her cudahiyên biçûk, bibin xala destpêkê ya ber bi nêrînên şaş ve û ev nêrînên şaş, ji hêla cudahiyên nû ve bi tevgerên anarşîst ên ku Partiyê (refên me) digihêjînin asta parçebûnê re bibin yek, wê çaxê ev cudahiyên biçûk gelekî girîng dibin.” (Lenîn, Gaveke Ber Bi pêş Ve, Du Gavan Ber Bi Paş Ve, rpl:66)

Weke ku tê dîtin, mijar aşkere û hêsan e. Bila ev heval heta ku bixwazin bêjin “li dora cudahiyên nêrînê yên bûrjûwaziya biçûk fermanê radikin; cudahiyên mezin ên nêrînê tune ne” û bicihbûna xwe ya li cem hevalê Mihrî Bellî, ji bo aramiya(!) tevgerê weke nermbûna taktîkê nîşan bidin; ji ber ku ji belavbûna nêrînên çewt û rastgir re dibin bingeh û ev helwesta wan ne helwesteke şoreşger e, wê nikaribin ve yekê li pey hincetan veşêrin. Ev hincetên wan gotinên vala ne û demogojî ne!

Em niha behsa demogojiya hevrebûna bi CIA, MÎT, TÎP û PDA’yê re bikin…

Li gorî van hevalan pêwîst e ku rexenyên me sînordarkirî bin. Bi taybetî jî di vê demê de şaş e ku mirov hevalê Mihrî Bellî bike armanc. Ji ber ku CIA jî, MÎT jî, Radyoya Bizim’ê jî, PDA jî û TÎP jî êrîşî hevalê Mihrî Bellî dikin. Heger mirov di vê demê de hevalê Mihrî Bellî rexne bike, ev tê wê wateyê ku mirov bi van dezgehan re di heman maqamî de stranan dibêje û dikeve nava leyîstoka emperyalîzm û oportunîzmê.

Ev, gotineke bêbingeh e û demogojiyeke mezin e.

Em dixwazin ji van hevalan bipirsin; gela Hikmet Kivilcimli’yê ku di derbarê nêrînên rastgir ên M. Bellî de hin pirtûk derxistin û nûnerê “herî kevn ê sosyalîzmê” ye, piştî temenê xwe yê 70’yî ji rê derketiye û ketiye nava leyîstoka CIA’yê?

Wekî din, gelo çima hevalê Mihrî Bellî ewqasî dibe armanca emperyalîzm û oportunîzmê? Hevalê Hikmet Kivilcimli di heyama 1951-1960’î de ku tê de “tifingên kevn” nediteqiyan de di nava şert û mercên dijwar de têkoşîneke xurt meşand û di derbarê têkilî û nakokiyên çînên Tirkiyeyê de gelek xebatên giranbuha yên teorîk meşandin. Gelo çima ev heval, wekî hevalê Mihrî Bellî hertim nabe armanca CIA, MÎT û oportunîzmên PDA û TÎP’ê?

Gelo van hevalan li ser vê yekê fikirîne? Gelo CIA, MÎT an jî her cûreyên oportunîzmê, hevalên din ên şoreşger ên proleteryayê weke xetereyekê nabînin? Bêguman ne wiha ye.

Du sedemên sereke hene ku hevalê Mihrî Bellî rastî ewqasî êrîşan tê. Sedema yekemîn ew e ku ev heval heta niha wekî berdevkê tevgera me tê dîtin. Di vir de ne ku taybetmendiyên mezin ên hevalê Mihrî Bellî dibin armanc; tiştê ku dibe armanc, tevgera me ya proleter û şoreşger e ku ji 30’î zêdetir şehîd dane, hewl dide tevgerên karker û gundiyan ên Tirkiyeyê bi rêve bibe û bi riya Dev-Genç’ê, serkêşiya tevgerên ciwanên dij-emperyalîst kiriye. Bêguman di vê rewşê de ne Mihrî Bellî, kî dibe bila bibe wê bi qasî Mihrî Bellî bûbaya armanc.

Sedema duyemîn jî ew e ku tevgera me hewl dide li dijî emperyalîzmê û hevkarên wê yên herêmî, têkoşîna herî bi biryar û nelihevker bide meşandin û bi piranî ji endamên şoreşger ên ciwan ên proleter pêk tê. Ligel hemû nêrînên xwe yên rastgir û xeta xwe ya xwar jî hevalê Mihrî Bellî dixwaze berdevkiya vê tevgerê bike û dike jî. Di êrîşên rexneyî yên oportunîzmê de para van nêrînên nehevgirtî yên Mihrî Bellî jî heye. Oportunîzm, rastiyên himberî xwe jî berovajî dike. Û heger li himberî xwe ewqasî şaşitiyan bibîne wê çi neke?

Niha em ji van hevalan dipirsin; heger serkêşiya tevgerekê wiha be wê pêngavên rast pêk werin?

Endamên wê çiqasî hevgirtî bin jî heger serokê orkestrayê ewqasî ne hevgirtî be wê ew orkestra bi ser bikeve?

Kesekî ku di cihekî girîng de ye, ne pêwîst e xwedî xeteke rast û hevgirtî be?

Di nava van mercan de heger em bêjin CIA, MÎT û oportunîzm êrîşî hevalê Mihrî Bellî dike û em tevgerê radestî bîrdoziya şaş û rastgir a hevalê Mihrî Bellî bikin, wê ev rast be? Gelo ne çêtir e ku em vê bîrdoziyê rexne bikin û ji holê rakin?

