DI DERBARÊ TEVGERÊN DAWÎ YÊN CIWANAN DE (*)
HEYAMA KU EM TÊ DE NE Û REWŞA CIWANAN
Li welatekî nîv-mêtîngeh ê wekî Tirkiyeyê ku tê de têkiliyên sermayedariya kêm pêşketî û têkiliyên feodal bi hev re hene, îro ji hêla hemû sosyalîstên zanistî tê zanîn ku wê têkoşîna rizgariya welat, ji du pêvajoyên şoreşê derbas bibe. Tirkiyeya Bi Temamî Serbixwe û Bi Rastî Demokratîk, di binê rêveberî û beralîkirina proleteryayê de, demokrasiyeke rastîn rave dike ku ji hêla hemû çînên şoreşger ve hatiye avakirin. Wê têkoşîna avakirina Tirkiyeya Bi Temamî Serbixwe û Bi Rastî Demokratîk, di nava xwe de ji gelek merhaleyan derbas bibe. Û di her merhaleyê de wê pêdivî bi hevbendiyên cuda hebe. Di nava vê pêvajoyê de wê eniya şoreşa dijber jî bikeve nava yekitiyên cuda.
Di vê heyama ku em tê de ne de proleterya negihaye asta çînbûna ji bo xwe û partiyeke sosyalîst a proleter tune ye. Di vê merhaleyê de di têkoşîna li dijî emperyalîzma Amerîkayê de koma çalak a dij-emperyalîst çiqasî girîng be, ciwanên dij-emperyalîst jî ewqasî girîng in.
Di vê demê de pêvîst e ku sosyalîstên proleter bikevin nava têkoşîneke dualî; ji aliyekî ve pêwîst e ku di têkoşîna li dijî emperyalîzmê de li gel hemû çîn û beşên neteweparêz cih bigire û lezê bide têkoşîna li dijî feodalîzmê û ji aliyê din ve jî hişmendiyê bigihêjînê proleteryayê û riya rêxistinbûna wan veke. Ev têkoşîna dualî, yekpare ye û ji hev cuda nayên destgirtin. Heger kesên sosyalîst hêleke ji vê têkoşîna dualî paşguh bikin, wê bikevin himbêza oportunîzmê.
Weke ku tê zanîn, ciwan, ne çîn in. Ciwanên xwendekar bi piranî ji bingeheke bûrjûwaziya biçûk tên û hilberînê nakin. Ji ber ku hilberînê nakin jî dikarin ji nêz ve bi pirsgirêkên welat û cîhanê mijûl bibin. Her wiha ciwan, li gorî taybetmendiya xwe çalak in, bi coş in û wêrek in. Ji her cûre hestên berjewendiyê û nêta xerab dûr disekinin. Û di nava civakê de beşa ku herî kêm xera bûye ava dikin. Ji ber van taybetmendiyan jî ciwan, li dijî emperyalîzmê ne û alîgirên serxwebûnê ne. Li welatekî nîv mêtînger û tê de girseyên şoreşger hêj negihaştine hişmendiya polîtîk, di têkoşîna serxwebûnê de ciwan, çirûska destpêkê ne ku dikarin çîn û beşên şoreşger ên civakê bixin nava tevgerê.
TEVGERÊN DEMOKRATÎK ÊN XWENDEKARAN Û CHP Û FKF
Weke ku tê zanîn di fakulteyan de weke tevgerên hundirîn ên daxwazên mafên pîşeyî tevgerên demokratîk ên ciwanan dest pê kirin û piştî demekê ji daxwazên mafan derbas kirin û li dijî desthilatdariya Amerîkanperest û heta pergalê, veguherîn tevgerên siyasî.
CHP’ya ku di destpêkê de piştgiriya van tevgeran dikir, paşê li dijî wan sekinî. Em dikarin wiha bi kurtasî sedemên vê yekê rêz bikin:
1- CHP, di nava bêxîretiya bûrjûwaziya biçûk de digevize. Û CHP, li gorî taybetmendiya xwe, nikare heta dawî di nava tevgereke şoreşger de bimeşe. Di vê pêvajoyê de di têkoşîna Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de partiyeke sosyalîst a proleter tune ye ku bi drûşmeyên rast û çalakiyên xwe, bandorê li CHP’yê bike. Her wiha ligel ku di nava wê de hêzên dij-emperyalîst hene jî, îro di nava CHP’yê de rêjeya kesên hevkar bêtir e. Ev jî dike ku CHP bigevize û helwesta paşverû nîşan bide.
