DI DERBARÊ TAYBETMENDIYA OPORTUNÎZMA NÛ DE*
Weke ku tê zanîn, me nêrîna ku di nivîsa bi navê “Di Derbarê Pergala Tirkiyeyê De” ya di hejmara 12’emîn a Kovara Aydinlik Sosyalist’ê de hatibû weşandin de derketibû holê, weke nêrîneke rastgir a oportunîst nirxandibû û me bi gelemperî behsa vê nivîsê kiribû û bi nivîsa bi navê “Jirêderektina Rastgir Û Teorî Û Pratîka Şoreşger” a ku di hejmara 15’emîn a Kovara Aydinlik Sosyalist’ê de hatibû weşandin, me ev oportunîzma rastgir a ku bi rûpoşa tevgera demokratîk a netweyî derketiye holê, rexne kiribû. Ev nivîsa me di hejmara 16’emîn a “Proleter Devrimci Aydinlik”ê de bi nivîsa “Di Aydinlik’ê De Cîhan û Tirkiye” û di hejmara 17’emîn de jî bi nivîsa “Çîna Karkeran û Şoreşa Demokratîk a Neteweyî” ya Şahin Alpay, rastî rexneyên oportunîzma nû hat. (Her çiqasî nivîskarê “Proleter Devrimci Aydinlik”ê navê me nedabe jî, xwendevanên ne baldar jî dikarin fêm bikin ku vê nivîsa xwe li ser rexneya nivîsa me ava kiriye.)
Xwendevanên ku bi mijarê dizanin di cih de fêm dikin ku ev nivîsên wan ewqasî nakok in ku ne hêja ne bibin mijara rexneyê jî; di nivîsan de tevliheviya têgehan û nirxandinên belave hene. Heta mirov dikare bêje ku dema em vê nivîsê dikin mijare rexneyê, dema me vala diçe. Lê belê em dibêjin ku ev nivîs, dikarin serê çend hevalên nêtpak û dilpak ên ku ji ber kêmasiya ronahiya bîrdoziyê, di nava refên oportunîzma nû de cih digirin, bêtir tevlihev bibe. Lewra me barê vî karê çîtog (acizker) girt ser milê xwe. Her wiha hosteyên sosyalîzma zanistî jî her cûre jirêderketinê “heger encamên nezaniyê bin jî”, bi awayekî baldar têkoşiyane û em jî li gorî vê helwestê tevdigerin. Welatê me di binê dagirkeriya Yankeeyan de ye û li vî welatî wê têkoşîna şoreşger a proleteryayê, li dijî hemû cûreyên oportunîzma nû, bi têkoşînên tund derbas bibe û xurt bibe. Em ê van herdu nivîsên ku di “Proleter Devrimci Aydinlik”ê de derketinebinirxîin û dema ku em bi awayekî gelemperî rexneya oportunîzma nû dikin jî em ê pirsgirêkên bingehîn bigirin dest. (1) Weke nivîsên xwe yên berê, em ê di vê nivîsê de jî em ê şaşitiyên gelekî mezin bigirin dest û em ê behsa şaşitiyên ku di asta duyemîn de girîng in, nekin. Ya na pêwîst dike ku em tevahiya Aydinlik’ê ji van rexneyan re veqetînin.
Beriya ku em dest bi rexneya xwe bikin, em ê bi kurtasî behsa taybetmendiyên gelemperî yên oportunîzmê bikin. Oportunîzm, weke bûkalemûnê ye. Cilûbergên cuda li xwe dike û di nava tevgera sosyalîst de derdikeve holê. Avaniya aborî û civakî ya wî welatî, asta hişmendiya polîtîk û rêxistinbûna çîna karkeran, ango taybetmendiya merhaleya şoreşê ya wî welatî, cilûbergên oportunîzmê diyar dikin. Lê belê her cûre oportunîzm, ji hêza şoreşger a proleteryayê nebawer e. bi gelemperî di bingeha oportunîzma rastgir de tirsonekî, bêxîretî û nebaweriya ji serkeftina şoreşger a proleteryayê hene. Ji bo ku vê taybetmendiya xwe veşêrin jî neçar in ku xwe weke herî “tund” nîşan bidin. Bi gotina Stalîn, xwe bi gotinên Marksîzmê ve weke koleyan girê didin û pasîfîzmê nîşan didin. Pasîfîzm, di heman demê de dogmatîk e jî. Oportunîzma Enternasyonala Duyemîn a ku “weke ku ji nexweşiyê bitirse, ji şoreşê ditirse”, mînaka herî şênber a vê yekê ye. Ev kesên wiha qet fêm nekirine ku di Marksîzmê de tiştên teqez çi ne; ango diyalektîka ku bingeha Marksîzmê ye fêm nekiriye. Û ji Kautsky’an heta Plehanov’an hemû kesên oportunîst, bi gotinên herî xemilandî û şoreşger, tirsonekbûna xwe vedişêrin û bi leyîstokên peyvan, teoriyên Marksîst vediguherînin dogmayên vala.
Di oportunîzmê de biryardariya hêmanî tune ye. Oportunîzm, dema ku taybetmendiya hêmanên wan ên ku heta doh ew diparastin derdikeve holê, bi tawanbariyên herî giran, wan reş dikin. Ji bo wê, tenê tiştek girîng e: “Digel hertiştî ez ê çawa karibim tevgera şoreşger a proleteryayê bêbandor bikin?”. Di vê çalakiyê de hêmanên Marksîst, tenê amûrên jirêzê ne. Li welatê me jî gotin û nivîsên berdevkên oportunîzma nû, mînakên herî şênber ên vê yekê ne. Em ê di vê nivîsê de van xalan zelal bikin û em ê nîşan bidin ku ev tevger, çawa “Yekitiyeke Bihêman” e.
DI DERBARÊ RÊBAZA MARKSÎST DE
Her cûrê dahûrandinên oportunîst, rêbaza Marksîst datînin aliyekî. Em dikarin wiha rave bikin: Di nivîsa xwe ya bi navê “Jirêderketina Rastgir û Teorî û Pratîka Şoreşger” de me gotibû ku di mijara li welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh, bidestxistina serxwebûnê û derbasbûna sosyalîzmê de, di nava derdorên Marksîst de nîqaşek heye û me bi kurtasî behsa van nêrînan kiribû. Me diyar kiribû ku “Ji ber asta geşedana aboriyê ya Tirkiyeyê, li ser dika siyasetê, rista çîna karkeran di asta duyemîn de ye” û me gotibû ku heta ku çîna karkeran bigihêje hêzeke diyar, wê oportunîzma nû ya ku desthilatdariya şoreşger a bûrjûwaziya biçûk diparêze, di bingeha xwe de teoriya şoreşa demokratîk a neteweyî neparêze, lê belê nêrîna yekemîn a dozîneya revizyonîst a riya ku ne sermayedar e, biparêze. Her wiha me gotibû ku “bêyî pêşengiya çîna karkeran, derbasbûna sosyalîzmê xewneke vala ye; lê belê bi şertê ku derbasbûna sosyalîzmê gengaz nebîne ev nêrîn (nêrîna oportunîzma nû) dikare li welatên Efrîqayê yên ku tê de çîna karkeran gelekî lawaz e yên weke Kamerûn, Brûndî û Bassutolan’ê, heta ku çîna karkeran bigihêje hêzeke diyar, dikare were sepandin”.(2) Berdevkekî oportunîzma nû, ji van gotinên me wiha fêm kiriye ku em ji bo welatên wiha, riya ku ne sermayedar e pêşniyar dikin. Her wiha dibêje ku em him Şoreşa Demokratîk a Neteweyî weke tekane xeta şoreşger dipejirînin him jî em riya ku ne sermayedar e diparêzin û dibêje ku ev rewşeke pêkenok e. (Bnr. Şahin Alpay, “Çîna Karkeran û Şoreşa Demokratîk a Neteweyî”, PDA, hejmar:7, rpl:366)
Xuya ye hayê vî nivîskarî ji rêbaza Marksîst tune ye û di bin navê tevgera demokratîk a neteweyî de dozîneya revizyonîst a riya ku ne sermayedar e diparêze. Ev rexneya vî nivîskarî bi rastî jî pêkenok e. Wateya peyva “dikare were” zelal e. Em dibêjin ku ne li Tirkiyeya ku nêzî çar milyon karker lê hene, lê belê li hin welatên Efrîqayê yên ku tê de çîna karkeran tune ye û şopên kûr ên têkiliyên eşîrtiyê hene, dikare were pêşniyarkirin, ango dikare were nîqaşkirin. Gelo mirov dikare ji van gotinan wiha fêm bike ku li van welatan, riya ku ne sermayedar e derbasdar e? Teqez na. Me gelek caran diyar kiriye ku ji bo hemû welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh, yekane riya şoreşger, xeta Şoreşa Demokratîk a Neteweyî ye. Her wiha me di wê nivîsa xwe de diyar kiribû ku riyên li derveyî vê xetê, ango nêrîna ku riya ku ne sermayedar e diparêze, xwedispêre teoriya li dijî materyalîzma dîrokî ya ku dibêje “çek, hertiştî diyar dike”. Û me bi awayekî zelal diyar kiribû ku ev xeteke revizyonîst e. Dema ku me digot ji bo hin welatên Efrîqayê, ev dozîneya tevgera demokratîk a neteweyî dikare were nîqaşkirin, me dizanîbû ku partiyeke rastîn a Marksîst, heta ji bilî çend rewşenbîran, komeke Marksîst jî li van welatan tune ye. (3)
Di çarçoveya rêbaza dahûrandinê ya Marksîst de, ango di çarçoveya dahûrandina şênber a mercên şênber de, bi sînordarkirina “dikare bibe” mirov dikare riyeke ku li ser asta cîhanê weke revizyonîst were nirxandin, ji bo van welatên taybet bike mijara nîqaşê. Mirov dikare di nava dahûrandinên hosteyên Marksîst de jî vê sînordarkirinê bibîne. Weke dahûrandinên Marx, Engels û Lenîn…