Gelo arteşeke ku ji hêla dijmin ve hatiye dorpêçkirin û ji çar aliyan ve rastî êrîşan tê, pêwîst e serkêşiya şaş biopîne yan ji bo ku bergeh rast bibe, heta dawî têbikoşe?

Li gorî me riya duyemîn rast e. Ji ber sosyalîzma zanistiyê, vê yekê dixwaze.

Niha em behsa wê yekê bikin ku qaşo me nêrînên xwe guherandine…

Ev hevalên me ji bo ku lihevkirinên xwe û nêrînên rastgir ên Mihrî Bellî rewa nîşan bidin, dibêjin ku me doh tiştekî digot û îro em tiştekî din dibêjin.

Ev gotinên wan jî weke gotinên wan ên din vala û bêbingeh in û lewra jî demogojiyeke şaş e.

Nivîsên me û axaftinên me yên di civînan de li holê ne û zelal in. Û axaftin û nivîsên hevalê Mihrî Bellî jî li holê ne.

Mixabin ên ku hatine guhertin hûn in hevalno!

Bi awayekî zelal tê dîtin ku we qaşo bi “hin rexneyan” re xeta Mihrî Bellî pejirand û we helwesta xwe guhert!

Em niha behsa tawanbariyên hişkbûn, veşartîbûn û parçebûnê bikin… Di destpêkê de em dixwazin ji van hevalên dibêjin ku em hişk n re bipirsin:

Gelo polîtîkaya rast ew e ku mirov bêje ramanên rastgir ên Mihrî Bellî şaş in, lê mirov li dijî wê yekê derkeve ku ev bîrdozî ji nava refên me were dûrxistin?

Şaşitiya nêrînên rastgir ên Mihrî Bellî dipejirînin, lê belê weke nêrînên ASD’yê nîşan didin. Gelo ev ne xapandina milîtanên tevgera me ye?

Bêguman heger em di riya van hevalan de meşiyabana wê nêrînên şaş ên hevalê Mihrî Bellî di nava refên me de xurttir bûbana û gelek hevalên me yên ku di hêla teorîk de ne ewqasî xurt in wê di binê bandora van nerînan de riya xwe şaş bikirana. Di vê rewşê de wê tevgera me ya proleter a şoreşger lawaz bûba û oportunîzm jî wê xurt bûba.

Gelo mirov li dijî bîrdoziyeke rastgir ne çalak be ev nayê wê wateyê ku mirov di eniya alîgirên wê bîrdoziyê de ne?

Li hemberî nêrînên oportunîst helwesta şoreşger, helwesta nelihevker e. Kesên ku li dijî nêrînên oportunîst ne hişk bin, wê li dijî gelê xwe yê kedkar hişk bin.

Heger ala lenînîzmê dakeve nêvî, tevgera şoreşger lawaz dibe û dijmin xurt dibe. Heger ala bîrdoziya şoreşger were hildan, şoreş bilind dibe û dijmin derbên giran dixwe.

Em bi bîrdoziya rastgir re li hev nakin û em hewl didin ala bîrdoziya şoreşger li jor bihêlin. Helwesta rast ev e. Em di vê helwesta rast de heta dawî li ber we didin û em ê li ber xwe bidin. Ji ber ku em teqez jê bawer in ku incex bi vî awayî refên me dikarin xurt bibin û incex bi vê biryardariyê tevgera me dikare pêngavan bike. Hûn çawa dikarin ji vê re bêjin helwesteke hişk?

Her wiha dibêjin ku heger mirov li dijî Mihrî Bellî derkeve, ev tê wê wateyê ku li dijî dîroka tevgerê derdikeve. Ev jî demogojî ye… Hinek heval şîroveyên şaş dikin û dibêjin ku Mihrî Bellî nûnertiya dîroka tevgerê dike û heger mirov li dijî nêrînên wî yên rastgir derkevin, ev tê wê wateyê ku li dijî pêşeroja şoreşger a tevgerê derdikevin. Her wiha dibêjin ku ew jî li dijî nêrînên Mihrî Bellî ne, lê belê ji bo ku grêdanên xwe yên bi pêşerojê ve qut nekin, ew çavên xwe digirin û lewra jî pê re tevdigerin.

Ev helwest e jî tewş e, bêbingeh e û ne şoreşgerî ye. Ev têkilî, ne têkiliyên sosyalîst in; ne şoreşegr in; ne asayî ne û têkiliyên feodal in.

Hin kes têkiliyên di navbera marksîstan de weke têkiliyên malbateke feodal fêm dikin û mîrateya dîrokî ya vê tevgerê jî weke veguhestinên ji malbata feodal re dinirxînin. Ji bo kesên wiha qutbûna me ya ji nêrînên rastgir ên Mihrî Bellî û xeta ku ew nûnertiya wê dike, dibe ku were wateya qutbûna ji girêdanên dîrokê.

Lê gelo têkiliyên di navbera sosyalîstan de wiha ne? Ne, wiha nabe.

Li Tirkiyeyê dîroka tevgera marksîst, dîrokeke bi rûmet e. Di salên tarî yên rêveberiyên CHP û DP’yê de şoreşgerên Tirkiyeyê yên proleter, bi wêrekî û lehengî têkoşîna xwe meşandine. Di nava tevgera şoreşger a proleter a Tirkiyeyê de hevalên me yên ku li dijî reva siyasî têkoşîneke bêhempa meşandine, ji bo şoreşgerên ciwan ên proleter, bûne mînak û xwedî nirxeke mezin. Lê ev nayê wê wateyê ku em şaşitiyên berê rexne nekin. Polîtîkaya rast a îro û sibe, li ser rexnekirina tiştên berê bilind dibe.

