ÇÎROKA JIYANA ÇAR GERÎLAYÊN MLSPB’YÊ YÊN KU DI PÛŞBERÊ DE ŞEHÎD BÛN

0 38
image_pdf

Di 30’ê Adara 1972’yan de bi pêşengiya Mahir Çayan, 10 gerîla li Kizildereyê destana berxwedanê afirand û bûn meşaleyên ku riya şoreşa Tirkiyeyê ronî dikin. Cara pêşîn THKP-C’yê li gorî mercên taybet ên Tirkiyeyê stratejiyeke şoreşê pêş xist. MLSPB jî weke berdewamiya THKP-C’yê di Rêbendana 1975’an de li dijî Sefareta Amerîkayê ya li Stenbolê çalakiyeke bombeyî li dar xist û di dîrokê de cihê xwe girt.

Di 12’ê Îlona 1980’yî de Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) bi fermandariya zarokê Amerîkayê, ango Kenan Evren bi darbeyeke leşkerî hat ser kar. MLSPB’yê têkoşîna xwe ya çekdarî ya ku di 1975’an de dest pê kiribû û bi plansaziyeke aqilane, çalakiyên propogandaya çekdarî yên “dengvedanê” heta Pûşbera 1981’ê berdewam kirin.

MLSPB’yê, hêj di pêvajoya avabûnê de diyar dikir ku têkoşîna li dijî emperyalîzmê û têkoşîna li dijî siyonîzmê ji hevdu nayên qetandin û rizgariya gelê Filistînê, ji vê hêlê ve wê di Rojhilata Navîn de risteke gelekî girîng bileyîze. Li gorî vê hişmendiyê jî li dijî emperyalîzma Amerîkayê, siyonîzmê û hevkarên wan ên li welatê me bi sedan çalakî li dar xistin.

Yek ji wan jî cezakirina Sersefîrê “Israîlê” yê li Stenbolê bû ku Israîl jî destê emperyalîzma Amerîkayê yê li Rojhilata Navîn bû. Hevrêyên me yên pêşeng Mete Attila Ermutlu û Tamer Arda yên ku wê ev operasyon li dar bixista, di 6’ê Pûşbera 1981’ê de di kêmînên xayin de şehîd bûn. Di heman rojê de hevrêyên Dogan Ozzumrut û Ercan Yurtbilir jî li Stenbol/Maltepe’yê di mala rêxistinê de hatin dorpêçkirin û di şer de şehîd bûn.

“Ew, di axê de bi qasî moriyan,

di avê de bi qasî masiyan,

di asîmanan de bi qasî çûkan zêde bûn;

Di destanên me de tenê serboriyên wan hebûn.

û ji bo wan hat gotin ku:

ji zincîrên wan pêve tiştek tune bû ku winda bikin.” (1)

– METE ATTILA ERMUTLU

Attila di 1952’yan de li Qersê di malbateke dewlemend de jidayîk bû. Di xwendina amadehî de têkoşîna şoreşger nas kir. Attila bi alîgiriya THKP-C’yê gava xwe avêt nava têkoşîna şoreşger; di 1971’ê de ji bo xwendina zanîngehê çû Stenbolê û li wir derdorên şoreşger nas kirin û têkilî bi wan re danîn. Piştî 1973’yan Attila di nava tevgerên ciwanan ên ku nû pêş diketin de cih girt. Bi taybetî jî di sala 1975’an de di Dibistana Bilind a Endezyariyê ya Galatasarayê de tev li nava têkoşîneke milîtaniyê bû û bû yek ji pêşengên têkoşînê. Di nava herikîna têkoşîna şoreşger a wê demê de ji tevlibûna çalakiyên ciwanan heta pevçûnên çekdarî yên bi faşîstan re û heta xebatên cuda yên rêxistinkirinê, di nava têkoşîneke piralî de cih girt.

