ENIYA RIZGARIYA GEL YA TIRKÎ – DAXUYANIYA JIMARE YEK

0 349
image_pdf
ENIYA RIZGARIYA GEL YA TIRKÎ (THKC) DAXUYANIYA JIMARE YEK

Karkeran

Gundiyan

Leşkeran, Welatperweran, Gelê me;

Emperyalîstên Amerîkan û segên xwe bi salan e welatê me talan kirin û şelandin; hebûn û nebûna me hemî birin. Ked û xwêhdana gelê me yê kedkar û hemî xebatkaran dizîn. Hemî dewlemendiyên me, petrola me, paxirê me, krona me, tevaya çavkaniyên me yên sruştî desteserkirin. Li pey xwe, belengaziyeke ku nahête ragirtin, nexweşiyên vegir yên ku qirra me anîn, birsîtî û cehaleteke ku gelê me duçarî jiyaneke tarî dike, ji me re hiştin.

Îro li welatê me, ji bo berdewamiya vê pergala herî kirêt çend xayîn, çend segên ku bi kurtêlên ji bergeşa vexandinê ya dijminê dagîrker mane xwe xwedî dikin, ji bo li dûv daxwazê nokeriya emperyalîzma Amerîkan bikin ew çerxa sîtemkariyê ya ku damezrandine bi şêweyekî herî nawîjdane disûrînin. Her welatperwerekî ku li hember şelandin û talankirinên wan radiwestin li meydanan dihêne gullebarankirin. Dixwazin dengê karker û gundiyan, yên ku daxwaza nan û axê dikin bi xwînê û bi sîtemkariyê bêdeng bikin. Berhemên me, afirandinên me bi darê kotek û zorê ji dest me dihête derdixistin.

Segên faşîst yên Amerîkanperest, bi amanca hîna baştir meşandina vê pergala çewsandina kirêt li ser navê mukimkirina asayişê, niha jî rêveberiya leşkerî ragehandin. Maf û azadiya herî bingehîn ya gelê me wekû pirr zêdeye, danandin ser refikan.

Îro li welatê me, bahskirina ji mafperwerî, ji dewleta yasa, ji destûra bingehîn, ji mirovahî û ji mafên welatîbûnê ji bilî lewçetiyeke kirêt ne tiştekî din e.

Li ser axa xwe em veguherîne cemawerekî kolewar.

Ma ev rewş dê her wisa bidome?

NA!

HEZAR CARÎ NA!

Ev rewş nabe wisa bidomîne; ji bo sernigûnkirina dijminê dagîrkerêdî dema çek rakirin û serîhildanê hatiye.

Hêz û pêçêbûna wan ku îro mezin xuya dibin ji bo me ne cihê pûtepêkirinê ye. Ew mistek in, em bi milyonan in. Tiştekî ku em winda bikin tune, lê qezenca me cîhaneke ne serî û ne jî binî heye.

Em, wekû Eniya Rizgariya Gel a Tirkî dibêjin ku;

1- Ji bo rûxandina serweriya emperyalîzma Amerîkan û desthilata çînên nokerên xwecihî û çewsêner,  ji bo bidestxistina serxwebûna xwe takane rê cenga rizgariya çekdarî ye.

Eniya Rizgariya Gel a Tirkî (THKC), bi hembêzkirina  tevaya welatperwerên xwedî biryar ku di vê rêyê de tekoşînê didin, rêxstina pêşrew a cengebaziya gel e.

Eniya Rizgariya Gel a Tirkî di tekoşîna xwe de, pêşrewiya Partiya Rizgariya Gel a Tirkî (THKP) wekû rêxistina cengê ya çîna karkerên Tirkî herê dike û li jêr fermandarî û serperiştiya wê tekoşîna xwe dimeşîne.

2- Eniya Rizgariya Gel a Tirkî, heta biderxistina emperyalîzma Amerîkan û segên wê ji welêt, digel berdewamiya tekoşîna xwe û li jêr her helûmercî heta bimirina şervanê xwe yê herî dawî, bi biryar e ku cenga xwe bidomîne.

3- Emperyalîstên Amerîkan, sermayedarên xwedî sermiyan, derebegên xwedî ax, navgîn û çewsêner, brokratên sivîl-leşker yên Amerîkanperest û tevaya dijminên gel, dijminên Eniya Rizgariya Gel a Tirkî`ne.