Laselle û Proudhon digotin ku bi riyên aştiyane jî şoreşeke civakî dikare li dar bikeve. Marks û Engels wan bi awayekî herî tund rexne dikir. Her wiha diyar dikirin ku yekane riya şoreşa civakî, tundî ye û riyên aştiyane, riyên reformîstan e. Lê belê digotin ku weke dibêtiyekê ji bo Ingiltere û Amerîkaya ku xwedî mercên gelekî taybet in, riyeke aştiyane dikare were şopandin. Lenîn jî diyar dike ku di heyama sermayedariya yekdest de êdî ev sînordarkirina Marks û Engels jî ne derbasdar e û partiyên Enternasyonala Duyemîn ên ku digotin ku bi riyên aştiyane jî derbasbûna sosyalîzmê dikare pêk were, weke xayîn bi nav dikirin. Lê belê heman Lenîn, di Gulana 1917’an de dibêje ku li Rûsyayê mercên gelekî taybet derketine holê û ji ber vê jî derbasbûna sosyalîzmê ya bi riyên aştiyane dikare pêk were.(4)
Li gorî hişmendiya nivîskarê kovara Proleter Devrimci Aydinlik’ê Marx, Engels û Lenîn’ê ku derbasbûna bi riyên aştiyane weke xayîntiyê bi nav dikin, lê belê di nava sînordarkirinên taybet de dibêjin “pêkan e”, di nava xwe de nakokiyê dijîn! Kesên ku dikevin rewşeke pêkenokî ew kes in ku dema em dibêjin ku di nava mercên sînordarkirî de dozîneya ku ew bixwe diparêzin dikare were nîqaşkirin, li dijî wê disekinin. Şahîn Alpay dibêje ku “di şoreşê de (di Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de – M. Çayan) di şoreşê de bûrjûwaziya biçûk pêşengiyê bike yan jî proleterya pêşengiyê bike ferq nake; armanca ku li pêşiya welatên mêtîngeh e ne sosyalîzm e, lê belê demokrasiya neteweyî ye.” (Bnr. Ş. Alpay, Aydinlik, hejmar:12, rpl:471). Ev nivîskar, pêkan dibîne ku Şoreşa Demokratîk a Neteweyî bi pêşengiya bûrjûwaziya biçûk jî pêk were û paşê jî M. Belli’yê ku dibêje “pêşengî ne mijara bazarê ye”, bi oportunîzma rastgir tawanbar dike. Mirov nikare rexneya vî nivîskarê rojane yê ku ne diyar e bê çi dibêje, cidî bigire dest! (5)
Di nivîsa bi navê “Jirêderketina Rastgir û Teorî û Pratîka Şoreşger” de be diyar kiribû ku oportunîzma Emek’ê gihaye wê astê ku dibêje li Tirkiyeyê bermahiyên feodal %5 in û ji ber vê jî nakokiya sereke di navbera proleterya û bûrjûwaziyê de ye. Me gotibû ku ev encam şaş e û heger feodalîzm ne %5 be û %0.5 be jî li welatekî ku di binê dagirkeriya emperyalîzmê de ye, armanca pêşîn, Şoreşa Demokratîk a Neteweyî ye. Her wiha me gotibû ku nakokiya sereke ji têkiliyên hilberînê dernakeve û me ev mînak dabû ku di Fransaya emperyalîst a salên 1941-44’an de nakokiya sereke (ne nakokiya diyarker) ne di navbera proleterya û bûrjûwaziyê de ye, lê belê di navbera emperyalîzma Almanî ya dagirker û bûrjûwaziya paşverû ya Vichy û tevî baskên neteweparêz ên bûrjûwaziyê, hemû neteweya Fransî de ye. (Bnr. Kovara Aydinlik Sosyalîst, hejmar:15, rpl:208)
Nivîskarê xerabker ê “Proleter Devrimci” Aydinlik’ê bi dozîneya Arîsto ew encam derxistiye ku qaşo em dibêjin li Fransaya emperyalîst Şoreşa Demokratîk a Neteweyî hatiye lidarxistin (!). Gotinên vala, wiha ne! Li Fransayê yek ji şoreşên pêşîn ên demokratîk ên bûrjûwaziyê hate lidarxistin û tu kesî negotiye ku şoreşa demokratîk dîsa hate lidarxistin û nikare bêje jî. Her wiha di gengeşeyeke bîrdoziyê de pêwîst e ku astek hebe û di vê gengeşeyê de kes nikare bêje “aliyê dijber wiha gotiye”. Lê belê em ji vê rewşê matmayî nabin.
Mirov ji destpêka nivîsê ve çiqasî bêje ku li welatên mêtîngeh, nîv-mêtîngeh û li welatên ku tê de bermahiyên feodal hene, Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, gaveke şoreşger a jêneveger e; wê dîsa jî ev nivîskar teqez gotinan berovajî bike! Lewra berovajîkirin û derew amûrên polîtîk ên vî nivîskarê rojane ne.
Piştî ku wiha berovajî dike, binêrin bê ev nivîskar çi dibêje: “Di binê dagirkeriyê de be yan jî ne di binê dagirkeriyê de be, li welatekî sermayedar û emperyalîst ê wekî Fransayê drûşmeya şoreşger, şoreşa sosyalîst e”. (Bnr. Şahin Alpay, PDA, hejmar:17, rpl:366) Nêrîna oportunîzma Aren û Boran a ku dibêje ji ber ku di nava xwe de dij-emperyalîzmê jîdihewîne, drûşmeya şoreşa sosyalîst, ji bilî sosyalîstan, bangewaziya hêzên din ên neteweyî jî dike. Di bingehê de di navbera van herdu nêrînan de cudahî tune ye. (6) Lê belê heyam û drûşmeya şoreşger hertim li gorî têkiliyên hilberînê nayên diyarkirin. Li welatekî sermayedar, nakokiya sereke di navbera proleterya û bûrjûwaziyê de ye. Lê belê destwerdaneke derveyîn vê nakokiyê ji bo demeke derbasdar didehfîne asta duyemîn û di wê kêliyê de nakokiya sereke, li gorî vê destwerdana derveyîn û dagirkeriyê tê diyarkirin. Û li gorî vê nakokiya nû, partiya proleteryayê jî taktîk û drûşmeyên xwe yên şoreşger diyar dike. Di dema şerê jinûve parvekirinê yê 2’yemîn de, li Fransaya sermayedar, nakokiya sereke ya di navbera bûrjûwazî û proleteryayê de, ji ber dagirkeriya Almanî dikeve asta duyemîn. Û nakokiya di navbera emperyalîzma Almanî, bûrjûwaziya paşverû ya Vichy û beşa neteweyî ya bûrjûwaziyê ya ku li dijî emperyalîzma Almanî ye jî tê de hemû neteweya Fransî de, ji bo demekê dibe nakokiya sereke. Di vê heyamê de peywira sereke ya Marksîstên Fransî ew e ku vê nakokiyê çareser bikin. Diyalektîka Marksîst, ji bo nakokiyên cuda, rêbazên çareseriyê yên cuda peyda dike. Nakokiya di navbera dijminê dagirker û hemû neteweyê de jî ne bi riya şoreşa sosyalîst, lê belê bi riya şerê şoreşger ê neteweyî tê çareserkirin. Ji ber vê yekê jî di rojeva Partiya Komunîst a Fransayê de Fransaya Sosyalîst tune ye, lê belê “Fransaya Serbixwe” heye. Ji ber ku riya Fransaya Sosyalîst, ji Fransaya Serbixwe derbas dibe. Û PKF’yê jî li dora drûşmeya “Fransaya Serbixwe” hemû welatparêzên Fransayê kom kirine, eniya herî berfireh a neteweyî ava kiriye û ev nakokî çareser kiriye. Hinek kesên “çepgir”, weke vî nivîskarê oportunîst PKF’yê rexne kirine û gotine ku şert û merc çi dibin bila bibin, pêwîst e ku drûşmeya şoreşger “Deshilata Sosyalîst” be. (7) Di vir de em gotinê bidin endamên PKF’yê: “… Hin kes jidil jê bawer dikin ku di 1944’an de proleteryaya Fransî ya ku ji hêla Partiya Komunîst ve dihatin rêvebirin, di wê hêzê de bûn ku desthilatê bi dest bixin û dema ku ev nekirin jî li paş man. Di destpêkê de ev nêrîn balkêş xuya dike, lê belê şaş e… Di serî de di derbarê armanc û taybetmendiya berxwedanê de şaşitiyek heye. Armanca berxwedanê ne şoreşa proleteryayê bû, lê belê rizgarkirina welatê dagirkirî û tunekirina faşîzmê bû. Armanceke wiha kir ku hemû hemwelatiyên Fransî werin cem hev. Berxwedan, bû helwesteke mezin a neteweyî. Xeta sereke ya vê berxwedanê ev bû. Komunîstên Fransî, rewş di nava çarçoveya giştî de dît; ji ber vê jî li dijî Hitler û hevkarên wî yên sûcê hewl dan Eniyeke Neteweyî ya herî berfireh ava bibe û rê nedan ku tevgera berxwedanê ji girseyên mezin ên gelê me qut bibe û veguhere komikeke biçûk. Bi vî awayî dijmin tenê hat hiştin û serhildana neteweyî ya 1944’an wiha pêkan bû. Heger di wê demê de çîna karkeran hewl daba ku sosyalîzmê ava bike wê çi bûbaya? (…) Wê hatiba dîtin ku hemwelatiyên ji her çînê yên Fransî yên ku ji bo rizgariya welatê xwe bi biryar in, lê belê ne amade ne ku piştgiriya tevgereke şoreşger bikin, çawa girêdanên xwe yên bi çîna karkeran re qut dikin. Û di encamê de wê kesên Hitlerperest, hevkarên wan û bûrjûwaziya paşverû ya Vichy kêfxweş bûbana.” (8) Û piştî qewirandina Almaniyan, desthilateke neteweyî ya ku Partiya Komunîst a Fransayê jî tê de ye hate ser kar. Weke ku tê dîtin, berovajî gotinên mejiyên mekanîkî yên xwedî sîwaneke teng, li welatekî sermayedar û emperyalîst, drûşmeya şoreşger ne hertim desthilata sosyalîst e!