Di sala 1975’an de giha wê baweriyê ku pêwîst e êdî têkoşîn di nava tevgereke xwendekaran de asê nemîne û bi awyekî berfirehtir were meşandin; ji ber vê jî bi şoreşgerên derdora xwe re berê xwe da xebateke din a cuda. Ji bo ku têkoşîna xwe bi awayekî berfirehtir û zanetir bimeşîne bi şoreşgerên derdora xwe re rêxistinbûneke ku ji yekîneyan pêk tê, ava kir. Ji ber ku bi xeta THKP-C’yê bawer bû (bi saya serborî û zanebûna xebatên wî yên şoreşger ên heta wê rojê ev guhertin pêk hat), ji bo ku bi awayekî rastîn xeta THKP-C’yê bikeve meriyetê hewl da rêxistinbûneke li gorî vê xetê ava bike. Di wê demê de MLSPB jî weke rêxistineke serbixwe derket ser dika dîrokê. Attila, piştî demeke kurt a ji avakirina MLSBP’yê, bi hemû derfetên xwe, xwe bi têkoşîna ku MLSPB dimeşîne ve girê da.

Attila Ermutlu bi taybetî jî piştî 1977’an di nava mekanîzmayên MLSPB’yê de berpirsyarî rakirin. Atilla, peywir û berpirsyariyên ku rêxistinê danîn ber wî, bi fedakariyeke mezin bi cih anîn û di nava her cûre çalakiyên polîtîk-leşkerî de cih girt. Mete Attila li kampên Filsitînê (Libnanê) perwerdeya leşkerî dît û di çalakiyên leşkerî yên MLSPB’yê yên sala 1979’an de peywirên girîng girtin.

Endamê Komîteya Giştî yê MLSPB’yê Mete Attila Ermutlu bû berpirsyarê rêxistinkirina konferansên rêxistinê; li hin cihan bû berpirsyarê herê û xebatên MLSPB’yê yên derveyî Stenbolê bi rêve birin û her wiha gelek peywir û berpirsyarî rakirin. Di Konferansa 1’emîn a 30’ê Pûşbera 1978’an de endamê konferasnê bû û di “Konferansa Awarte” ya Berfanbara 1978’an de jî dîsa endamê konferansê bû.

Piştî ku MLSPB’yê di Rêbendana 1980’yî de derb xwar, hevrêyê pêşeng Attila Ermutlu bû endamê Komîteya Navendî û di asta yekemîn de berpirsyarî rakir û ji bo meşandin û bilindkirina têkoşînê hewldanên derasayî nîşan dan. Piştî ku di 12’ê Îlona 1980’yî de zarokê Amerîkayê Kenan Evren û generalên pê ve girêdayî hatin ser kar (di wê demê de tevgera şoreşger a Tirkiyeyê derbên giran xwarin û reva ji têkoşînê, bêzarbûn, teslîmkarî û penaberbûn gelekî belav bûbûn) bi bawerî û biryardariyeke bêtir xwe bi têkoşînê ve girê da. Ji bo ku li dijî Cûntaya Amerîkanperest têkoşîna çekdarî were bilindkirin, ligel ku li deverên cîhanê dijmin li pey wî bû jî hewldanek mezin nîşan da û di çalakiyên MLSPB’yê yên li dijî cûntaya 12’ê Îlonê de carinan weke rêvebir carinan jî rasterast weke çalakger cih girt.

Attila Ermutlu di peywirdarkirinên nava rêxistinê yên piştî 12’ê Îlonê de bûbû endamê Komîteya Navendî. MLSPB bi pêşengiya Attila Ermutlu li dijî cûntayê plansaziya hin çalakiyên gerîla kiribû. Yek ji van jî cezakirina Sersefîrê Stenbolê yê “Israîl”a dûvikê emperyalîzma Amerîkayê yê li Rojhilata Navîn, bû. Ji bo ku amadekariyên dawî yên çalakiyê ji ber çav werin derbaskirin, pêwîst bû ku koma gerîla ya ku wê di vê çalakiyê de cih bigirta, li Sefakoya Stenbolê hev dîtibana. Attila jî di çalakiyê de peywirdar bû. Xayînê bi navê Şemsi Ozkan di 5’ê Pûşberê de kete destê polîsên siyasî û bi wan re hevkarî kir. Piştî ku ev kesê xayîn cihê hevdîtinê ji polîsan re got, polîsan kemîn danî û Attila şehîd xistin. Di 6’ê Pûşbera 1981’ê de erebeya ku Attila bixwe diajot, bi mahneya kontrolkirina ehliyetê hat dorpêşkirin û Attila bi guleya ku ji aliyê çepê yê aniya wî hate berdan, saet 8’ê sibehê hat şehîdkirin.