2- Hemû çînên di nava hevbendiya li dijî emperyalîzmê de cih digirin, hewl didin ku têkoşîna heyî, di binê rêveberiya wan de were meşandin. Ev yek ji bo hemû merhaleyên têkoşîna civakî jî derbasdar e. Ji ber vê sedemê û ji ber elimandinên wê yên paternalîst (baviksalar), CHP hertim hewl dide ku ciwanan bixe bin venêrîna xwe. Di tevgerên dawî yên ciwanan de bi awayekî aşkere derket holê ku ciwanan îroyîn, ne ew ciwanên salên 1960’î ne ku CHP dikarî bû li gorî xwesteka xwe wan beralî bike. Êdî gelek tişt hatine guhertin; êdî ciwan daketine bingeha rastiyê. Êdî ciwanên Tirkiyeyê, di têkoşîna Dij-emperyalîst û Dij-feodal de li pey sosyalîstên zanistiyê yên di nava xwendekaran de, yên ku drûşmeyên rast berz dikin, dimeşin. Di tevgerên dawî yên ciwanan de, hemû endamên federasyona komeleyên demokrasiya civakî, li dora drûşmeya “Tirkiyeya Bi Temamî Serbixwe û Bi Rastî Demokratîk” helwesta şoreşger nîşan da û rêveberên federasyona komeleyên demokrasiya civakî yên ku ji bo binpêkirina vê tevgerê, ji CHP’yê ferman girtibûn, tenê hiştin. CHP’ya ku nedixwest serweriya xwe ya li ser ciwanan winda bike, me dît ku li dijî tevgerên ciwanan sekinî ku FKF’yê (Federasyona Komên Ramanê) di destpêkê bi daxwazên pîşeyî ev ciwan xistin nava tevgerê û paşê jî berê wan da armanceke dij-emperyalîst. CHP’yê hewl dida ku bi vî awayî di nava tevgerê de FKF’yê tenê bihêle û bêhêz bike, lê belê encameke berovajî vê derket. FKF’yê, di nava van tevgerên demokratîk ên ciwanan de piştgiriya mezin a girseyên xwendekaran wergirt û bi hêz bû. Bi vî awayî FKF, piştî tevgerên demokratîk ên gundiyan, ji tevgerên demokratîk ên xwendekaran jî bi awayekî serkeftî derket. Rêveberên îro yên FKF’yê di nava xwe de li dijî oportunîzmê têkoşîneke xurt dimeşînin; her wiha di tevgerên demokratîk ên gundiyan û xwendekaran de jî ji daxwazên mafên xweser dest pê kirin û berê van tevgeran da armanceke polîtîk. Bi vî awayî çespandin ku ew sosyalîstên proleter in.
Sosyalîstên proleter, di binê ronahiya teoriya sosyalîzma zanistiyê de mercên xweser ên beşên cuda yên civakê dinirxînin û girseyan beralî dikin. Dema ku girseyan dixin xizmeta têkoşîna jî ev nayê wê wateyê ku xebatên di derbarê daxwazên mafan ên van girseyan de paşguh dikin. Berovajî vê yekê, em dikarin girseyên ku ji bo berjewendiyên xwe têdikoşin, li dora vê têkoşîna daxwaza mafan birêxistin bikin û bixin nava tevgerê. Di hemû beşên mafan de pirsgirêk hene ku pêwîst e werin çareserkirin. Rista sosyalîstên zanistiyê ew e ku li van hêmayên hevpar bigerin û ji bo ku van pirsgirêkên civakî veguherînên çirûskên şoreşê, teşeyeke siyasî bidin wan. Pêwîst e em girseyan bînin asteke wiha ku, bi awayekî rasterast tev li têkoşînê bibin.
DI TEVGERÊN DAWÎ YÊN CIWANAN DE HELWESTA OPORTUNÎZMÊ
Di tevgerên dawî yên ciwanan de me dîsa rûyê rastîn ê oportunîzmê dît. Tevgerên protestoyî yên xwendekaran, li dijî desthilatdariya Amerîkanperest a ku derketiye derveyî makezagonê, tevgerên berxwedanê ne. Oportunîstên di nava xwendekaran de li gorî fermana ku ji mamosteyên xwe yên ramanî wergirtin, hewl dan bi her awayî van tevgeran binpê bikin. Heta di nava tevgerê de gotin “Tevgerên wiha wê faşîzmê bînin. Gel li dijî van tevgeran e û tevgerên wiha bi kêrî desthilatdariya AP’yê tên”. Bi şîroveyên wiha, bi rêveberên federasyona komeleyên demokrasiya civakî re ketin nava hevkariyeke xurt ku endamên vê federasyonê jî li dijî wê ne.