Em li himberî dîroka tevgera marksîst a Tirkiyeyê heta dawî rêzdar in. Û em xwe weke berdewama wê dibînin.

Em li dijî wê nêrînê ne ku dibêje “ez dîrok im; kesên ku li dijî min derdikevin, li dijî dîrokê derdikevin”. Û em bi xwediyê vê nêrînê re têkiliyên xwe qut dikin, ne bi dîrokê re!

Gotina ku dibêje “em kevn in, em dizanin”, gotineke çewt e. Hûn çi dizanin? Heger em bi rastî jî şoreşger bin, em dizanin. Têkiliyên di navbera sosyalîstan ne têkiliyên baregeha leşkerî ne. Mejiyê kesên ku dibêjin qey bi salê re payeya wan bilind dibe û li bendê ne ku kesên din bi ya wan bikin ne sosyalîst e, lê belê tenê mejiyê leşkerî ye.

Di tevgera sosyalîst de bêguman li hemberî kesên ku berê têkoşiyane rêzdarî heye û ew li pêş in. Di nava tevgera sosyalîst de bêguman hiyerarşî heye. Lê hiyerarşiyeke çawa? Hiyerarşiyeke li ser bingeha bîrdoziya rast. Bi qasî ku mirov berdevkiya gotinên rast bikin, girse wan nas dikin; heger mirov li ser nêrînên xwe yên şaş bimînin, êdî li holê hiyerarşî namîne!

Her wiha kesek radibe û dibêje ez dîroka tevgera şoreşger im. Li kîjan welatê cîhanê tiştekî wiha hatiye dîtin?

Gelo ev nayê wê wateyê ku li welatê me dîroka tevgera şoreşegr lawaz e?

Gelo ev nabe biçûkdîtina dîroka tevgera şoreşger a li welatê me?

Kesên ku dixwazin mîrateya pêşerojê werbigirin û bibin nûnerên têkoşînên biryardar û nelihevker ên pêşerojê, pêwîst e ku ala şoreşa proleteryayê li jor bigirin.

Kesên ku vê alê li jor nagirin û dibin sedem ku tevger bibe armanca oportunîzmê û tevgerê lawaz dikin, pêşeroja wan çi dibe bila bibe, nikarin bêjin em nûnerên pêşerojê ne.

Îro kî ala pîroz a lenînîzmê di teorî û pratîkê de li dijî emperyalîzm û oportunîzmê bilind bikin, ew li Tirkiyeyê dibin xelekeke ji zincîra dîroka tevgera marksîst û berdewama wê!

Bi kurtasî em bi wê yekê têne tawanbarkirin ku em li dora “cudahiyên biçûk ên nêrînê” tiştên biçûk mezin dikin. Çima? Ji ber ku ji dêvla perspektîfa Marksîzm-Lenînîzmê, me perspektîfa hevalê Mihrî Bellî nepejirandiye!

Em bi wê yekê têne tawanbarkirin em bi emperyalîzm û oportunîzmê re di heman meqamî de stranan dibêjin. Çima? Ji ber ku em li dijî bîrdoziya rastgir derdikevin ku pêşketina tevgera me asteng dike!

Em bi wê yekê têne tawanbarkirin ku me girêdana xwe ya bi dîrokê re qut kiriye. Çima? Ji ber ku me çavê xwe ji daxistina ala Marksîzm-Lenînîzmê re negirtiye û me ne li paş xwe lê belê li pêşiya xwe neriye!

Em bi hişkbûn, veşartîbûn û parçekeriyê têne tawanbarkirin. Çima? Ji ber ku em li dijî bîrdoziya rastgir hişk in; em bi wê re li hev nakin û em nakevin nava koma hevaltiya têkiliyên feodal!

Bila em bibin armanca van. Em ê heta dawî di riya ku em jê bawer in de bimeşin. Di vê riyê de em ê rastî tawanbariyan, bêbextiyan, gotinan nebaş û heta provokasyonan werin. Gelo li cîhanê tevegreke marksîst-lenînîst heye ku ji hêla oportunîzmê ve rastî tawanbariyên wiha nehatibe? Her wiha gelo mînakek heye ku oportunîzmê bi van tawanbariyan zora tevegreke marksÎst-lenînîst biriye? Na, na hevalno! Li tevahiya cîhanê tevgera marksîst li dijî tawanbarî, bêbextî û provokasyonên oportunîzmê û li dijî hemû pêkutî û tundiyên dermirovî yên emperyalîzmê û çînên serdest hertim bi hêz bûye, xurt bûye û gihaye serkeftinê!

Helwesta me, helwesteke şoreşgeriya proleteryayê ye. Ji ber ku peywira herî pîroz a şoreşgerên proleter ew e ku bi hêmanên şoreşa proleteryayê ve girêdayî bimînin û li dijî hin nêrînên “çepgir” û rastgir Û tevgerên ku hewl didin van hêman bin pê bikin, di nava têkoşîneke nelihevker de bin!

-IV-

Em niha behsa cudahiyên bîrdoziyê yên di navbera me û hevalê Mihrî Bellî de bikin. Em dikarin van cudahiyên bîrdoziyê di binê sê sernivîsên sereke de kom bikin:

1- Hişmendiya şoreşê

2- Şêwaza xebatê

3- Hişmendiya rêxistinbûnê

Cudahiyên nêrînê yên di mijarên weke netewperestî û revîzyonîzmê jî tenê şaxikên van hersê mijarên sereke ne.