Attila Ermutlu kesayeteke afirîner û şoreşgerê rojên zehmet bû. Ew “serhişk” bû, biryardar bû û fedakar bû. Hevrêyekî pêşeng bû û di têkoşîna gerîlayên bajar a MLSPB’yê de bûbû pispor.

Ew, wê di têkoşîna THKP-C/MLSPB’yê ya li dijî emperyalîzm, siyonîzm û hevkariya ya ji bo Tirkiyeya serbixwe, welatê azad û ji bo sosyalîzmê de wê hertim riya me ronî bike û wê her bijî.

– TAMER ARDA

Tamer Arda li Bakirkoya Stenbolê di 1959’an de jidayîk bû. Dê û bavên wî karker bûn. Arda li heman navçeyê xwendina seretayî û navîn kir, lê ji ber sedemên cuda di dibistana navîn de dev ji xwendinê berda.

Tamer hêj di temenên gelekî ciwan de ramanên şoreşger nas kirin. Piştî 1974’an tev li derdorên şoreşger bû. Di heman salan de MLSPB jî ava bûbû.

Piştî Kizliderê, Yekîneya Propogandaya Çekdarî ya Marksîst Lenînîst (MLSPB) ava bû. Tamer Arda tev li nifşê ciwan ên nava refên MLSPB’yê bû û ji destpêkê ve tev li xebatên şoreşger bû. Tamer hêj di temenên gelekî ciwan de li kargehan weke karkerî kir. Ji aliyekî ve pirsgirêkên çîna karkeran ji nêz ve nas kirin û ji aliyê din ve jî girêdanên xwe bi karkeran re ava kirin û xebatên rêxistinkirinê kirin.

Di sala 1975’an de li gorî ramanên THKP-C’yê MLSPB ava bû. Tamer Arda di nava tevgera ku li gorî ramanên THKP-C’yê dimeşiya de dest bi têkoşîna şoreşger kir. Di encama xwezayî ya pêvajoya avabûnê de ew jî bû yek ji endamên pêşîn ên MLSPB’yê û piştî avakirina MLSPB’yê jî tev li gelek çalakiyên çekdarî bû.

Tamer Arda di 1975’an de tevî çeka xwe kete dest, di navenda ewlehiyê de lêpirsîna wî hat kirin û ew hat girtin. Di lêpirsînê de têkiliya xwe ya bi rêxistinê re negot. Ji ber vê jî tenê ji ber rahiştina çekan di girtîgeha Sagmacilar’ê de ma. Piştî ku hate berdan dîsa tev li têkoşîna rêxistina xwe bû. Di heman salê de li pêşiya dibistaneke amadehî de dema belavok belav dikirin, dîsa bi çeka xwe hate girtin.

Tamer Arda bi koma ji 18 kesan pêk dihat û Mehmet Zeki Yumurtaci jî di nava wê de bû, di sala 1977’an de ji bo perwerdeya çekdarî çû kampên Filistînê. Di kampên Filistînê (Libnanê) de perwerdeya leşkerî dît û vegeriya welatê xwe. Di heman salê de di encama serdagirtinekê de tevî hevalên xwe di maleke rêxistinê de hate girtin. Di şaxa siyasî û cihê lêpirsîna taybet a MÎT’ê de rastî êşkenceyên herî giran hat. Tamer Arda di lêpirsînê de got ku ew kesî nas nake, heta hevalên ku bi wî re di malê de hatin girtin jî nas nekirin. Her wiha digot ku tu têkiliyên wî bi rêxistinan re tune ye. Ji ber berwedana wî polîsên siyasî har û dîn bûbûn. Di encamê de dîsa hat girtin. Tamer di temenên ciwan de kete nava têkoşîneke mezin û berpirsyarî rakirin. Li girtîgehên Sagmacilar, Sinop, Sakarya û Akhisar’ê zêdetirî salekê girtî ma. Di 1978’an de hat berdan û dîsa tev li têkoşîna germ bû. Tev li gelek operasyonên leşkerî yên ji hêla MLSPB’yê ve hatin rêxistinkirin, bû.

