MAHİR ÇAYAN: JIRÊDERKETINA RASTGIR Û TEORÎ Û PRATÎKA ŞOREŞGER

0 28
image_pdf

“Mîrzayên me yên rewşenbîr ên ku bi ziravî rihê xelkê kur dikin û dibêjin ‘Gelo li Tirkiyeyê çîna karkeran hebû? Ev, proleteryaya hemdem bû yan na?’ bila nebin xwedî ramaneke rast. (…) Çîna me ya karkeran, teqez proleteryaya hemdem e û dîroka wê ya civakî jî, beriya dîroka sermayeya taybet a herêmî ya Tirkiyeyê dest pê dike. Lêkolînên herî biçûk jî dikarin vê yekê nîşan bidin…” (1) H. Kivilcimli

“Bêyî Ku Teoriya Şoreşger Hebe, Mirov Nikare Behsa Tevgera Şoreşger Bike”

Ji bo welatên wekî welatê me yên ku di binê nîrê emperyalîzmê de ne û tê de jiyan û raman bûrjûwaziya biçûk gelekî bi bandor e, ev gotin bêtir bi wate ye. Dagirkeriya Yankee’yan di nêrîna pêşîn de weke “çiyayekî” xurt xuya dike û di asta stratejîk de ji hêla her cûre oportunîzmê ve tê mezinkirin. Ev dagirkerî, li welatê me ji hunerê heta werzîşê, di tavahiya jiyana civakî de bandorê dike. Emperyalîzma Yankee’yan a ku ji dewlemendiyên binerd heta bazirganiya derveyîn û ji aboriyê heta polîtîkayê li ser welatê me serdestiya xwe çê kiriye, weke ku tê zanîn bi hevalbendên xwe yên feodal re jî partiya desthilatdariyê ya demokrasiya me ya pêlîstok e. Li vî welatî tevgerên herî biçûk ên demokratîk ên di derbarê rizgariya neteweyî de jî rastî êrîşên perçiqandinê tên û kesên ku rizgariya neteweyî dixwazin, li kolanên sereke û li pêşiya çavên gel bi awayekî aşkere têne kuştin. Li welatekî wiha, di binê van mrcan de dev ji marksîstbûnê jî berd, aligiriya demokrasiyê jî dilekî xurt û wêrekiyê dixwaze. Qaşo entellektuelên bûrjûwaziya biçûk ên pasîfîst, bêbingeh û tirsonek jî ne dev ji marksîstbûnê berdidin ne jî li welatekî wiha pêwîstiyên marksîzmê bi cih tînin. Di bingeha ramanên xerabker ên ku di nava tevgera marksîst de pêk tînin de, ev zehmetiyên ku li welat têne jiyîn heye. Her wiha emperyalîzma Amerîkayê jî ne tenê bi riya hevkarên xwe re, lê belê sîxurên xwe dixe nava tevgerên şoreşger û welatparêz, di nava van tevgeran de beşên keysperest û bêsinc diafirîne, di nava rêxistinan de hewl dide van beşan serwer bike û bi vî awayî hegemonyaya xwe ya li ser welat dimeşîne. Dema ku em li Tirkiyeyê di nava tevgerên marksîst de oportunîzmên Aybar, Aren, Kuçukomer û Divitçioglu dinirxînin, pêwîst e ku em van herdu xalên sereke li pêş çavan bigirin. Oportunîzma Aybar, demokrasiya weke Filipînê, weke demokrasiya rastîn a bûrjûwayê dinirxîne û dibêje ku li welatekî ku di binê nîv-dagirkeriyê de ye, çînên kedkar dikarin bi “raydayînê” desthilata polîtîk bi dest bixe. Di bingeha vê oportunîzmê de jî ev herdu xalên jorîn heye. (2)

Bi heman awayî oportunîzma Aren û Emek’ê jî dibêje ku li welat rêjeya feodalîzmê hindik e û şêwaza sereke ya hilberînê, sermayedarî ye. Bi vî awayî çînên welatparêz ên Eniya Neteweyî ya ku pêwîst e li dijî Emperyalîzma Yankee’yan were avakirin, didehfîne wî alî û drûşmeya “Şoreşa Sosyalîst” derdixe pêş ku ev drûşm, di vê merhaleyê de di nava refên sosyalîst de bêçalakbûnê ava dike. Sedema vê jirêderketinê jî, weke sedema jirêderketina Aybar e. Mirov dikare nêrînên vê beşa ku ji teoriya Aybar ne cudatir e, bi gotinên ji devê wan wiha vebêje: “Kovara Emek’ê wiha dibêje: şoreşa sosyalîst ew e ku çîna karkeran û hevalbendên wê, bi armanca avakirina pergala civaka sosyalîst, taybetmendiya çînî ya dewletê diguherînin. Şoreşa sosyalîst, di pêvajoya avakirina civaka sosyalîst de kêliyek e û bêyî ku ev şoreş pêk were ne pêkan e ku li Tirkiyeyê têkoşîna dij-emperyalîst û dij-feodal bigihêje serkeftinê. Her wiha bêyî ku di têkoşîna dij-emperyalîst de serkeftin pêk were û bermahiyên feodal ji holê werin rakirin, avakirina civaka sosyalîst dest pê nake. Ango piştî ku şoreşa sosyalîst pêk were, di merhaleya pêşîn a avakirina pergala sosyalîst de wê têkoşîna dij-emperyalîst dest pê bike û wê bermahiyên feodal ji holê werin rakirin.”(3)

Li gorî vê nêrîna ku ji xemilandina teoriya parlementerîzmê ya Aybar pê ve ne tiştek e, wê di destpêkê de Şoreşa Sosyalîst pêk were û paşe wê welat ji emperyalîzm û feodalîzmê were paqijkirin. (!) Wê li welatê me yê ku di binê dagirkeriya emperyalîzmê de ye, ne ku piştî şerekî gel ê zehmet û dûvdirêj sosyalîzm pêk were. (!) Li gorî nêrîna van mîrzayan, wê weke demokrasiya Filipînê %51’ê dengan werbigirin û bibin desthilatdar, paşê wê ji aliyekî ve têkoşîna dij-emperyalîst bimeşînin -ango wê hevpeymanên dualî yên bi Amerîkayê re xera bikin û wê Amerîka jî firaxên xwe kom bike û biçe- û ji aliyê din ve jî wê têkoşîna li dijî feodalîzmê were meşandin û wê pergala civaka sosyalîst were avakirin. (!) Her wiha kesên wiha ji bo ku teoriya Aybar rewa bikin, teoriya marksîst xera dikin û dibêjin “di mijara bi riyên aştiyane pêkanîna şoreşa sosyalîst de hin kes hene ku hertiştî tevlihev dikin û bêhna revîzyonîzmeke tûj tê wan”. Marks, di heyama sermayedariya rikber a serbest de ji bo Ingiltere û Amerîkaya ku wê demê di wan de burokrasî û milîtarîzm ewqasî pêş neketibû, ev pêşniyar kiribû; lê belê di heyama sermayedariya yekdest de Lenînîzmê ev gotin nepejirand. Di vê heyama qeyrana 3’yemîn a ku tê de sermayedarî ji bo ku nemire xwe bi çarlepka bi burokrasî û milîtarîzmê ve girê daye de, ev mîrza hewl didin nîşan bidin ku ev gotin derbasdar in.

Sedeman van gotinên ku herdu nêrînan jî berovajî dikin û bingeha “Eniya Gel a Rojhilat a Islamperest” jî heman tişt in. Xwediyên vê nêrînê heta wiha jî dibêjin: “Makezagona 1961’ê, geşedana hêzên hilberîner asteng dike. AP (Partiya Dadê), li Tirkiyeyê sermayedariyê pêş dixe, lewra jî çîna karkeran xurt dike. Ji ber vê yekê jî pêwîst e ku em destekê bidin desthilatdariya AP’yê û hewldana wê ya guhertina makezagonê”. Li gorî vê nêrînê dijmînên sereke yên gelê Tirkiyeyê, ne koma hevkariya emperyalîzma Amerîkayê, bûrjûwaziya hevkar û zordestan e; lê belê koma leşker û sivîlên rewşenbîr ên dij-emperyalîst û netewperwer in. Û mirov li dijî vê komê helwesteke çiqasî tund nîşan bide, wê “geşedana sosyalîst” ewqasî xurt bibe. (!) Xwediyên vê nêrînê gazincan ji koma leşker û sivîlên ku wan weke “rêveberên kevneşop ên li Tirkiyeyê” didin nasîn dikin. Her wiha sefîrê berê yê Amerîkayê Hare û rêveberê AID’ê Macomber jî, ango emperyalîzm jî heman tiştan dibêjin. (4)

Ev hersê birayên şîr wiha ne, weke hev in! Ji nava teoriyên wiha, teoriya herî baş jî ji xizmeta emperyalîzma Amerîkayê pê ve bi kêrî tiştekî nayê û em dikarin ji bo wan bêjin “oportunîzma ku radestbûna ji emperyalîzmê re ava dikin”.

Ya pêşîn, nikarîbû ji xwe re rûpoşeke baş bibîne û zimdandirêjiyê li zanista marksîzmê kir û teoriyeke çewt a “Sosyalîzma Tirkiyeyê” ava kir. Ya sêyemîn ne hewce ye em tiştekî din jê re bêjin, jixwe hewce nabîne ku xwe veşêre û karê xwe aşkere dike. Ya duyemîn di xweveşartin û rûpoşkirinê de hoste û dekbaz e; xwe li pey gotinên marksîzmê vedişêre û mejiyê kesên ku haya wan ji Sosyalîzma Zanistiyê tune ye, tevlihev dike.

Lê belê li welatekî nîv-mêtîngeh, tenê oportunîzmeke ku “radestbûna ji emperyalîzmê re ava dike” dernakeve holê. Li welatekî wiha, weke bertekeke li dijî oportunîzma yekemîn, di nava derdorên marksîst de oportunîzmeke di nava çînên dij-emperyalîst de jî derdikeve. Weke ku tê zanîn li welatê me ne tenê nakokiyên çîna karkeran bi emperyalîzma Amerîkayê re heye; pirsgirêkên berjewendiyê yên bûrjûwaziya neteweyî û bûrjûwaziya biçûk jî pê re hene. “Kemalîstên” ku beşa herî zane ya bûrjûwaziya biçûk in, li dijî emperyalîzma Amerîkayê xwe ji bo têkoşînekê amade dikin. Ji ber ku her çîn wê ji bo desthilata xwe têkoşînê bike, wê kesên Kemalîst jî hewl bidin Eniya Neteweyî ya Dij-Amerîkan bi pêşengiya wan ava bibe û şerê me yê duyemîn ê rizgariyê bi rêve bibin. Ji ber vê yekê jî bêguman wê kesên Kemalîst hewl bidin di nava refên marksîst de “tevgerên” li gorî xwe ava bikin. Îro di nava refên me de jirêderketinên wiha jî pêş ketine. Gelek diyarde hene ku vê yekê hêsan dikin; ji ber ku welatê me, welatekî bûrjûwaziya biçûk e. Dîroka şoreşên Tirkiyeyê, dîroka şoreşên bûrjûwaziya biçûk e. Li vî welatî kevneşopiyeke dûvdirêj a bûrjûwaziya biçûk heye, ji ber vê jî bandora wan heye. Di pêşengiya burokrasiya bûrjûwaziya biçûk de -ku Kemalîzmê alemdariya wê dikir- şerekî rizgariya neteweyî hate meşandin û heta dawiya şerê cîhanî yê 2’yemîn ê emperyalîst jî “ramana Kemalîst”, weke yekane tevgera serdest a polîtîk hate hiştin. Ji ber van sedeman û ji ber ku rêjeya nexwendîbûnê %70 bû, rayagiştî ya vî welatê nîv-feodal, ji rewşenbîrên bûrjûwaziya biçûk pêk dihat.

Ya duyemîn, di derbasbûna “beşên rewşenbîr” a ber bi refên sosyalîst ve de Kemalîzm, weke rawestgeheke neçar xuya dikir.

Ya sêyemîn, oportunîzma ku “radestbûna ji bo emperyalîzmê ava dike” ya ku hevbendiyên neteweyî paşguh dike û beşa rewşenbîr a leşker û sivîlan weke dijminên sereke yên tevgera proleteryaya Tirkiyeyê radigihîne, di warê bîrdoziyê de têk çû û di pratîka civakî de jî hilweşiya. Di encamê de jî tevgerên ku dûviktiya nêrînên bûrjûwaziya biçûk dikin xurtir bûn.

Ya çaremîn, bernamegerên giştî yên bûrjûwaziya biçûk, bi şoreşgerên marksîst re, li dijî oportunîzma “radestbûna emperyalîzmê”, di pirsgirêka rastiyên gelemperî yên Tirkiyeyê de têkoşîneke xurt a teorîk meşandine. (5) Ev jî di nava refên me de bandor kiriye. Heta demeke nêz jî xeta Kemalîst û xeta şoreşgeriya proleteryayê, di çavê girseyên berfireh de bi awayekî zelal ji hev cuda nebûbûn.

Ya pêncemîn, -ev jî bi ya çaremîn ve gelekî girêdayî ye- koma şoreşger a bûrjûwaziya biçûk, di warê teorîk de peywira xwe baş aniye cih, di derbarê Tirkiyeyê de lêkolîn kirine û ev lêkolîn jî li gorî xeta xwe baş nirxandine. Ev jî xaleke din a girîng e.

Her wiha di vê heyama qeyranê de şoreşgeriya hêsan û propogandaya keysperest bi hêsanî dikare ji xwe re cih bibîne; şoreşgeriya proleter zehmet e û weke şoreşgerên proleter, em jî li gorî ku tê xwestin nikarin peywirên xwe bînin cih.

Ji ber van sedeman pêwîst e ku em xwe bi teoriya marksîst a şoreşger ve girê bidin û hemû jirêderketinan jî bi awayekî zelal aşkere bikin.

Her wiha di binê ronahiya teoriya marksîst de pêwîst e ku em jirêderketinên ku hêj mezin nebûne jî derxin holê. Beriya hertiştî refên şoreşger ên proleter hêj nû ava dibin û hêj avaniya van refan bi awayekî xurt aşkere nebûye. Li aliyê din tevgera şoreşger a proleter, hêj hesabpirsîna xwe ya bi oportunîzma Aren (Emek) a ku dixwaze radestbûna ji emperyalîzmê re pêş bixe re bi dawî nekiriye. Ji ber vê yekê jî pêwîst e ku em hemû jirêderketinên ku di nava refên me de pêş dikevin derxin holê. Heger em di vî karî de sist nêzîk bibin, ji ber kêmasiya teorîk em ê çekeke girîng bidin destê “oportunîzma radestbûna ji emperyalîzmê re” û wê mêjiyên hevalên me yên wêrek, dûrist û jêhatî yên ku dibêjin “kesên sosyalîst, hertim şoreşa sosyalîst pêk tînin” tevlihev bibin. Û di encamê de wê temenê vê oportunîzmê hinekî din jî dirêj bibe. Her wiha li derveyî tevgerên marksîst, tevgera şoreşger a bûrjûwaziya biçûk jî di warê teorîk de li dijî emperyalîzmê helwesteke teqez nîşan daye (geşedaneke baş e) û bangewaziya “Eniya Rizgariya Neteweyî” dike. Û ev tevger jî her roj mezintir û xurttir dibe.

Di nava van mercan de şaşitiya ku di destpêkê de girîng xuya nake jî dikare bibe sedema encamên herî xirab. Ji ber vê yekê pêwîst e ku sînorên tevgera Marksîst a şoreşger, bi awayekî zelal werin diyarkirin. Û divê mirov kor be ku heta nîqaşên di derbarê vê mijarê de vala û bêwate bibîne. Lewra weke ku Lenîn jÎ ji bo Rûsyaya Çarî dibêje, dibe ku paşeroja tevgera proleter a Tirkiyeyê di demên dirêj de bi têkiliyên di navbera cudahiyan de ve girêdayî be.

Em ê di vê nivîsa xwe de zêdetir behsa “jirêderketina rastgir” a ku di nava refên me de (di nava sosyalîstên ku stratejiya şoreşa demokratîk a neteweyî dişopînin de” pêş ketike bikin. Lê belê carinan jî em ê nêrînên koma herî xurt a “radestbûna ji emperyalîzmê re” a bi navê “koma Emek’ê” jî li gorî pêwîstiyê rexne bikin. Jirêderketina rastgir, di nava refên me de bi awayekî veşartî tevdigere û hewl dide xwe li pey rastiyên gelemperî yên marksîzmê veşêre û derfetên geşedanê bibîne. Ev “jirêderketina rastgir” ya ku xwe li pey rastiyên gelemperî yên marksîzmê vedişêre, bi awayekî aşkere li dijî xeta şoreşger dernakeve; lê belê mercên li Tirkiyeyê di asta herî kêm de dinirxîne û hewl dide hêza me ya resen lawaz nîşan bide. Weke ku tê zanîn heger di bingehê de dahûrandinên şaş werin kirin, wê avahiya ku li ser vê bingehê bilind dibe jî şaş be. Em ê di destpêkê de vê nirxandina şaş rave bikin; paşê em ê xeta girseyê ya vê nirxandina şaş, polîtîkayên wê yên hevbendiyê û bandorên wan ên li ser çalakiyên rojane -bi xetên stûr- rave bikin.

Di destpêkê de em behsa dahûrandina şaş a bingehîn bikin. Nêrîna rastgir, rewşa îroyîn a proleteryaya Tirkiyeyê wiha dinirxîne: “Proleteryaya Tirkiyeyê, bi gelemperî ne xwediyê wan mercên objektîf û subjektîf e ku pêşengiya şoreşa demokratîk a neteweyî bike. Peywira sereke ya îroyîn a şoreşgerên proleter ew e ku ji bo gihaştina van mercan, têkoşînê bimeşînin.” (6)

Weke ku tê dîtin gotina “bi gelemperî” gotineke bi her alî ve dikare were kişandin û pêşiya rexneyan digire. Lê di beşeke din a heman nivîsê de bi awayekÎ aşkere tê gotin ku mercên şênber ên proleteryayê tune ne. Halbûkî tu wateya wê tune ye ku gotina “bi gelemperî” hebe yan tune be. Lewra di heyama sermayedariya yekdest de ev gotin tê gotin û wateya wê zelal e. “Ew mercên şênber bi gelemperî ava nebûne ku proleterya, pêşengiya şoreşa demokratîk a bûrjûwa bike”, “Asta geşedana aboriyê ya welat, di qada siyasetê de rista çîna karkeran dadixe asta duyemîn”, “incex wextê ku ev mercên aboriyê bi gelemperî pêk werin, wê çaxê proleterya dikare pêşengiya şoreşa demokratîk a bûrjûwa bike”.

Ji bo ku em karibin taybetmendiya rastgir a vê nêrînê baş derxin holê û mijarê di çavê xwendekaran de şênber bikin, em ê di çar beşan de vê mijarê ji her alî ve binirxînin. Di her beşê de, weke ku me di beşên berê de nenirxandiye, em ê ji bergehên cuda vê ramana “rastgir” û “dûvik” lêkolîn û rave bikin.