HIŞMENDIYA ŞOREŞÊ

Dîroka şoreşê nîşan dide ku di navbera marksîzm û oportunîzm û reformîzma hemdem de cudahiya nêrînê, hebûn û nebûna “ji bo şoreşê baweriya ji hêza xwe û wêrekiya derketina rê” ye. Di bingeha cudahiyên hêmanan ên teoriya şoreşê, şêwaza xebatê û rêxistinbûnê de, ev rastî heye.

Îro li welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh, têkoşîna bîrdoziyê ya di tevgera çepgir de, li dora du nêrînan pêk tê; nêrînek dibêje ku pêwîst e ji gundewaran, bajar werin dorpêçkirin û artêşa gundiyan, bi pêşengiya çîna karkeran, bi şerekî gel ê demdirêj bigihêje serkeftinê û nêrîneke din jî dibêje ku pêwîst e ku li bajaran, di nava sînorên ku ji hêla dijmin ve hatine diyarkirin de ji bo “zagonsaziyê” têkoşîn were meşandin û pêwîst e mirov xwe bi hêzên derveyî hêza xwe ya cewherî ve girê bidin.

Li gorî teoriya Lenîn, li welatên nîv-mêtîngeh û mêtîngeh, pêwîst e bi pêşengiya çîna karkeran, artêşa gundiyan were avakirin û bi şerê gel re, ji gundewaran, bajar werin dorpêçkirin.

Em napejirînin ku welat, parzemîn an jî herêmên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh xwedî taybetmendiyên xweser in ku vê hêmana gerdûnî ya lenînîzmê ji meriyetê rakin.

Taybetmendiyên dîrokî û herêmî, çandên herêmî û asta geşedanê ya hêzên hilberînê, tenê bergehê taktîkî ya vê stratejiya şoreşê ya gerdûnî ya lenînîzmê diyar dikin. Ev cudahî, dikin ku merhaleyên navberê yên stratejiya şoreşê yên wî welatî cuda bin.

Li welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh, di eniya çepgir de bingeha cudahiyên bîrdoziyê ev e. Navlêkirinên weke “Kastrîst”, “Maoîst” û “Guevarîst” jî di cewhera xwe de tu wateyê nadin. Drûşmeyên wan çi dibin bila bibin, dibe ku partî û tevgerên ku navên “Kastrîst” û “Maoîst” li xwe dikin, di nava gotinên vala yên çepgiriyê de bin. Li cîhanê û li welatê me mînakên vê yekê hene. (2)

Em dibêjin ku wê şoreş li ser bingeha hevbendiya karker û gundiyan, ji gundewarên ku tê de nîrên emperyalîzmê lawaz in dest pê bike û paşê bajar werin bidestxistin. Di vê nêrînê de gundî, hêza sereke ne, proleterya jî hêza pêşeng e. (3) Pêşengiya proleteryayê, pêşengiya bîrdoziyê ye.

Hevalê Mihrî Bellî jî pêşengiya çîna karkeran napejirîne; gundiyan weke hêza sereke nabîne; çîna karkeran weke hêza sereke dipejirîne û dibêje ku pêşengiya çalak a çîna karkeran heye.

Aşkere ye ku weke qada sereke ya şoreşê bajar an jî gundewar werin hilbijartin, li gorî wê jî ast û pêşengiya çînan tê diayrkirin. Nêrîna ku çîna karkeran weke hêza sereke dibîne û pêşengiya bîrdoziyê napejirîne, di gotinê de çi bêje jî, bajaran weke bingeha têkoşînê dinirxîne. Û li gorî vê hişmendiyê wê şoreş ji bajaran ber bi gundewaran ve biçe.

Ev hişmendî, ji bingeha xwe de şaş e. Heger hinek bêjin ku bêyî şereke demdirêj û tevlihev a artêşa gundiyan li welatekî ku di binê nîrê emperyalîzmê de ye wê şoreş pêk were, wê ew kes di nava xeyalên vala de bin. Sosyalîzma zanistiyê û pratîka şoreşa cîhanê jî dibêjin ku ev hişmendî, tenê xeyalek e. Nîrê emperyalîzmê bi vî awayî nayê şkandin. Pêwîst e ku ji xeleka herî lawaz, zincîra emperyalîzmê were şkandin. (4)

Reformîzma hemdem, weke hêza sereke ya şoreşê, çîna karkeran dipejirîne û teoriya şoreşê ya ji gundewaran ber bi bajaran ve jî weke “çetetiya gundiyan” bi nav dike û weke tevgera bûrjûwaziya biçûk şermazar dike. Nakokiya di navbera vê nêrîna Mihrî Bellî û ramanên me de, cudahiya di navbera reformîzma hemdem û lenînîzmê, cudahiya bîrdoziyê ya di navbera partiyên çepgir ên klasîk û partiyên lenînîst de ye.

Hişmendiya şoreşê ya hevalê Mihrî Bellî, çiqasî xwedî niyeteke şoreşger be jî, di dawiyê de xwe dispêre reformîzma civakî.

ŞÊWAZA XEBATÊ

Di navbera teoriya şoreşê û xebatên riya şoreşê de hevsengiyeke giştî heye.

Heger li şûna şerekî gel ê demdirêj û tevlihev, weke bingeha şoreşê bidestxistina desthilatdariyê ya çîna karkeran were hilbijartin, di heyama qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê de ji ber venêrîna tund a emperyalîzmê û çînên serdest a li ser bajaran wê hêzên subjektîf ên şoreşê bi awayekî neçar pişta xwe bi hêzên din ve girê bidin. Ango di nava vê hişmendiyê de niyeta mirovan a subjektîf çiqasî şoreşger be jî wê hêzên şoreşê baweriya xwe bi hêzên derveyî hêza subjektîf a şoreşê (hêza xweser a rêxistinbûyî) ve bînin û heta wê ji bo demekê pêngava van hêzan ji xwe re bikin bingeh. Xebatên pratîk û nêrînên teorîk ên hevalê Mihrî Bellî aşkere ne. Kovara Turk Solu’yê bi pêşengiya hevalê Mihrî Bellî dixwaze ji bo hemû çalakiyan eniyeke bê proleteryayê ava bike. Çîrokên weke Dev-Güç’ê (Hêza Şoreşger) jî ji hêla herkesî ve tên zanîn.