Arda ji destpêkê ve di nava yekîneyên şer ên MLSPB’yê de tev li xebatên profesyonel bû û li gelek cihên Stenbolê berpirsyarî rakirin. Di taxên weke Zeytinburnu, Kazliçeşme, Kocamustafapaşa, Beşyuzevler, Rami û Gaziosmanpaşayê di şaneyan de weke endamê şaneyê, berpirsyarê şaneyê û berpirsyarê xebatên herêmên jêrîn peywir girtin.

Piştî sala 1979’an xebatên MLSPB’yê gelekî xurt bûn û Tamer Arda di çalakiyên polîtîk-leşkerî de cih girt. Piştî ku di 12’ê Îlona 1980’yî de zarokê Amerîkayê Kenan Evren û çeteya generalên wî hatin ser kar, Arda rastî berpirsyariyên girîngtir û mezintir hat û bi biryardarî û fedakariyeke mezin ev berprisyarî rakir. Tamer Arda, girêdayî Komîteya Navendî li herêmên welat ên ku rêxistinê li wir xebat dimeşandin, bi awayekî çalak tev li xebatên berdewamkirina xebatan û sererastkirina têkiliyên rêxistinî bû. Li herêma Stenbolê jî di rêxistinkirina xebat û têkiliyan de xebateke çalak meşand û peywirên girîng rakirin. Piştî cûntaya 12’ê Îlona 1980’yî, di plansazî û rêxistinkirina gelek çalakiyên MLSPB’yê de û di nava kadroyên çalakiyan de cih girt.

Piştî cûntaya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê MLSPB’yê biryara rêzeçalakiyan girtibû. Yek ji van çalakiyan jî cezakirina Sersefîrê “Israîl”a Siyonîst bû. Tamer Arda jî yek ji kadroyên peywirdar ên vê çalakiyê bû. Dema ji bo amadekariyên dawîn ên çalakiyê kontrol bike diçû cihê hevdîtina vi hevalên xwe re, ji ber gotinên xayînê bi navê Şemsi Ozkan’ê ku bi MÎT’ê re hevkarî kiribû, li kolana binê qada Sefkoyê kete kemîna polîsan û ji hêla polîsên şaxa 1’emîn ve bi awayekî birîndar hate girtin. Dema li erdê bi awayekî birîndar dirêjkirî bû mudîrê ewlehiyê yê ku di bêrîka wî de nasnameya Amerîkayê hebû yê bi navê Şukru Balci gelek gule lê reşandin û ew şehîd ket. Arda di 6’ê Pûşbera 1981’ê de di 8’ê sibehê de şehîd bû û di laşê wî de şûna zêdetirî 40 guleyî hate dîtin.

Tamer Arda bi Şoreşê û Sosyalîzmê û xeta THKP-C’yê bi baweriyeke xurt girêdayî bû; her wiha fermandarekî leşkerî yê jêhatî û şervanekî biryardar û wêrek bû. Ji ber vê jî berdevkên olîgarşiyê û ragihandina bûrjûwaziyê ji bo wî digotin “gerîlayê bajar ê herî mezin ê salên dawî”.

– DOGAN OZZUMRUT

Dogan di sala 1957’an de li Izmirê di malbateke kedkar de hate cîhanê. Di dibistana amadehî de tev li têkoşîna şoreşger bû. Dema li dibistana amadehî ya Vefa’yê ya Stenbolê dixwend di binê sîwana IDOD’ê (Komeleya Perwerdeya Navîn a Şoreşger a Stenbolê) de weke alîgirekî MLSPB’yê tev li têkoşînê bû. Di wê demê de tev li çalakiyên ciwanan ên weke desteserkirin, xwepêşandan, meş û çalakiyên xewgehan bû. Dogan, di yekîneyên alîgirên çalak ên MLSPB’yê de cih girt û têkoşîna xwe berdewam kir. Ji ber ku li beşa Bijîşkiya Diranan a Amedê dixwend, di sala 1977’an de li Amedê xebatên xwe yên şoreşgerî berdewam kirin.