MERCÊN ŞÊNBER Û JIRÊDERKETINA RASTGIR

Xwediyên vê nêrînê dibêjin “Ew mercên şênber tune ne ku çîna karkeran a Tirkiyeyê di şoreşa demoratîk a neteweyî de pêşengiyê bike” û van mercan jî wiha rave dikin : “Di destpêkê de pêwîst e ku proleterya weke çînekê, ango weke girseyeke proleter a ku ji hêza xwe ya kar tiştekî wê tune be ku bifiroşe ava bibe. Û pêwîst e ku di qadên pîşesaziyê yên ku tê de hilberîna mezin a sermayedarî pêk tê de kom bibe… Û bi gundîtiyê û xwedaniya taybet re hemû girêdanên xwe qut bike.” (7) Em ê vê nêrînê di van çar beşan de rexne bikin:

1) Mercên Şênber û Teoriya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî

2) Ekonomîzma ku tê kûrkirin û Teoriya Şoreşger

3) Weke “Şoreşa Gundiyan”, Şoreşa Demokratîk a Neteweyî

4) Jirêderketina Rastgir û Pratîka Şoreşger

MERCÊN ŞÊNBER Û TEORIYA ŞOREŞA DEMOKRATÎK A NETEWEYÎ

Nêrîna ku dibêje “Asta geşedana îroyîn a Tirkiyeyê, di şoreşa demokratîk a neteweyî de ji bo pêşengiya proleteryayê têr nake”, li dijî teoriya “Şoreşa Demokratîk a Neteweyî” ye. Ji bo ku em vê yekê karibin bi awayekî zelal deynin holê, pêwîst e ku em taybetmendiyên gelemperî yên teoriya şoreşa demokratîk a neteweyî rave bikin.

Teoriya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, teoriya şoreşa bênavber a Marksîst-Lenînîst e.

Di bingeha teoriya şoreşa bênavber de ew heye ku, di heyameke ku tê de çîna bûrjûwaziyê rista xwe ya dîrokî winda kiriye de, li wî welatî şoreşa bûrjûwayê ji hêla çîna bûrjûwaziyê nikare were lidarxistin de, ev şoreş ji hêla çîna karkeran û hevalbendên wê ve tê lidarxistin û paşê jî bi “hişmendiya şoreşa bênavber” re çîna karkeran, berê xwe dide “şoreşa sosyalîst”.

Nîşaneyê pêşîn ên vê nêrînê, di heyama beriya yekdestiyê de bi Marx û Engels re têne dîtin. Bi şoreşa 1848’an re proleterya, weke hêzeke serbixwe derket ser dika dîrokê. Di wê heyamê de bûrjûwaziya Ewropayê, taybetmendiya xwe ya pêngava şoreşgerî bi temamî winda kiribû û Almanya hêj jî (di 1856’an de) şoreşa bûrjûwa pêk neanîbû.

Marx dît ku ew hêz û wêrekiya bûrjûwaziya Almanî tune ye ku vê şoreşê li dar bixe. Ji ber vê yekê jî pêşbîn dikir ku bi hewldana proleteryaya ku bi gundiyan re hevbendiyê ava bike, wê ev şoreşa bûrjûwa bi ser bikeve û wê ev jî bibe destpêka şoreşa proleteryaya Almanyayê.

“Heta ku şoreşa demokratîk a bûrjûwa ya Almanyayê neyê temamkirin wê Marx, di derbarê taktîka proleteryaya sosyalîst de bala xwe bide pêşxistina hêza demokratîk a çîna gundiyan.” (8)Lasalle, fêm nekir ku hilweşandina aristokrasiya Almanyayê û serkeftina şoreşa demokratîk a bûrjûwa, ji bo proleteryayê çiqasî girîng e; Lasalle guh nedida tevgerên gundiyan û qaşo tenê ji bo proleteryayê têdikoşiya. Engels, wî bi awayekî herî tund rexne dikir û wî bi xiyanetê tawanbar dikir:

“Li welatekî ku bingeha wî li ser çandiniyê ye, heger mirov qet behsa (mêtîngeriya) baviksalariyê û mêtîngeriyê ‘bi darê zorê’ ya mîrekên mezin ên feodal ên li ser proleteryaya gundewariyê neke û li ser navê proleteryaya pîşesaziyê, tenê êrîşî bûrjûwaziyê bike, ev bêxîretî ye.” (9)

Lenîn, di heyama sermayedariya yekdest de, ev nêrîna şoreşa bênavber a Marx, bi nakokiyên gerdûnî yên sermayedariya yekdest û mercên şênber ên Rûsyaya çarî re nirxand. Ev teoriya Lenîn, li dijî “objektîvîzmê” û ramana Troçkîst a ku ji hêla Lenîn ve weke nîv-anarşîst dihate nirxandin, di nava pratîka siyasî ya Lenîn de pêş ket û teşe girt. Navê vê teoriyê, şoreşa bênavber a Lenînîst an jî Marksîst-Lenînîst e. Her çiqasî weke ku me li jor jî diyar kir, mînak û hêmayên destpêkê yên vê ramanê bi Marx û Engels re tê dîtin jî, di heyama emperyalîst de ev teorî, ji hêla Lenîn ve bi awayekî bêhempa hate ravekirin. Li gorî Lenîn, li welatên weke Rûsyayê yên ku hêj şoreşa demokratîk a bûrjûwa pêk neanîne, peywira proleteryayê, -weke ku kesên Menşevîk dibêjin- ne destekdayîna bûrjûwaziya lîberal e. Ji ber ku di wê demê de, -di heyama emperyalîst de- bûrjûwazî êdî li dawiya dîrokê maye. Bûrjûwazî, lawaz, bêhêz û newêrek e ku peywira ku jê tê xwestin bi cih bîne. Ji ber ku di vê de, -di dema emperyalîst de- êdî bûrjûwazî li paş dîrokê maye. Bûrjûwazî lawaz, bêhêz û newêrek e ku peywira ku jê tê xwestin nikare bi cih bîne. Ji ber vê jî proleterya, bi gundiyan re hevbendiyê ava dike û pêşengiyê dike. Bûrjûwaziya biçûk a bajarî jî dikare di nava vê hevbendiyê de cih bigire yan jî negire. Proleteryaya ku bi gundiyan re hevbendiyê ava kiriye, pêwîst e ku destwerdana çalak bike û şoreşa bûrjûwa ya demokratîk dikare wiha bigihêje serkeftinê. Piştî şoreşê, desthilata Karker û Gundiyan ava dibe û di nava vê desthilatê de proleterya vê şoreşê kûr dike û ji bo şoreşa proleteryayê derfetan ava dike. (10)

Û di dawiyê de, di heyama qeyrana yekemîn a sermayedariya yekdest de Mao Tse-tung, “teoriya şoreşa bênavber a Lenîn”, li ser Çîna ku di binê nîrê emperyalîzmê de nîv-mêtîngehek bû, sepand û “Teoriya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî” pêş xist.

Weke ku tê dîtin, ev teorî jî pêşengiya proleteryayê pêşniyar dike û serweriya proleteryayê ji xwe re dike bingeh. Ji ber vê yekê jî dema ku hin kes dibêjin “di şoreşa demokratîk a neteweyî de ji bo pêşengiyaproleteryayê, merc bi giştî ava nebûne”, tu wateya gotina “pêşengiyê” tune ye. Û beleheq hatiye bikaranîn. Ji ber ku şoreşa demokratîk a neteweyî, incex bi pêşengiya proleteryayê were lidarxistin. Rista pêşengiyê ya çîna karkeran, nayê wê wateyê ku proleterya niha di wê hêzê de ye ku şoreşê li dar bixe. Wê çîna karkeran, bi hevalbendên xwe re li dijî dijmin, di nava têkoşîneke bênavber de be. Wê di nava vê têkoşîna bênavber de carinan têk biçe. Lê belê piştî her têkçûnê wê xurttir bibe û wê serboriyên wê zêdetir bibin. Û di dawiyê de wê li pêşiya hevalbendên xwe, serkeftina teqez a şoreşê pêk bîne.

Desthilata şoreşger a ku nûnertiya serkeftina şoreşa demokratîk dike, ne “rêxistina pergalê” ye, lê belê “rêxistina şer” e. Heger bi hevalbendên xwe re desthilata polîtîk bi dest bixe yan jî bi dest nexe jî, wê di her demê de çîna karkeran di nava têkoşîneke xurt de be. Piştî serkeftina şoreşa demokratîk, wê çîna karkeran ji bo avakirina mercên şênber ên derbasbûna sosyalîzmê, têkoşînekê bimeşîne. Têkoşîna şoreşa demokratîk a neteweyî ne tevgereke çend mehan e, şerekî salên dûvdirêj e. Di nava şoreşa demokratîk û şoreşa sosyalîst de dîwarên bilind tune ne. Weke ku Stalîn jî dibêje pêwîst e ku mirov  şoreşa demokratîk a bûrjûwa û şoreşa sosyalîst weke du xelekên heman zincîrê û weke yek wêneyê bibîne. Li welatên ku tê de çîna karkeran, hêzeke diyar a civakî nîşan dide de şoreşa demokratîk a bûrjûwa, tê wateya derbasbûna şoreşa sosyalîst. Lê belê li welatên Efrîqayê yên ciwan ên weke Kamerûn û Bassertolûnê, pîşesazî gelekî lawaz e; lewra li van welatan çîneke karkeran tune ye ku nûnêrtiya hêzeke civakî bike. Welatên wiha, bi rêbaza “parçe bik û birêve bib” a emperyalîzmê, ji beşên xwe yên sereke hatine veqetandin. Û rêjeyeke mezin a saziyên pîşesaziyê yên lawaz jî, li beşa din mane. Li van welatan, şopên qebîeyên hoveber hene û gelekî zehmet e ku li van welatan bi pêşengiya proleteryayê şoreş pêk were.

Li vir wê sûdwer be ku em di derbarê mijara derbasbûna sosyalîzmê ya welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh de behsa nîqaşeke ku li derdorên Marksîst tê kirin, bikin. Li welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh, di mijara rêbaza gihaştina sosyalîzmê de, di nava derdorên Marksîst de du nêrînên cuda hene.

Nêrîna yekemîn dibêje ku “hertişt ji hêla çekan ve tê diyarkirin”, her wiha diyar dike ku çekên nukleerî gihane asteke ku dikarin hemû mirovahiyê tune bikin û ji ber vê yekê jî wê di riya serkeftina sosyalîzmê de bi milyonan mirov bimirin. Ev, nêrîneke “reşbîn” e. Li gorî vê nêrînê teoriya “riya ku ne sermayedar e”, bi dozîneyên “hevjiyana aştiyane” û “di nava aştiyê de têkoşîna bîrdoziyê ya sermayedarî û sosyalîzmê” dikare pêk were. Bi kurtasî li gorî vê nêrînê, li welatên Efrîqa û Asyayê yên ku tê de çîna karkeran tune ye ku nûnertiya hêzeke civakî dike tune ye, têkoşîna neteweyî ya li dijî emperyalîzmê, incex bi riya “demokratên şoreşger” ên were meşandin ku ev beş, ji rewşenbîr û leşkerên neteweparêz ên ji çîna kedkaran hatine, pêk tê.

Lê ev nêrîn di nava xwe de ne yekpare ye. Beşeke ji van kesan dibêjin ku piştî ku bi pêşengiya “demokratên şoreşger” têkoşîna li dijî emperyalîzm û feodalîzmê pêk were, derbasbûna sosyalîzmê jî pêkan e; lê belê beşeke din dibêjin ku bipêşengiya rewşenbîr û leşkerên bûrjûwaziya biçûk û bi sepandina bernameyeke giştî ya demokratîk, têkiliyên destpêkê yên sermayedarî dikarin werin bêbandorkirin û li welat, bi pêşxistina pîşesaziyê, çîneke karkeran a xurt dikare were avakirin. Beşa duyemîn jî têkoşîna xwe wiha sînordar dike. Her wiha ev beş dibêje ku ev çîna karkeran a dikare bikeve dewsa desthilatdariya bûrjûwaziya biçûk, wê xurt bibe û bi vî awayî veguherandina sosyalîzmê diakre pêkan bibe. Nêzîkahiyên cuda yên van herdu şîroveyên sereke jî hene. (11)

Nêrîna duyemîn jî di têkoşîna li dijî emperyalîzmê û derbasbûna sosyalîzmê de pêşengiya bîrdozî, rêxistinî û polîtîk a çîna karkeran ji xwe re dike bingeh û têkoşîna Demokratîk a Neteweyî, weke beşeke ji teoriya şoreşa bênavber a Marksîst-Lenînîst dinirxîne.

Em li vir diyar bikin ku bêyî pêşengiya çîna karkeran, şerê li dijî emperyalîzmê bi ser nakeve û derbasbûna sosyalîzmê jî pêk nayê. Bêyî ku pêşengiya çîna karkeran hebe, derbasbûna sosyalîzmê, xewneke vala ye. Lê belê, “bi şertê ku derbasbûna sosyalîzmê ne gengaz e”, di şertên gelekî taybet ên weke welatên Efrîqayê yên weke Kamerûn, Brûndî û Bassertolûnê de heta ku çîna karkeran bigihêje hêzeke diyar, ev nêrîn dikare were sepandin. Li welatên wiha avaniya civakî, dabeşî çînên mezin nebûye. Çîn û beşên civakî bi xetên stûr ji hev cuda nebûne. Ji ber vê yekê jî li welatên wiha partiyên marksîst, bi giştî nabin partiyên marksîst; ji dêvla vê yekê, tevgerên rêxistin û çînên ku rizgariya neteweyî tînin ziman in û ji destpêka avabûna xwe ve, nûnertiya hemû daxwaz û berjewendiyên tevahiya neteweyê dikin. Bassertolun, mêtîngeha Ingilizan e û Partiya Komunîst a ku serokatiya wê John Mottoheloa dike, partiyeke wiha ye û stratejiya wê jî “riya ku ne sermayedar” e. Ev partî, ji ber ku li wî welatî çîna karkeran tune ye, hemû hêzên dij-emperyalîst û demokratîk li dora xwe kom dike. Li vî welatî, hêj mînakeke biçûk a çînên hemdem jî tune ye. Lê belê bernameya stratejîk a Partiya Komunîst a Tûnisê, ne “Riya Şoreşa Neteweyî” ye, lê belê “riya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî” ye. Lewra li Tûnisê heta astekê avaniyên pîşesaziyê hene û lewra jî çîneke karkeran a ku hêzeke wê ya diyar heye, li vî welatî heye.

Nêrîna M. Bellî (15’ê Berfanbara 1967’an, kovara Turk Solu’yê, rpl:5), vê mijarê zelal dike:

“…Sosyalîzm, doza çîna karkeran e, pergala wê ya civakî ye. Li welatên serbixwe yên weke Gana û Somaliyê hêj şopên kûr ên civaka qebîleyên hoveber hene, pîşesaziyeke diyar li vir tune ye û lewra jî çîna karkeran tune ye yan jî çîna karkeran ne di wê hêzê de ye ku bandorê li geşedana dîrokî bike. Li welatên wiha bêguman mirov nikare behsa rizgariya sosyalîst bike. Li aliyê din ji bo van welatan şopandina riya geşedana sermayedariyê, tê wateya bûyîna welatekî çandiniyê yê paşketî yê ku bi emperyalîzmê ve girêdayî ye. Di vê rewşê de welataprêzên van welatan ji bo geşedana aboriyê û ji bo ku ber bi sosyalîzmê ve bimeşin pêwîst e ku ‘riya ku ne sermayedar e’ bişopînin.

Lê belê li welatekî paşdemayî yê ku tê de pîşesazî heye û çîna karkeran, nûnêrtiya hêzeke diyar a civakî dike, drûşmeya şoreşger, bêguman divê rizgariya sosyalîst be. Weke mînakekê, li Cezayirê bingeheke pîşesaziyê ya dused hezar mirovî heye û mirov nikare li vir behsa ‘riya ku ne sermayedar e’ bike û li vî welatî drûşmeya rizgariya sosyalîst derket pêş. Tirkiye, di vê hêlê de ji Cezayirê pêşketîtir e û di warê geşedana sermayedar de gelekî pêş ketiye. Li welatekî wiha, mirov qet nikare behsa ‘riya ku ne sermayedar e’ bike.” (12)

Li welatê me koma D. Avcioglu, “riya ku ne sermayedar e” dişopîne û niha, bernameya berfireh a bûrjûwaziya biçûk xêz dike. Li gorî Avcioglu ew derfetên şênber tune ne ku proleteryaya Tirkiyeyê, di têkoşîna li diî emperyalîzmê de pêşengiyê bike. Ji ber vê yekê jî di şerê me yê 2’yemîn ê Rizgariya Neteweyî de wê “şoreşgerên demokrat”, ango beşa leşker û sivîlan pêşengiyê bikin. “Di merhaleya geşedana welatê me ya îroyîn de tê dîtin ku şoreşgerên netewparêz dîsa dikarin di asta pêşîn de rista xwe bilîzin.”(13)

Li gorî Avcioglu: “Tê dîtin ku şoreşgerên neteweparêz dikarin di asta pêşîn de rista xwe bileyîzin”. Ji ber ku “asta geşedana îroyîn a welatê me, vê yekê pêwîst dike.”

Şîroveya “Jirêderketina Rastgir” a di derbarê şîroveya Avcioglu jî wiha ye: “Qet nebe heta demekê, ev nêrîn ne şaş e.” (Şahin Alpay, Di Derbarê Pergala Tirkiyeyê De, rpl:464, Aydinlik, hejmar:12) Ji ber ku “îro ew mercên şênber çê nebûne ku proleterya, di asta pêşîn de rista xwe bileyîze.”

Weke ku tê dîtin di mijara “pêşengiya beşa leşker û sivîlan” de ramanên Avcioglu û “jirêderketina rastgir” yek in. Hincetên wan jî weke hev in: “asta geşedanan aboriyê ya welat, ne ji bo proleteryayê, lê belê ji bo beşa rewşenbîrên leşker û sivîlan guncav in.”

Jirêderketina rastgir a ku “riya ku ne sermayedar e” ya Avcioglu rexne dike, bi awayekî din heman tiştan dibêje.

Aşkere ye ku di navbera vê riya ku ne sermayedar e û nêrîna “rastgir” de tun cudahî tune ne. Cudahiya di navbera vê nêrînê û nêrîna Avcioglu de, weke cudahiya di navbera herdu cûreyên dozîneya yekemîn e. di derbarê rêbazê de jî hinek cudahî hene; Avcioglu aşkere dibêje ku ew ne marksîst e û hewl dide ku têgehên marksîzmê zêde bi kar neyne; lê belê nêrîna rastgie qaşo li marksîzmê xwedî derdikeve û têgehên marksîzmê gelekî bi kar tîne. Weke ku me di destpêka nivîsa xwe de jî diyar kiribû, bandora şoreşgeriya bûrjûwaziya biçûk a di nava refên me de wiha ye.