4- Erka bingehîn ya Eniya Rizgariya Gel a Tirkî, têkbirina eniya dijmin ya ku ji emperyalîstên Amerîkan û hevpeymanên wê yên xwecihî pêk hatiye û rûxandin e, digel xwemalîkirina hemî milkên ku li ser pişta gel hatine qezenckirin, di eniyê de bilindkirina astê hêza cengê, bidestxistina çeperxaneya pêdivî û parçekirina hêza kotek û zorê ye.

Eniya Rizgariya Gel a Tirkî, ji derveyî xalên ku ji hêrişên xwe re kirine amanc, ji hîç hêrişeke gangsterwarî û serguzeştî ku arasteyî amancên dîtir dibin û ziyanê digehînin rêzên gel ne berpirs e. Kesên ku di revandina zarokan de, di tengavkirina jinan de û bi emperyalîstan re yekser ne têkildar e, arasteyî dikandaran, ji derveyî hindek maldarên xayîn arasteyî zengînan, ango hêrişkirina ser birjûwaziya navîn û gehandina ziyanê bo van kesan nabe çalakiyeke şoreşgêrane. Evana bûyerên gangsterwarî yên ji rêzê ne.

Eniya Rizgariya Gel a Tirkî, bûyerên bi vî rengî bi tundî şermezar dike. Ji bo her bizaveke arasteyî emperyalîstên Amerîkayî, nûnerên sermayedarên xwedî sermiyan, sîtemkaran û dijminên gel jî rêzdar e û heta bi dawî palpiştiya wan (bizavan) dike.

Eniya Rizgariya Gel a Tirkî, hemî çalakiyên şervanên xwe bi belavokên xwe bo gel radigehîne.

Eniya Rizgariya Gel a Tirkî, darizandina dijminên gel, îşgencekaran, sîtemkaran, pêxwasan dike, siza dike. Hesabê xwîna ku rijandine û sîtema ku kirine dê bipirs e.

5- Eniya Rizgariya Gel a Tirkî bi vê amancê, li rex hewldanên arastekirina tekoşîna ekonomîk û demokratîk ya gelê me di van mehên dawî de bi van çalakiyên leşkerî ve rabûye:

1- Dahatiya rojane ya Banka Zîraatê (Ziraat Bankası) Beşê Küçük Esat bi amanca bikaranîna di cenga şoreşgêrane ya gelê me de hatiye xomalîkirin.

2- Di bizava terora şoreşgêrane ya di 16-17`ê Reşemehê de ku ji bo bîranîna şoreşgerên li Kanli Pazar`ê şehîd ketine:

a) Navenda Zincirlikuyu ya Tuslog`a pêdiviyên leşkerî yên Amerîkayê,

b) Beşê Şîşlî yê Tuslog`ê,

c) Beşê Elmadax yê Banka Bazerganiya dereke ya Tirk û Amerîkayê,

d) Balyozxaneya DYA,

e) Balyozxaneya Brîtanya,

f) Navenda IBM ya pêkhateya Amerîkaya Emperyalîst li Gümüşsuyu hatine bombekirin.

3- Belema leşkerî ya Amerîkayê li Salipazarê hatiye bombekirin û têkşikandin.

4- Dahatiya rojane ya beşê Banka Bazerganiya Tirk (Türk Ticaret Bankası) li Erenkoy`ê bi amanca bikaranîna di cenga şoreşgêrane ya gelê me de hatiye xomalîkirin. Û di vê çalakiyê de, trumpêla spayê Amerîkî A.Donald bi rêya şewitandinê hatiye tunekirin.

5- Dahatiya rojane ya Coca-Cola, Pe-Re-Ja, Elvan, Mersedes-Benz, Fabrîkaya Otomarsan, Akbank û xwediyên hevpar yên gelek dezgah û şirketan yên wek Kadir Has, Mete Has, Derebegê mezin yê Adanayî Talip Aksoy bi amanca bikaranîna di şerê şoreşgêrane ya gelê me de hatiye xomalîkirin.

6- Bizava 1`ê Gulanê hatiye li darxistin.

Eniya Rizgariya Gel a Tirkî, di cenga serxwebûnê de banga layengîriyê bo tevaya welatperwerên durist dike.

THKC (Eniya Rizgariya Gel a Tirkî) eniya tevaya raperînkar û welatperweran eniya rizgariya Tirkî ye.

HETA BI RIZGARIYÊ CENG

ENIYA RIZGARIYA GEL A TIRKÎ

Gulan 1971

ENIYA RIZGARIYA GEL YA TIRKÎ

image_pdf
Bunları da beğenebilirsin

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.