“Marksîzm, bîrdoziyeke gelekî kûr û gelekî tevlihev e”. Kesên ku di Marksîzmê de ji bo hemû mijaran li çend riyên çareseriya amade digerin, kesên mejîteng in û xwe zane dibînin! Mao, ji bo van qaşo zaneyên ku di nava sînorên teng ên çend formulan de xwe zane dibînin, wiha dibêje: “Mirovên herî pêkenok ên cîhanê ew kes in ku bi agahiyên xwerû yên berovajî xwe weke ‘zanayên cîhanê’ dibînin. Ev yek dide nîşandan ku kesên wiha, rastiya xwe nizanin. Mijara zanebûnê, mijareke zanistiyê ye; di nava vê mijarê de cihê nejidilbûnê û qurebûnê tune ye. Berovajî vê yekê jidilbûn û dilnizmî pêwîst e.” (9)
HELWESTA ME YA LI DIJÎ FIDEL-GUEVARA Û CERIBANDINA KUBA’YÊ
Oportunîzma nû, li himberî mînaka şoreşa Kubayê gelekî matmayî bûye. Li gorî hinekan, Kuba ne welatekî sosyalîst e û li Kubayê şoreş pêk nehatiye. Li gorî hinekan jî “belê, li Kubayê şoreş pêk hatiye, lê belê ev, di encama têgihiştineke teng a ceribandinê pêk hatiye”. (Bnr. Halil Berktay, PDA, hejmar:16, rpl:327) Û li gorî van kesan heger “emperyalîzma Amerîkayê hişyar tevbigeriya, wê ev şoreş pêk nehata!”, “Ji ber ku çînên serdest ên Kubayê û emperyalîzma Amerîkayê di xew de bûn, ceribandina Kubayê giha serkeftinê.” (H. Berktay, PDA, hejmar:16, rpl:326) Ango li gorî van kesan şoreşa Kubayê, diyardeyeke awarte ye. Ramana sosyalîst a zanistî (!) ev e; ya rast, kuştina diyalektîka Marksîzmê wiha ye!
Kesên metafizîkî, şoreşan bi gotinên weke jixweber û awarte bi nav dikin. Li gorî van kesan şoreşa bûrjûwa ya Fransî, jixweber e. Li gorî kesên metafizikperest, ji ber ku Louis’ê 16’emîn mirovekî lawaz û nerm bû, şoreşa Fransî pêk hat û dibêjin ku “Heger mirovekî xurt bûya wê şoreş pêk nehata”. Heta li gorî van kesan “Heger Louis’ê 16’emîn li Varannes’ê li ser şîvê zêde nemaba, wê neahtiba girtin û wê herikîna dîrokê hatiba guhertin.” (10) Lê belê di hişmendiya zanistî ya sosyalîst de cihê bûyerên awarte û jixweber tune ye. Bi gotina Lenîn “ne di xwezayê de ne jî di dîrokê de” cihê jixweberbûn û awartebûnê heye. Kesên ku teşe û cewherê tevlihev dikin; kesên ku ji dêvla cewherê, di nava teşeyê de li hêmanên teqez digerin û hewl didin bibin polîsên trafîkê yên tevgera şoreşger a cîhanê, di warê teoriyê de taliya talî di nava çirava metafizîkê de melevaniyê dikin!
Hişmendiya sosyalîst a zanistî, şoreşa Kubayê bi valahiyeke demkî ya emperyalîzma Amerîkayê û çînên serdest ên Kubayê rave nake. Serkeftina serboriya Kubayê û rewşa îroyîn a sermayedariya cîhanî bi hev ve têkîldar in.
Lenîn, ji bo welatên weke Kubayê yên mêtîngeh bi riya rêzeşoreşên hundirîn bigihêjin sosyalîzmê û di merhaleya yekemîn de di şerê li dijî emperyalîzmê de bi ser bikevin, dibêje ku pêwîst e ev hersê merc pêk werin: “Pêwendiya hewldanên beşeke mezin a beşên wan neteweyên bindest… an jî guncavbûna rewşa navneteweyî (mînak, lawazbûna destwerdana emperyalîstan û ji ber şerên di nava wan de û nakokiyên navxweyî têkçûna wan) an jî pêwîst e ku proleteryaya yek ji dewletên mezin, di heman demê de li dijî bûrjûwaziyê serî hilde”. (11) Di heyama qeyrana giştî ya 3’yemîn de ev diyarde hemû pêk hatine. Ji 3 parçeyan 1’ê cîhanê bûye sosyalîst. Neteweyên bindest her roj derbên kuştinê li emperyalîzmê didin. Li cîhanê serobinbûneke berdewam heye. Êdî sermayedariya cîhanî bêhnên xwe yên dawî distîne. Şoreşa Kubayê ne encameke jixweber a hişmendiyeke ceribandinê ye û ne bûyereke awarte ye. Şoreşa Kubayê, encameke jêneveger a emperyalîzma li ber sekeratê ye!
Heger hin kes pêkan bibînin ku emperyalîzma Amerîkayê dikarîbû şoreşa Kubayê asteng bike û bêje “Heger emperyalîzma Amerîkayê hişyar bûya, wê ev şoreş pêk nehata”, ev revizyonîzm bixwe ye. (12) Ev tê wê wateyê ku emperyalîzm “dikare hertiştî bike”. Ev nêrîn, di warê stratejîk de emperyalîzmê mezin nîşan dide û di destpêkê de gelên Amerîkaya Latînî, ji serkeftina şoreşê ya gelên cîhanê bawer nake! Pasîfîzm û bîrdoziya pasîfîzmê wiha ye!
Tiştên jixweber û tiştên awarte û oportunîstên çepgir, gencîneya Marksîzm-Lenînîzmê kûr nakin. Lê belê ceribandina Kubayê û pêşengên wê gencîneya Marksîzm-Lenînîzmê kûr kiriye û dewlemend kiriye! Oportunîzma nû dibêje “gelo tu alîgirê şerê gel î yan alîgirê şerê gerîla yî” û dubendiyeke tewş derdixe holê û li gorî wê, li Kubayê tu carî şerê gel pêk nehatiye. Ya rast ew e ku şerê gerîla, teşeyê têkoşînê ya sereke ya merhaleya pêşîn a şerê gel e.
Em dibêjin ku gelê leheng ê Kubayê şerê gel meşandiye, Şoreşa Demokratîk a Neteweyî pêk aniye û derbasî sosyalîzmê bûye. Û nêrînên me yên di derbarê ceribandina Kubayê, Fidel Castro û Che Guevara de zelal in: Niha li gel serboriya Şoreşa Cotmehê, li Çînê, li welatên Sosyalîst ên Rojhilatê Ewropayê, li Kore, Vietnam û Kubayê ceribandinên şoreşger hene. Şoreşgerên serkeftî yên van welatan Marksîzm-Lenînîzmê û Şoreşa Cotmehê dewlemend kirine û pêş xistine. Ji Çînê heya Kubayê tevahiya şoreşan bi têkoşîna çekdarî û bi şerê li dijî êrîş û destwerdanên emperyalîst ên çekdarî bi ser ketine. Serhildana çekdarî ya gelê Kubayê di sala 1953’yan de dest pê kir. Beriya ku emperyalîzma Amerîkayê û rêveberiya Batista ya pêlîstoka emperyalîzmê hilweşe, ji du salan zêdetir şerê gel ê şoreşger hate meşandin. (China In Revolution, History, Documents and Analysis, edited by Verasimons, rpl:404-405, li ser nameya vekirî ya Komîteya Navendî ya SBKP’yê ya ku di 31’ê Adara 1964’an de hat weşandin, şîroveya Partiya Komunist a Çînê ye)
Belê, Şoreşa Kubayê, li gencîneya Marksîzm-Lenînîzmê zêde kir. Marksîstên welatên wekî welatê me nîv-mêtîngeh in, dikarin gelek tiştan ji şoreşgerên proleter ên serkeftî yên Şoreşa Kubayê, Fidel Castro, Che Guevara û hevalên wan fêr bibin. Ji ber ku em Marksîzmê weke zimandirêjiya entelektûel nagirin dest û ji bo ku polîstiya trafîkê ya tevgera şoreşger a cîhanê bikin, em fêrî Marksîzmê nabin. Em ji bo ku cîhanê biguherînin û li Tirkiyeyê şoreşê pêk bînin fêrî Marksîzmê dibin!
