BAREGEHA HERÎ MEZIN A DYA’YÊ YA LI BALKANAN, BONDSTEEL

0 45
image_pdf

“Hevsengiya çêkirî” ya ku di asta navneteweyî de heta salên 1990’î berdewam kir, bi hilweşîna Sowyetan re ji sûda eniya emperyalîst û sermayedar veguherî. * DYA’ya dijminê sereke yê gelên cîhanê, li Balkanan, Qafqasyayê, Rojhilata Navîn û Efrîqayê dest bi dizî û talaneke bê serûber kir. Bi dehan welat hatin dagirkirin. Gelên ku di sosyalîzmê de bi hev re û di nava biratiyê de jiyan dikirin, bi bêbextiyên nijadperest û faşîst bûn dijminên hev. Û hev qir kirin.

Di nava van bobelatan de ya herî biêş jî, ya Yugoslavyayê ye. Josip Broz Tito, bi gelê xwe re di 17’ê Nîsana 1941’ê de welatê xwe yê ku ji hêla Hitlerê faşîst ve hatibû dagirkirin, bi şerê partîzanan (gerîla) rizgar kiribû. Yugoslavyaya ku ji hêla Josef Broz Tito ve piştî dagirkeriya Almanî hate damezrandin, dewleteke federal bû ku ji 6 komar û 2 herêmên xweser pêk dihat.

Piştî bi dehan salan, di salên 1990’î de Yugoslavya vê carê rastî dagirkeriya DYA’yê hat. Gelên Yugoslavyayê yên ku bi bêbextiyên CIA’yê hevdu qir dikirin, di nava xwe de ketin nava tevliheviyeke nijadî. Di şerê qirêj de bi hezaran kes hatin kuştin û rastî destdirêjiyê hatin û gel, êşên gelekî mezin kişandin. Di dawiyê de hêzên NATO’yê bi pêşengiya DYA’yê herêm dagir kir. NATO’yê dawî li hebûna Yugoslavyayê anî û ji dewletên biçûk ên pêlîstok, erdnîgariyekê ava kir. Li Balkanan yek ji dewletokên biçûk ên pêlîstoka DYA’yê jî Kosova ye.

ÇÎROKA DEWLETA PÊLÎSTOKA EMPERYALÎZMÊ, KOSOVA’YÊ

UÇK (Artêşa Rizgariya Kosovayê), avaniyeke nijadperest û faşîst e ku ji hêla DYA û NATO’yê ve hatiye çekdarkirin. UÇK, li erdnîgariya ku ji Yugoslavyayê maye, dest bi terora nijadperest û faşîst dike. Welatê ku niha navê wê Sirbistan e bi vê koma nijadperest û faşîst re şer kir, lê belê ji hêla DYA, Almanya û Fransayê ve hate hişyarkirin û ji bo ku axa xwe bi temamî ji venêrîna Neteweyên Yekbûyî (NY) re veke gef lê hatin xwarin. Sirbistan serê xwe ji van gefan re netewand û di sala 1999’an de 78 rojan rastî bambebarana NATO’yê hat. Piştî rêveberiya 9 salan a Neteweyên Yekbûyî, di 17’ê Sibata 2008’an de Kosova “qaşo serxwebûna” xwe ragihand û dewleteke pêlîstoka DYA’yê bi vî awayî hate damezrandin.

Ji bo ku em fêm bikin ku Kosova bi çi armancî hatiye damezrandin û bûye welatekî çawa, mirov li yek mînakê binêre bes e: Baregeha Bondesteel’ê ya DYA’yê ya li başûrê paytexta Piriştîne’yê…

BAREGEHA BONDSTEEL’Ê

Li başûrê paytexta Kosovayê, Piriştîne’yê, li bajarê bi navê Ferizovik an jî Ferizaj’ê baregeheke leşkerî heye ku ev baregeh navê xwe ji leşkerekî Amerîkayê yê ku di dagirkirina Vietnamê de birîndar xelas bûbû yê bi navê James Leroy Bondsteel (1947-1987) digire. Baregeha Bondsteel’ê di sala 1999’an de bi êrîşa NATO’yê ya li ser Sirbistanê de hate avakirin û li Balkanan baregeha herî mezin a DYA’yê ye. Beşeke mezin a kampê ji hêla şirketa Kellog Brown & Root (KBR) a ku di dagirkirina Iraqê de jî kar kiribû ve hate avakirin. Kamp li ser qadeke 4 km2 hatiye avakirin; ji bo avakirinê du gir hatine rastkirin û newala di navbera herdu giran de jî bi axê hatiye dagirtin. Kamp bi dîwarekî ku dirêjahiya wî 2 metre û nîv e hatiye dorpêçkirin. Di heman demê de 52 helîkopter dikarin dakevin kampê û 7 hezar kes dikarin lê bimînin. Di derbarê kampê de rastiyeke din jî heye ku tê zanîn, lê belê nayê ser ziman; ev kamp, li Ewropayê weke Girtîgeha Gunatanamoyê ye. Li kampê girtiyên ku di derbarê wan de biryareke teqez tune ye, bêyî ku mafekî xwe yê zagonî bi kar bînin, bi awayekî derzagonî têne girtin. Gelek ji wan rastî êşkenceyê tên û hin ji wan jî têne “windakirin”. Endamê Lijneya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê, Alvaro Gil Robles, di 2002’yan de serdana kampê kir û çespand ku ev kamp, ji hêla CIA’yê ve weke girtîgeheke taybet tê bikaranîn.