Bi kurtasî, li gorî nêrîna rastgir “wê bi pêşengiya beşa rewşenbîr a leşker û sivîlan, bernameyeke gelemperî ya demokratîk bikeve meriyetê; wê ev bername riya pîşesaziyê veke; wê sererastkirinên axê û çandiniyê werin kirin û bi vî awayî wê ji bo pêşengiya çîna karkeran, mercên şênber werin avakirin. Û peywira şoreşgerên proleter a îro ew e ku ji bo desthilatdariya bûrjûwaziya biçûk bixebitin.” Ev nêrîn, risteke ku di asta duyemîn de girîng e dide çîna karkeran a Tirkiyeyê. Û ji ber ku li ser dika siyaseta Tirkiyeyê, ew mercên şênber ên çîna karkeran tune ne, rista wan jî di asta duyemîn de ye. Lê belê di teoriya şoreşa demokratîk a neteweyî de rista çîna karkeran ne dûvikbûn e, lê belê risteke pêşengiyê ye. Têkoşîna şoreşa demokratîk a neteweyî, amadekariya derbasbûna sosyalîzmê ye û lewra jî têkoşîna desthilatê ya çîna karkeran e. Beriya her şoreşê, çîna ku dikare pêşengiyê bike, pêwîst e ku xwedî hêza pêşengiyê be. Heger hinek kes bêjin “ji bo pêşengiyê, hêj mercên şênber ên çîna karkeran ava nebûye”, ev tê wê wateyê ku “ji bo ku çîna karkeran karibe vê pêşengiyê bike, ev derfet qet tune ne”. Ev jî wê were wê wateyê ku di vê heyama sermayedariya yekdest de, weke heyamên bûrjûwayê yên beriya yekdestiyê, rista çîna karkeran dîsa di asta duyemîn de ye. Aşkere ye ku ramaneke wiha, li dijî ramana şoreşa demokratîk a neteweyî ye û ramaneke rastgir e. (14)

OPORTUNÎZMA ENTERNASYONALA DUYEMîN A KU DÎSA JI GORÊ RABÛ Û MARKSÎZMA HEYAMA YEKDESTIYÊ

Ji bo ku em mijarê bêtir karibin vekin û şênber bikin pêwîst e ku em bi kurtasî behsa ramana “objektivîst” û bîrdoziya “şopîneriyê” ya Enternasyonala 2’yemîn û marksîzma beriya heyama yekdestiyê bikin.

Ramana Enternasyonala 2’yemîn, di heyama dirêj a navbera Marx, Engels û Lenîn de, bîrdoziya herî bi bandor e. Em dikarin ji ramana Enternasyonala 2’yemîn re bêjin “objektivîzm” an jî bîrdoziya “şopîneriyê”. Ev raman, Marksîzmê weke teoriyeke aboriyê û daneke dîrokî û civaknasiyê dinirxîne. “Objektivîzm”, giyana şoreşger a marksîzmê, ango diyalektîkê dide aliyekî. Ev raman, marksîzmê dixe nava çarçoveya teng a van zanistan (dîrok, civaknasî û aborî). Ev raman, girêdana xurt a di navbera geşedana pîşesaziyê û behremendiya çalakiyê ya proleteryayê de bi awayekî mekanîkî digire dest. Di bîrdoziya şopîneriyê de giyana şoreşger a marksîzmê, veguheriye werarperestiyê û kesayeta şoreşger a felsefeya marksîst, di nava taritiya ramana mekanîk de winda bûye. (Û tevahiya van tiştan, qaşo bi rêbaza diyalektîk û li ser navê zanista marksîzmê hatine kirin).

Mînaka herî berbiçav a ramana mekanîkî ya Enternasyonala 2’yemîn, “teoriya hêzên hilberîner” a Kautsky ye. Ev teorî, tenê balê dikişîne ser taybetmendiya cûreyîn a nakokiyê. Ev teorî, taybetmendiya gerdûnî ya nakokiyê û bandorên wê yên li ser mînakên cuda paşguh dike. Her wiha di mijara ji bo şoreşa proleteryayê avabûna mercên şênber de ev teorî, tenê yekbiyek asta geşedanên aboriyê yên welatan dinirxîne; nakokiyên gerdûnî yên sermayedariya yekdest ên ku li ser asta cîhanê gihaştine asta herî bilind û bandorên wan ên li ser nakokiyên hundirîn ên welatan nahesibîne û hemû partiyên Enternasyonala 2’yemîn, dixe binê goristana “oportunîzmê”. Berdewamiya Enternasyonala 2’yemîn a di nava Rûsyaya Çarî de, “Beşa Menşevîk” a Partiya Karkeran a Demokratên Civakî ya Rûsî ye. Ev beş, xwe bi vê teoriyê ve girê dide û dibêje ku “Mercên şênber ên proleteryaya Rûsî ava nebûne; ji ber vê yekê ji di rewşa polîtîk a Rûsyaya Çarî de ew mercên şênber tune ne ku proleteryaya Rûsî, risteke pêşengiyê bileyîze. Li Rûsyayê derfeteke şoreşeke proleter tune ye”. Û ji bo Lenîn jî dibêjin ku ew ji girseyan qut bûye, “ew Blanquîsteke komploger e” û “maceraperestekî bûrjûwaziya biçûk e” û li ser navê marksîzmê, bi awayekî herî tund xeta lenînîst rexne dikin.

Lê belê li gorî Lenîn, li ser asta cîhanê nakokiyên di navbera hêzên hilberîner û têkiliyên hilberînê de, gihane asta herî bilind û sermayedarî ketiye nava heyama hilweşandinê. Lenîn dibêje ku “Dîrok, ji bo niha peywirekê dide me, peywira herî şoreşger… Ev peywir jî ew e ku pêwîst e paşverûtiya Ewropyaê were hilweşandin û keleha herî biheybet a paşverûtiya Asyayê jî were hilweşandin û proleteryaya Rûsî, bibe pêşenga proleteryaya şoreşger a cîhanê.” Lenîn, her wiha diyar dike ku nakokiyên sermayedariyê yên ku gihane asta herî bilind, rê li ber veguherîne sosyalîst vedikin û Rûsyaya Çarî, hemû nakokiyên sermayedariya cîhanê di nava xwe de dihewîne û ji ber vê yekê jî Lenîn di wan salan de Rûsyaya Çarî, xeleka herî lawaz a pergala sermayedariya cîhanî ye û li vir şoreşa proleteryayê pêkan e û amadekariyên xwe jî li gorî vê yekê dike.

Pûxteya ramana şoreşa bênavber a Lenînîst ew e ku, di heyama emperyalîst de pêşengê dîrokê ne bûrjûwazî ye, lê belê proleterya ye.

Emperyalîzm, çînên karkeran ên lawaz û ciwan ên ku hêj ji gundîtiyê rizgar nebûne, kiriye ku bibin çînên herî şoreşger ên welatan. Lenîn, dema ku digot “êdî rojhilat, bûye navenda şoreşên proleteryayê”, di nava vê hişmendiya şoreşa bênavber de behsa derbasbûna şoreşa proleteryayê dikir. Li van welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh, şoreşa proleteryayê ne di yek merhaleyê de, lê belê di du merhaleyan de û bi şoreşa bênavber pêk tên. Û li van welatan şoreşa bûrjûwa û şoreşa proleteryayê, weke “du xelekên zincîrekê” û weke “wêneyekê” ne.

Niha em behsa xala herî girîng a mijarê bikin: Gelo ew mercên şênber hene ku proleteryayên welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh, karibin barê şoreşa bênavber a Marksîst-Lenînîst rakin? Pirs û pêşniyarên di mijarên weke “di şoreşa demokratîk a neteweyî de ji bo ku proleterya rista xwe ya pêşengiyê bileyîzê, asta aboriyê guncav e yan ne guncav e, lê belê mercên şênber hêj bi awayekî giştî ne amade ne” de, ji bo marksîzma heyama yekdestiyê, bêwate ne. Di heyama yekdestiyê de nîqaşên bi vî rengî, bi gotina Stalîn, êdî li paş mane.

Stalîn, mijaran gelekî zelal rave dike: “Di demên berê de didahûrandina mercên heyama amadekariyê ya şoreşa proleteryayê de rewşên aborî yên welatên cuda, cuda cuda dihatin nirxandin. Êdî dahûrandina bi vî rengî ya mijarê, têr nake. Êdî pêwîst e ku rewşa aboriyê ya hemû welatan an jî piraniya welatan û rewşa aborî ya cîhanê were nirxandin, ji ber ku êdî aboriyên neteweyî û welatên cuda, bi tena serê xwe têrî xwe nakin û bûne yek ji xelekên zincîra ku jê re dibêjin aboriya cîhanê… Berê mirov dikaribû behsa wê yekê bike ku li welatên pêşketî, mercên şênber ên şoreşa proleteryayê hene yan tune ne. Êdî ev nêrîn têr nake. Êdî pêwîst e ku em li ser asta tevahiya pergala aboriya cîhanê, behsa hebûn û tunebûna mercên şênber bikin.”(15) (Hêmanên Lenînîzmê, rpl:30-31)

Û Stalîn digot ku dahûrandina li welatan hebûn û nebûna mercên şênber ên şoreşa proleteryayê, bandora ramana Enternasyonala 2’yemîn e.

“Ji ber vê sedemê, şîrovekarên Enternasyonala 2’yemîn ên ku nizanin bê emperyalîzm çi ye û ji şoreşê gelekî ditirsin, rêjeya proleteryayê ya welatên cuda, ji hev qut dinirxînin û girîngiyeke mezin didin vê yekê.” (J.Stalîn, Hêmanên Lenînîzmê, rpl:233)

Bersiva Stalîn a di derbarê pirsa “wê di dema nêzîk de zincîra emperyalîst li ku biqete” de wiha ye: “Wê li cihê herî lawaz ê zincîrê biqete. Mînak, dibe ku ev zincîr li Hindistanê jî biqete. Çima? Ji ber ku li Hindistanê proleteryayeke ciwan û germ heye. Û tevgerên rizgariya neteweyî yên ku teqez bi wan ve girêdayî ne, hevalbendên wan in. Ji ber ku li van welatan dijminê ku li dijî şoreşê disekinin, ne xwediyê giraniya manewî ne û li Hindistanê hemû girseyên bindest, ji wan hez nakin. Li vir herkes vê emperyalîzma biyanî nas dike.” (16)

Em dîsa behsa tevgera rastgir a di nava refên me de bikin: Ev nêrîna rastgir xwe bi çarlepka bi teoriya hêzên hilberîner a Kautsky ve girê dide; hêmanên pêwîst ên ji bo proleteryaya pîşesaziya hemdem a ku di Manîfestoyê de têne diyarkirin, rêz dike û wiha dibêje: “Prolteryaya Tirkiyeyê ne xwediyê van taybetmendiyan e. Ji ber vê jî asta geşedana aboriyê ya Tirkiyeyê têr nake ku di têkoşîna şoreşa demokratîk a neteweyî de proleteryaya Tirkiyeyê pêşengiyê bike. Di vê heyamê de wê beşa leşker û sivîlên rewşenbîr li pêş bin; jixwe wê têkoşîna sereke, di navbera vê beşê û beşên hevkar de be”. Weke ku tê dîtin di bingeha vê ramanê de, “bîrdoziya şopîneriyê” ya Enternasyonala 2’yemîn heye. Ev ne nêrîneke pêşeng a şoreşger e, lê belê nêrîneke dûvik, paşgir û werarperest e. Bi rûpoşa şoreşa demokratîk a neteweyî, ev kes nikarin bibin “sosyalîstên proleter”!…

“WEKE ŞOREŞA GUNDIYAN”, ŞERÊ ŞOREŞA DEMOKRATÎK A NETEWEYÎ

Em niha vê nêrîna ku “rastgiriya” wê bi awayekî zelal derketiye holê, ji aliyekî din ve binirxînin:

Ji bo ku mercên şênber ava bibin nêrîna ku dibêje “pêwîst e ku çîna karkeran, hemû girêdanên xwe yên bi gundîtiyê re qut bike”, şaş e û li dijî taybetmendiya “şerê gundiyan” û “şoreşa gundiyan” a şoreşa demokratîk a neteweyî ye.

Li welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh, dîroka çîna karkeran ne kevn e û gelek ji wan jî hêj bi gundîtiyê ve girêdayî ne. Ev ne tiştekî nebaş e û berovajî vê yekê, dibe ku hevbendiya karker û gundiyan a ji bo şoreşa demokratîk a neteweyî hêsantir bike.

Têkoşîna şoreşa demokratîk a neteweyî, şoreşa gundiyan e ku di pêşengiya çîna karkeran de tê kirin.

Mao Tse-Tung dibêje: “Çîna gundiyan, artêşa sereke ya tevgera neteweyî pêk tîne. Bêyî ku ev artêş hebe, tevgereke xurt a neteweyî jî nabe… Pirsgirêka neteweyî, di bingeha xwe de pirsgirêkeke gundiyan e.” Mao, axaftina J. Stalîn a ku di Komîsyona Yugoslavyayê ya Komîteya Cîbicîker a Enternasyonala 3’yemîn de di derbarê pirsgirêka neetweyî ya Yugoslavyayê de gotiye bi bîr tîne û dibêje: “Ev tê wê wateyê ku şoreşa Çînê jî şoreşa gundiyan e… Şerê li dijî Japonyayê jî şerê gundiyan e… Siyaseta demokrasiya nû jî, di bingeha xwe de siyaseta destekdayîna gundiyan e.” (17)

Lin Piao jî di borşûra xwe ya bi navê “Bijî Serkeftina Şerê Gel” de, taybetmendiya şerê gundiyan a şoreşa demokratîk a neteweyî bi awayekî zelal diyar dike: “Hîn di heyama şerê navxweyî yê yekemîn de hevalê Mao Tse-Tung diyar kiribû ku pirsgirêka gundiyan di Şoreşa Çînê de cihekî girîng digire, şoreşa demokratîk a bûrjûwa ya li dijî emperyalîzm û feodalîzmê, di bingeha xwe de şoreşa gundiyan e û di şoreşa demokratîk a bûrjûwa de peywira sereke ya proleteryaya Çînê, pêşengiya têkoşîna gundiyan e (…) Gundî, li dijî emperyalîstan û xulamên wan, nûnertiya hêza sereke ya şoreşa demokratîk dikin.” (18)

Li Çînê, bi vegotina Mao, Çen Tu-hsieu û derdora wî, dûvikên reformîzma bûrjûwaziyê ya di nava refên proleteryayê de ne. Ev derdor, vê rastiyê fêm nakin û li dijî şoreşa bênavber a Lenînîst, şoreşeke demokratîk a bûrjûwa ya ku pêşengiya wê bûrjûwazî dike, diparêzin.

Weke ku tê dîtin pêşniyara ku dibêje “Ji bo ku mercên şênber ên çîna karkeran pêk werin, pêwîst e ku çîna karkeran girêdanên xwe yên bi gundîtiyê re bi giştî qut bike”, li dijî teoriya şoreşa demokratîk a neteweyî ye. Heger hinek kes ji bo pêşengiya çîna karkeran li bendê bin ku “girêdanên xwe yên bi gundîtiyê re bi giştî qut bike”, ev kes weke Çen Tu-hsieu alîgirên siyaseta dûvikbûnê ne û di heman çiravê de melevaniyê dikin.

JIRÊDERKETINA RASTGIR Û PRATÎKA ŞOREŞGER

Herî dawî em vê nêrînê, di nava çemê zindî yê “pratîka şoreşger” de binirxînin.

Gotinên weke “Proleteryaya Tirkiyeyê, ne xwediyê wan mercên şênber e ku di şoreşa demokratîk a neteweyî pêşengiyê bike”, yan jî -di heman wateyê de- “Asta geşedana aboriyê ya îroyîn a Tirkiyeyê, rê nade ku di şoreşa demokratîk a neteweyî de çîna karkeran pêşengiyê bike”, “ji bo ku proleterya bibe xwediyê van mercên şênber, pêwîst e ku bi gundîtiyê û xwedaniya taybet re tevahiya girêdanên xwe qut bike”, têne wateya nepejirandina pratîkên şoreşger ên tevgera proleteryaya cîhanê.

Weke ku tê zanîn li Çînê şoreşa demokratîk a neteweyî, bi hegemonyaya proleteryayê gihabû serkeftinê. Û bi pêşengiya bîrdozî, rêxistinî û polîtîk a proleteryayê, derbasî sosyalîzmê bûbûn.

Di heyama ku ji hêla Şoreşa 1924-27’an ve dihate birêvebirin de Kuomintang’ê, xeteke şoreşger dişopand (Mao Tse-Tung, Li Ta Çoa, Lin Po Çu û Çuyu-Pay ji bo komîteya navendî hatibûn hilbijartin); hêmanên weke “Hevbendiya Bi Rûsyayê Re”, “Hevkariya Bi Sosyalîstan Re” û “Alîkariya Ji Gundî û Karkeran Re” hatibûn pejirandin û di vê heyamê de Partiya Komunîst a Çînê, gelekî bi bandor bû. Di Adara 1926’an de Mao Tse-Tung, di derbarê çîna karkeran de wiha digot: “Li Çînê hejmara proleteryaya hemdem nêzîkî du milyonî ye. Ji ber ku di warê aboriyê de Çîn paş de maye, hejmara proleteryaya hemdem ne zêde ye… Li Çînê niha çandiniya sermayedar a hemdem gelekî kêm e. Proleteryaya çandiniyê jî ji rêncberên rojane yan jî mehane pêk tên.” (19) Di vê heyamê de bi pêşengiya Partiya Komunîst a Çînê, li dijî Japonyayê eniyeke xurt a hevgirtî ya neteweyî hate avakirin, girseyên mezin guh didan fermanên Partiya Komunîst a Çînê û li herêmên rizgarkirî, yekîneyên rêveberiya demokratîk a neteweyî dihatin avakirin. Di heyameke wiha de Mao Tse-Tung, taybetmendiya proleteryaya Çînê wiha rave dikir: “Proleteryaya Çînê, ji ber ku bi gelemperî ji gundiyên ku xizan mane pêk dihat, bêguman girêdana wan bi gundîtiyê re heye. Ev yek jî, hevbendiya gundî û karkeran hêsantir dike. Lê belê hin kêmasiyê wê yên weke kêmbûna hejmarê, li gorî proleteryaya welatên sermayedar, ciwaniya temenê û li gorî bûrjûwaziyê jî asta kêm a çandî hene. Ligel van kêmasiyan jî proleteryaya Çînê, dikarîbû bibe bingeha şoreşa Çînê.” (20)

Weke ku tê dîtin di merhaleyên jorîn ên şoreşa demokratîk a neteweyî de dema ku proleteryaya Çînê, pêşendiya eniya hevgirtî ya neteweyî dikir jî, ne li gorî vê nêrîna rastgir bû.

Gotinên Fidel Castro yên “Daxuyaniya Havanayê” jî mijarê gelekî zelal dike: “Heger rast be ku li welatên paşdemayî yên parzemîna Amerîkayê, hejmara çîna karkeran kêm e, li gorî ku mercên dij-mirovî yên ku tê de dijîn xuya ne, çîneke civakî heye ku dikare ji hêla karker û rewşenbîrên şoreşger ve werin rêvebirin û di têkoşîna rizgariya neteweyî de risteke zelal bileyîzin. Li welatê me xalên serwer ew in ku pîşesazî paş de maye û çandiniya me jî feodal e.” (21)

Li Tirkiyeyê di pêşesaziyê de nêzîkî du milyon karker hene û bi giştî nêzîkî çar milyon proleter hene; %70’yî gelheyê ji gundiyan pêk tê û di çandiniyê de li gel têkiliyên feodal, têkiliyên sermayedariyê jî pêş dikevin. Li welatekî wiha, nêrîna ku dibêje “ew mercên şênber tune ne ku di şoreşa demokratîk a neteweyî de proleetrya pêşengiyê bike û ji bo ku ev merc pêk werin, pêwîst e ku proleterya, hemû girêdanên xwe yên bi gundîtiyê û xwedaniya taybet re qut bike”, ne nêrîneke şoreşger e . Çemê zindî yê pratîka şoreşger, vê yekê nîşan dide. Pratîka şoreşger, mercên pêwîst ên ji bo pêşengiya şoreşa demokratîk a neteweyî ya proleteryayê, bi vî rengê ku tê pêşniyarkirin napejirîne.