Heger hin kes ji bo şoreşgerên serkeftî yên şoreşa sosyalîst a Kubayê bêjin “şoreşgerên bûrjûwaziya biçûk” û “oportunîstên çepgir”, ev xiyanet e û oportunîzm bixwe ye. Û pêwîst e ku tevahiya şoreşgerên proleter ên Tirkiyeyê bi guman nêzî van kesan bibin ku dixwazin vê nêrînê di nava refên me de belav bikin.
Nivîskarê rojane yê PDA’yê rexne dike ku me çima di nivîsa xwe ya bi navê “Jirêderketina Rastgir û Teorî û Pratîka Şoreşger” de behsa Fidel Castro kiriye. (Bnr. Ş. Alpay, PDA, hejmar:17, rpl:366) Em hertim behsa wan şoreşgerên proleter ên serkeftî dikin ku gencîneya Marksîzm-Lenînîzmê mezin kiriye û em ê hertim jî wiha bikin. (13) Cudahiya biçûk (!) a di navbera me û oportunîzma nû de jî ev e! Ew, behsa qaşo şoreşgerên Amerîkayê yên kampûsan ên qaşo ‘Mao’îst dikin, em jî behsa şoreşgerên serkeftî yên ku gencîneya Marksîzm-Lenînîzmê mezin kiriye dikin!
Beriya ku em vê beşê bi dawî bikin em ê di derbarê mijareke girîng a xeta şoreşger a proleter a Latîn Amerîkayê de binivîsin. Pêwîst e ku ev herdu xal neyên tevlihevkirin: Fidel Castro û hevalên wî diyar kiribûn ku taybetmendiya hevpar a welatên Amerîkaya Latînî ew e ku “di wan de pîşesazî paş de maye û taybetmendiya çandiniyê jî feodal e”, her wiha “pêwîst e ku di têkoşîna li dijî emperyalîzmê de em piraniya gel, ango çîna karkeran, gundiyan, rewşenbîran, bûrjûwaziya biçûk û beşên herî pêşverû yên bûrjûwaziya neteweyî li gorî berjewendiyên wan, li dora bernameyeke rizgariyê kom bikin.” (Daxuyaniya Duyemîn a Havana’yê), ji bo vê jî diyar kiribûn ku gava pêşîn a li pêşberî welatên Amerîkaya Latînî, Şoreşa Demokratîk a Neteweyî ye. Lê belê kesên weke A. G. Frank û A. Shah, derbasdariya stratejiya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, weke têkiliyeke hilberînê, bi hebûna feodalîzmê ve girê didin û dibêjin ku li welatên Amerîkaya Latînî “di çandiniyê de sermayedariya lawaz serdest e û bûrjûwaziya neteweyî tune ye” û ji bo van welatan stratejiya şoreşa sosyalîst pêşniyar dikin.
Pêwîst e ku ramanên Fidel Castro, Che Guevara û pêşniyarên dogmatîk ên Debray teqezneyên tevlihevkirin. W. J. Pomeroy’ê ku li dijî wê yekê derdikeve ku yekane riya rizgariya ji nîrê emperyalîzmê, şerê gel ê çekdarî ye û pêkan dibîne ku bi riyeke aştiyane jî şoreş dikare bi ser bikeve jî vê rastiyê bi awayekî aşkere vedibêje. Pomeroy wiha dibêje: “Pêwîst e ku dozîneyên gelekî dogmatîk ên Debray û daxuyaniyên pêşengên Kubayî yên ku gelek caran ew dibêje qey li ser navê wan diaxive weke hev neyên dîtin”. Her wiha gotina “Pirtûka Debray a bi navê Di Şoreşê De Şoreş, nêrîna fermî ya Partiya Komunîst a Kubayê ye”, berovajîkirineke bêsinc e. Lewra ev pirtûk ji hêla Simon Torres û Jullo Arende ve bi nivîsa bi navê “Debray û Ceribandina Kubayê”, di hejmara Pûşbera 1968’an a Monthly Review debi awayekî gelekî tund hatiye rexnekirin. Xetên sereke yên vê rexneyê wiha ne:
- Pêşniyara Debray a “pêwîst e ku pêşengiya leşkerî bibe hêmaya sereke”, şaş e. Berovajî vê yekê, xebata siyasî bingeh e. Û pêwîst e ku hêla leşkerî bi pêşengiya polîtîk ve were girêdan.
- Şîroveya Debray a ku “bajarê bûrjûwa-gundewarê proleter”, “Liana-Sierra”, weke têkoşîneke çînî nîşan dide, ne dahûrandineke Lenînîst e.
Di sernivîsa “Kê Kî Afirand” a vê nivîsê de tê destnîşankirin ku gotina Debray a ku dibêje “Li Kubayê foco’yê (stratejiya şoreşê a ku xwe dispêre şerê yekîneyên biçûk, A. A.), partî afirand” şaş e û tê gotin ku ji bo şoreşê, pêwîst e ku partî hebe. Simon Torres û Julio Arende, pirtûka “Pêwîst e Çi Were Kirin” dikin bingeh û dibêjin ku nêrîna Debray, nêrîneke ekonomîst e.
Lê belê pasifîstên hemû welatan van cudahiyan paşguh dikin û hewl didin dozîneyên dogmatîk ên Debray û xeta şoreşger a proleter a li Amerîkaya Latînî weke hev nîşan bidin. Mînak, partiyeke qaşo “Mao”îst a Amerîkî ya bi navê Progressive Labour, ev bîrdoziyên cuda di bin navê Debrayîzm’ê de kom kirine û Fidel Castro, Che Guevara û hevalên wan jî bi oportunîzma çepgir (!) tawanbar dike. (14) Û li welatê me jî berdevkên oportunîzma nû yên şaxa “Mao”îzma Campus’ê, weke ramangerên xwe yên Amerîkî, van bîrdoziyên cuda (ango xeta oportunîst a A. G. Frank û Debray û xeta Lenînîst a şoreşgerên proleter en serkeftî yên Kubayê) tevlihev dikin, behsa pirtûka Debray dikin û hewl didin F. Castro û Che Guevara rexne bikin. Şoreşgerên serkeftî yên proleter ên Amerîkaya Latînî, pêşniyar dikin ku ji aliyê gundewaran ve pêwîst e bajar werin bidestxistin, lê belê berdevkên oportunîzma nû, bi ramanên Debray wan tawanbar dikin; dibêjin ku ew li dijî xeta Lenînîst in; şoreşgerê mezin ê proleter Mao Tse Tung jî bi awayekî Amerîkanî şîrove dikin û hewl didin ji newêrekî û xiyaneta xwe re rûpoşan bibînin!
Di heyama qeyrana giştî ya 3’yemîn de demjimêra mirinê ya emperyalîzmê nêzîk dibe. Di vê demê de tevgera Marksîst-Lenînîst, weke ku oportunîzma nû pêşniyar dike, bi têkoşîna li dijî xeta Castro û Guevara, nikare pêş bikeve; lê belê pêwîst e li dijî modernîzma hemdem a ku pêşengiyê dide bajaran û di asta duyemîn de girîngiyê dide gundewaran; li dijî xetên “çepgir” ên ku hêza şoreşgerî ya gelên “Gundî” biçûk dibînin û xetên rastgir ên ku bêyî çîna karkeran jî derbasbûna sosyalîzmê pêkan dibînin û jiyana hevpar a aştiyane diparêzin û li dijî her cûreyên jirêderketinên rastgir û “çepgir” ên weke neo-troçkîst û neo-blankîst û hwd. têkoşînê bimeşînin û bi vî awayî pêş bikevin û emperyalîzmê hilweşînin. Kesên ku Castro, Guevara û hemû şoreşgerên proleter ên Amerîkaya Latînî weke “oportunîstên çepgir” tawanbar dikin, pasifîstên hemû welatan in!