Nêrînên teorîk ên di vê mijarê de ên Mihrî Bellî jî diyar in. Hevalê Mihrî Bellî heta îro di dahûrandinên xwe de cih nedaye hêza xwe ya cewherîn, lê belê cih daye hêzên rastgir. Di pirtûka xwe ya bi navê “Yazilar” de jî tê dîtin ku serdestiya bûrjûwaziya biçûk û nêrîneke rastgir heye. Di vê nêrîna reformîst de “riya şoreşa neteweyî” heye ku reformîzma hemdem wê bi nav dike. Li gorî vê stratejiya reformîst bêguman mirov nikare bi ruhekî şoreşger, hêza xwe ya cewherîn bi rêxistin bike û bikeve nava tevgerê.

Bi kurtasî şêwaza xebatê ya hevalê Mihrî Bellî wiha ye. Di civîna 29-30’ê Cotmehê de rêveberekî Turk Solu’yê wiha got: “yekane armanca me ew e ku em kesên ku weke tifingên kevn têne binavkirin, rewa bikin” û bi vî awayî hemû xebata Turk Solu’yê rave kir. Ango Turk Solu, bi rêveberiya Mihrî Bellî tenê dixwaze zagonîbûnê bide Mihrî Bellî û çend “tifingên kevn”! Û îro hîn jî ev “têkoşîna ji bo zagonîbûnê” berdewam dike!

Di navbera şêwaza ku li gorî qedexekirina sosyalîzmê tevdigere, ji xwe re dibêje “neteweperestiya şoreşger”, navê xwe vedişêre û armanca wê ya sereke zagonîbûn e û şêwaza xebatê ya şoreşger a proleter de teqez wekhevî tune ye.

HIŞMENDIYA RÊXISTINÊ

Gelekî ji rêzê ye ku şaşitiyên teoriya şoreşê û şêwaza xebatê ya kesan, xwe di hişmendiya rêxistinê de jî bidn der. Heger qada şer şaş were hilbijartin, wê şêwazeke şaş a xebatê derkeve holê; heger şêwaza xebatê şaş be, wê rêxistina ku xebatan bi rêve dibe û di nava xebatên herêman de hevsengiyê ava dike jî şaş û nehevgirtî be. Gelo pêkan e ku fermandariya artêşeke ku bergeha wê şaş e, hevgirtî be? Kesên ku bajaran ji xwe re dikin bingeh û “ji bo zagonîbûnê” di nava çarçoveya dijmin de tevdigerin wê xwediyê hişmendiyeke rêxistinê ya ne şoreşger bin. Gelo pêkan e ku ji kesekî ku vê şêwaza xebatê ya rastgir û vê teoriya şoreşê hilbijartiye, xwedî hişmendiyeke rêxistineke şerker be?

Ji ber vê yekê hevale Mihrî Bellî, bi vê teoriya şoreşê û şêwaza xebatê, hişmendiya partiya proleteryayê berovajî dike. Hişmendiya partiyê ya vê nêrînê, gotinê wê çiqasî tûj bin jî nikare rêxistina şer ava bike û wê bibe rêxistina pergalê.

Oportunîzm, li dijî rêxistinbûna Lenînîst li her derê û hertim du tiştan pêşniyar dike:

1- Demokratîzm: Bi awayekî herî demokratîk, rêxistinbûna ji jêr ber bi jor ve.

2- Di merhaleya pêşîn a avakirina partiyê de, sazkirina zêdebûna

Di mijara rêxistinê de oportunîzm û menşevîzm, di van herdu xalên sereke de derdikevin holê; di van herdu xalên sereke de diyar dibe ku ew partiya ku nû ava bûye yan jî di merhaleya avabûnê de ye wê bi partiyeke pergalê yan jî rêxistineke şer. Tu rêxistin weke rêxistina şer dest bi kar nake. Lê belê taybetmendiya gava pêşîn dide xuyakirin ku ew rêxistin tovên rêxistinbûna şer di nava xwe de dihewîna yan na.

Hîn di merhaleya pêşîn de Mihrî Bellî û kesên derdora wî digotin: “em ê rêxistinê ji jêr ber bi jor ve bi awayekî herî demokratîk ava bikin û wê di destpêkê de hejmara karker û gundiyan zêdetir be” û bi vî awayî aşkere dikirin ku wê partiya wan nebe partiyeke şoreşger û li dijî emperyalîzmê wê nebe rêxistineke şer.

Nêrînên lenînîzmê yên di derbarê rêxistinê de diyar in; lenînîzm, rêxistina demokratîk a ji jêr ber bi jor ve napejirîne. Lenînîzm, ev nêrîna rêxistinbûnê ya Mihrî Bellî, beriya vê bi 65 salan weke oportunîzmê nirxandiye û nepejirandiye. Hosteyê mezin Lenîn, ji bo kesên weke Marktov û Akselrod’ê menşevîk ên ku weke hevalê Mihrî Bellî rêxistinbûna ji jêr ber bi jor ve diparast wiha digot: “Hêmanên demokrasiya civakî ya oportunîst, şêwaza rêxistinbûnê ya ji jêr ber bi jor ve dipejirîne. Û ji ber vê yekê jî (bi eşqeke mezin) xweserî û demokrasiya ku digihêje asta anarşîzmê çêtir dibîne. Hêmanên rêxistinbûnê yên demokrasiya civakî ya şoreşger jî riya rêxistinbûna ji jor ber bi jêr ve dişopînin…” (Gavekê Ber Bi Pêş Ve, Du Gavan Ber Bi Paş Ve, rpl: 232,233)

Bêguman rêxistina ku bi vî awayî ava dibe, ji hêla şoreşgerên proleter ve weke rêxistina pergalê tê binavkirin. Û bi rastî jî ev rêxistin, tu carî nikare bibe rêxistina şer.

Her wekî din oportunîzm, di mijara partiyê de ew şertê ku lenînîzm di merhaleya duyemîn de lê digere, di merhaleya yekemîn de digere. Ango di heyama destpêkê, ango heyama avabûnê de weke ku Mihrî Bellî jî dibêje, diyar dikin ku pêwîst e karker û gundî, ango kesên kedkar piraniyê pêk bînin. (Di encama pêşniyara rêxistinbûna ji jêr ber bi jor ve de ev yek pêk tê).

Lê belê li gorî lenînîzmê di heyama destpêkê ya partiyê de cudahiya bingeha kedkarbûnê yan ne kedkarbûnê tune ye. Di encama oportunîzmê de ev cudahî derdikevin pêş. Di merhaleya pêşîn de ne girîng e ku ji bingeha karkeran an jî rewşenbîran hatibin; ya girîng hevrebûna bi çîna karkeran re ye; ya girîng ew e ku mirov “ne tenê şevên xwe yên vala, lê belê hemû jiyana xwe bide şoreşê”; di asta pêwîst de marksîzmê zanibe; di hêlekê de bibe pirspor û kesên wiha şoreşgerên profesyonel, bingeha rêxistinê ava bikin. Ya girîng ew e ku şoreşgerên profesyonel di rêveberiyê de bin. Û di heyama destpêkê de dendika pola ya bi hejmara kêm, lê xwe disiplîneke hesinî pêwîst e. Û di heyama destpêkê de bingeha çînî ya dendika pola ne girîng e.

Lê belê ev dendika pola ji hinmerhaleyan derbas dibe û digihêje merhaleya duyemîn. Di merhaleya duyemîn de tevger, têkoşîna girseyan beralî dike û girseyan himbêz dike; di vê merhaleyê de pêwîst e ku kesên kedkar bêtir hebin. Lenîn dibêje ku di heyama destpêkê de cudahiya rewşenbîr û kedkaran, oportunîzm e; lê belê di heyama duyemîn de pêwîst e ku di rêveberiya partiyê de kesên karker bi hejmareke zêde cih bigirin.

Oportunîzm hertim di heyama pêşîn de cudahiya rewşenbîr û karkeran tîne rojevê, dijminahiya rewşenbîran ava dike û weke ku li cem karkeran be xwe nîşan dide. Ev, helwesteke sexte ye. Oportunîzm naxwaze li cem karkeran be yan jî hejmara karkeran zêde be; ew, li gorî xwezaya xwe rêzistina pergalê ye. Di mijara rêxistinbûnê de ev xal, taybetmendiya gerdûnî ya oportunîzmê ye. Di heyama destpêkê de oportunîzm “li ba” karkeran e, lê belê di heyamên duyemîn û sêyemîn de berdevkiya rewşenbîrên bûrjûwaziya biçûk dike ku cihê wan di nava rêxistina şer de tune ye. Di bingeha xwe de ew di heyama destpêkê de ne li ba proleteryayê ne; ew, xewnên bûrjûwaziya pasîfîst a ku nikare li dijî çînên serdest şer bike, ango rêxistinbûna pergalê tîne ziman. Vê yekê di binê rûpoşa qaşo şoreşgeriyê de pêk tîne. Oportunîzm, di merhaleyên duyemîn û sêyemîn de rûpoşa xwe ya şoreşger diavêje û bi awayekî aşkere vê helwesta xwe berdewam dike.

Di heyama qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê de reformîzma hemdem, vê hişmendiya rêxistinê ya menşevîzmê derdixe pêş. Ev hişmendiya rêxistinbûnê, bi hişmendiya şêwaza xebatê û şoreşê ya reformîzma hemdem re di navahevsengiyê de ye.

Weke ku tê dîtin nêrîna hevalê Mihrî Bellî, di encama teoriya şoreşê ya rastgir û şêwaza xebatê ya rastgir de, nêrîneke rastgir e. Rêxistina ku ji hêla kesên wiha ve tê avakirin wê bibe TÎP’a nû ya ku stratejiya wê şoreşa demokratîk a neteweyî ye. (5)

Em li dijî hemû rêxistinbûnên dij-lenînîst in. Em ne alîgirên rêxistina pergalê ne, em alîgirên rêxistina şer in. Partiyeke ku dikare bibe rêxistina şer, li ser bingeha hêmanên lenînîzmê û li gorî rêxistinbûna lenînîst ava dibe.

Cudahiyên bîrdoziyê yên di navbera me û hevalê Mihrî Bellî de li ser van hersê sernivîsan e. weke ku tê dîtin, perspektîfên me ji hev cuda ne. Ev cudahiya perspektîfê, xwe di çend mijaran de dide der. Di demên dawî de di nîqaşên derbarê neteweperestî, mijara neteweyî û revîzyonîzmê de nêrîn û perspektîfên rastgir ên hevalê Mihrî Bellî bêtir diyar bûn.

Em bi kurtasî behsa van mijaran jî bikin.