Ji aliyekî ve bi awayekî çalak tev li têkoşîna ciwanan xwendekar bû û ji aliyê din ve jî bi beşên cuda yên civakê re têkilî pêş xistin û xebatên rêxistinbûnê bi rêve birin. Di sala 1977’an de di operasyona polîsan de kete binçavan û hate girtin û demekê di zindanê de ma. Piştî ku hate berdan vê carê bêtir bi tecrûbe û biryardar têkoşîna xwe berdewam kir. Di heman demê de Dogan vê carê di dema çalakiyekê de hate girtin. Di çalakiya cezakirina sûbayekî ku weke fermandarê leşkerî li herêmê kar dikir de beriya ku çalakî bi ser bikeve Dogan tevî çeka xwe hate girtin. Lêpirsîna wî li avahiya MÎT’a Amedê hate kirin. Di lêpirsînê de Dogan di derbarê çalakiyê û rêxistina xwe de tiştek negot û got ku ew ji Stenbolê nuh hatiye. Li ser vê yekê ew bi balafirê birin Stenbolê û li avahiya Ewlehiyê ya Stenbolê êşeknceyên giran lê kirin. Lê wî helwesta xwe ya berxwedana şoreşger berdewam kir.

Di nava sala 1978’an de rêxistina wî ji bo peywirdariyekê bang li Dogan kir ku were Stenbolê. Dogan li vir tev li xebatên profesyonel hate kirin û ji sala 1979’an û şûnve di şaneyên MLSPB’yê de hate peywirdarkirin. Dogan li Stenbolê bi Tamer Arda re di heman şaneyan de û li heman herêman xebatên şoreşger meşandin. dogan, girêdayî şaneya xwe berpirsyariya xebatên herêmên jêrîn rakir. Dogan Ozzumrut yek ji kadroyên pêşeng ên MLSPB’yê bû û di gelek çalakiyên gerîla de cih girt.

 Dogan piştî cûntaya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê ji bo ku têkoşîna çekdarî bilind bike û birînên heyî derman bike di nava kadroyên wê demê de cih girt. Piştî ku xayînê bi navê Şemsi Ozkan bi polîsê siyasî re hevkarî kir, mala şaneyê ya ku ew lê dima di şeva 5-6’ê Pûşberê de hate dorpêçkirin. Ew û hevalên xwe di malê de bûn. Polîsê siyasî banga “teslîmbûnê” li wan kir. Lê wan bi drûşmeyên “Yan Welatê Azad An Mirin” û “Heta Rizgariyê Şer” û bi sirûda “Gerîla Li Quntarên Asê yên Riya Şoreşê Dimeşin” (Devrim yolunun sarp yamaçlarında ilerliyor gerillalar) bi çekên xwe bersiva wan dan. Di 1971’ê de ala şoreşê li Maltepeyê di destê hevrêyên pêşeng Mahir Çayan û Huseyin Cevahir de li ba dibû; vê carê jî ew al li Stenbol/Maltepeyê di destê Doganan de bilind dibû. Pevçûn heta berbanga 6’ê Pûşbera 1981’ê berdewam kirin. Du gerÎlayên bajar Dogan Ozzumrut û Ercan Yurtbilir şehîd bûn.

– ERCAN YURTBILIR

Ercan Yurtbilir di 1961’ê de li Kocamustafapaşa’ya Stenbolê di malbeteke esnafê biçûk de jidayîk bû. Dema li dibistana amadehî ya Şehremini dixwend weke alîgirekî MLSPB’yê tev li têkoşîna şoreşger bû. Di xebatên MLSPB’yê yên herêmê û dibistanê de cih girt. Li kêleka Kocamustafapaşa’yê li taxa Kanarya’yê jî di Xewgeha Xwendekaran a Ataturk’ê de di nava pevçûnên bi faşîstan re de cih girt.

Ercan Yurtbilir di sala 1977’an de bi hevalên yekîneya xwe re diravên bankayekê kirin malê gel û di vê çalakiyê de hate girtin. Piştî çalakiyê di pevçûna çekdarî ya bi polîsan re de hate girtin. Di girtîgeha Sagmacilar’ê de tevî hevalên xwe û şoreşgerên din tev li du çalakiyên serhildanê bû. Piştî vê serhildanê ew û hevalên wî mişextî girtîgeha Samsûnê bûn. Ji wir jî ji ber hin çalakiyên nava girtîgehê mişextî girtîgeha Adapazari’yê bû. Herî dawî ji girtîgeha Nigde’yê ji bo ku bi awayekî çalaktir tev li têkoşîna şoreşger bibe, reviya.