TÊKARIYÊN MAO YÊN JI BO GENCÎNEYA LENÎNÎZMÊ Û OPORTUNÎZMA NÛ
Mijara têkariyên (tr. Katkı, A.A.) Mao Tse Tung ên ji bo gencîneya Marksîzm-Lenînîzmê, îro li derdorên Marksîst tê nîqaşkirin û mijareke gelekî girîng e. mirov dikare van xalan, bi awayekÎ gelemperî di binê du sernivîsan de kom bike:
- Teoriya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî
- Şoreşa Çandî ya Proleter
Em cewhera van xalan û hêmanên sereke yên van têkariyên Mao, di Lenîn de jî dibînin. Du hêmanên gelekî girîng ên Marksîzm-Lenînîzmê, bi awayekî têkûz, di pratîka siyasî ya Mao de têne dîtin. Lewra dema ku em van herdu xalên Lenînîzmê rave dikin, pêwîst e ku em ji pratîka şênber a Çînê dest pê bikin û di nava pratîka şênber a siyasî ya Mao de binirxînin.
TEORIYA ŞOREŞA DEMOKRATÎK A NETEWEYÎ
Di nivîsa xwe ya beriya vê de me diyar kiribû ku teoriya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, sepana teoriya şoreşa bênavber a Marksîst-Lenînîst a li welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh e. Em carekê din diyar bikin ku di heyamên qeyrana giştî yên 1’emîn û 2’yemîn de li Çînê çîneke karkeran a di hêla çendîniyê de lawaz hebû ku bi gundîtiyê re jî girêdanên wê yên xwezayî hebûn û Çîn, welatekî nîv-mêtîngeh û nîv-feodal bû. Mao Tse Tung jî li Çînê, teoriya şoreşa bênavber a Marksîst-Lenînîst, li gorî rewşa şênber xist meriyetê û ew kûr û dewlemend kir. Bi vî awayî Mao, ji bo şoreşgerên hemû welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh riya şkandina nîrên emperyalîst û derbasbûna sosyalîzmê nîşan da. Bi saya vê têkariya Mao (teoriya ku di binê serweriya çîna karkeran de avakirina artêşa şoreşê ya ku piraniya wê ji girseyên gundiyan pêk tê û bidestxistina bajaran) teoriya şoreşa bênavber a Lenînîst, li gorî rastiyên nû yên jiyanê pêş ket û dewlemend bû. Bi Mao re, ji bo welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh, di derbasbûna sosyalîzmê de weke rawestgeheke jêneveger, riya Şerên Gel hatiye vekirin. Ji vê riya ku hatiye vekirin Vietnam û Kuba’yê, nîrê emperyalîzmê şkand û ev welat, bi gavên xurt ber bi civaka bêçîn ve dimeşin.
Hêmanên sereke yên teoriya şoreşa demokratîk a nû ya Mao Tse Tung ev in:
- Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, di bingeha xwe de şoreşeke gundiyan e.
- Di Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de Şerê gel, rawestegeheke jêneveger e.
- Pêşengiya bîrdoziyê, bingeh e.
- Di nava teoriya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de, serweriya proleteryayê heye.
ŞOREŞA DEMOKRATÎK A NETEWEYÎ DI BINGEHA XWE DE ŞOREŞEKE GUNDIYAN E
Bernameya şoreşa demokratîk, bernameya herî radîkal e ku bersiva daxwazên şênber ên gundiyan dide. Weke ku Lenîn dibêje: “hemû sererastkirinên çandiniyê yên ku ew dixwazin, incex bi şoreşeke ku gihaye serkeftina teqez ve wê bi cih werin û xewnên wan wê bibin rastî… Ne tenê ve jî. Gundî, ne tenê ji bo sererastkirinên bingehîn ên çandiniyê, lê belê ji bo berjewendiyên xwe yên giştî û domdar jî bi şoreşê ve girêdayî ne.” (Du Taktîk, rpl:104) Bi taybetî li welatekî nîv-feodal ê ku tê de gundî piraniya gelheyê pêk tînin, Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, di bingeha xwe de şoreşa gundiyan e. “Ji ber vê yekê, tevgerandina tevahiya gel û tevgerandina girseyên gundiyan, heman tişt in.” (Giap, Şerê Gel Artêşa Gel) Ev şoreşa ku di bingeha xwe de şoreşa gundiyan e, gelo ji bilî çîna karkeran dikare bi pêşengiya çîneke yan jî beşeke din bigihêje serkeftinê? Na, nikare. Di vê serdema şoreşên proleter de bûrjûwaziyê, hêza xwe ya şoreşger qedandiye û heger di bingeha xwe de taybetmendiyên demokratîk ên bûrjûwa li xwe bar bikin jî tenê çîna proleteryayê dikare şoreşekê bigihêjîne heta dawî. Mao Tse Tung, Lin Piao û Giap bi taybetî diyar dikin ku Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, di bingeha xwe de şoreşeke gundiyan e. (15) Û ev rastî, hêmaneke gelekî girîng e ku xeta me ya stratejîk, polîtîk û taktîkê diyar dike. (Em ê di rûpelên pêş de carekê din li ser vê mijarê bisekinin). Di encama vê rastiyê de di bicihbûna çînan de gundî, hêza sereke ya şoreşê pêk tînin. Di heyama emperyalîst de proleteryaya ku pêşengên dîrokê ne, pêşengên şoreşê ne jî. Di Şoreşên Demokratîk ên Rûsî yên 1905-1917’an de hêza sereke û pêşeng, proleterya bû. (Gundî jî şûngirên bênavbeynkar bûn)
Çima li Rûsyayê hêza sereke ya şoreşên demokratîk proleterya bû, lê belê di şoreşên demokratîk ên Çîn û Vietnamê de hêza sereke ne proleterya bû, lê gundî bûn? Bersiva vê pirsê, di dahûrandinên şênber ên rewşên şênber de ye. Ji ber ku li Rûsyayê, hêza sereke ya artêşa şoreşê, li bajaran bû. Li Rûsyayê proleteryaya pîşesaziyê di asteke wiha de bû ku Çîn û Vietnam nêzîkî vê jî nedibûn (ji hêla çendînî û çawaniyê de). Ji ber vê yekê jî şoreş, ji bajaran ber bi gundewaran ve meşiya. Lê belê li welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh, 1) ji ber ku li gorî welatên sermayedar ên pêşketî, çîna karkeran di hêla çendînî û çawaniyê de qels e, 2) ji ber ku li bajaran venêrîna emperyalîzmê gelekî xurt e wê Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, ji gundewaran ber bi bajaran ve biçe.
ŞERÊ GEL, RAWESTEGEHEKE JÊNEVEGER A ŞOREŞA DEMOKRATÎK A NETEWEYÎ YE
Têkoşîna li dijî emperyalîzmê, têkoşîneke netewebûnê ye. Û “mijara netewebûnê jî, di bingeha xwe de mijareke gundiyan e”. (Stalîn) Ji ber vê yekê jî şerê li dijî emperyalîzma êrîşkar jî, şerê gundiyan e. Ji ber ku şerê gel şerê gundiyan e, têkoşîna li gundewaran jî derdikeve pêş. Ango xala giraniyê ya têkoşîna Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, gundewar in. Her wiha ev yek, ji bo serkeftina şerê rizgariya neteweyî jî pêwîsiyek e. Ji ber ku “hêzên emperyalîst (li dijî welatên mêtîngeh û nîv mêtîngeh – M. Çayan) êrîşên dijber dikin, cara pêşîn bajarên mezin û xetên ragihandinê yên sereke bi dest dixin. Lê belê li derveyî hêza wan e ku herêmên berfireh ên gundewariyê bi giştî bixin binê venêrîna xwe. Şoreşger incex dikarin li herêmên gundewariyê qadên berfireh bibînin ku bi awayekî azad tevbigerin. Baregehên şoreşger ên ji bo serkeftina şoreşgeran, incex li herêmên gundewariyê dikarin werin avakirin.” (16)
Li gundewarên ku tê de venêrîna emperyalîzmê gelekî lawaz e, wê şerê gel ji çar merhaleyên sereke derbas bibe:
A) Şerê gerîla; merhaleya parastina tiştên di dest de.
B) Avakirina baregehên gerîla; merhaleya parastina tiştên di dest de.
C) Derbasbûna artêşa bipergal; merhaleya hevsengiyê.
D) Şerê artêşa bipergal; merhaleya êrîşa dijbe (encamgirtin).
Teoriya şerê gel bi kurtasî wiha ye. Weke ku tê dîtin di şerê gel de rista bajaran di asta duyemîn de ye. Bêguman ev nayê wê wateyê ku li bajaran wê têkoşîn neyê meşandin. Grevên giştî yên karkeran û tevgerên xwendekar û girseyan bêguman di serkeftina şerê rizgariya neteweyî de xalên girîng in. Di şerê gel ê ku şerekî gundiyan e de dibe ku serwerî bi şoreşgerên proleter re be û dibe ku bi şoreşgerên bûrjûwaziya biçûk re be. Ango di şerê gel de pêşengî, ne mijara bazarê ye. Ev, bi hevsengiya hêzan û asta rêxistinbûna aliyan ve girêdayî ye. Kî karibe bi girseyan re têkiliyên zindî ava bike û kî di şerê rizgariya neteweyî de bi lehengî şer bike û xwe bi girseyan bide pejirandin, di şerê gel de pêşeng ew e. Lê belê di şerên gel ên ku bi serweriya çîna karkeran, ango yekîneya pêşeng a çîna karkeran bi ser neketine de serkeftin sînordar mane. Desthilatdariya bûrjûwaziya biçûk a ku piştî serkeftinê tê avakirin, bernaeya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî nikare heta dawiyê bimeşîne. Mînak, Cezayir e. Lin Piao, di derbarê pêşengiya şerê gel de wiha dibêje: “Weke ku çînên ku pêşengiya şerên gel dikin têne guhertin, dibe ku berfirehî û kûrahiya tevgerên girseyan û asta serkeftinê jî cuda be.” (Bijî Serkeftina Şerê Gel, rpl:60)
Em vê yekê diyar bikin ku tevahiya Partiyên Karkeran ên ku li Amerîkaya Latînî, qaşo Şoreşa Demokratîk a Neteweyî diparêzin, ji ber ku rawestgeha jêneveger a şoreşê, ango şerê gel paşguh dikin û karkeran weke hêza sereke dipejirînin û bajaran dikin bingeh, dikevin nava çirava oportunîzmê.