Li gorî hevalê Mihrî Bellî, îro di nava tevgera çîna karkeran de xeta reformîzma civakî, revîzyonîzm û revîzyonîzma hemdem tune ne. Revîzyonîzm, bi Bernstein derketiye holê û bi mirina wî re ew jî winda bûye. Tiştekî çewt e ku mirov bêje li hin welatên sosyalîst ên cîhanê revîzyonîzm serdest e yan jî rêveber e. Ji ber ku ravekirina revîzyonîzmê aşkere ye; revîzyonîzm, nepejirandina aşkere ya marksîzmê ye.

Ev nêrîn ji bingeha xwe ve şaş e. Revîzyonîzm, ne nepejirandina aşkere ya marksîzmê ye. Berovajî vê yekê revîzyonîzm, nepejirandina hin dozîneyên marksîzmê ya veşartî ye. Wateya wê ya ferhengê sererastkirin, kontrolkirin e. revîzyonîzm, li gotinên marksîzmê xwedî derdikeve, lê belê cewher û bingeha wê napejirîne. Hevalê Mihrî Bellî ji ber nêrînên xwe yên reformîzma civakî yên di derbarê şoreşê, şêwazê xebatê û rêxistinbûnê de, revîzyonîzmê bi vî awayî pênase dike û dibêje ku îro revîzyonîzm tune ye. Lê belê hişmendiya rêxistinê, teoriya şoreşê û şêwaza xebatê ya Mihrî Bellî, weke nûnerên tevgera revîzyonîst in. Mihrî Bellî ji ber ku van nêrînan weke nêrînên şoreşger dibîne, xwediyên van nêrînan jî weke revîzyonîst nabîne û bi vî awayî gelekî asayî ye ku di nava tevgera çîna karkeran de napejirîne ku tevgereke reformîst a civakî heye.

Em werin mijara neteweperestiyê…

Li gorî hevalê Mihrî Bellî di navbera “neteweperstiya şoreşger” û enternasyonalîzma proleter de nakokî tune ne. Mihrî Bellî’yê ku xwe weke “neteweperestekî şoreşger” pênase dike, dibêje ku kesên sosyalîst, neteweperestên tund in. Lewra “kêmasiya neteweperestiyê, mirovan dûrî enternasyonalîzmê dibin”.

Gelo Mihrî Bellî nizane ku kesên sosyalîst ne neteweperest in, lê belê welatparêz in û têgehên nasyonalîzm û enternasyonalîzm, bi giştî li dijî hev in? Bêguman dizane. Lê belê helwesta Mihrî Bellî xwe bi tundiya bûrjûwaziya biçûk ve girê dide û ev helwest dike ku dûrî şoreşgeriya proleteryayê bikeve û qaşo “neteweperestiya proleter” pêş dixe.

Di bingeha van tevan de ew tişt heye ku bûrjûwaziya biçûk a tund a “şoreşgerên neteweperest” xwe wiha nîşan didin ku ew şoreşgerên neteweperest in û ji şoreşgerên proleter ne cudatir in û bi vî awayî xwe şêrÎn nîşan didin. Mihrî Bellî bi heman awayî dixwaze xwe di mijara neteweyî de jî şêrîn nîşan bide.

Li gorî Mihrî Bellî di mijara pirsgirêka neteweyî de hertim û di nava her mercî de li Tirkiyeyê tenê riyeke çareseriyê heye; tenê riyek heye ku li gorî berjewendiyên gelê kedkar ê Kurd e. Ew jî çareseriya di nava sînorên Misakî Millî de ye.

Lê belê ev nêrîn ji bingeha xwe ve şaş e û li dijî sosyalîzmê ye. Weke ku tê zanîn proleteryaya şoreşger, di çarçoveya mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweyan de nêzîkî mijara neteweyî dibe. Em, li gorî mafê diyarkirina çarenûsa xwe neteweyan dibêjin ku gotinên weke “di nava her mercî de pêwîst e ku mijar di nava sînorên Misakî Millî de were nirxandin” an jî “yekane riya li gorî berjewendiyên gelê Kurd ê kedkar, bikaranîna mafê veqetandinê ye” şaş in. Hêmanên neteweperest ên bûrjûwaziya biçûk ên herdu aliyan, van nêrînan tînin ziman. Bi awayekî aşkere tê diyarkirin ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweyan di nava kîjan mercan de weke veqetandin, xweserî û federasyon dikare were bikaranîn. (Em ê vê mijarê di nivîseke din de bi awayekî berfireh binirxînin. Ji ber ku armanca vê nameya kurt ne ev e, em li vir mijarê berfireh nakin).

Weke ku me li jor jî diyar kiriye, di bingeha van nêrînên neteweperest ên Mihrî Bellî yên ku enternasyonalîzma proleteryayê lawaz dike de hişmendiya şoreşê û şêwaza xebatê heye; lewra xwe bi “şoreşgerên neteweperest” ango bi şoreşgerên bûrjûwaziya biçûk ve girê didin û xwe ji wan re dadixin.

-V-

Me cudahiyên nêrînê yên di navbera me û Mihrî Bellî de bi kurtasÎ wiha diyar kirin. Weke ku tê dîtin mijar ne mijara helwestekê li dijî “cudahiyên biçûk ên nêrînê” ye ku di nava refên me de mijareke di asta duyemîn de girîng e; mijar neqandina di navbera lenînîzm û reformîzma civakî de ye.

Ev, ne bi riya rexneyê sererastkirina nêrînên şaş e; mijar, mijara bêbandorkirina nêrînên rastgir ên ku dikarin tevgerê ji bingeha xwe ve ji rê derxin e.