Hemû teoriyên ku ji hêla pratîka şoreşger ve nayên erêkirin, ramanên vala û spekulasyon in. “…Her teorî, pêwîst e ku veguhere pratîkê û du sedemên vê hene; ya yekemîn, teorî, bi awayekî teqez ji hêla pratîkê ve hatiye afirandin; ne ji bo ku bi hewesekê li cîhanê temaşe bikin, lê belê ji bo ku alîkariya guhertina cîhanê bikin hatine amadekirin; ya duyemîn jî ew e ku, madem ku rastî, tevgera bênavber û guhertin e, teoriya ku li bendî be ku têra xwe bike, wê lawaz bimîne û êdî ji welîdîneke mirî pê ve ne tiştek e; heger biisrar berê xwe nede pratîkê, wê pêvajoya zanebûnê bisekine…” (22)

Weke ku tê dîtin me mijara “mercên şênber”, di çar beşên cuda de û ji hêlên cuda nirxand.

Heger hin kes mijarê li gorî vê nêrîna rastgir binirxînin, di teoriyê de dozîneyên Marksîst, vediguherînin dogmayên vala û ji diyalektîka Marksîzmê tiştekî fêm nakin; di pratîkê de jî tevgera şoreşger a proleteryayê, radestî şoreşgerên bûrjûwaziya biçûk dikin. Dahûrandineke bi vî rengî, hêza çîna karkeran a Tirkiyeyê di asteke kêm de dinirxîne û lewra jî eniya dij-emperyalîst jî lawaz nîşan dide; her wiha aniya emperyalîzma Amerîkayê, bûrjûwaziya hevkar û feodal jî “xurttir” dinirxîne. Taybetmendiya neguherbar a “oportunîzma rastgir” û “PASIFÎZMÊ” ew e ku hêzên dijmin xurttir û şoreşger jî lawaztir nîşan didin.

Di bingeha van tevan de ramana pasîfîst a bûrjûwaziya biçûk heye ku ji xwe û ji çîna karkeran ne bawer e. Li welatekî şerê gel û lidarxistina şoreşê, beriya hertiştî bi baweriya ji xwe û ji hêza xwe pêkan dibe. Incex em ji hêza xwe bawer bin da ku em karibin di vê têkoşîna mirin û mayînê de bi ser bikevin. (Bêguman ev nayê wê wateyê ku em ê ji hevbendiyan sûdê wernegirin. Di hemû merhaleyên têkoşîna me de pêwîst e ku “polîtîkaya avakirina eniya herî berfireh” serwer be). Di riya ber bi serkeftinê de desthilatdariya şoreşger a bûrjûwziya biçûk, rawestgeheke jêneveger be jî, pêwîst e ku şoreşgerên proleter, xwe nespêrin polîtîkayên ku xwe dispêrin dibêtiyan û çîna karkeran bi dûv bûrjûwaziya biçûk ve nemeşînin; berovajî vê yekê, peywira wan ew e ku wê zane bikin, birêxistin bikin û wê bikin pêşengê tevahiya gel. Tu xwe bid karê xwe, wê dawiyê wê were.”(23)

MIJARA PÊŞENGIYA PROLETERYAYÊ

Dema ku em dibêjin “ji bo proleteryaya Tirkiyeyê karibe di şoreşa demokratîk a neteweyî de pêşengiyê bike, mercên şênber hene”, em behsa pêşengiya çalak nakin. Dema ku em dibêjin “Li welatê me ew mercên şênber hene ku di şoreşa demokratîk a neteweyî de proleterya pêşengiyê bike”, ev tê wê wateyê ku “Asta geşedana aboriyê ya Tirkiyeyê, li gorî stratejiya şoreşa demokratîk a neteweyî ye û ji hêla hêza şênber ve proleteryaya Tirkiyeyê dikare barê têkoşînê hilgire”.

Ji bo ku proleteryaya Tirkiyeyê karibe pêşengiya pratîkî (pêşengiya çalak) bike, pêwîst e ku mercên wê yên subjektîf (bilindbûna asta zanebûn û rêxistinbûnê) pêş bikevin; ango pêwîst e yekîneyeke proleteryayê hebe ku xwe bi çeka sosyalîzma zanistiyê pêçabe, beşeke mezin a girseyên proleter guh bidin fermanên partiya xwe; pêwîst e Eniyeke Neteweyî ava bibe ku hevbendiya karker û gundiyan saz bike û bi vê hevbendiyê re tevahiya çîn û beşên li dijî emperyalîzmê di nava xwe de kom bike. Di vê heyamê de beşeke mezin a proleterya û kedkarên bajar û gundan li pey desthilatdariya AP’yê diçin ku ev partî, dûvikê emperyalîzma dijminê gelan a li Tirkiyeyê ye; yan jî li pey opozisyona kevenperest diçin; hayê derdorên berfireh ên proleteryaya bajar û gundan, ji şoreşa wan a resen, ango şoreşa sosyalîst tune ye, heta bala wan ne li ser e ku welatê wan di binê dagirkeriyê de ye. Bêguman di nava van mercan de mirov behsa pêşengiya pratîkî ya proleteryayê bike, ev dibe oportunîzmeke mezin. Helwesteke wiha, xiyaneta li tevgera şoreşger a proleter e û xizmeta ji bo emperyalîzmê ye.

TÊKILIYA OBJEKTÎF Û SUBJEKTÎF

Ji bo ku em karibin mijarê bi awayekî zelal rave bikin, pêwîst e ku em li ser mijara mercên objektîf û subjektîf bisekinin. Bêyî ku em têkiliya di navbera abojektîf û subjektîf de rave bikin, heger em wan ji hev bi giştî qut bikin, wê ev bibe helwesteke metafizîkî. Mercên objektîf û subjektîf bi hev ve girêdayîne; mercên obkejtîf û subjektîf bandorê li hev dikin û pêwîst e ku girîngiya wan bi hev re were nirxandin.

Mercên subjektîf, li ser mercên objektîf bilind dibin; ango avaniya aboriyê û hebûna madî ya her welatî, -di nava sînorên fireh de- asta rêxistinbûn û zanebûnê ya proleteryaya wî welatî diyar dikin. Mercên objektîf, di encamê de di wê pêvajoyê de çarenûsa proleteryaya wî welatî diyar dike. Li welatekî mêtîngeh ê ku tê de proleterya gelekî lawaz be mirov nikare li wî welatî behsa tevgereke xurt a şoreşger a proleter bike; bi heman awayî li welatekî pîşesaziyê ya ku proleteryaya wî pêş ketiye, hêza wê kêm be jî mirov nikare bêje tevgereke marksîst lê tune ye… Madde, daneya yekemîn e. Hişmendî jî daneya duyemîn e û jê derketiye. Li welatekî nîv-mêtîngeh û nîv-feodal ê wekî Tirkiyeyê ku tê de heta astekê pîşesazî pêş ketiye, drûşmeya heyî şoreşger, “Tirkiyeke Serbixwe û Demokrasiya Rastîn” e û drûşmeya “Tirkiyeya Sosyalîst” jî dibe drûşmeyeke tund û paşverû. Mirov dikare pêşniyareke wiha bike; “madem ku li Tirkiyeyê mercên şênber ên proleteryayê hene, wê çaxê pêwîst e ku proleterya nebe ‘çîneke jixweber’ û bibe ‘çîneke ji bo xwe’”. Heger ev diyalektîk neyê fêmkirin wê têkiliya di navbera hêzên hilberîner û têkiliyên hilberînê de bi awayekî mekanîkî were destgirtin. Ev jî tê wê wateyê ku kesên wiha, xeta yekemîn a materyalîzma marksîst a ku dibêje “teşe, beriya naverokê tê” nizanin. (Di vir de hişmendî û agahî dereng dimînin). Di dîrokê de ramanên wiha, ji kesên objektivîst û rêveberên oportunîst ên Enternasyonala 2’yemîn derdikevin. Ev raman dibêje ku geşedana asta aboriyê û asta geşedanê ya hêzên hilberînê, jixweber veguherandinên polîtîk û civakî pêk tînin. Û bi vî awayî di nava çarenûsperestiyeke pasîf de kesên “marksîst” hatin xapandin. Mercên subjektîf, bêguman ne encamên pasîf ên mercên objektîf in, berovajî vê yekê, encamên çalak in. Materyalîzma mekanîk, vê yekê weke encameke pasîf dinirxîne. (Ev, ramaneke ekonomîst e). Di heyama emperyalîst de li Tirkiyeyê nêzî 4 milyon proleter hene. Ramana ku dibêje li Tirkiyeyê “ew mercên şênber ava nebûne ku proleterya, di şoreşa demokratîk a neteweyî de pêşengiyê bike” û ji bo ku ev merc ava bibin jî dibêje ku “pêwîst e hemû girêdanên xwe yên bi gundîtiyê re qut bike”, weke ku me berê jî diyar kiribû, ramaneke ekonomîst e û di heyama qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê de  kûrkirina ekonomîzmê ye. Heman raman her wiha dibêje ku li welatekî wekî Tirkiyeyê “heger mercên şênber ên proleteryayê hebûna, wê rêxistina resen a proleteryayê hebûya”.

Bi awayekî sînordar be jî mercên objektîf, bandorê li mercên subjektîf dikin. Ramana berovajî vê yekê, ramaneke metafizîkî ye. Îro li Tirkiyeyê mercên objektîf ên proleteryayê, bandorê li mercên subjektîf jî dikin. Ligel hemû hewldanên astengkirinê yên aristokratên karkeran û sendîkaya zer a bi navê “Metal-15” jî li Batmanê, Singerê, Demirdokumê û Eregliyê, tevgerên karkeran li dijî patronên Amerîkî bi drûşmeyên “Tirkiyeya Serbixwe” û “Bimire Amerîka” li kargehên Singerê li ber xwe didin; dibêjin “Bimire Amerîka” û li dijî Vehbi Koç’ê hevkarê Amerîkayê, kargehê dagir dikin û karkerên karên hesin, polîsên hevkar ên ku dixwazin berxwedanê bişkînin, paş de didehfînin.

Gelo tevahiya van tevgeran, ji bilî daxwaz û mafên pîşeyî, ne helwestên li dijî pergala heyî û emperyalîzma Amerîkayê ne? Ango tevahiya van tevgeran, têkoşîna aboriyê bihurandine û nîşaneyên veguherîna têkoşîneke siyasî nîşan nadin! (Vegugerîna têkoşîna siyasî, nayê wateya ku ev tevger, bûye têkoşîna sosyalîst. Ji bo ku karibe bibe têkoşîna sosyalîst, pêwîst e ku ne tenê li hemberî yek bi yek patronan têkoşîn were meşandin). Tevgera karkeran a ku bi mehan e ku berdewam dike, nîşan dide ku sînordar be jî  çîna karkeran ji “çîna jixweber”, vediguhere “çîna ji bo xwe”. Ev tevgerên ku çê dibin nîşan didin ku çîna karkeran xwediyê wê behremendiyê ye ku pêşengiya çalak jî bike. Di vê merhaleya şerê me yê rizgariya neteweyî de ji bilî tevgerên ciwanan û bidestxistina axê ya gundiyên xizan ên ku ji hêla şoreşgerên proleter ve têne rêvebirin, gelo kîjan çîn û beşên civakî, weke çîna karkeran li dijî emperyalîzmê û hevkarên wê helwesteke zelal nîşan didin û çalakiyan dikin? Tevahiya van tevgeran, nîşaneyên hebûna mercên şênber ên çîna me ya karkeran in. Bêguman li ser van tevgerên çîna karkeran, bandora sosyalîstên karker ên wê herêmê jî heye. Lê belê kesên ku li Enqere û Stenbolê li dora weşanên nivîskî kom dibin, li pey van tevgeran dimînin. Bêguman tevgera me ya şoreşger a proleter hêj negihaye wê astê ku tevgerên karkeran birêvebibin û çîna karkeran bikin pêşengê têkoşîna şoreşa demokratîk a neteweyî ya hemû gel. Gelek sedem hene ku kadroyên şoreşger ên proleter di nava komên cuda yên belav de tevdigerin û di dawiyê de jî bêbandor in, -ev mijar ewqasî girîng e ku pêwîst e bibe mijara nivîseke din-. Ji ber ku mijara me ya sereke ne ev e em ê tenê çend mînakên kurt bidin: Ji ber ku partiyeke şoreşger a proleter tune ye û komên şoreşger ên bûrjûwaziya biçûk peywirên xwe yên talî baş bicih tînin û di nava refên me de demeke kurt be jî jirêderketina rastgir bibandor bû û “weke ku teoriya şaş tê kirin, pratîka şaş jî tê kirin”, rewşa heyî wiha ye.

Nêrîna rastgir a ku dibêje “mercên serweriya çîna karkeran a Tirkiyeyê hêj ava nebûne”, bi awayekî gelekî balkêş rewşa heyî ya Tirkiyeyê dinirxîne: “Heger em li gorî hêmana dahûrandina şênber a rewşa şênber tevbigerin û nekevin nava îdealîzmê, em ê bibînin ku di nava tevgera şoreşger a Tirkiyeyê de wê bandoreke girîng a beşa rewşenbîrên leşker û sivîlan heta demeke din jî berdewam bike. Îro li welat têkoşîna sereke di navbera hevkaran û vê hêzê de rû dide. Şoreşgerên proleter jî hêj nû ne û di bingeha xwe de jî xwe dispêrin tevgerên ciwanan û di nava têkoşînê de cih digirin.” (24)

Ji ber rewşa xwe ya çînayetiyê, bûrjûwaziya biçûk li dijî emperyalîzmê ye. Beşa rewşenbîrên leşker û sivîlan a Tirkiyeyê jî, beşa herî zane û hişyar a vê çînê ye. Her wiha berdewama raman û çalakiya Kemalîst in ku kesên Kemalîst, bûne rêveberên şerê yekemîn ê rizgariya neteweyî yê cîhanê. Mirov dikare vê ramane weke “laîkbûnê û rizgariya neteweyî” rave bike. Bêguman li welatekî bûrjûwaziya biçûk ê ku tê de %60’ê gelheyê xwendin û nivîsandinê nizanin, “wê beşa rewşenbîrên leşker û sivîlan, heta demeke di nava tevgera şoreşger de bibandor bin”. Lê belê ev nayê wê wateyê ku “li ser asta welat” têkoşîna sereke di nava Kemalîstan û hevkaran de rû dide. Cihê Kemalîstan a di nava têkoşîna îroyîn a şoreşger de ne hindik e, lê belê yekane vebijêrka şoreşger a têkoşîna li dijî emperyalîzm û hevkarên emperyalîzmê, ne ew in. Îro armanca sereke ya emperyalîzmê, ne Kemalîst in, lê belê şorşegerên proleter in. (25)

Kesên ku dibêjin “li Tirkiyeyê têkoşîna sereke di navbera hevkaran û Kemalîstan de ye” di encama gotina “li Tirkiyeyê mercên şênber ên proleteryayê tune ne” de vê dibêjin û ev yek, nîşaneya dûrketina ji teoriya sosyalîst a şoreşger e. Belê, îro rêxistina resen a proleteryayê tune ye, lê belê rêxistina resen a Kemalîstan jî tune ye. Gotina ku dibêje “Tevgera şoreşgerên proleter nû ye û ew jî xwe dispêrin tevgera ciwanan û wiha di nava têkoşînê de cih digirin” (Şahin Alpay, “Di Derbarê pergala Tirkiyeyê De”, Aydinlik, hejmar:12, rpl:466), ji ber du sedeman şaş e. Ya yekemîn, pêşeroja tevgera proleter a Tirkiyeyê biçûk dibîne. Ev hevalê ku vê dibêje ji bîr dike ku nivîskarê kovara AYDINLIK’ê ye ku ev kovar beriya pêncî salan navê weşana tevgera şoreşger a proleter li xwe kiriye. Dîroka tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê, digihêje beriya zêdetirî pêncî salan. (26) Heger ji bo tevgera proleter a Tirkiyeyê ya ku xwedî pêşerojeke bibingeh e, hinek kes bêjin “di qada siyasî ya Tirkiyeyê de nû ye û xwe dispêre tevgerên ciwanan”, ev dibe nirxandineke şaş. Gelo têkoşîna şoreşger a proleter a heta roja îro qet daneheveke sosyalîst ava nekiriye? Li welatekî nîv-feodal, partiya TİP’ê ligel ku ne sosyalîst e jî bi nasnameyeke sosyalîst derdikeve pêşberî gelê Tirkiyeyê. Ligel ku ev partî xwe dispêrê demokrasiya Filipînê û rêveberiya wê jî oportunîst e, bi rêxistinbûneke gelemşe û bi xebateke kurt a hilbijartinê, “nêzîkî 300 hezar deng” girtiye. Sedema vê ya sereke ew e ku ji 1919’an û vir ve, tevgera şoreşger a proleter a Tirkiyeyê, danehevek ava kir. Hemû sedemên din, li ber vê sedemê ne ewqasî girîng in. (27)

Ya duyemîn, pêwîst e ku bêrêxistinî û belavbûna heyî ya di nava refên şorşeger ên proleter de me nexapînin; di rastiyê de tevgera me wê pêngaveke mezin çê bike. Di nava beşên cuda yên civakê û li herêmên cuda yên Tirkiyeyê, tevgera şoreşger a proleter gelekî mezin dibe. Tevgera me digihêje her aliyên Tirkiyeyê. Hema hema li her herêmê komek yan jî kesek şoreşger heye. Di vê heyamê de di nava rêxistineke proleter a ku xwediyê disiplîneke hesinî ye de em vê tevgerê navendî dikin. Geşedana civakan û bûyerên civakî, ne li ser xeteke rast dimeşin; di fetlanokan de diherikin. Em îro di heyameke wiha de ne. Piştî demeke gelekî kurt, em ê vê pêvajoyê derbas bikin. Kevneperestiya siyasî nikare vê geşedana me asteng bike. Rastiyên jiyanê, li hemberî derewan hertim bi ser ketine û wê wiha bibe jî.

Beriya ku em vê beşa nivîsa xwe bidawî bikin em behsa nirxandina oportunîzma rastgir a koma Emek’ê ya “radestbûna ji emperyalîzmê re pêk tînin” a di derbarê mercên şênber ên proleteryayê de bikin. Li gorî Emek’ê “li Tirkiyeyê mercên şênber ji bo şoreşeke sosyalîst amade ne. Di çandiniyê de têkiliyên hilberînê yên sermayedariyê serdest in. Bermahiyên feodal incex %5 in. Bîrdoziyên feodal ên ku di avaniya jorîn de têne dîtin, bermahiyên şêwaza kevn a hilberînê ne û ji hêla têkiliyên ‘sermayedar ên ku hinekî pêş ketine’ ve hatine mijandin”.

Heger weke ku ev kom dibêje, bermahiyên feodal %5 bin jî li gorî materyalîzma Marksîst, heger mercên şênber ên ku hebûnê ava dikin ji holê rabin jî, bîrdoziyek heta demekê hebûna xwe berdewam dike. Lê belê bîrdoziya ku encama pergala berê ya hilberînê ye, bi qasî ku nakokiyên şênber pêş dikevin, neçar e ku ew jî paş bikeve; êdî ne pêkan e ku vegere weke berê. Ramana ku li gorî hêzên hilberînê yên nû pêş dikeve, dikeve dewsa bîrdoziya kevn. Li welatê me, bîrdoziyên feodal ên ku di dema Ataturk de bêbandor bûbûn, bi tevgera Partiya Demokrat a 1950’yî re ji nişka ve mezin û xurt bû. Îro “tevgera nûr” ewqasî xurt bûye ku çend milyon dengên ku di binê destê wan de ye beralî dike û li welat, di avakirina “desthilatdariya polîtîk” de “giraniya xwe” çê dike û heta carinan hevalbendên xwe yên bûrjûwaziya hevkar jî ditirsînin. Niha divê em ji van mîrzayan bipirsin; li gorî diyalektîka Marksîst, heger pergala hilberîna feodal bi gelemperî hatiba hilweşandin, gelo wê ev bîrdoziyên feodal jî bandora xwe winda nekiribana? Lê belê xuya ye ku piştî salên 1950’yî û heta niha pêş ketine. Bîrdoziyên feodal pêş ketine, xurt bûne û bandora wan a li ser jiyana civakê jî zêde bûye. Ne hewce ye ku em gelekî biçin dûr, di lîsteya berendamtiya partiyan a hilbijartina dawî de gelek axa, şêx û serokên eşîran hene. Piştî hilbijartinê hate dîtin ku partiyeke ku xwe tenê dispêre mezhebperestiyê jî dikare çiqasî dengan werbigire. Weke ku tê dîtin, bêyî lêkolînên kûr, bi nirxandineke seraser jî tê dîtin ku bermahiyên feodal, ji %5 zêdetir in. Weke ku Erdost jî diyar dike, di çandiniyê de li gel têkiliyên feodal, hêdî hêdî têkiliyên sermayedar jî derdikevin. Ji ber vê jî şaş e ku mirov hesabên weke “di çandiniyê de mêtîngeriya feodal di vê rêjeyê de ye û mêtîngeriya sermayedar jî di vê rêjeyê de ye” bike. Ev tê wê wateyê ku kesên wiha, bi rêbazeke derveyî Marksîzmê mijaran dinirxînin. Li Rûsyayê di 1905’an de, sosyalîstên şoreşger jî weke koma Emek’ê nirxandin dikirin; bersiva Lenîn a ji bo wan zelal bû: “Li Rûsyayê kargehên mezin ên çandiniyê, taybetmendiyên axatiyê û sermayedariyê di nava xwe de dihewîne. Têkoşîna îroyîn a gundiyan a li himberî axayên zeviyên mezin, têkoşîna li dijî bermahiyên feodaliyê ye. Lê heger îro hin kes rabin û mijaran ji hev cuda bikin, her mijarê cuda cuda binirxînin û hewl bidin bihesibînin ku feodalî li ku derê diqede û sermayedarî li ku derê dest pê dike, ev tê wê wateyê ku kesên wiha, zimandirêjiya xwe dixin stûyê marksîzmê. Dema ku em ji dikandarekî tiştekî dikirin, em para nirx û kedê û para diziyê ji hev dernexin, gelo em teoriya nirx û kedê inkar dikin?” (28)

Her wiha li welatê me bermahiyên feodal, ne %5, %0.5 bin jî li gorî dahûrandina diyalektîka Marksîst, drûşmeya şoreşger a îroyîn nabe “Tirkiyeya Sosyalîst”. Yên ku wiha dikin “nakokiya diyarker a dawîn” û “nakokiya sereke” tevlihev dikin. Di nava civakê de nakokiyên gelekî tevlihev hene. Di nava van nakokiyan de, nakokiya di navbera hêzên hilberîner û têkiliyên hilberînê de, nakokiya sereke ya diyarker a dawîn e. Lê belê dibe ku di heyamekê de ev nakokî, nebe “nakokiya sereke”. Mînak, di şerê jinûve parvekirinê de li Fransaya di binê dagirkeriya Almanî de ya ku xwediyê pergaleke sermayedar a pêşketî bû, nakokiya sereke ne nakokiya proleterya û bûrjûwaziyê bû; nakokiya sereke, ji bilî beşa hevkar a bûrjûwaziyê, di navbera tevahiya gelê Fransî û emperyalîzma Almanî de bû. Em bêjin ku li Tirkiyeyê nakokiya sereke di navbera proleterya û bûrjûwaziyê de ye; heger wiha be jî em nikarin niha drûşmeya şoreşa sosyalîst derxin pêş. Lewra îro nakokiya diyarker, ne di navbera proleterya û bûrjûwaziyê de ye; nakokiya sereke di navbera tevahiya gelê Tirkiyeyê û emperyalîzma Yankee’yan de ye. Di vê rewşê de peywira partiya proleteryayê û şoreşgerên proleter ew e ku qêrînên “şoreşa sosyalîst” berz nekin û weke berdevkên herî zane yên neteweya xwe, pêşengiya eniya neteweyî bikin û ala serxwebûna azadiyê ya ku di binê pêlavên Amerîkan de tê perçiqandin bilind bikin û şoreşa neteweyî pêk bînin. Bêyî ev nakokiya sereke were çareserkirin, li welat “şoreşa sosyalîst” pêk nayê û sosyalîzm ava nabe. Li welatekî ku hatiye dagirkirin, peywira sereke ya marksîstan, ne lidarxistina şoreşa “sosyalîst” e, lê belê lidarxistina şoreşa “neteweyî” ye. Heger hin kes bêjin ku “têkoşîna sosyalîst, têkoşîna li dijî emperyalîzmê jî di nava xwe de dihewîne” û çînên neteweyî bikin dijberên xwe û bi drûşmeya “têkoşîna sosyalîst” derkevin pêş, ew kes alîkariya emperyalîzma Amerîkan dikin û xiyaneta herî mezin li neteweya Tirkiyeyê,proleteryaya Tirkiyeyê û proleteryaya enternasyonal dikin!

Zelal e ku wê şerê me yê 2’yemîn ê rizgariya neteweyî, ne li ser xeteke rast bimeşe. Wê di nava wê de merhaleyên cuda hebin û wê wiha bigihêje serkeftinê. Di nava vê demê de em ê jî ji hevbendiyên cuda sûdê werbigirin û wê dijmin jî wiha bike. Em ê ji aliyekî ve hewl bidin li dijî emperyalîzmê, eniya herî berfireh a neteweyî ava bikin û li aliyê din jî hewl bidin hişmendiya polîtîk bidin proleteryayê. Ji bo vê jî em ê xwe bigihêjînin çînên neteweyî; qada me ya xebatê, qada hemû çînên neteweyî ye. Weke şoreşgerên proleter, li dijî emperyalîzma Amerîkayê, bûrjûwaziya hevkar û hevbendiya zordest, em ê li hemû qadan têkoşîna herî tund bimeşînin. Em ê bikevin nava çalakiyên jixweber ên proleteryayê; em ê hewl bidin van têkoşînên aboriyê birêxistin bikin û veguherînin têkoşînên siyasî; em ê pêngaveke ravekirina rastiyan a berfireh bidin destpêkirin û hewl bidin hişmendiya sosyalîst bigihêjînin proleteryayê. Em ê hemû cûreyên oportunîzmê nîşanî proleteryayê bikin; em ê wate û taybetmendiyên tevgerên ciwanan, pêşeroja dîroka Kemalîzmê û kevneşopiya wê ya rizgariya neteweyî rave bikin; em ê diyar bikin ku di şerê me yê 2’yemîn ê rizgariya neteweyî de dost û hevalbendên herî nêzîk ên girseyên karker û gundiyan ew in û em ê hişmendiya polîtîk bidin wan. Lê belê dema ku em van dikin em ê wek çavê xwe li serxwebûna siyasî ya tevgera proleteryayê biparêzin!

POLÎTÎKAYA HEVBENDIYAN Û JIRÊDERKETINA RASTGIR Û PEYWIRA DUALÎ YA BINAVÛDENG

Li welatekî nîv-feodal ê ku di binê nîrê emperyalîzmê de ye, aşkere ye ku şoreşgerên proleter, bikevin nava têkoşîneke dualî. Ji aliyekî ve pêwîst e di têkoşîna li emperyalîzmê de li cem hemû çîn û beşên neteweparêz cih bigirin û ji bo avakirina eniya dij-emperyalîst, hewldaneke zêde nîşan bidin û li aliyê din jî pêwîst e hişmendiyê bigihêjînin proleteryayê, wê birêxistin bikin û wê bikin pêşengê tevahiya gel.

Ji bo ku çîna karkeran bibe pêşengê tevahiya gel heger hinek bêjin “di destpêkê de pêwîst e ku em bi hêz bibin û paşê jî bi vê hêza rêxistinkirî em bikevin nava hevbendiyan”, ramana van kesan li dijî marksîzmê ye û rameneke metafîzîkî ye.

Em ê ji aliyekî ve pêngava ravekirina rastiyên siyasî bimeşînin û hişmendiya sosyalîst bidin çîna karkeran û girseyên karker û gundiyan birêxistin bikin û li aliyê din jî hewl bidin hişmendiya demokratîk û netweyî bidin hemû çînên neteweyî û piştgiriya tevgerên wan ên li dijî meperyalîzmê bikin û hewl bidin ew jîbidin xwediyê rêxistinbûnên xwe yên resen û em ê hewl bidin eniya neteweyî ava bibe. Ev diyalektîk, hevgirtî ye. Em têkoşîna dualî, ji hev nayê qetandin. Mirov nikare di destpêkê de yekê bimeşîne û paşê ya din bişeîne; pêwîst e ku herdu bi hev re werin meşandin.

Ev tiştên ku têne dubarekirin, rastiyên gelemperî yên sosyalîzma zanistiyê ne. Heger em mijarê razber bihêlin, em ê nikaribin tu tiştî ronî bikin û heger bi vî awayî were hiştin jî, tu wateya dahûrandinên razber tune ye. Teqez divê em mijarê ji qada razber daxin qada şênber û pêwîst e em dahûrandina tiştên şênber bikin. Çawa ku em hemû nakokiyên pêvajoyekê weke hev nanirxînin, pêwîst e ku di diyardeya nakok a giştî de (di vê peywira dualî de) herdu hêlên nakok jî weke hev neyên destgirtin. Heger em van herdu peywirên nakok weke hev bigirin dest ev tê wê wateyê ku “şoreşgerên proleter tu karî nakin”. Ji ber ku herdu hêlên dijber, di nava xwe de hevsengiyê ava dikin, wê tevger veguhere sekinandinê. Di vê rewşê de heger em dixwazin behsa rewşeke çalak bikin, pêwîst e ku ji herdu hêlan yek, ji ya din hinekî be jî girantir be. Ji nava van herdu hêlan, hêla ku taybetmendiya giştî diyar dike, hêla girîngtir a nakokiyê ye û hêla din jî, hêla di asta duyemîn de girîng e.

Em niha behsa hêla herî girîng a mijarê bikin; ji nava herdu peywirên nakok ên “gihandina hişmendiya sosyalîst a ji bo proleteryayê, rêxistinkirina wê û avakirina partiya wê ya resen û li aliyê din jî destekdayîna têkoşîna li dijî emperyalîzmê ya çînên neteweparêz û hewldana avakirina rêxistinbûna wan a resen”, kîjan peywira sereke ye û kîjan a duyemîn e? Di vê merhaleya têkoşîna me ya şoreşa demokratîk a neteweyî de, peywira sereke ya şoreşgerên proleter çi ye? Ji hêla diyarkirina peywirên me yên taktîkî yên îroyîn, bersivên van pirsan girîng in. “Dahûrandina hêlên sereke û duyemîn ên nakokiyekê, di diyarkirina bergehên siyasî, leşkerî, stratejîk û taktîkî yên partiyeke şoreşger de yek ji rêbazên herî girîng e.” (Mao Tse-Tung) Bersiva ku dibêje “Carinan yek û di hin rewşan de jî ya din dibe peywira sereke yan jî ya duyemîn; li gorî rewşê tê guhertin”, bersiveke bijarteker (eklektîk) û ne cidî ye. Beriya ku em bersiva vê pirsê bidin, em bi kurtasî behsa taybetmendiya rewşa heyî bikin; taybetmendiya herî berbiçav a vê heyamê ew e ku di serî de çîna karkeran, asta hişmendiyê ya hemû çînên neteweparêz, kêm e. Her wiha rêxistinên resen ên hemû çînên neteweparêz tune ne. Di nava TİP’ê de şoreşgerên proleter û di nava CHP’yê de jî kesên Kemalîst, incex komên biçûk ava dikin.

Di vê heyama şoreşê de di nava van mercan de peywira sereke ya şoreşgerên proleter ne ew e ku (em nabêjin yekane peywir an jî tevahiya peywiran), ji bilî girseyên karkeran, ji bo ku çîn û beşên din ên neteweparêz jî rêxistinên xwe yên resen ava bikin, bixebitin an jî destekê bidin têkoşîna şoreşger a lawaz a Kemalîstan; peywira sereke ew e ku pêwîst e şoreşgerên proleter pêngava ravekirina rastiyan bikin û bi vê re hişmendiya sosyalîst belav bikin, tevgerên jixweber ên karkeran birêxistin bikin û bikin ku proleterya bibe xwediyê partiya xwe ya resen. Ango wê şoreşgerên proleter, beşeke girîng a hêz û derfetên xwe bidin vî karê sereke û hêz û derfetên din jî ji bo karê duyemîn bixin meriyetê.Heger em vê peywira dualî ewqasî şênber bikin û rave bikin, ev nayê wê wateyê ku em têkiliyên di navbera herdu hêlan de paşguh dikin û hêsan nîşan didin; berovajî vê yekê dema ku em taybetmendiyên cuda yên vê peywira nakok a dualî cuda cuda digirin dest, em li gorî rêbaza dahûrandinê ya diyalektîka marksîst tevdigerin. “Heger me hêlên sereke û yên duyemîn ên nakokiyekê lêkolîn nekiribana, ango me taybetmendiyên diyarker ên herdu mercên nakokiyê cuda cuda negirtibana dest, em ê di nava lêkolîneke razber de asê mabana û me yê bi awayekî şênber, mercên vê nakokiyê fêm nekiriba û di encamê de ji bo çareseriya wê, me yê rêbaza rast nedîtiba”. (Mao Tse-Tung). Dahûrandina marksîst, dahûrandina tiştên şênber e. Pêwîst e ku em mijaran, pirsgirêkan, riyên çareseriyê û armanc û drûşmeyan, li gorî cih û demên diyar bigirin dest. Pirsgirêkên taktîkî yên sereke yên her merhaleyê, bi dahûrandin û ravekirinên cidî û rast ên mercên heyî re çareser dibin.

Di vê heyama têkoşîna me ya şoreşa demokratîk a neteweyî de peywira me, peywira şoreşgerên proleter a sereke ew e ku hişmendiya sosyalîst bigihêjînin çîna karkeran û rêxistinên resen ên girseyên karkeran ava bikin. Di vê heyamê de hêza me kêm e (bala bidinê ku em dibêjin hêza me kê me, ne hêza ku em dixwazin di nava hevbendiyan de nûnertiya wan bikin kêm e!…). Di heyameke wiha de bersiva pirsa “çima ev peywir, peywireke sereke ye”, ne pirsgirêkeke tevlihev a teoriya marksîst e. Kesên ku hinekî jî ji marksîzmê fêm dikin wê bi hêsanî fêm bikin ku di vê heyamê de “mijara me ya sereke” ew e ku pêwîst e em di nava çîna karkeran de cihê xwe xurt bikin. Berpirsyariya sosyalîstan ew e ku pêşengiya têkoşîna demokratîk a neteweyî ya tevahiya gel bikin. Lê belê di vê merhaleyê de dema ku em li cih û bandora xwe ya di nava tevgerên karker û gundiyan de dinêrin, tê dîtin ku çima pêwîst e em pêşekiyê bidin peywira duyemîn. Lenîn’ê ku hosteyê mezin ê diyalektîka Marksîst e, bi awayekî gelekî zelal vê mijarê rave dike: “Di heyama destpêkê de bi rastî jî hêza me gelekî kêm bû û gelekî xwezayî bû ku di wê demê de em xwe tenê di nava karkeran de bidin çalakiyan û ji bilî vê yekê, li dijî tiştên din derkevin. Hemû peywira me ya wê de ew bû ku em xwe di nava çîna karkeran de xurt bikin.”(29)

Bêguman wê di hemû merhaleyên têkoşîna me ya şoreşa demokratîk a neteweyî de peywirên me yên sereke weke xwe nemînin. Piştî ku em di nava girseyên karker û gundiyan de cihê xwe xurt bikin, ango piştî ku rêxistina şoreşger a proleter ava bibe û bikaribe tevgerên karker û gundiyan bi rêve bibe yan jî di vê riyê de pêş bikeve, wê peywira me ya ku îro di asta duyemîn de ye, bibe peywira sereke û wê peywira îro ya sereke jî bibe peywira duyemîn. (30)

Aşkere ye ku mijara rêxistinkirin û zanekirina karkeran û çalakiya xebata avakirina Eniya Neteweyî, bi diyalektîka zindî ya têkoşînê ve girêdayî ye. Ev herdu têkoşîn ketina nava hev û di navbera wan de Seda Çînê tune ye. Çîna karkeran, hêza beralîker a eniya hevgirtî ya neteweyî ye û heger di zanekirin û rêxistinkirina vê hêzê de pêşketin çênebe, mirov nikare bi awayekî cidî bifikire ku wê eniyeke rastîn a li dijî emperyalîzmê ava bibe. Di vê heyamê de asta hişmendiyê ya hemû çînên neteweparêz kêm e; di heyameke wiha de gava pêşîn a avakirina Eniya Neteweyî û geşedana têkoşîna li dijî emperyalîzma Amerîkayê, avakirina partiya siyasî ya proleteryayê ye; lewra pêwîst e ku hewldana zêde di vê qadê de were dayîn. Heger ev nebe, heger di rêxistinkirin û zanekirina girseyên karkeran de heta astekê serkeftin bi dest nekeve, ji bilî zimandirêjiyê di derbarê eniya neteweyî de tu tişt nayê kirin. Hêla din a mijarê jî wiha ye: ji bo geşedana bêtir a xebata rêxistinkirin û zanekirina çîna karkeran, di asteke bilind de pêwîst e ku lidijî emperyalîzmê û hevalbendên wê, eniyeke neteweyî were avakirin.

Piştî vê dahûrandina şênber a mijarê û piştî diyarkirina peywirên me yên sereke yên demê, em niha behsa nêrînên jirêderketina rastgir a di derbarê vê mijarê de bikin: “Pirsgirêka yekemîn, polîtîkaya eniya neteweyî ye”(31)“Û li welatê me îro ew derfet tune ne ku partiya resen a kedkaran were avakirin. Demokrasiya dirûvî ya îroyîn, derfetên vê yekê nade.”(32)

Em bêjin ku ev nêrîna rastgir, di peywira dualî de, peywiran bi awayekî mekanîkî naxe dorê; wê çaxê weke peywira sereke “xebatên ji bo avakirina eniya neteweyî” tê pêşniyarkirin. Heger bigotana “peywira me ya sereke ew e ku ji bo çîneke ku ne xwediyê mercên şênber e, pêwîst e em mercên subjektîf ava bikin. Gava vê ya pêşîn jî avakirina rêxistina resen a proleteryayê ye” wê gelekî berovajî bûya. Heger asta aboriya welat têr nake ku mercên şênber ên çîna karkeran ava bibe, wê çaxê peywira sereke, destekdayîna çînên din ên neteweyî ye. (33) (Di vê heyamê de rista çîna karkeran ne çalak e, pasîf e).