PÊŞENGIYA BÎRDOZIYÊ BINGEH E
Di têkoşîna Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de ji ber ku bajar di asta duyemîn de girîng in, hêza sereke ya şoreşê ne karker in, le belê gundî ne. Di encama vê yekê de di Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de pêşengiya çîna karkeran, pêşengiyeke bîrdoziyê ye. Pêşengiya bîrdoziyê ya çîna karkeran tê wê wateyê ku rêxistina cewherî ya çîna karkeran, di şoreşa gundiyan de fermandariyê dike. Li welatên wiha, ji ber ku çîna karkeran lawaz e û girêdanên wê bi gundîtiyê re hene û ji ber ku navenda têkoşîna şoreşgerî jî gundewar in, di partiya sosyalîst de piraniya çendîniyê ji gundiyên xizan pêk tê. Li Çînê di merhaleyên herî bilind ên têkoşîna şoreşgerî de jî di rêxistina cewherî ya proleteryayê de rêjeya gundiyên xizan neket binê %65’an. (Her wiha di asta rêveberiyê de jî) Ji hêla revixyonîstên hemdem û hin kesan ve ev rewş, weke binpêkirina hêmana rêxistinê ya Lenînîst tê şîrovekirin û rexnekirin. Stalîn, di Hêmanên Lenînîzmê de dibêje ku rêxistina cewherî ya proleteryayê, ji nava çîna karkeran derdikeve û baskên herî baş ên çîna karkeran di nava xwe de kom dike. Û bi gotina Lenîn, pêwîst e ku astên rêveberiyê jî tê de, di nava vê rêxistinê de karker, piraniyê pêk bînin. Di dema şoreşa 1905’an de Lenîn wiha dibêje: “… Niha di nava rêxistinên partiyê de tê xwestin ku li hemberî her rewşenbîrên ku bi Demokrasiya Civakî ve girêdayî ne, bi sedan karkerên Demokrasiya Civakî hebîn.” (17)
Ev rewşa rêxistina cewherî ya proleteryayê ya li Çîn bi rastî jî binpêkirina hêmana rêxistinbûna Lenînîst e? Teqez na. Mercên şênber ên wî welatî, ango jiyana heyî ev encam derxistiye holê. Ev tê wê wateyê ku têgihiştina partiyê ya Lenînîst, di çarçoveya Lenînîzmê de tê pêşxistin. Bêguman heger herdu xalên sereke yên diyalektîkê, ango dem û cih werin paşguhkirin, mirov dikare ji vê yekê re bêje ku hêmanên partiyê yên Lenînîst hatine binpêkirin.
DOZÎNEYA STRATEJÎK A ŞOREŞA DEMOKRATÎK A NETEWEYÎ, DI NAVA XWE DE SERWERIYA PROLETERYAYÊ DIHEWÎNE (18)
Stratejiya Şoreşa Demokratîk a Netweyî, sepana teoriya şoreşa bênavber a Lenînîst a li welatên nîv-mêtîngeh û nîv-feodal e. Di vê stratejiyê de mercên şênber ên pêşengiya proleteryayê, bi awayekî teqez hene.
Teoriya Şoreşa Demokratîk a Nû ya Mao Tse Tung, bi xetên stûr wiha ye. Di teoriya Şoreşa Demokratîk a Nû de rastiya ku ne karker, lê belê gundî hêza sereke ya şoreşê pêk tînin û di şerê gel de gundewar dibin navenda şerê gel û rastiya ku pêwîst e pêşengiya çîna karkeran, bibe pêşengiya bîrdoziyê, bi hev ve gelekî girêdayî ne. Û her yek ji wan, encameke teqez a xala din e. Ev her çar xalên sereke yên ku me li jor diyar kirine gelekî girîng in. Lewra ev her çar xal, Benda Çînê ya di navbera revizyonîzma hemdem û xeta Marksîst-Lenînîst de pêk tînin. Em dikarin wiha rave bikin:
Gelo wê serkeftina tevgera proleter a cîhanî ji hêla têkoşîna li bajaran an jî têkoşîna li gundan ve werediyarkirin? Gelo gundewar qada sereke ne yan bajar? Li gorî Mao Tse Tung nakokiya sereke ya serdema me, di navbera neteweyên bindest û emperyalîzmê de ye. Ji ber vê yekê jî gundewar, qadên sereke ne. Li gorî teoriya şerê gel a Mao Tse Tung û Lin Piao, wê ji gundewaran ber bi bajaran ve bimeşin û wê serkeftin pêk were. “Heger em tevahiya cîhanê bigirin dest û heger mirov karibe ji Amerîkaya Bakur û Rojavayê Ewropayê re bêje bajarên cîhanê, Asya, Efrîqa û Amerîkaya Latînî jî herêmên gundewar ên cîhanê pêk tîin… Şoreşa cîhanê ya hemdem, ji aliyekî ve wê nêrîna dorpêçkirina bajaran a ji herêmên gundewar ve dide”. (19)Wê têkoşînên şoreşger ên neteweyên bindest ên ku li herêmên gundewariyê têne meşandin, encamê diyar bikin. Têkoşîna li bajarên cîhanê, ji hêla diyarkirina encamê ve di asta duyemîn de girîng e. Ji ber ku welatên rojavayî, “tifikeke tefiyayî ya şoreşê ye”. Di şerê gelên “gundî” yê li dijî mperyalîzma Yankee’yan a ku leşkeriya eniya emperyalîst dike û hevalbendên wê de eniya sosyalîst a cîhanê û çînên karkeran ên welatên sermayedar, hevalbendên gelên gundî ne.
Li gorî revizyonîzma hemdem jî têkoşîna li gundewaran, bi rastî jî derbên mezin li emperyalîzmê dixe. Lê qada sereke ya diyarker ne gundewarên cîhanê ye, lê belê bajar in; ango eniya sosyalîst û çînên karkeran ên welatên sermayedar ên rojavayî ne. Nakokiya diyarker di navbera hêzên sosyalîzm û sermayedariyê de ye. Pergala sosyalîst a cîhanê û çînên karkeran ên welatên sermayedar, nûnertiya tevgera navneteweyî ya çîna karkeran dikin. Ji ber ku geşedana aboriyê ya welatên sosyalîst bilind e, wê sosyalîzm di warê aboriyê de pêşketina xwe bi welatên sermayedar bide pejirandin û wê ev geşedana aborî û civakî, abdora xwe li ser çîna karkeran bike û wê wan bixe nava tevgerê. Wê ev geşedana civakî û aborî û siyaseta aştiyane ya ku tê meşandin bikin ku propagandaya emperyalîzmê ya li dijî komunîzmê bê bandor bibe. Di encama van tevan de çîna karkeran a Ewropayê desteka tevahiya gel werbigire û bi riya parlementer wê bigihêje desthilatdariyê. Stratejiya şoreşa cîhanê ya modernîzma hemdem bi kurtasî wiha ye.
Weke ku tê dîtin xeta revizyonîst a hemdem pêşniyar dike ku ji bajaran ber bi gundewaran ve were meşandin. Ango ve xet, (hinek cudahiyên biçûk di nava wan de hebin jî) têkoşînên herêmên gundewariyê, lewra jî têkoşînên şoreşger ên gelên “gundî” biçûk dibîne. Heta ewqasî bi pêş ve diçe ku şoreşên proleter ên ku li welatên ne rojava pêk tên jî weke şoreşên di asta duyemîn de dibînin. Ji ber ku ev şoreş xwe nespartine proleteryaya pîşesaziyê. (20) Ji ber ku di nava Partiya Komunîst a Çînê de hejmara karkeran kêm e, ev nêrîn dibêje ku ev binpêkirina hişmendiya partiyê ya Lenînîst e. Di nava Partiya Komunîst a Çînê de “%65 gundî, %15 teknîsyenên bajarî, %10 rewşenbîr û %10 jî endamên artêşê ne”. (21)
Ji bo xeta revizyonîst a hemdem a ku şoreşên proleter ên li welatên mêtîngeh jî weke şoreşên di asta duyemîn de dibîne, zêde ne girîng e ku li welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh, şerên rizgariya neteweyî bi pêşengiya partiyên sosyalîst an jî rêxistinên bûrjûwaziya biçûk were meşandin. Ya girîng ew e ku desthilateke neteweyî were ser kar ku bi giştî xwe radestî emperyalîzmê neke û di polîtîkaya derveyîn de di warê teşeyê de bêalî bimîne. Bêguman di nava vê nêrînê de baskên cuda hene ku di mijarên cuda de pêşniyar û ramanên cuda pêşkêş dikin. Lê belê ev ramanên cuda jî di encamê de dibêjin “bajar ji gundan seratir in”.