Helwest, di navbera şoreşgeriyê û oportunîzmê de ye. Kesên ku dibêjin nêrînên Mihrî Bellî şaşin, lê belê bi hincetên cuda di nava wan refan de dimînin, bila zanibin ku di nava çirava oportunîzmê de mane. Û niyeta wan a subjektîf çidibe bila bibe, hestên wan çiqas paqij bin jî di nava helwesteke herî qurnaz, durû û gemar a oportunîzmê de ne.

Em ê heta dawiyê li dijî wê yekê derkevin ku hêmanên şoreşger ên proleteryayê bibin mijara bazarê. Em heta niha nêzîkî bazarên wiha nebûne û em ê îro jî nêzîkî wan nebin!

Bila neyê jibîrkirin ku şoreşgerên proleter, tenê ji bo aramiya tevgera şoreşger dikarin di taktîkan de yan jî di mijarên teorîk de dikarin lihevkirinên derbasdar ava bikin û ji bo şoreşê xwe biguherînin. Lê belê di hêmanên şoreşger ên proleteryayê de tu carî nêzîkî bazaran nabin. Û li dijî kesên ku van hêmanan dikin mijara bazarê jî helwesta herî nelihevker û tund nîşan didin.

Ew hevalên ku me bi tundiyê tawanbar dikin pêwîst e ku dev ji van helwestên xwe yên şaş û lihevker berdin; pêwîst e ku hevalê Mihrî Bellî rexnedayîna xwe dike û were ser riya rast; pêwîst e ku ev heval pragmatîzmê deynin aliyekî, ji hêmanên sosyalîzma zanistiyê bawer bin, beriya ku dema wê derbas bibe hişê xwe bînin serê xwe. Em bi dostanî û hevaltiyê van şîretan dikin.

KURTULUŞ

RÊBENDANA 1971’Ê

JÊRENOT:

(*) Ev nivîs bi îmzeya Ertugrul Kurkçu, Yusuf Kupeli, Munir Aktolga û Mahir Çayan di Rêbendana 1971’ê de ji WEŞANÊN KURTULUŞ’ê weke borşûrekê hate weşandin.

(1) Me dikarîbû em dev ji ASD’yê bernedin. Me dikarîbû em pêşiya bîrdozî û komên din bigirin. Lê ji ber nivîskarên sereke yên ASD’yê di vê kovar de nûnertiya bîrdoziya duyemîn tê kirin. Li gorî me ASD, weke kovara Turk Solu’yê dema xwe derbas kiriye. Ji ber vê yekê jî me ASD ji koma din re hişt.

(2) ”Maoist”ên Campus ên Amerîkayê û koma PDA’yê ya welatê me, mînakên herî şênber ên v^eyekê ne. Rewşa vê beşa sosyalîzmê ya li welatê me bi rastî jî kambax e. (Kesên li dora PDA’yê asta geşedana welatê me, taybetmendiyên herêmî, rewşa erdnîgariyê û taybetmendiyên heyama qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê paşguh dikin û drûşm û taktîkên şerê Gel ê Çînê bêyî ku bala xwe bidin mercên cih û demê radigihînin û bi vî awayî armanc û bergehê berovajî dikin. Em ê van xalan di nivîsa xwe ya bi navê Riya Li Gorî Tirkiyeyê de rave bikin. Armanca vê nivîsa kurt ne ev e.) Kesên wiha ji aliyekî ve li salonên xweş û li Campus’an şerê gel diqîrin û li aliyê din jî çavan didin çînên serdest û ji bo tevgera şoreşger dibêjin ku ew anarşîst (!) in ku dixwazin tevgerê derxin derveyî sînorên makezagona 27’ê Gulanê.

(3) Weke ku hinek dibêjin, bûyîna hêza pêşeng a proleteryayê nayê wê wateyê ku proleterya di nava hêzên sereke de cih nagire. Karker û gundî, hêzên sereke yên şoreşê ne.

(4) Wê şoreş ji gundewaran berê xwe bide bajaran. Ev, dozîneya gerdûnî ye ku lenînîzm wê ji bo welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh derpêş dike. Ji ber ku Tirkiye jî welatekî nîv-mêtîngeh e, wê şoreşa Tirkiyeyê jî vê riyê bişopîne. Ango wê şerê sereke li gundewaran be. Lê belê ji ber taybetmendiyên heyama qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê û asta geşedanê ya hêzên hilberîner ên Tirkiyeyê wê şoreşa Tirkiyeyê ne weke şoreşên Vîetnam, Çîn û Kubayê bigihêje serkeftinê. Wê têkiliyên bajar û gundewaran û merhaleyên şerê gel li Tirkiyeyê cuda bin. Di heyama pêşîn de wê bajar qada sereke bin û gundewar alîkar bin û wê di heyama duyemîn de gundewar sereke bin û bajar alîkar bin. “Şerê Şoreşgerî yê Hevgirtî”. (Em ê van mijaran di nivîsa xwe ya Riya Li Gorî Tikriyeyê de rave bikin).

(5) Mirov ji têgihiştina rêxistinê ya hevalê Mihrî Bellî re bêje menşevîzm jî, zêde ye. Mihrî Bellî ji bo ku xwe ji tundrewên bûrjûwaziya biçûk re şêrîn bike dibêje “têkoşîna ji bo demokrasiyê, têkoşîna ji bo rêxistinê ye. Rêxistin, bi saya têkoşîna demokrasiyê dikare ji vê pêvajoyê rizgar bibe” û bi vî awayî mijara partiya sosyalîst, dixe nava zehmetiyê.


Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

image_pdf
Bunları da beğenebilirsin

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.