LI SER ARÎŞEYA ÇANDÊ
Ji bo şoreşê erkê yê şoreşger pevçûn e, hem jî bi hemî şiyana xwe. Wekû mamostayên mezin ku peyderpey didan xuyakirin, “Kesê ku ji bo şoreşê ne ceng e jê re Sosyalîst nahête gotin”. Ji ber vê çendê kesê şoreşger divêt ji bo şoreşê di amadebaşiyê de be, hinerê xwe bi pêş bixe û bibe pispor, ev jî bi perwerdeya di nav xebata teorîk û pratîk de pêk dihêt. Ango, perwerdeya teorîk ya şoreşger digel pêkanîna pratîkê. Amanc ji vê yekê ne xwendina her pertûkek berdest e, yan jî, gehiştina agahiyên ronakbîrî ye, perwerdeya di nav demeke diyar de, ji bo pevçûna bi dijminekî diyar re, divêt fêrbûneke bi şêweyekî baş be. Amanc, gehandina kadroyên ku dê di nav bizava şoreşgerî de cih bigrin.
Bikaranîna pêçêbûna xwe ya ji aliyê her gernas (milîtan)î ve, di gorepanên serkeftin û binkeftinan de bidayîna biryarên durist, şerkirina li pêş ronahiya taktîkên durist, bi gelemperî, digel bikaranîna pratîkê, bitêgehiştina teoriya şoreşgêrî û bi ramana afirîner ya bi vê teoriyê ve girêdayiye.
Têperbûna di perwerdeyeke mukim ya şagirtekî bizava şoreşger de, bi rasteqîna du rêyên bi hev ve girêdayî û hev temamker ve girêdayiye. Fêrkirina teoriya neyber, dagirtina mejiyan bigotinên vikî-vala, têgehandina mêjûya bizavên karker, daxuyakirina mêjûya bizava şoreşger ya cîhanê, bi kurtayî têgehandina Marksîzm-Lenînîzmê û pratîka cîhanê, di encama goncîna bi helûmercên welatê xwe cihgirtina di xebata pratîk a bizava şoreşgerî ya welatê xwe de, têgehandina hêla durist a Marksîzm-Lenînîzmê, bicihanîn û dayîna pratîka vê cengê ye. Her wisa dihête dîtin ku di bizava kadrobûnê de, têgehiştina teorîk ya takekesî roleke pir girîng dilîze. Kadro, wekû pêşewayê cemawer rabûna wî ya bi çalakiyên durist, xebata wî ya wekû rêxistinkarekî serbixwe, bi van nîşanên wî ve misoger girêdayiye. Barê bingehîn yê perwerdeyê, helbet dê li ser şanê takekesan be.
Ji bo yê fêrker, divêt nehête ji bîrkirin ku fêrbûna xebata takekesî ya bi bandor erkeke şoreşgêrane ye. Şoreşgerî ne karekî statîk, mekanîk, bi wateya xwe ya giştî ne wekû pîşeyekê, divêt wekû hestekî giyanî, halan, welatperwerî, bi şêweyekî ku nehête derxistin, di serê me de bihête kolandin. Perwerde wekû erka sereke ya vî giyanî, ya vê halanê (divêt) di kesatiya me de reng vede. Aha ewê hingê bêyî dabirrîna xebatên zanistî yên ku bingeha perwerdeya şoreşgerî pêk dihênin em dikarin birêve bibin.
Aha ewê hingê perwerdeya şoreşgerî ya li ser kaxizê û biryarên ku em li ser digrin, ji (çarçoveya) biryarên brokratîk derdikevin, vediguherin şêweyê perwerdeya rojane ya heyber. Helwesta bi şêweyê “ez jî mil bidim ber trumpêla şoreşê ya ku bi rê ketiye, de bila keda min jî tê de hebe”, helwesteke bi tevayî mekanîk e. Ev helwest mirovî ber bi nadiyariyê ve pal dide. Di tengaviyan de jî ber bi ladanê ve dibe. Arîşe ne beşdarbûna di çalakiya paldana trumpêlê de ye, Arîşe bikaranîna hemî gengaziyan e û arîşeya helgirtina berpirsiyê ya ji bo şoreşê ye. Ev jî di delîveyekê de digel halana şoreşgerî pêdivî bi kîn û kerba li hember hêzên dijberî şoreşê heye.
Di rojên dirêjxayen yên şoreşê de hêza dijwar ya ku me li ser piyan radigre, (divêt) em bizanin ku ev kerb û halana şoreşê ye. Bê çawa arteşa ku çeka xwe winda dike, rûxsarê xwe yê arteşiyê ku winda bike, şoreşgerê ku halana welatperweriyê pê re tune be, rûxsarê xwe yê şoreşgerî jî winda dike.
Welatperwerî baweriya bi şoreşê û wergirtina berpirsiyê û herêkirina berpirsiyê yekpareyeke ku ji hev nahêne parçekirin. Şoreşgerekî baş di gava têkçûnê de, dûr ji sistbûnê, ew kes e ku dikare xwe bi xwe biryarê bide û xwe bi xwe berpirsiyê bide xwe. Mîna şoreşgerekî bi hestê berpirsane û bi wergirtina erka ku dikare bike, divêt bi tevgera xwe ya peyapey bûyeran bi dûv xwe de bihêne. Ango kesê hest bi berpirsiyê dike, pêdiviye vê yekê yekser bixe pratîkê, herî kêm divêt xwe ji şoreşê re amade bike.
Ev jî xwe bi xwe (helbet li jêr prensîba navendgêriyeke diyar de) bi perwerdekirina bi bîrdozî û di çalakiyê de dibe. Ewê ku xwe perwerde neke, xwe bi ramana şoreşê bar nekeû nekeve nav tevgera pratîkê, ji çewalekî vala, ji legazekî ji rêzê pê ve ne tiştekî din e. Lêkolîna arîşeyên bingehîn yên cenga çîna karkerên welêt û cîhanê (wekû siyasî, aborî û bîrdozî) û perwerdeya teorî ya Marksîst-Lenînîst, wekû bingeh divêt hebe. “Fêrkirina endamên Partî û Yekîtiya gencan ya cenga bi dijminekî diyar re, bikaranîna azînên Marksîst-Lenînst, bi mercên diyar, ne bi tekoşîna li hember dijminekî giştî” (DIMITROV) Rêhberiya çalak ne teoriya dogma” (LENÎN), bihête zanîn û pêdiviye wekû bingeha perwerdê bihête wergirtin.
Kadroyên ku perwerdeya takekesî dibînin, pêdiviye peyderpey serî li prensîba GENGEŞE-REXNE-REXNEGIRÎ bidin. Tenê bi vê rêyê meriv baştir fêrî mijaran dibe. Yek ji erka li ber me fêrbûna Marksîzm-Lenînîzmê ye. Ji bo temamkirina vê perwerdeyê, bi bernameyeke diyar, birêvebirina kar û xebatên pêdivî ye. Ev jî wekû şervanê şoreşê bêyî şaşkirina rê çûyîna di rêçikek rast de, bi amanca pêkanîna rasteqîn ya şervanên leheng ku dê xebata cemawerî bikin, pir girîng e. Li pey ewên ku ji berpirsî, ji têgehiştina rêxistinî û ji disiplîna bizava şoreşgerî direvin çahlên kûr û tarî hene. Her wisa, digel têgehiştina girîngiya mijarê [ji me tê xwestin] em bizava xwe li dûv vê girîngiyê amade bikin.
MAHÎR ÇAYAN