Li welatên welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh qada sereke ya têkoşîna şoreşger a partiyên qaşo “Marksîst” ên ku vê ramanê dipejirînin, bajar e. Ji bo van kesan, di şoreşa dij-emperyalîst û dij-feodal de ji ber ku bajar qada sereke ye, hêza sereke jî proleterya ye. Ji ber vê yekê jî partiyên “karkeran” ên Amerîkaya Latînî daxwazên hin sererastkitinan pêş dixin ku li welatên wan pîşesazî pêş bikeve, lewra jî çîna karkeran xurt bibe. Û ji bo vê jî bi partiyên demokrasiya civakî re yekitiyên hêzê ava dikin. Digel ku di bernameya wan de tê nivîsîn ku li gorî pêwîstiyê wê hêmû rêbazên çekdarî û aştiyane yên têkoşînê werin bikaranîn jî, ji ber ku bajaran dikin bingeh (serhildana giştî ya li bajaran dikin bingeh), ango ji ber ku çîna karkeran weke hêza sereke ya şoreşê dibînin, heta niha ew mercên objektîf û subjektîf ava nebûne ku çîna karkeran vê şoreşê li dar bixe! (Ji ber ku bajar dibin bingeh, heta ku emperyalîzm hilneweşe, ev merc jî tu carî pêk nayên). Û hêmana têkoşîna çekdarî jî bi vê bernameyê re tu carî nakeve meriyetê. Ji ber ku bergeha leşkerî ya Sereke ya Şoreşger şaş e, ango ji ber ku tevgera çîna karkeran a li bajaran weke diyarkerê encamê tê destnîşankirin û ji ber ku venêrîna emperyalîzmê ya li ser bajaran gelekî xurt e, di encamê de di çavên partiyên “Marksîst” de emperyalîzm, di warê stratejîk de mezin dibe. Û di encamê de jî partiyên wiha dikevin nava pasifîzma parlementer a qaşo demokrasiya Filipînê.
Ev nêrîna ku bajaran ji xwe re dike bingeh, hêmana Lenînîst a ku dibêje “pêwîst e ku tevgera leşkerî, girêdayî pêşengiya polîtîk be” jî şaş fêm dike. Li gorî wan partî wê bi gelemperî giraniyê bide tevger û çalakiyên zagonî yên çîna karkeran û li aliyê din jî wê têkoşîna gerîla ya li gundewaran ji bajaran b rêve bibe! (Wê piraniya rêveberan jî li bajaran rûnên). Lê belê weke ku Mao Tse Tung jî dibêje, heger partiya çîna karkeran dixwaze bibe pêşêngê şerê gel, pêwîst e ku di nîvê têkoşînê de cih bigire. (%90’ê endamên Partiya Komunîst a Çînê, ji Artêşa Sor hatine). Mirov nikare bi fermanên ji peravê, keştiyê bimeşîne! (22)
Weke ku tê dîtin sedema herî girîng a dike ku ev partiyên “Marksîst” bikevin nava çirava oportunîzmê, biçûkdîtina hêza şoreşger a gundiyan e. Di heyama qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê de nabînin ku li welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh, riya serkeftina şoreşa demokratîk ji şerê gundiyan ê li dijî emperyalîzmê derbas dibe.
Dîroka sosyalîzmê nîşan dide ku her cûre oportunîzm, di dawiyê de xwe dispêre biçûkdîtina hêza şoreşger a gundiyan. Di heyama beriya yekdestiyê de di bingeha oportunîzma Lassale’ê ku hemû çînên derveyî çîna karkeran weke çînên paşverû dibîne de ev yek heye. Di heyama sermayedariya yekdest de jî di bingeha hemû jirêderketinên rastgir û “çepgir” de jî heman tişt heye. Û di têkoşîna şoreşger a Çînê de hemû jirêderketinên rastgir û “çepgir” jî xwe dispêrin biçûkdîtina hêza şoreşger a gundiyan. Kesên Troçkîst jî bi çarlepkan xwe bi Şêwazê Hilberînê yê Asyayî ve girê dane û dibêjin ku “li Çînê feodalîzm tune ye, ji ber vê jî têkoşîna li dijî feodalîzmê jî beleheq e” û têkoşîna dij-sermayedar pêşniyar dikin; ev kes ji ber ku li bajaran serhildaneke sowyetîk ji xwe re dikin bingeh, digotin ku wê dagirkeriya Japonyayê li Çînê sermayedariyê pêş bixe û bi vî awayî teslimiyetkariyê pêş dixistin. Li-Lisan jî ligel ku pêwîstiya têkoşîneke dij-emperyalîst û dij-feodal pêşniyar dikir jî ji ber ku di têkoşîna serkeftinê de bajar weke qadên navendî didîtin, digot ku bi grev û êrîşên karkeran ên bênavber mirov dikare bigihêje encamê. (Li-Lisan ji 1927’an heta 1935’an, yek ji rêveberên herî bi bandor ên PKÇ’yê bû). Heman nêrîn kiriye ku Çen Tu Hsieu jî bikeve nava oportunîzma rastgir. Çen Tu Hsieu ji ber ku ji bo serhildaneke sowyetîk hêza çîna karkeran a Çînê têr nedidît, heta asteke pêşketinê ya Çînê, pêşengiya têkoşîna li dijî Japonyayê radestî Kuomintang kir. (23) Weke ku tê dîtin teşeye van hersê oportunîzman cuda be jî di bingeha wan de biçûkdîtina hêza şoreşger a gundiyan û nefêmkirina pêşengiya bîrdoziyê ya çîna karkeran heye. Teoriya şoreşa demokratîk a nû ya Mao, ji aliyekî ve di nava têkoşîna li dijî van hersê oportunîzman de teşe girtiye. Di encamê de Mao Tse Tung ji van herdu hêmanên sereke yên Lenînîzmê dest pê kiriye:
- Di heyama emepryalîst de asta wan a pêşketinê çi dibe bila bibe, li welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh mercên şênber ên şoreşê hertim heye.
- Di heyama emperyalîst de hêza pêşeng a hemû şoreşan proleterya ye. Çîna karkeran yekane hêz e ku wê şoreşa demokratîk a bûrjûwaziya biçûk jî bigihêjîne serkeftina mayînde.”
Û Mao van herdu hêmanan,
- Li Çîna nîv-mêtîngeh û nîv-feodal a ku asta geşedana wê ya aborî gelekî kêm e û proleteryaya wê jî lawaz e, xistiye meriyetê û teoriya Şoreşa Demokratîk a Nû saz kiriye.