ARTÊŞA SERKAR A EMPERYALÎZMÊ, TSK (HÊZÊN ÇEKDARÎ YÊN TIRK)

Tirkiye endamekî NATO’yê ye û pêlîstoka DYA’yê ye. Ev Tirkiye di sala 1999’an de bi awayekî çalak, bi balafirên şer ên F-16 tev li bombebarana NATO’yê ya li ser Yugoslavyayê bû. Li gorî berjewendiyên emperyalîzmê ev erdnîgariya Balkanan hate serûbinkirin. Destwerdana li ser vê erdnîgariyê bi destê Hêza Kosovayê ya bi navê KFOR’ê hate kirin. TSK jî bi 540 çekdarên xwe tev li vê hêzê bû.

Hêzên Çekdarî yên Tirk, TSK piştî şerê 2’yemîn ê Parvekirinê bû amûr û serkarê êrîşkarî Û dagirkeriya emperyalîst. Piştî dagirkirin û parçekirina Koreyê, Tirkiye ji hêla DYA’yê ve bi endamtiya NATO’yê hat xelatkirin. Ji wê dîrokê heta îro Hêzên Çekdarî yên Tirk, di bin navê peywira “piştgiriya aştiya cîhanê” bû “Komareke NATO’yê” û pêlîstoka Amerîkayê. NATO, perwerdeyê dide leşker, polîs û yekîneyên cendermeyan ên welatên mêtîngeh ên nû (Tirkiye jî mêtîngeheke nû ye). Tirkiye him peywirên ku emperyalîzm dide wê pêk tîne him jî ji bermahiyên sifreya emperyalîzmê xwe xwedî dike. Ev jî ji bo komeke biçûk a bûrjûwaziya yekdest a hevkar bazarên nû ava dike.

Kosova îro qaşo dewleteke serbixwe ye ku tê de UÇK’ya ku heta qirika xwe ketiya nava tawanan û serkirdeyên wê yên serokên tawanan bi rehetî hespên xwe dibezînin. Tevahiya siyasetmedarên vî welatî ji fermandar û milîtanên kevn ên Artêşa Rizgariya Kosovayê (UÇK) pêk tên ku UÇK jî avaniyeke faşîst, nijadperest û çete ye.

Albin Kurti’yê serokwezîrê Kosovayê yê endamê berê yê UÇK’yê di 10’ê Berfanbara 2022’yan de li ser malpera xwe ya facebook’ê wiha dibêje: “Kosova, dewleteke Ewropî, demokratîk û alîgirê Amerîkayê ye. Lê Sirbistan, bi rêveberiya xwe otokratîk e û alîgir û milîtanê Asyayê ye.” Ev nirxandin, bi awayekÎ aşkere nîşan dide ku li Kosovayê çi diqewime.

27/12/2022

-Arda Yumurtaci-


*Cîhan bûye du enî. Li aliyekî dijminê sereke yê gelên cîhanê DYA û NATO heye Û li aliyê din jî eniya şoreşger a gelên ku li himberî emperyalîzm, faşîzm û sermayedariyê li ber xwe didin heye. (Piştî salên 90’î cîhan li gorî DYA/NATO’yê hate bipergalkirin. Operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê kir ku hemû kevir ji cihên xwe bileqin. Bêguman berxwedana gelan a di van 30 salên navberê de jî kir ku DYA negihêje armancên xwe.) Em ê bi nivîseke berfireh diyardeya “Cîhana Du Enî”yê cuda bigirin dest.

Felsefeya proleteryayê, materyalîzma diyalektîk û dîrokî ye. Em Marksîst-Lenînîst in; em şoreşger in; em sosyalîst in. Êdî serdema bîrdozî û tevgerên dema navberê (post-modern û lîberal) yên ku ji aliyê çepê û rastê xwe nêzî Marksîzm-Lenînîzmê dikin bi dawî bû. Rêbaza Marksîst-Lenînîst, bîrdoziyeke gelekî kûr e û ew derfetên wê hene ku cîhanê him şîrove bike him jî veguherîne.

Wergera Ji zimanê Tirkî:Aram Alî
image_pdf
Bunları da beğenebilirsin

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.