Kenê mirov bi gotina “Tevgerên wiha wê faşîzmê bînin” tê û ev gotin, ne gotineke cidî ye. Ji bo mirov fêm bike ku di nava kîjan mercan de zorbaziya sermayedar pêk tê, ne hewce ye ku mirov teoriya sosyalîzma zanistiyê jî zanibe, tenê hinekî civaknasiyê zanibe bes e.
Gotinên weke “Gel li dijî van tevgeran e û tevgerên wiha bi kêrî desthilatdariya AP’yê tên” jî gotinên razber, nepenî û şaş in. Kîjan beşên civakê, li dijî çi ne û çima li dijî wê ne?
Gel, ne têgeheke razber e. Gel, di vê merhaleya şoreşê de çîn û beşên ku berjewendiya wan di şoreşê de ne ye. Tirkiyeya me di merhaleya şoreşa demokratîk a neteweyî de ye; proleteryaya bajar û gundan, bûrjûwaziya biçûk a bajar û gundan -gundiyên navîn, esnaf, pîşesaz û beşa karmendan- û bûrjûwaziya neteweyî “gel” pêk tînin. Gelo kîjan beşên gel wate û taybetmendiya tevgerên demokratîk ên xwendekaran ên ku tê de drûşmeyên li dijî emperyalîzm û feodalîzmê dihatin berzkirin, fêm nakin û helwesta dijber nîşan didin? Gundiyên xizan û bêerd bixwe dest datînin ser zeviyan û rastiya ku di bingeha çalakî û destdanînên xwendekaran de heye rave dikin. Ji cihên cuda yên Anatolyayê gel, bi baldarî nêzîkî taybetmendiya tevgerên xwendekaran dibin, lêkolînê li ser wan dikin û ji wan fêm dikin. Mînak, li gorî ku em ji hevalên ku ji Soke’yê hatine fêr bûne, gundiyên Soke’yê dibêjin ku ew bi wateya tevgerên xwendekaran dizanin û piştgiriya tevgerên wan dikin û têkoşîna wan yek e.
Tevgerên demokratîk ên xwendekaran ên ku ji aliyê FKF’yê ve têne birêvebirin, çirûska destpêkê ya agirê civakî pêxistiye.
Di nava beşên cuda yên civakê de teqînên civakî bi lez bûne; tevgerên dagirkirina zeviyan a gundiyên bêerd, tevgerên karkeran, grevên karkeran û dagirkirinên kargehan dest pê kirine. Niha pêwîst e ku em ji kesên ku dibêjin “Tevgerên wiha bi kêrî AP’yê tên” bipirsin: Gelo tevgerên demokratîk ên ciwanan ên ku li dijî emepryalîzma Amerîkayê û desthilatdariya hevkar û bûrjûwazî feodalîteyê di nava beşên cuda yên civakê de tevgerên li dijî emperyalîzm û li dijî feodalîzmê diafirînin, bi kêrî emperyalîzma Amerîkayê û desthilatdariya wê tên? Di tevgerên dawî yên ciwanan de ev rastî bi awayekî zelal derket holê; kesên oportunîst, -ji bilî hevmilên me yên ku ji ber kêmasiya teorîk, di riya şaş de ne- bi awayekî çalak di nava çirava xiyanetê de digevizin. “Heger hûn ji me bipirsin, cihê we yê rastîn, nava çiravê ye. Û em amade ne ku ji bo hûn bigihêjin wir, em ê bi her awayî alîkariya we bikin.” (1)
Her ku hûn di nava wê çiravê de bigevizin, her ku hûn ji nava tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê, ji nava ciwanan û FKF’yê werin paqijkirin, wê tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê bi hêz bibe. Û wê FKF bibe rêxistineke xurttir û hevgirtîtir a ciwanên sosyalîst.
(*) Ev nivîs cara pêşîn di 6’ê Gulana 1969’an de di hejmara 77’an a kovara Turk Solu’yê de hatiye weşandin.
(1) Lenîn, Pêwîst e Çi Were Kirin
Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî