Dijminên sereke yên gelên cîhanê Amerîka û NATO ne

0 85
image_pdf

DYA’YA KUJER, JI DONBASÊ BIQEŞITE!

DYA, piştî şerê parvekirinê yê 2’yemîn, li dijî Yekitiya Sowyetan û eniya sosyalîst, bû leşkerê aniya sermayedar û emperyalîst û li dijî sosyalîzmê, weke rêxistina êrîşên bîrdozî û leşkerî, NATO ava kir. NATO’ya ku DYA serkêşiya wê dike, li dehan welatî komkujî, darbeyên leşkerî û dagirkerî pêk anîn.

Harry Truman, di sala 1946’an de digot ku “Bêyî ku bibe pergaleke cîhanî, pergala Amerîkayê nikare bijî”. Pergala Amerîkayê bi vî awayî “serdema Mêtîngeriya Nû” da destpêkirin û aboriya xwe jî danî ser bingeheke leşkerî û êdî pergala Amerîkayê bêyî ku êrîşî welatekî din bike, bêyî ku dagirkeriyê û mêtîngeriyê bike, nikarîbû li ser piyan bimîne.

Emperyalîzma Amerîkayê piştî şerê parvekirinê yê 2’yemîn, li dehan welatî bi milyonan kes kuştin. Serokê Amerîkayê bi “Doktrîna Truman”, li dijî Eniya Sosyalîst û Yekitiya Sowyetan dest bi êrîşên bîrdozî, polîtîk û leşkerî kirin. Welatê me, Tirkiye jî bi riya pêlîstokên wan ên hevkar, bi wan ve hate girêdan û veguherî welatekî nû yê mêtîngeh.

Ûkrayna jî piştî belavbûna Sowyetan (1990), bi destê hevbendiya Anglo-Sakson û emperyalîzma Rojavayî, bû mêtîngeheke nû. Welatên Rojavayî û DYA, di 2’yê Gulana 2014’an de bi armanca tunekirin û talankirina danehevên serdema Yekitiya Sowyetan, dest bi êrîşê kirin. Emperyalîzm û Olîgarkên Ûkraynayê, di çarçoveya “projeya perwerde û arastinê” de li dijî berxwedaneke paşerojê ya gel, çek dan çeteyên nîv leşkerî yên Neo-Nazî û perwerdeya kontrgerîla dan wan. Di 2’ê Gulana 2014’an de di Komkujiya Odessa’yê de bi dehan karker, ji hêla çeteyên neo-nazî yên ku emperyalîzmê ew perwerde kiribûn ve hatin kuştin.

Li Donetsk û Luganskê jî gel li dijî rêveberiya hevkarê emperyalîzmê ya faşîst a Ûkraynayê, dest bi şerekî gel ê şoreşgerî kir. Ji ber berjewendiyên xwe Rûsyayê piştgiriya Komarên Gel ên xweser ên Donetsk û Luganskê yên ku hatin avakirin kir.

Li Donetsk û Luganskê bi ragihandina komarên gel re, planên rêveberiya faşîst a hevkarê emperyalîzmê ya Ûkraynayê û planên olîgarkan serûbin bûn. Yên ku êrîşî Donbass’ê kirin û şer dan destpêkirin, DYA û NATO ne.

Pêwîst e ku helwestên oportunîst ên di binê navê Çepgirî, Sosyalîzm û Komunîzmê de Rûsyayê weke hincet nîşan didin û banga bêalîbûnê dikin, werin mehkûmkirin. Eniya partiya me THKP-C/MLSPB’yê, eniya têkoşîna rewa û rast a komerên gel ên Donetsk û Lugansk’ê ye. Yên ku êrîş kirin û şer dan destpêkirin, dijminên sereke yên gelên cîhanê DYA û NATO ne.

Em weke THKP-C/MLSPB’yê bang li çîna karkeran û gelên kedkar ên Tirkiye û Kurdistanê dikin ku xwedî li têkoşîna rewa û rast a komarên gel ên Donatsk û Lugansk’ê derkevin û di eniya têkoşîna dij-emperyalîst de refên xwe xurt bikin.

DYA’YA KUJER, JI DONBASÊ BIQEŞITE!

BIJÎ ENTERNASYONALÎZMA PROLETERYAYÊ

THKP-C/MLSPB: Komîteya Navendî

25/02/2022

image_pdf
Bunları da beğenebilirsin

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.