Di rastiyê de li vir lawaziya tevgera me ya şoreşger a proleter, dikeve stûyê çîna karkeran; tê ragihandin ku niha, li gel mercên subjektıf, mercên şênber ên vê çînê jî tune ne ku ji şoreşa demokratîk a neteweyî re pêşengiyê bike û rêxistinkirina çîna karkeran, ji bo merhaleyên pêşîn tê taloqkirin ku tê de mercên pêşîn ên aboriyê ava bibin. Û heta ku ev pêk were jî, ji vê peywira dualî, peywira ku divê li pêş be, dikeve asta duyemîn. Qaşo dibêjin ku pêwîst e mercên pêşîn ên aboriyê yên çîna karkeran werin avakirin û “riya şoreşa neteweyî”, “riya ku ne sermayedar e”, xwe weke “Sosyalîstên Proleter” radigihînin û têgeha “riya şoreşa demokratîk a neteweyî” dikeve devê wan û di nava refên me de “ekonomîzm” wiha xwe bi cih dike.

Gotina “îro ew derfet tune ne ku partiya resen a kedkarên welatê me ava bibe”, nîşaneyeke din a vê jirêderketinê ye û encama xwezayî ya nirxandina “mercên pêşengiya çîna karkeran hêj ava nebûne” ye. Di berbanga şoreşa demokratik a 1905’an de ramana “ekonomîst” digot ku têkoşîna desthilatê ya Lenînîzmê, xewneke vala ye û weke armanceke polîtîk a demildest, bi taybetî giraniyê dida “azadiya avakirina partiyê”; di navbera vê ramana ku dibêje “Demokrasiya dirûvî ya îroyîn, vê derfetê nade”, wê çaxê di vê merhaleyê de armanca sereke ya têkoşîna me (têkoşîna çîna karkeran, ne têkoşîneke erênî ye, lê belê têkoşîneke neyînî ye) ew e ku mercên demokratîk ên ku vê derfetê bidin girseyan karkeran werin avakirin. Ev nirxandin jî li dijî Lenînîzmê ye û encameke ‘ekonomîzmê’ ye. Bûrjûwa, şoreşa bûrjûwa pêk tîne û proleterya jî şoreşa proleteryayê pêk tîne” û difikire ku “wê di navbera şoreşa sosyalîst û şoreşa bûrjûwaziyê de demeke dirêj hebe” û nêrîna ku dibêje “îro ew derfet tune ne ku kesên kedkar, rêxistina xwe ya resen ava bikin, demokrasiya dirûvî ya îroyîn, vê derfetê nade” de, di bingehê de wekheviyek heye. Lê belê li gorî teoriya şoreşa bênavber a Lenînîst û li gorî teoriya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, di navbera heyama şoreşa demokratîk a bûrjûwa û şoreşa sosyalîst de demeke dirêj tune ye. Û li gorî lenînîzmê, rêxistina resen a proleteryayê, di her heyamên têkoşînê de tê avakirin û têkoşîna ji bo mafên demokratîk, bi tena serê xwe ne armancek e. “Asta geşedana aboriyê ya welat, li gorî stratejiya şoreşa demokratîk a neteweyî ye”, ango “mercên şênber ên proleteryayê hene”. Di vê merhaleyê de peywira sereke ya şoreşgerên proleter ew e ku hişmendiyê bidin karker û gundiyan, wan birêxistin bikin û rêxistina resen a proleteryayê ava bikin; peywira duyemîn jî ew e ku ji bo avakirina rêxistina resen a çînên din ên neteweparêz û avakirina Eniya Neteweyî, xebatê bimeşînin. Li dijî xeta rast a şoreşger, nêrîna rastgiriyê wiha ye: “Asta geşedana aboriyê, dike ku di têkoşîna li dijî emperyalîzmê de, proleterya bikeve asta duyemîn”, “niha li seranserî welat, têkoşîna sereke, di navbera hevkaran û Kemalîstan de ye” û di encama van nêrînan de dibêjin “peywira sereke, polîtîkaya eniya netweyî ye”.

Li gorî ku mercên objektîf û subjektîf ên desthilata prolteryayê tune ne û di vê merhaleyê de ne pêkan e ku rêxistina wê ya resen ava bibe, dema ku dibêjin “Eniya Neteweyî”, aşkere ye ku behsa destilata bûrjûwaziya biçûk dikin. Nêrîna rastgir bi kurtasî wiha dibêje: “Di vê merhaleyê de armanca şoreşger ew e ku, weke Sûriye û Misirê, desthilateke li dijî emperyalîzmê ya bûrjûwaziya biçûk were avakirin. Di vê tevgerê de rista çîna karkeran a Tirkiyeyê, risteke ‘destekdayînê’ ya di asta duyemîn de ye û destekdayîna Kemalîstan e. Wê bi saya vê desthilata bûrjûwaziya biçûk, mercên şênber ên pêşengiya proleteryayê yên ku niha tune ne, werin avakirin (wê kargeh ava bibin û li welatê me reforma erdan çê bibe), wê li welat, derfetên demokratîk werin avakirin û bi vî awayî di vê rewşa demokratîk de wê partiya resen a proleteryayê ava bibe!

HÊLÊN “ÇEPGIR Û RASTGIR” ÊN KEMALÎZMÊ Û BEŞA REWŞENBÎRÊN LEŞKER Û SIVÎL

Nêrîna rastgir a di nava refên me de oportunîzma Aybar û Aren gelekî rexne dike ku beşa rewşenbîrên leşker û sivîlan weke “beşeke metafîzîkî” dinirxînin; ev beşa rastgir, bi awayekî hevgirtî, Kemalîzmê weke çepgir û rastgir cuda dinirxînin û di nava heman îdealîzmê de digevizin. Nêrîna rastgir, mijarê wiha rave dike: “Ramangerên îroyîn ên xeta şoreşger a Kemalîst a beşa rewşenbîrên leşker û sivîl, beşa herî hişyar a bûrjûwaziya biçûk pêk tînin. Ev beş, li gorî taybetmendiya tevlihev a bûrjûwaziya biçûk, bûne du beşên weke şoreşgerên çepgir û parlementerîstên paşverû yên rastgir. Heta ku ev cudahî neyê kirin, heta ku neyê fêmkirin ku beşa leşker û sivîlan, bi destê pêşengiya van herdu baskên cuda ji hev qetiyane, ne pêkan e ku pirsgirêkên îroyîn ên xeta şoreşger a Kemalîst bi awayekî rast werin fêmkirin. Em weke şoreşgerên proleter, pêwîst e ku di vê mijarê de nirxandinên rast bikin û rewşa hevalbendên xwe jî zanibin… Baskê rastgir ê bi pêşengiya Bulent Ecevit jî, taybetmendiya paşverû ya parlementerîzma Tirkiyeyê fêm nekirine û vê leyîstoka demokrasiyê, weke demokrasiya bûrjûwa dipejirînin û wê diparêzin… Di encamê de li hemberî emperyalîzmê û hevkarên wê paşde gav diavêjin û neçar dimînin ku polîtîkayeke lihevker û teslimiyetê bimeşînin. Lê belê em ne bawer in ku beşa sereke ya şoreşgerên bûrjûwaziya biçûk, demeke dirêj xwe bi parlementerîzma paşverû ve girê bidin.” (Şahin Alpay, Di Derbarê Pergala Tirkiyeyê De, Aydinlik, hejmar:12, rpl:450-451) (34)

Ji bo ku em karibin di vê mijarê de dahûrandineke hevgirtî bikin, beriya hertiştî pêwîst e em li ser taybetmendiya Kemalîzmê bisekinin. Kemalîzm, ew neteweperestî ye ku li welatekî ku di binê nîrê emperyalîzmê de ye, alên rizgariya neteweyî ya gelên rojhilat bilind kiriye, emperyalîzmê têk biriye û şerê rizgariya neteweyî dest pê kiriye. Kemalîzm, li Tirkiyeyê xeta herî radîkal a bûrjûwaziya biçûk e û taybetmendiya wê jî hêmayên “Rizgariya Neteweyî” û “Laîkbûn” e. Li gorî taybetmendiya xwe, polîtîkayeke aboriyê ya diyar a Kemalîzmê tune ye û tune bû. Taybetmendiya gelemperî ya bûrjûwaziya biçûk a ku di navbera ked û sermayeyê de digevize, di polîtîkaya aboriyê ya Kemalîzmê de jî xuya dike. Kemalîzm, li gorî mercên heyama ku tê de ye bergeha xwe diguherîne; carinan hewldanên taybet destek dike û carinan jî hêla wê ya dewletperest derdikeve pêş. Tiştê ku heta niha Kemalîzmê li ser piyan hiştiye û ew zindî kiriye, taybetmendiya wê ya rizgariya neteweyî ye. Heger em taybetmendiya dij-emperyalîst a Kemalîzmê deynin aliyekî, wê Kemalîzm nemîne. Ji ber vê yekê jî incex kesên ku di nava refên li dijî emperyalîzmê de cih digirin, dikarin xwedî li Kemalîzmê derkevin. Kesên ku bi emperyalîzmê re li hev dikin û tevgerên li dijî emperyalîzmê şermezar dikin, ji hêla rastgir ve jî nikarin di nava refên Kemalîst de bimînin. Kesên di sala 1919’an de dixwestin bikevin bin rêveberiya Amerîkayê çiqasî rizgariya neteweyî biparêzin û Kemalîst bin, kesên ku di 1969’an de hewl didin tevgerên li dijî Amerîkayê bin pê bikin, refên li dijî emperyalîzmê belav bikin, bi gotinên weke “dijminên demokrasiyê yên çavsor” û “rewşenbîrên paşverû yên ku jigel ne bawer in” êrîşî rizgarîxwazên neteweyî dikin û di hevkarîbûna bi Amerîkayê re de ketine nava pêşbaziyê jî ewqasî Kemalîst in. Û Kemalîstên wiha çiqasî şoreşger bin, nêrîna ku ew xistine nava refên Kemalîst jî ewqasî şoreşger in!…

Cudakirina Kemalîzmê ya weke rastgir û çepgir, dahûrandineke çewt e ku di nava wê de hin xeletî hene. (35) Bala xwe bidinê ku ev nêrîna rastgir, beşa rewşenbîrên leşker û sivîl û Kemalîzmê, weke heman tiştî dipejirînin. Ev, bi giştî çewt e. Beşa rewşenbîrên leşker û sivîlan, beşeke bûrjûwaziya biçûk e. Kemalîzm jî helwesta herî radîkal û nêrîna polîtîk a vê beşê yan jî bûrjûwaziya biçûk e. Weke ku tê dîtin, li vir, rastiyên ku ne di rêzekê de ne û ne di nava çarçoveyekê de ne, di nava rêzekê de têne nirxandin. Heger yek bikeve şûna ya din, ev li dijî hişmendiya diyalektîkê ya ku dixwaze têgeh werin diyarkirin e û şaşitiyeke metafizîkî ye.

Gelo jirêderketina rastgir, ji dêvla ku beşa rewşenbîrên leşker û sivîlan, weke “çep û rast” ji hev cuda bike, çima Kemalîzmê weke çep û rast dike du parçe û vê xeletiyê dike? Ev, hêmana sereke ya marksîzmê binpê dike û jirêderketina rastgir neçar bû ku bikeve nava vê şaşitiyê. Beriya ku em bersiva pirsa “çima neçar bû” bidin, em di derbarê mijareke girîng de tiştekî bêjin; di marksîzmê de biakranîna rast a têgehan, di felsefeya marksîst de di asta jiyanî de girîng e. Em li vir mafê gotinê bidin Louis Althusser: “Felsefe, di qada teoriyê ya gel de nûnertiya têkoşîna çînayetiyê dike. Felsefe çima bi gotinan re şer dike? ‘Raman’, nûnertiya rastiyên têkoşîna çînayetiyê dikin û peyv jî ‘nûnertiya’ ramanan dikin. Di ramangeriya zanistî û felsefî de peyv (têgeh û tof-kategorî) ‘amûrên’ zanînê ne. Lê belê di têkoşîna zanistî, felsefî û bîrdoziyê de peyv, di heman demê de çek, teqemenî, madeyên hişbir û jehr in jî. Carinan têkoşîna çînayetiyê, di têkoşîna navbera peyvan de jî rave dibe. Hin peyv jî hene ku di nava hev de weke dijminan pev diçin. Hin peyv jî hene ku tevliheviya wateyê çê dikin; weke çarenûsa pevçûneke jiyanî û hêj bi encam nebûye. (…) Felsefe, heta bi peyvên herî razber, zehmet û berhemên herî dirêj ên teorîk re pev diçe. Li dijî peyvên derew, li dijî peyvên ku tevliheviya wateyê ava dikin, li gel peyvên rast disekine û pevçûneke ‘bimerhale’ dike. Ev şerê li ser peyvan, parçeyeke têkoşîna siyasî ne.” (36) Weke ku Althusser jî diyar dike, şerê bîrdoziyê yê bi oportunîzmê re, bi peyvan tê meşandin. Xala hevpar a her cûre oportunîzm û revizyonîzmê ew e ku tevliheviya wateyê ava dikin û peyvên ku wateyên wan ne yek in, weke ku hemwate bin bi kar tînin û di nava heman çarçoveyê de dinirxînin. Di binê rûpoşa vê şaşitiya (!) negirîng û bêguneh de, dixwazin xayintiya herî mezin veşêrin. Weke mînak, Jules Moach dibêje “Di pergala îroyîn de du çîn, çîna karkeran û sermayedarî li himberî hev in”; di nêrîna pêşîn de weke şaşitiyeke negirîng xuya dike, lê belê çarçoveyeke şaş diyar dike û yek ji xayintiyên herî mezin ên li dijî çîna karkeran dike; berjewendiyên resen ên çîna karkeran, di çarçoveya zagonsaziya bûrjûwaziyê de dibe qurbanî. (Weke ku tê zanîn, sermayedarî, pergalek e. Dijminê çîna karkeran jî ne sermayedarî ye, lê belê bûrjûwazî ye). Weke ku tê dîtin weke têgehên beşa rewşenbîrên leşker û sivîl û Kemalîzmê de, li vir jî rastiyên cuda, di nava heman çarçoveyê de têne nirxandin. Heman tiştî -ne di heman radeyê de be jî- jirêderketina rastgir a di nava refên me de jî dike. Ev nêrîn dibêje ku “li Tirkiyeyê mercên pêşengiya proleteryayê têr nakin”, -di encamê de jî wiha tê fêmkirin ku di vê heyamê de rista proleteryayê ne çalak e, lê belê pasîf e-, di vê heyama têkoşîna li dijî emperyalîzmê de rista herî çalak, a beşa herî zane ya bûrjûwaziya biçûk, ango Kemalîstan e. Û dibêjin “Îro li seranserê welat, têkoşîna sereke di navbera Kemalîstan û hevkaran de ye”. Îro li welatê me, li gorî gotina jirêderketina rastgir “Beşeke mezin a kadroyên Kemalîst, li dora Ecevit kom bûne”. Heger Ecevit, Inonu û CHP nekevin nava çarçoveya Kemalîzmê, “ji ber ku piraniya kadroyên Kemalîst li vir in”, wê bandora Kemalîstan jî ji nişka ve kêm bibe. Û wê gotina ku dibêje “li seranserê welat, têkoşîna sereke di navbera Kemalîstan û hevkaran de ye” bibe palpişteke vala. Ji bo ku gotina “li seranserê welat, têkoşîna sereke di navbera Kemalîstan û hevkaran de ye” rast derkeve, teqez divê kesên ku demokrasiya weke Filipînê diparêzin û bi emperyalîzmê re li hev dikin, derbasî nava refên Kemalîst bibin. Li dijî desthilata hevkar a AP’yê, partiya duyemîn CHP’ya Kemalîst e ku wê bi vê tevlibûnê re refên Kemalîstan gelekî xurt bibin û li seranserê welat, di têkoşîna sereke de ev beş, li dijî hevkaran wê bibe vebijêrka herî girîng a şoreşger! (Bêguman hêza CHP’yê ne tenê bi dengan tê pîvan. CHP, tevî artêşê, li ser saziyên cuda yên Tirkiyeyê bandoreke mezin dike). Her wiha îro kesên ku parlementerîzma paşverû diparêzin, piştî hilbijartinan wê fêm bikin ku ew şaş bûne û wê ji hêla rastgir a Kemalîzmê, derbasî hêla çepgir bibin. (!). (37)

Hemû cûreyên jirêderketinan, qaşo “dahûrandina şênber a rewşên şênber” dikin. Jirêderketina rastgir jî xwe li pey vê yekê vedişêre, Kemalîzmê hinekî (!) cuda dinirxîne, bi vî awayî tevliheviya têgehan çê dike û hewl dide nêrîna xwe ya rastgir rewa bike. Jules Moach jî şaşitiyeke biçûk a têgehî dike; nêrîna rastgir jî şaşitiyeke têgehî ya ku di destpêkê de weke şaşitiyeke gelekî di derbarê kîtekîtan de xuya dike, derdixe pêş. Di navbera herdu şaşitiyan de cudahî tune ye. Çawa ku Moach, ji neçarî ev şaşitiya têgehî kiriye, îro ev nêrîna rastgir jî, ji bo ku ji xwe re palpiştekê ava bike, neçar bû ku vê şaşitiyê bike û kir jî.  Ango ev teoriya dûvikperest û pasîfîst, ji neçariyê Kemalîzmê weke çepgir û rastgir ji hev vediqetîne…

Di nava vê cudakirina Kemalîzmê ya weke rastgir û çepgir a nêrîna rastgir de ev jî heye: Di vir de du tişt bi hev re tê kirin; ji aliyekî ve dibêjin “li seranserê welat têkoşîna sereke di navebra Kemalîstan û hevkaran de ye” û “di şoreşê de  mercên şênber ên pêşengiya proleteryayê tune ne” û di vê heyamê de ji bo pêşengiyê, rê li ber Kemalîstan vedikin û wê mezin û pîroz nîşan didin û li aliyê din jî kesên ku bi emperyalîzmê re li hev dikin jî, di nava çarçoveya Kemalîzmê de dinirxînin û wê kêm û lawaz nîşan didin. Ango di heman demê de potansiyela şoreşger a Kemalîzmê him tê mezinkirin him jî tê biçûkkirin. Ji ber ku bi çavekî şoreşgeriya proleteryayê li mijaran nanêrin û di heman demê de çîna karkeran biçûk dibînin, vê xeletiya dualî ya ku Kemalîzmê mezin û biçûk nîşan dide, dikin. Hemû cûreyên oportunîzmê, çîna karkeran û hevalbendên wê şaş dinirxînin.