Piştî ku di destpêka sala 1979’an de çalakiya revê kir, weke şoreşgerekî xwedî tecrûbeyên bêtir, careke din di xeta têkoşîna germ a rêxistina xwe de cih girt. Ercan, ji hêla rêxistina xwe ve di yekîneyeke ku li taxên weke Gaziosmanpaşa, Alibeykoy, Topkapi û Pazariçi’yê xebatan dimeşînin de hate peywirdarkirin. Ercan Yurtbilir’ê ku yek ji berendamên MLSPB’yê bû di gelek çalakiyên polîtîk-leşkerî yên ku ji hêla rêxistina wî ve hatin birêxistinkirin de cih girt.

Ercan, bi hevrêyê xwe Dogan Ozzumrut re li Maltepeyê di maleke şaneyî ya rêxistinê de dima. Ev milîtanê jiyanhez, ciwan, çalak û bi biryar di nava mercên cûntaya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê yên ku tê de rev û bêzarî serwer bûn de di wê baweriyê de bû ku dikare zêdetir tiştan bike û bi coş û kelecaneke mezin tevdigeriya. Lê belê kemîna xayîn weke hevalên wî ew jî di dema wî ya herî sûdwer de xiste nava xwe.

Xayînê bi navê Şemsi Ozkan bi polîsê siyasî re hevkarî kir û mala ku ew lê dima ji polîsan re got. Di şeva 5-6’ê Pûşberê de mala ku ew lê dima ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Ercan Yurtbilir, bersiva banga polîsan a “radestbûnê” di cih de bi çeka xwe da. Bi hevrêyên xwe re sirûd û drûşmeyên MLSPB’yê berz kirin. Ercan di 6’ê Pûşberê de nêzîkî berbanga sibehê bi hevalê xwe Dogan Ozzumrut re ala şoreşê bilind kir, ew al parast û li gorî helwesta şervanên şoreşger şehîd bû.

Weke rêxistineke berxwedana çekdarî THKP-C/MLSPB li dijî emperyalîzmê, siyonîzmê û hevkarên wan ên li welatê me bi sedan çalakî li dar xistin. THKP-C/MLSPB’yê emperyalîzmê, olîgarşiyê û faşîzmê weke armancên sereke diyar kirin. Li gel vê yekê ji bo piştgiriya gelê Filistînê jî çalakiyên dij-siyonîst pêk anîn. Hin ji van çalakiyên li dijî emperyalîzm û siyonîzmê hatin lidarxistin, ev in:

Çalakiyên ku di pêvajoya 1971-1972, pêvajoya şerê gerîla de hatin lidarxistin ev in:

1- Di 16-17’ê Sibatê de navenda depoya leşkerî ya Amerîkayê ya bi navê Tuslog’ê ya li Zincirlikuyu’yê û sefareta DYA’yê hatin bombekirin.

2- Sersefîrê “Israîl”a dûvikê emperyalîzma Amerîkayê yê li Rojhilata Navîn ê bi navê Efraîm Elrom hate revandin. Ji lijneya faşîst a wezîran hat xwestin ku şoreşgerên girtî werin berdan û Danezana Eniyê di TRT’yê de were xwendin. Piştî ku di dema hate diyarkirin de şert nehatin bicihkirin, Elrom li ser navê gel hate darizandin û bi guleyan hate cezakirin.

3- Di 30’ê Adara 1972’yan de sê sîxurên Ingilîz ên ku di NATO’ya ku rêxistina leşkerî ya emperyalîzma Anglo-Amerîkan e de peywirdar bûn hatin gulebarankirin. Li Kizildereyê bi polîs û leşkerên Tirk ên ku tetîkkêşên NATO’yê ne re bi saetan şer qewimî û dîrokeke berxwedanê hate nivîsîn.