Îro aşkere ye ku li welatê me, nakokiya sereke di navbera emperyalîzma Amerîkayê û ji bilî komeke biçûk a xayinan, hemû gelê Tirkiyeyê de ye. Ji ber vê yekê li welatê me, pêvajoya geşedanê ya nakokiyên hundirên ên di nava hin çîn û beşan de jî, bi rêjeyeke bilind di bin bandora vê diyardeya derveyîn, ango nakokiya sereke de ye. Ev nakokiya sereke, him nakokiyên van çîn û beşan ên li hemberî hev diyar dike him jî nakokiyên wan ên navxweyî diyar dike. Dema ku em çîn û beşan lêkolîn dikin, ji bo ku em nekevin nava çirava metafizîkê, pêwîst e ku bi taybetî em bala xwe bidin vê yekê. Heger nakokiyên heyî yên çîn û beşên civakî ya jî nakokiyên heyî yên rêxistina wan a çalak neyên nirxandin,mirov nikare van çîn, beş û rêxistinan bi awayekî giştî bigire dest. Heger nakokiyên hevbeş ên di nava çîn, beş an jî rêxistinan de neyên dîtin, mirov nikare li gorî tenê hêleke ji nakokiyê diyar bike ku ev hêla nakokiyê sereke ye yan ne sereke ye û mirov nikare li ser vê hêlê, li himberî hemû çînê helwesta xwe diyar bike. Ji ber vê jî dema ku em dahûrandina beşa rewşenbîrên leşker û sivîlan dikin, pêwîst e ku em nakokiyên hundirîn ên ku li gorî nakokiya sereke ya welatê me teşe digirin jî binirxînin. Tirkiye, welatekî bûrjûwaziya biçûk e û kevneşopiyeke şoreşger a vê beşê heye û bûrjûwaziya biçûk, di vê heyamê de di nava hin sazî û rêxistinan de cih digirin û di jiyana polîtîk a welat de risteke çalak dileyîzin. Û îro di nava vê çînê de him hêmayên li dijî emperyalîzmê hene him jî hêmayên ku “bi emperyalîzmê re li hev dikin” jî hene. Di nava vê beşê de li gorî bandora mezin a diyardeyên derveyîn, di heyamekê de nakokiya ku sereke be, di heyameke din de vediguhere nakokiya duyemîn; ev çîn, heta roja me ya îro di navbera pêşverûtî û paşverûtiyê de diçe û tê.  CHP’ya ku ev beş tê de bi awayekî çalak cih digire di salên 1924’an de “dij-emperyalîst” bû, lê belê di dawiya şerê 2’yemîn ên parvekirinê de deriyên welat ji emperyalîzmê re vekirin. Heger hinek kes tenê yek ji van hêlên nakok bigire dest û vê beşê ji bo her demê weke “tenê Kemalîst”, “tenê şoreşger û gelparêz” an jî weke ku oportunîzma teslimiyetkar dike “tenê dijminên gel ên li dijî şoreşê” binirxîne, ev dibe îdealîzm. Ev beşa herî zane ya bûrjûwaziya biçûk, wê di dawiyê de ji ber taybetmendiya xwe, di nava refên li dijî emperyalîzmê de cih bigire û cihê wê yê di şerê 2’yemîn ên rizgariya neteweyî de jî gelekî girîng e. Lê belê pêwîst e ku xeta herî şoreşger a vê beşê, ango xeta Kemalîst û tevahiya vê beşê neyên tevlihevkirin. Îro asta hişmendiya çîna karkeran çiqasî kêm be, asta hişmendiya vê beşê jî ewqasî kêm e. Ev beş jî di radeyeke bilind de di binê bandora propogandaya li dijî komunîzmê ya emperyalîzmê de ye û agahiya beşeke mezin a ji wan jî ji diyardeya emperyalîzmê tune ye. Û “Ataturkperestiya Dirûvî” û Kemalîzm tê tevlihevkirin. Ev beş li gorî bergeha CHP’yê diçe ku ev partî, ji rehên xwe ve girêdanên xwe yên Kemalîst winda kirine.

Em vê yekê bi taybetî diyar bikin ku îro ligel ku CHP bi emperyalîzmê re li hev dike û di binê navê “Çepgiriya Navîn” de bi derdorên sermayeyê û zordestên gundewaran re li hev dike jî mirov nikare wê û AP’yê (Partiya Dadê” weke hev bibîne. Ev partiya ku xwe dispêre hêmayên reformîst ên bûrjûwaziya biçûk, îro di asta duyemîn de be jî di nava “hêmayên dij-emperyalîst û gelparêz” de cih digire. Lê belê heger em bêjin “di nava wê de hêmayên dij-emperyalîst hene” jî em nikarin vê partiya ku bi emperyalîzmê re li hev kiriye, weke Kemalîst binirxînin.

POLÎTÎKAYA ENIYA NETEWEYÎ

“Eniya Demokratîk a Neteweyî, eniyek e ku hemû çînên neteweyî bi rêxistinbûnên xwe yên xweser tev li wê dibin”,  “Xurtkirina tevgera proleteryayê, heta radeyekê bi avakirina xurt a eniya neteweyî ve girêdayî ye”, “Avakirina xurt a eniya neteweyî jî, bi hêza tevgera proleteryaya şoreşger ve girêdayî ye” û hwd.

Weke ku di peywira dualî ya binavûdeng de dibe, di vir de jî rastiyên gelemperî yên Marksîzmê têne gotin. Çawa ku di pratîkê de tu wateya wê tune ye ku peywira dualî bi awayekî razber were hiştin, heger polîtîkaya eniya neteweyî jî di nava vê razberkirinê de were hiştin, wê ji tu pirsgirêkan re nebe çareserî.

Kesên ku rastiyên gerdûnî napejirînin ne tê de, “jirêderketinên” din, di gotinên razber de xuya nakin. Hemû cûreyên jirêderketinê, rastiyên gerdûnî yên marksîzm û lenînîzmê gelekî bi kar tînin. Lê dema ku mijar dibe gavên şênber, rewş tê guhertin û razberkirinên marksîzmê, vediguherin şênberkirinên revizyonîzmê. Ji ber vê yekê jî ji bo ku em karibin fêm bikin bê kî di riya rast de ye û kî di riya şaş de ye, pêwîst e ku em wana li gorî ronahiya hêmanên gerdûnî yên lenînîzmê de binirxînin û ya şênber nîqaş bikin. Di vir de mijara ku pêwîst e herî şênber be, “Polîtîkaya Eniya Neteweyî” ye. Di vê qadê de gotinên razber bêwate ne. Di polîtîkaya eniya neteweyî de pêwîst e em xwe ji dirûvperestiyê, razberkirinê, dogmatîzmê û qalikên heyî biparêzin. Weke mînak, şaş e ku em bifikirin Eniya Neteweyî bi awayekî herî baş incex dema ku her çîn bi rêxistinên xwe yên resen tev lê bibin, dikare were avakirin. Ev gotin şaş e û ramana ku dibêje di riya serkeftina şoreşa demokratîk a neteweyî de avakirina desthilatdariya şoreşger a bûrjûwaziya biçûk, tiştekî jêneveger e jî weke wê şaş e. (Her wiha heger mirov bifikire ku wê desthilatdariya şoreşger a bûrjûwaziya biçûk, zirarê bide jî şaş e).

Me di beşên “Peywira Dualî ya Binavûdeng” û “Hêlên ‘Rastgir û Çepgir” Ên Kemalîzmê û Beşa Rewşenbîrên Leşker û Sivîl” de, beşeke mezin a dahûrandinên xwe yên di derbarê polîtîkaya Eniya Neteweyî de vegotibûn, lewra em ê di vê beşê de tenê behsa çend mijarên ku em girîng dibînin, bikin.

Di destpêkê de em behsa mijara gundîtiyê bikin. Li gorî taybetmendiya xwe şoreşa demokratîk, şoreke gundiyan e. Ji ber vê yekê jî di pêvajoya şoreşê de mijara gundiyan, gelekî girÎng e. Mao Tse-Tung dema ku çînên civaka Çînê dinirxîne, beşa herî mezin a gelheyê, ango gundiyên navîn û yên xizan, ne di nava bûrjûwaziya biçûk de, lê belê weke beşeke cuda dinirxîne. (Gundîtiyê û bûrjûwaziya biçûk a derveyî gundîtiyê, ji hev cuda dinirxîne). Di avakirina Eniya Neteweyî de hevbendiya yekemîn, hevbendiya karker û gundiyan e; ev hevbendî di heman demê de mercê pêşîn ê pêşengiya çîna karkeran a ji bo vê eniyê ye.

Eniya Neteweyî li ser du hevbendiyan mezin dibe; “hevbendiya çînên kedkar” û “hevbendiya bûrjûwaziya neteweyî û gelê ne kedkar û beşa kedkaran” û ji bo ku pêşengiya çîna karkeran ava bibe û şoreşa demokratîk a neteweyî bigihêje serkeftinê, pêwîst e ku rêxistina resen a proleteryayê, gundiyan li dora xwe kom bike û wan bi rêve bibe. Ji ber vê yekê ne ewqasî rewşeke sûdwer e ku gundîtî, bi rêxistina xwe ya resen tev li eniya demokratîk a neteweyî bibe. Li Çînê, dema ku eniya neteweyî di rewşa xwe ya herî baş de bû jî, rêxistinên resen ên gundiyan tune bûn.

Bêyî ku hevbendiya kedkaran ava bibe ne gengaz e ku eniya neteweyî ya rastîn ava bibe. Di ve demê de zelal e ku ji bê çima ji peywirên me yên dualî, mijara rêxistinkirina çîna karkeran û avakirina partiya wê ya resen, çima peywira sereke ye; avakirina partiya resen a proleteryayê, gava herî mezin a avakirina Eniya Neteweyî ye.

Mijareke din jî ew e ku xetereye ku polîtîkaya eniya neteweyî, bi awayekî hişk û neguherbar were destgirtin. Di her heyamê de drûşmeyên şoreşger ên proleter, pêwîst e ku ji bo komkirina hemû hevalbendên pêkan ên vê têkoşînê bin. Lê belê di wê heyamê de li dijî helwestên dijminane yên hevalbendên pêkan ên ku ketina nava refên şoreşa dijber jî, teqez pêwîst eku helwesteke zelal were nîşandan. Bêguman em li vir rêxistinên bûrjûwaziya biçûk ên ku di navbera şoreşgeriyê û dijberiya şoreşê de diçin û tên û hevkaran weke hev nanirxînin.

Di heyamekê de heger rêxistinên heyî, bi awayekî gelemperî nikaribin nûnertiya berjewendiyên neteweyî yên bûrjûwaziya biçûk bikin, yek ji armancên polîtîkaya yekbûna hêzê jî ew e ku di nava van rêxistinên ku bi awayekî hevgirtî nikarin nûnertiya bûrjûwaziya biçûk bikin de em hewl bidin ku kadroyên neteweparêz serwer bin. Heger ev ne pêkan be pêwîst e ku em rêxistinên bi vî rengî û bûrjûwaziya biçûk bixin nava nakokiyê û wê ji van rêxistinan qut bikin.

Em di mînaka pratîka şoreşger a Çînê de dibînin ku polîtîkaya Eniya Neteweyî, ne hişk û neguherbar e. di 1927’an de Kuomintang, bûrjûwaziya neteweyî beşên girên ên nekedkar ên gel dan dûv xwe û derbasî nava refên dij-şoreşê bûn. Li ser vê yekê di 1928’an de drûşmeya sereke ya partiya proleteryaya Çînê wiha bû “Komara Karker û Gundiyan”. Di vê heyamê de hevalbendên sereke gundî û kedkarên bajaran bûn û yekane partiya şoreşger jî Partiya Marksîst a Çînê bû. Di vê heyamê de peywirên neteweyî û yên demokratîk, li ser milên Partiya Marksîst Çînê bûn.

Dagirkeriya Japonyayê ya 1935’an, têkiliyên di navbera çînên Çînê guhertin. Bi vê guhertinê re bûrjûwaziya neteweyî ya Çînê û beşên gel ên nekedkar, dîsa berê xwe dan Eniya Neteweyî. Û li ser vê yekê Partiya Marksîst a Çînê jî drûşmeya “Komara Karker û Gundiyan”, veguherand “Komara Gel”. Di wê heyamê de Mao wiha dibêje: “Rewşa heyî pêwîst dike ku em drûşmeya xwe biguherînin. Sedema vê jî ew e ku dagikeriya Japonyayê, li Çînê têkiliyên çînan guhertin û niha ne tenê bûrjûwaziya biçûk heta bûrjûwaziya neteweyî jî dikare tev li têkoşîna li dijî Japonyayê bibe.” (Têkoşîna Li Dijî Emperyalîzmê, rpl:117, Weşanên Sol’ê)

Mijareke din a girîng jî ev e; emperyalîzma Amerîkayê mêtîngeriya xwe ne tenê bi riya hevkarên xwe dimeşîne, di heman demê de xwe dixe nava çîn û beşên şoreşger û neteweparêz, sîxurên xwe dixe nav wan an jî piştgiriya komikên fersendperest û jirêderketî yên di nava van rêxistinan de dike û hewl dide di nava van rêxistinan de ew serwer bin. Ji ber vê yekê jî dema em rêxistinên hevalbendên xwe yên pêkan dinirxînin pêwîst e ku em baldar bin.

Îro helwesta li dijî emperyalîzmê û amûra wê ya desthilatdariyê, ango demokrasiya weke Filipînê, xeta di navbera beşên paşverû yên bûrjûwaziya biçûk (beşa rewşenbîrên leşker û sivîlan jî beşeke ji wan e) û beşên şoreşger de diyar dike. Têkoşîna me ya li himberî komên rêveber ên eniya paşverû yên ku di nava refên hevkaran de ne çiqasî xurt be, wê hevkariya bi demokratên civakî re jî ewqasî bi bandor be. Û ji bo ku hin hêmayên bûrjûwaziya biçûk di nava eniya çepgir de bileztir cih bigirin, pêwîst e ku di tevgera Eniya Neteweyî de kesên sosyalîst, li dijî hevkarên emperyalîzmê û rêxistinên reformîst ên ku bûrjûwaziya biçûk bi dûv wan diçin û bi emperyalîzmê re di nava têkiliyê de ne jî têbikoşin. Hin beşên bûrjûwaziya biçûk hewl didin tiştina biguherînin û ji rewşa heyî dilgiran in. Girêdana van beşên bûrjûwaziya biçûk a bi rêxistinên xwe re, ji hêla gelek kesan ve şaş tê fêmkirin û ev beş, bi “navên mezin” ve bêyî ku lêpirsînê bikin, girêdayî ne. Pêwîst e ku ev bi vê yekê zanibin û bi têkoşîneke bisebr û wêrek, beşên jirêderketî û fersendperest ên van rêxistinan di çavê gel de bidin nasîn. Pêşengên paşverû yên bûrjûwaziya biçûk bi riya şîret û pêşniyaran qanî nabin û nakevin riya şoreşger a Kemalîst. Ramana berovajî vê ya ku dibêje “ji ber ku bingeha bûrjûwaziya biçûk, rûyê wan ê rastîn nizane, heger em li dijî wan şer bikin wê tevahiya bingehê li dijî me derkeve”, bi qasî ramana ku dibêje “em ê drûşmeyên xwe berz bikin, yên ku werin wê werin” şaş e. Şerê me yê rizgariya neteweyî û avakirina Eniya Neteweyî, bêyî ku li dijî dijminên aşkere û yên veşartî têkoşînek were meşandin, bi ser nakeve.

Bêguman ne pêkan e ku hêmayên bûrjûwaziya biçûk ji nişka ve bi girseyî tev li nava refên şoreşger bibin. Îro baskê wê yê paşverû li aliyekî, Kemalîstên ku beşa herî zane ya bûrjûwaziya biçûk e jî ji nişka ve li dijî emperyalîzmê nabin şervanên bibiryar û bêyî ku heyamên derbasbûnê hebin û bi awayekî rasterastdestekê nadin her cûre çalakiyên li dijî emperyalîzmê. Heta dema ku bi rêxistinên xwe yên resen tev li têkoşîna teqez bibin jî dibe ku bi me re heta demekê nekevin nava heman eniyê. Têkoşîna milbimil a di eniyekê de û li dijî dijminê hevpar, bi rexneyên nivîskî û devkî yan jî bi daxwazên dostaniyê pêk nayê; her wiha bi şelafî û mizdana piştê jî pêk nayê. Pêwîst e ku di nava têkoşîneke zehmet û tevlihev de bi têkoşîneke bisebr em ji hêmanên xwe dûr nekevin û bi helwesteke sosyalîst, li dijî emperyalîzmê bi awayekî egîdane û merd şer bikin û bikin ku ev beş li himberî me rêzdar bin. Incex bi vê riyê em dikarin wan ji amûrê bîrdoziya emperyalîzmê, ango ramana dij-komunîst rizgar bikin.

Incex kesên ku heta dawî sosyalîst bin di têkoşîna li dijî emperyalîzmê de him di nava refên xwe de him jî di nava hemû çîn, beş û rêxistinên dij-emperyalîst de dikarin komker û beralîker bin…

Dema ku em vê beşê bi dawî dikin em ê tiştekî kurt bi bîr bînin.

Dema ku em ji bo rizgariya neteweyî û demokrasiya rastîn, li dijî emperyalîzma Amerîkayê bi awayekî herî tund têdikoşin, em vê yekê ne li ser navê şoreşgerên Kemalîst, lê belê weke şoreşgerên proleter dikin. Em rizgariya gelê xwe ne weke welatparêzên bûrjûwaziya biçûk, lê belê weke şoreşgerên proleter diparêzin. Ji ber vê yekê jî di şerê rizgariya neteweyî yê 2’yemîn de, dema ku em polîtîkayeke nerm a eniyeke neteweyî dimeşînin, dema ku em li dijî emperyalîzmê û hevalbendên wê, bi hêzên neteweparêz re tevdigerin, pêwîst e ku em pêwîstiya dîrokî ya avabûna çîna karkeran û sosyalîzmê, kêliyekê jî ji bala xwe dernexin.

XETA GIRSEYÊ Û JIRÊDERKETINA RASTGIR

Xeta girseyî, xala herî girîng a tevgera marksîst e. Xeta girseyê, tevgera marksîst ji her cûre tevgerên bûrjûwaziya biçûk cuda dike. Yek ji sê xalên herî girîn û dibe ku ya herî girîng a teoriya şoreşê ya marksîst, spasrtina şoreşê ya girseyan e.

Xeta girseyê, di heyameke têkoşînê de, di nava mercên wê heyamê de teşe û taybetmendiyên hişmendiya ku ji derve ve ji bo girseyên ku berjewendiya wan di şoreşê de heye re were veguhestin û taybetmendiyên taktîk û drûşmeyan diyar dike.

Xeta girseyê, li gorî bîrdoziya her tevgerên ku ji xwe re dibêjin em marksîst in (li gorî bîrdoziya marksîst û bîrdoziya oportunîst) tê guhertin. Mînak, xeta girseyê ya ekonomîzmê û xeta girseyê ya lenînîzmê ji hev gelekî cuda ne. Xeta girseyê ya ekonomîzmê, xeta girseyê ya dûvik e. Û ji bo vê xetê jî, xeta lenînîst, “jirêderketina çepgir” û “maceraperestiya çepgir” e. Û li gorî vê ramanê Lenîn û kesên bolşevîk, “Blanquist in”, “anarşîst in” û maceraperest in. Bi heman awayî li Çînê li gorî Çen Tu Hiseu’yê dûvikperest, Mao Tse-Tung û hevalên wî, kesên tund in ku derketine derveyî xeta girseyê; ji ber ku di wê demê de pêwîst bû ku pêşekî ne ji bo proleteryayê, lê belê ji bo bûrjûwaziya neteweyî ya Çînê bihata dayîn. Û li gorî partiyên komunîst ên oportunîst ên Amerîkaya Başûr jî, Fîdel, Guevara û hevalên wan, “maceraperest” bûn û xayîn bûn ku li Kubayê tevgera şoreşger a marksîst binpê dikirin (!).

Li Tirkiyeyê jî li gorî jirêderketina rastgir a ku “bîrdoziya şopîneriyê” ya Enternasyonala 2’yemîn kûrtir dike, xeta şoreşger a proleter, “oportunîzma çepgir” û riya “maceraperestiyê” ye.

Aşkere ye ku her kesên ku nêrîn û xeta wan napejirînin û li gorî pasîfîzma wan tevmagerin, li gorî hemû cûreyên jirêderketina rastgir, “maceraperestên çepgir” û “tund” in. (38) Û di nirxandina şoreşgerên proleter ên beşên ciwan de, di zimanê oportunîzma teslimiyetkar de peyva “Gauchiste”, di devê jirêderketina rastgir de dibe “maceraperestên bûrjûwaziya biçûk”. Weke ku Lenîn jî diyar dike, di eniya çepgir û eniya rastgir de hemû nêrînên ku xwe dispêrin dahûrandina şaş a bingehê, di dawiyê de digihêjin hev.

Li Rûsyayê di 1903-1905’an de xeta girseyê a Axelrod digot ku “di Partiya Karkeran a Demokratên Civakî de, karker hêj cihê xwe negirtine û partî xwe tenê dispêre rewşenbîran” û dixwest ku di têkoşîna li dijî pergala Çar de di wê heyamê de bûrjûwaziya lîberal rista sereke bileyîze û xeta lenînîst a ku berovajî vê yekê dixwest jî bi maceraperestiyê tawanbar dikir. Ev xet çiqasî şoreger be, li Tirkiyeyê di salên 1970’yî de xeta girseyê ya nêrîna rastgir a ku dibêje “ji bo şoreşa demokratîk, mercên şênber ên pêşengiya proleteryayê ava nebûye”, “heyama ku em tê de ne ew heyam e ku pêwîst e kadroyên rewşenbîrên sosyalîst werin avakirin” û di vê merhaleya têkoşîna li dijî emperyalîzm û feodalîzmê de dixwazin bûrjûwaziya biçûk di asta pêşîn de rista xwe bileyîze jî ewqasî şorşeger e.

Û Lenîn çiqasî maceraperest be, milîtanên ku ji hêla nêrîna rastgir ve bi “maceraperestiyê” têne tawanbarkirin jî ewqasî maceraperest in!..

GOTINA DAWÎN

Bêguman tiştekî nebaş e ku di nava refên me de jirêderketineke rastgir ava bûye. Lê ji ber ku ev rastiyeke şênber e, ji bo aramiya têkoşîna sosyalîst, pêwîst e ku ev jirêderketin bi awayekî zelal were diyarkirin. Sînorên tevgera proleter a şoreşger zelal in û bi vî awayî tevgera me dikeve riyeke xurt û refên me têne xurtkirin.

Bi vî awayî tiştekî nebaş, dibe sedema başbûneke bihêz.

Jirêderketina rastgir a di nava refên me de wê xwe li pey gotinên marksîzmê veşêre û gotinên xwe yên vala û “zimandirêjiya” xwe wê heta demekê berdewam bike. Lê belê êdî Tirkiye ne di salên 1960’î de ye, di salên 1970’yî de ye û êdî li vî welatî tiştên rastîn û yên sexte û oportunîzm û teoriya şoreşger ji hevdu bi awayekî zelal têne nasîn.

Em dizanin ku wê oportınîzm, bi awayên cuda hewl bide tevgera proleteryaya şoreşger ji rê derxe û berovajî bike. Lê belê ev, hewldanên vala ne. Pratîka şoreşger a welatê me û ji dawiya sedsala 19’emîn heta niha, dîrok û daneyên têkoşîna bîrdoziyê ya di navbera revizyonîzm û oportunîzme, ji bo xet û riya marksîst a şoreşger, rêberên me yên herî baş in. Wê di her kêliyên têkoşîna me de, ala pîroz a marksîzmê, li pêşiya pratîka şênber a welatê me biheje.

MAHIR ÇAYAN

Rêbendana 1970’yî

  • TÊBINÎ

(*) Ev nivîs cara pêşîn di rêbendana 1970’yî de di hejmara 15’emîn a Kovara Aydinlik Sosyalîst de hate weşandin.

(1) Dr. Hikmet Kivilcimli, “Li Tirkiyeyê Sermayedarî”, cild:1, rpl:18,20, Weşanên Tarihsel Maddecilik.

(2) Di oportunîzma Aybar de gelo tenê yek ji van diyardeyan bandor kiriye yan herdu jî bandor kirine? Kîjan hêmana sereke ye û kîjan ya duyemîn e? Pirsên bi vî rengî, li derveyî nirxandina şênber in.

(3) Kuyuya Atilan Taş, Emek, hejmar:5, rpl:4

(4) Hare û Macomber li pêşberî kongreya Amerîkan, gazincan ji “rêveberên kevneperest” dikin: “Gumanên min hene ku beşeke ji burokratan bi çavekî baş li alîkariyên derve nanêrin… Em li bendê ne ku li Tirkiyeyê rista bazara taybet zêdetir bibe; desthilata nû ya ku hatiye hilbijartin jî gazincan ji heman tiştî dike”. (D. Avcioglu, Yon, 14’ê Mijdara 1967’an, rpl:8,9,10)

(5) Têkoşîna Yon’ê ya li dijî oportunîzma Aybar-Aren, Idris û Divitçioglu daye destpêkirin,di nava refên sosyalîst de hişyariyek ava kir. Bi taybetî jî nivîsên E. Tufekçi û Vahap Erdogdu…

(6) Şahin Alpay, Di Derbarê Pergala Tirkiyeyê De, rpl:464, Aydinlik, hejmar:12

(7) Şahin Alpay, Di Derbarê Pergala Tirkiyeyê De, rpl:464, Aydinlik, hejmar:12

(8) Lenîn, Çavkaniya Marksîzmê, rpl:48, Weşanên Gun’ê

(9) Weke ku tê dîtin heger tenê şoreşa sosyalîst were pêşkêşkirin mirov nabe sosyalîst, heta carinan ev tişt mirov dadixe asteke gelekî kêm.

(10) Pêwîst e ku “Şoreşa Bênavber a Lenînîst” û “Şoreşa Domdar” a Troçkîst neyên tevlihevkirin. Dahûrandina Lenînîst, ddahûrandina şênber a rewşên şênber dike, lê belê dahûrandina Troçkîst, dahûrandineke razber e û metafîzîkî ye ku diyardeyên cih û demê paşguh dike. Di heyama şoreşa demokratîk a 1905’an de nêzîkahiya Troçkîst wiha bû: “Merhaleya li pêşiya şoreşgeran, merhaleya şoreşa bûrjûwa ye. Ji ber ku bûrjûwaziya Rûsî li paş dîrokê maye, hêza sereke ya vê şoreşê, proleterya ye. Ji ber vê jî her ku biçe wê ev herdu şoreş (şoreşa bûrjûwa û şoreşa sosyalîst) bikevin nava hevdu. Wê “Hikûmeteke Derbasdar” a karkeran were avakirin û bi vî awayî wê şoreşa bûrjûwa, bibe şoreşa proleteryayê. Çîna karkeran a ku desthilata polîtîk xistiye destê xwe wê li gundewaran, hevkarîbûna çandiniyê pêk bîne. Wê gundiyên ku bi xwedaniyê ve girêdayî ne û heta wê kêliyê destekê dane çîna karkeran, li dijî vê derkevin. Her wiha li gel bûrjûwaziya Rûsî, wê bûrjûwaziya Ewropayê jî li dijî dethilata çîna karkeran a Rûsî bikevin nava tevgerê. Lê belê wê destwerdanên dewletên bûrjûwa yên rojavayî werin astengkirin, lewra wê şoreşa sosyalîst a Rûsı bi awayekî xurt derbasî rojava jî bibe û wê proleteryaya Ewropayê jî bixe nava tevgerê. Bi vî awayî wê şoreşa domdar çê bibe.

(11) Ji bo agahiyên di derbarê vê mijarê de bnr: “Karkerên Hemû Welatan, Bibin Yek”, Weşanên Bilim û Sosyalîzmê. “Welatên Ku Kêm Pêş Ketine û Darbeyên Leşkerî”, “Li Efrîqayê Rizgariya Neteweyî û Tevgerên Sosyalîzmê”.

(12) Nivîsên îtalîk, ên me ne.

(13) Nivîsên îtalîk ên me ne. (D. Avcioglu di pirtûka xwe de dibêje ku  bûrjûwaziya neteweyî tune ye. Neçar e ku wiha bêje, ji ber ku li gorî “riya ku ne sermayedar e” li welatên ku ev dozîne li wan derbasdar e du komên ku nûnertiya hêza civakî dikin hene û ev herdu kom jî di beşa rewşenbîrên bûrjûwaziya biçûk tên; beşeke ji vê di bin navê “bûrjûwaziya burokratîk” de bi emperyalîzmê re li hev dike û “riya ku sermaeydar e” diparêze û beşa din jî weke “hêzên şoreşger ên demokratîk” dixwazin ku “riya ku ne sermayedar e” were şopandin. Hebûna bûrjûwaziya neteweyî, li dijî vê nêrînê ye, ji ber ku li welat, çînayetiyeke hemdem tune ye).

(14) Li welat, yek ji çîn û beşên şoreşger heger di wê heyamê de ji çîna karkeran çalaktir be jî peywira şoreşgerên proleter ne ew e ku bêjin “asta geşedana aboriyê ya welat ne guncav e” û çîna karkeran daxe asta duyemîn û bike dûvikê vê çînê; lê belê pêwîst e ku bi vê çînê yan jî beşê re, dişerê li dijî dijminê hevpar de destekê bide wan, wan beralî bike û ji aliyê din vê jî hewl bide pêşengiyê bi dest bixe.

(15) Nivîsên îtalîk ên me ne.

(16) “Hêmanên Lenînîzmê”, rpl:32, Weşanên Sol’ê. Ji ber ku guman nemînin pêwîst e ku em rave bikin. Pêwîst e ku gotina Stalîn a ku dibêje “di heyama emperyalîst de ji bo şoreşên proleteryayê, mercên şênber ên proleteryayê êdî amade ne”, li gorî hişmendiya şoreşa lenînîst were nirxandin. Li welatekî nîv-mêtîngeh û nîv-feodal heger em bêjin mercên şênber ên desthilata proleteryayê hene, ev tê wê wateyê ku “bi hişmendiya şoreşa bênavber proleterya dikare xeleka pêşîn a zincîrê bigire ser milê xwe û ji bo ku welat karibe derbasî xeleka duyemîn ‘ango sosyalîzmê’ bibe, asta geşedana welat guncav e”. Ya na nayê wê wateyê ku di yek merhaleyê de wê şoreşa proleteryayê pêk were. Ramaneke wiha li dijî lenînîzmê ye û ji aliyekî ve troçkîst e. Xala duyemîn a girîng ew e ku hebûna mercên şênber ên desthilata proleteryayê û mercên şênber ên şoreşê (zagona sereke ya şoreşê) ne heman tişt in. Li gorî teoriya qeyrana şoreşger a Lenîn, zagona sereke ya şoreşê wiha ye: “Ji bo ku şoreşek pêk were têr nake ku girseyên bindest û yên ku têne mêtîn bigihêjin wê baweriyê ku weke berê nikarin jiyan bikin û daxwaza guhertinê bikin. Ji bo ku şoreş pêk were pêwîst e hêzên mêtînger jî nikaribin weke berê bijîn û rêveberiyê bikin. ‘Heta ku li ser asta neteweyê qeyrana giştî pêk neyê, ne pêkan e ku şoreş pêk were’” (Jiyan û Berhemên Lenîn, rpl:36)

(17) Mao Tse-Tung, Demokrasiya Nû, rpl:44, Weşanên Sol’ê.

(18) Lin Piao, Bijî Serkeftina Şerê Gel, rpl: 26,54, Weşanên Bilim ve Sosyalîzmê.

(19) Teorî-Pratîk, rpl:235,137, Mao Tse-Tung, Weşanên Sol’ê.

(20) Demokrasiya Nû, rpl: 97, Mao Tse-Tung, Weşanên Sol’ê.

(21) “Şoreşa Sosyalîst”, rpl:31, Fidel Castro.

(22) Hêmanên Sereke Yên Felsefeyê, rpl:194, George Politzer, Weşanên Sol’ê.

(23) Lenîn, di derbarê vê gotina Napolyon de pênaseya ‘kesên ku rojane dijîn ên ku ji çîna karkeran ne bawer in’ kiriye.

(24) Şahin Alpay, Di Derbarê Rewşa Tirkiyeyê De, Aydinlik, hejmar:12, rpl:446

(25) Em ji bo bandora tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê mînakan bidin: di rewşa Tirkiyeyê de bandora FKF’yê, (TDGF, ew rêxistina ciwanan e ku hewl didin di riya fêmkirina sosyalîzma zanistiyê de pêş bikevin û bi vî awayî tev li pratîka şoreşger bibin); tevgerên karker û gundiyan ên desteserkirinê; bandorên şoreşgerên proleter ên li wan herêman ên di warê rêxistinkirin û beralîkrinê de; bandorên weşanên Aydinlik û Turk Solu’yê yên di qada polîtîk a Tirkiyeyê de (ligel hemû tevgerên oportunîzmê û ligel ku ne sosyalîst in jî); bi hewldanên hêzên şoreşger be jî, di polîtîkaya Tirkiyeyê de bandora TIP’ê. (Em dikairn gelek mînakên din jî bidin).

(26) Têkoşîna me ya şoreşger a ku ji şerê me yê rizgariya neteweyî heta roja îro berdewam dike, mirov nikare wiha biçûk bibîne. Di 20’ê îlona 1919’an de Partiya Sosyalîst a Karker û Cotkarên Tirkiyeyê hate avakirin û piştî avakirina xwe bi sê mehan bi 2000 karkerî kongreya xwe çê kir; ligel astengkirinên Ingilîzan jî weşana sosyalîst a bi navê Aydinlik derket; di 1946’an de Partiya Gundiyên Kedkar ên Sosyalîst ên Tirkiyeyê hate avakirin û di vê demê de li dijî xebatên islama siyasî têkoşîneke xurt hate dayîn; Partiya Vatan’ê hate avakirin.

(27) Bêguman “pergala dengdayînê) ne pîvaneke teqez e; lê belê danehevekê nîşan dide.

(28) Lenîn, Sosyalîzma Bûrjûwaziya Biçûk û Sosyalîzma Proleteryayê, Nivîsên Bijartî, rpl:69.

(29) Lenîn, Pêwîst E Çi Were Kirin, rpl:1,10, Weşanên Sol’ê

(30) Bêguman herdu hêlên nakok, bi xetên stûr ji hev nayên veqetandin. Lê belê di her merhaleyê de yek ji wan dibe sereke û ya din jî dibe duyemîn û ev rewş heta dawiya wê merhaleyê wiha berdewam dike. Ango li gorî dahûrandina diyalektîka marksîst, di her kêliyên têkoşînê de pêwîst e ku yek ji peywirên dualî derkeve pêş.

(31) Ji axaftinên Erdogan Guçbilmez, Omer Ozerturgut ên komxebata TDGF’yê…

(32) Hevpeyvîna bi O. Ozerturgut re, Devrim, hejmar:5.

(33) Nivîsa Halil Berktay a bi navê “Têgihiştina Şoreşa Sosyalîst a Zanistî” ya ku di hejmara 14’emîn a Aydinlik’ê de derket (ev nivîs, beriya hejmara 14’emîn jî hatibû weşandin); piştî nivîsa Ş. Alpay a bi navê “Di Derbarê Pergala Tirkiyeyê De”, belgeyeke din a nivîskî ya bîrdoziya dûvik a rastgiriyê ye.

H. Berktay, dibêje ku di heyama ku em tê de ne de têkiliya yekitiya hêzê ya şoreşgerên proleter û radîkalên bûrjûwaziya biçûk, têkiliya “Dostanî-Destek-Rexne”yê ye. Ligel ku ew dibêje “ev ne dûvikbûn e” jî ev polîtîka, polîtîkaya dûvikbûnê ya rastgir e. Ev polîtîka, berdewamiya radîkalbûna bûrjûwaziya biçûk a di nava refên me de ye. Wê têkoşîna şoreşa demokratîk a neteweyî, di nava xwe de ji çend merhaleyan derbas bibe. Di heyamekê de dibe ku tevgera şoreşger a proleter xurt be û ji ber hin sedeman jî dibe ku li gorî tevgera radîkal a bûrjûwaziya biçûk, hêza wê kêmtir be. Lê belê di vê heyamê de peywira şoreşgerên proleter ne ew e ku bi çîrokên “dostanî-destek-rexne”yê re tevgera şoreşger a proleter bikin dûvikê bûrjûwaziya biçûk û pêşengiyê bidin şoreşgerên bûrjûwaziya biçûk. Di hemû heyamên têkoşîna şoreşa demokratîk a neteweyî de polîtîkaya yekbûna hêza şoreşger a proleter, polîtîkaya “him têkoşîn him jî dostanî” ye; li dijî dijminê hevpar, dostanî û ji bo pêşengiya Eniya Neteweyî jî, têkoşîn…

Polîtîkaya “Dostanî-Destek-Rexne”yê, dişibe polîtîkaya oportunîst a rastgir a Chen Tu Hsieu ya ku dibêje “hertim dostanî; têkoşîn tune ye”.

(34) Nivîsên îtalîk ên me ne. Weke ku tê dîtin têgehên beşa rewşenbîrên leşker û sivîl û Kemalîzm, di heman wateyê de têne bikaranîn.

(35) Ji hêla taktîka şoreşger a proleter ve şaş e ku Kemalîzm weke çep û rast were parçekirin û kesên ku îro li gorî berjewendiyên emperyalîzmê tevdigerin jî di nava refên Kemalîzmê de binirxînin. Heger em ji Kemal Satir û Bulent Ecevit re bêjin Kemalîst, em ê ji Suleyman Demirel an jî Metin Toker re çi bêjin? Lewra ew jî li Kemalîzmê xwedî derdikevin. (Ragihandina derveyîn, LE MONDE, hikûmeta nû weke “komeke keneşop a ku ji xwe re dibêje kemalîst a ku bi rêbazên sermayedariyê û rojava ve gelekî girêdayî ye” pênase kir.)

(36) Nivîsên îtalîk ên me ne. “Weke Çeka  Şoreşê, Felsefe”, Aydinlik, hejmar:6, rpl:482-483.

(37) Ez bawer im ku di bingeha nirxandina jirêderketina rastgir a derbarê CHP’yê de, ev raman heye.

(38) Pêwîst e ku jirêderketina rastgir a ku di warê stratejîk de Şoreşa Demokratîk a Neteweyî diparêze û oportunîzma rastgir a ku teslîmbûna ji bo emperyalîzmê diparêze neyên tevlihevkirin. Lewra aliyek ji wan, qet nebe têkoşîna ji bo serxwebûna neteweyî diparêze.


Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

image_pdf
Bunları da beğenebilirsin

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.