Çalakiyên ku di pêvajoya 1975-1981’ê, pêvajoya şerê gerîla de hatin lidarxistin ev in:

4- Di Rêbendana 1975’an de Sefareta DYA’yê hate bombekirin.

5- Di Gulana 1975’an de geraca Tuslog’ê ya ku depoya leşekrî ya DYA’yê ye, ya li Zincirlikuyu’yê hate bombekirin.

6- Di Îlona 1975’an de li Atakoy’ê rawestgeha bêhnvedanê ya leşkerên NATO’yê hate bombekirin.

7- Di Mijdara 1976’an de şîrketa balafirên fermî yên “Israîlê” ya bi navê El-Al hate bombekirin.

8- Di Sibata 1977’an de qesra Celal Bayar’ê ku welatê me pêşkêşî emperyalîzmê kiribû, rêveberê herî girêdayî yê emperyalîzmê û bûrjûwaziya yekdest ê li welatê me û dij-komunîstekî har bû, hate bombekirin.

9- Di Gulana 1979’an de li Atakoy’ê leşkerê Amerîkî (li depoya leşkerî ya Amerîkayê ya bi navê Tuslog’ê peywirdar bû) Thomas Mosley bi kuştinê hate cezakirin. Û di çalakiyê de Andrea Renat birîndar bû.

10- Di Berfanbara 1979’an de li Bakirkoy’ê kesên Amerîkî yên bi navê Elmor Cooper, Robert Fri-end, Klark Budo û James Shimit bi kuştinê hatin cezakirin.

Emperyalîzma Amerîkayê li welatê me, Tirkiyeyê kontroleke giştî pêk anîbû û bi riya hevkarê xwe olîgarşiyê, çerxa xwe ya mêtîngerî û zordestiyê digerand. Di heman demê de bi baregehên leşkerî, avaniyên radarê, balafirgeh, sefaret û sîxuran welatê me weke tevnekê dorpêç kiribû.

Ev kesên Amerîkî yên ku me ew bi kuştinê ceza kirin, sîxûrên CIA’yê bûn ku li Haramidere’ya Stenbolê di baregehan de peywirdar bûn.

11- Di Rêbendana 1980’yî de li Kocasinan’ê me gerînendeyê şirketa balafirên fermî yê “Israîl”ê Abraham Elazar, bi kuştinê ceza kir.

“Israîl”a siyonîst axa Filistînê dagir kiriye û li Rojhilata Navîn leşkeriya DYA’yê dike. Me ev çalakî li dijî komkujiyên “Israîl”ê yên li Filistînê li dar xist. Buroyên şîrketa El-Al’ê weke şaxên tevna sîxuriyê, MOSSAD’ê kar dikirin. Abraham Elazar jî gerînendeyê wê bû û sîxurê MOSSAD’ê bû.

12- Di 16’ê Nîsana 1980’yî de li Beşiktaş’ê sîxurê DYA’yê yê li welatê me Sam Novello û Ali Sabri Bayraktar bi kuştinê hatin cezakirin.

Alberto Sam Novello’yê ku hate ceakirin ji salên 1960’î heta dawiya salên 1970’yî 15 salan di Hêzên Deryayî yên Tirk de peywirdar bû. Ji destpêka salên 1970’yî heta roja ku hate kuştin jî di sefareta Amerîkayê ya li Enqereyê de weke sûbayê istixbaratê yê deryayî yê payebilind kar dikir; li Behra Reş tevgera hêzên deryayî yên Sowyetê dişopand û sîxurekî CIA’yê bû ku li dijî Sowyetê karên sîxuriyê bi rêve dibirin.

Ji bo serxwebûn, demokrasî û sosyalîzmê em di kesayeta pêşengên xwe yên avaker Mahir, Huseyîn û Ûlaş de, ji bo hemû şehîdên xwe sond dixwin ku em ê heta rizgariyê şer bikin. Riya me, riya wan kesan e ku di riya şoreşê de şehîd bûne!

Bijî THKP-C!

Yan Welatê Azad An Mirin!


Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

Buroya Ragihandinê ya Eniya Şoreşê ya Rojhilata Navîn

(1) Nazim Hikmet: Destana Şerê Rizgariyê (Kurtuluş Savaşi Destani)

image_pdf
Bunları da beğenebilirsin

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.