Piştî ku me taybetmendiyên sereke yên Teoriya Şoreşa Demokratîk a Nû ya Mao bi kurtasî dan xuyakirin, em niha behsa “Mao”îstên Campus’ê bikin! Oportunîzma nû, li Tirkiyeyê bi rûpoşa Tevgera Demokratîk a Neteweyî derketiye holê û weke şaxê revizyonîzma hemdem ê Tirkiyeyê ye. Yek ji berdevkên oportunîzma, hişmendiya xwe ya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî bi awayekî gelekî zelal rave dike: “Tevgereke ku hêza wê ya sereke ne proleterya be, wê nikaribe Şoreşa Demokratîk a Neteweyî bibe serî… Proleterya di tevgera Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de dikare bibe hêza sereke û pêşeng.” (Dogu Perinçek, Turk Solu, hejmar:91, rpl:12-13). Li gorî vê hişmendiyê, hêza sereke ya ŞoreşaDemokratîk a Neteweyî ne gundî ne, lê belê çîna karkeran e. Dîsa ev nêrîn li dijî wê yekê derdikevin ku Şoreşa Demokratîk a Neteweyî di bingeha xwe de şoreşeke gundiyan e. (24) Berdevkekî din ê oportunîzma nû jî dibêje ku “ji bo serweriya çîna karkeran, mercên şênber tune ne” û ji bo ku çîna karkeran bibe xwediyê van mercan, pêşniyar dike ku li Tirkiyeyê pîşesazî pêş bikeve. (Bnr, Şahin Alpay, Di Derbarê Pergala Tirkiyeyê De, Aydinlik, hejmar:12) Gotin cuda bin jî berdevkên oportunîzma nû naperjirînin ku Şoreşa Demokratîk a Neteweyî di bingeha xwe de şoreşeke gundiyan e û di vî şerî de şerê gel, rawestgeheke jêneveger e ku tê de ji gundewaran, bajar têne bidestxistin. Ev nêrîna ku dibêje ji bo pêşengiya çîna karkeran pêwîst e li welat pîşesazî pêş bikeve û ne gund û gundewaran, lê belê bajaran û proleteryayê ji xwe re dikin bingeh. Bêguman ew derfet tune ne ku ev nêrîna ku teoriya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî bi vî awayî fêm dike, ji pêşengiya bîrdoziyê jî fêm bike. Pêşengiya bîrdoziyê ev e; li wêlatên nîv-mêtîngeh û nîv-feodal ên ku tê de çîna karkeran gelekî lawaz e, di rêxistina resen a proleteryayê de hejmara gundiyên xizan zêdetir e û ev rêxistin, li ser navê çîna karkeran, di Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de serweriya xwe çê dike. Bêguman oportunîzma nû ya ku hêza şoreşger a gundiyan biçûk dibîne û bajaran dike bingeh, ji vê yekê ango ji pêşengiya bîrdoziyê ya çîna karkeran encama “pêşengiya rewşenbîrên bûrjûwaziya biçûk” fêm dike. Her wiha wê dubendiyeke sexte ya kurt û neaqilane ya weke “pêşengiya bîrdoziyê ya çîna karkeran an jî pêşekiya bîrdozî, polîtîk û rêxistinî ya çîna karkeran?” (Bnr. Ş. Alpay, Çîna Karkeran û Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, “Proleter Devrimci” Aydinlik, hejmar:17) datîne holê. Em li vir diyar bikin ku ev dubendiya ku pasîfîzma xwe di hundirê xwe de vedişêrê, cara pêşîn ne di Tirkiyeya salên 1970’î de ji hêla oportunîzma nû ve hatiye bilevkirin. Bingeha dîrokî ya vê dubendiyê xwe dispêre oportunîzma Enternasyonala 2’yemîn. Ev dubendî cara pêşîn li Rûsyayê di sala 1902’yan de ji hêla Menşevîkan ve li dijî rêxistinbûna Lenînîst, weke “pêşengiya rastîn a çîna karkeran an pêşengiya komeke biçûk a Jakoben?” hatiye bilevkirin. Weke ku tê dîtin ev pêşniyara kevnare ya pasîfîzmê îro jî ji hêla oportunîzma nû ve tê derpêşkirin. Oportunîzma nû,di artêşa Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de çîna karkeran weke hêza sereke dipejirîne û bajaran dike bingeh û li gorî taybetmendiya xwe jî dibêje ku di rêxistina cewherî ya çîna karkeran de pêwîst e di warê hejmarê de jî karker piraniyê pêk bînin; “Partiyên karkeran ên sosyalîst ên ku bîrdoziya çîna karkeran pejirandiye pêwîst e baldar bin ku di nava partiyê de hêjmara zêde ya çîna karkeran hebe û şoreşgerên zane yên ku di nava refên proleterayê de pêş ketine di partiyê de serwer bin.” (Dogu Perinçek, Aydinlik, hejmar:3, rpl:225) Û di encama vê nêrînê de ji ber ku di vê heyamê de çîna karkeran lawaz e (ji ber ku mercên şênber ên pêşengiyê ava nebûne) partiyeke bi vî rengî nikare were avakirin!
Em vê rastiyê bi awayekî aşkere di daxuyaniyên devkî û nivîskî yên berdevkên oportunîzma nû de dibînin: “Li welatê me îro ew derfet tune ne ku kedkar karibin partiya xwe ya cewherî ava bikin.” (Daxuyaniya Omer Ozerturgut a ji bo rojnameya Devrim’ê) “…û wê li Tirkiyeya serbixwe û demokratîk, rêxistina cewherî ya proleteryayê weke rojê derkeve!” (Dogu Perinçek, ji axaftina rêxistina navçeyê ya Çankayayê ya Dogu Perinçek, Kovara Aydinlik Sosyalîst, hejmar:16, rpl:242)
Em bêjin ku daxuyaniya yek ji berdevkên oportunîzma nû, O. Ozerturgut di rojnameya Devrim’ê de şaş hatt nivîsandin (!); û dîsa em bêjin ku di dema axaftinê de gotineke şaş bêhemdî ji devê Dogu Perinçek derket (!), lê belê heman hişmendî, weke şoreşgerên proleter (!) di vê demê de, ango bi vegotina oportunîzma nû, di dema “tevgera demokratîk a neteweyî” de, weke rêxistinekê binêrin bê çi pêşniyarî girseyên karker û gundiyan dike: “Partiya me, eniya RIZGARIYA NETEWEYÎ ye. Fermandarê partiya me, Mustafa Kemal e. Hemû MILLET’ê ku bi mêtîngerên Amerîkayî re hevkariyê nakin, endamên partiya me ne.” (Dogu Perinçek, Rojnameya İşçi-Koylu, hejmar:7, rpl:4)
Weke ku tê fêmkirin ev partiya eniya neteweyî, partiya Dogan Avcioglu’yê Kemalîst ê ku dibêje “ji nava gel tê û rehjena gel di destê wê de ye” û eniya neteweyî pêk tîne, ango Partiya Şoreşê ye. (Bnr. D. Avcioglu, Pergala Tirkiyeyê, rpl:523) Oportunîzma rastgir a ku tu cudahiyê di navbera xwe û radîkalên bûrjûwaziya biçûk de nabîne û dibêje “Hertim dostanî, têkoşîn tune ye”, wiha ye! Partiya me ne partiya eniya neteweyî ye û fermandariya partiya me ne ya radîkalên bûrjûwaziya biçûk e. partiya sosyalîstan, partiyeke Marksîst e û rêberê partiya me yê çalakiyê ne kemalîzm e, lê belê sosyalîzma zanistî ye! Û dema ku ev partî bibe fermandarê eniya netweyî û artêşa gel, wê çaxê wê serweriya çîna karkeran bi awayekî şênber pêk were. Serweriya bîrdozî, polîtîk, rêxistinî û leşkerî (oportunîzma nû ji vê gotina Mao hez nakin!) ya çîna karkeran ev e!
Ev nêrîna oportunîst a ku bajaran dike bingeh, tevgerên cûntayê yên leşkerên pêşverû yên li welatên weke Lîbyayê, weke Şerê Gel dibînin. (Bnr. Şahin Alpay, “Proleter Devrimci” Aydinlik, hejmar:17, rpl:368) Em, weke ku oportunîzma Aren-Boran dike, tevgerên leşkeran ên pêşverû, weke tevgerên faşîst nanirxînin. Lê belê em tevgerên ku tê de rêxistina hêza çînên serdest tê bikaranîn jî, weke Şerê Gel jî nanirxînin. Heger hinek kes ji van tevgeran re bêjin “Şerê Gel”, ew teqez li dijî teoriya şerê gel a Mao û Lin Piao ye. Şerê Gel, bi artêşa gundiyan re, ji gundewaran bidestxistina bajaran e.
Dubendiya sosret a berdevkên oportunîzma nû ya ku dibêje “hûn şerê gel diparêzin an şerê gerîla?” jî bi vî awayî ronî dibe. Derket holê ku Şerê Gel ê ku em jê fêm dikin û ‘Şerê Gel’ ê ku oportunîzma nû jê fêm dike, têgehên cuda ne! Li gorî wan, darbeyên pêşverû yên leşkerî jî şerê gel in! Bi kurtasî têgihiştina Şoreşa Demokratîk a Neteweyî ya oportunîzma nû wiha ye.
Li gorî Teoriya Şoreşa Demokratîk a Nû ya Mao jî;
- Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, di bingeha xwe de şoreşa gundiyan e.
- Hêza sereke ya artêşa şoreşê, gundî ne.
- Qadên gundewar, diyarker in.
- Şerê Gel, ew şer e ku ji gundewaran, bajar têne bidestxistin.
- Di Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de mercên objektîf ên çîna akrkeran, teqez hene.
- Li welatên nîv-mêtîngeh û nîv-feodal, di rêxistina cewherî ya proleteryayê de ne şert e û ne pêwîst e ku karker, di hejmarê de piraniyê pêk bînin. Heta bi gelemperî hejmara gundiyan zêdetir e.
Li gorî Teoriya “Şoreşa Demokratîk a Neteweyî” ya oportunîzma nû jî;
- Şoreşa Demokratîk a Neteweyî di bingeha xwe de ne şoreşa gundiyan e.
- Hêza sereke ya şoreşê ne gundî ne, lê belê karker in.
- Gundewar ne diyarker in, lê belê bajar diyarker in.
- Şerê Gel û tevegrên cûntayê heman tişt in.
- Asta geşedana hêzên hilberînê, pêşengiya çîna akrkeran diyar dike.
- Di rêxistina cewherî ya proleteryayê de pêwîst e ku karker piraniyê pêk bînin.
Xeta Marksîzm-Lenînîzm û xeta Mao Tse Tung wiha ne û di binê navê tevgera demokratîk a neteweyî de xeta qaşo “Mao”îstan a ku “riya ku ne sermayedar e” diparêzin jî wiha ye(!). weke ku tê dîtin “Mao”tiya oportunîzma nû, tenê di gotinê de dimîne û di rastiyê de tu têkiliya wan bi “Mao”tiyê re tune ye. Heger “Mao”tiyeke rastîn hebe, ew jî di nirxandina hêza şoreşger a gundiyan de veşartiye. Lê belê ev oportunîzm di bingeha xwe de xeta oportunîstê rastgir, Chen Tu Hsieu yê ku hêza şoreşger a gundiyan biçûk dibîne, kûrtir dike!
Ramana Marksîzm-Lenînîzmê û ramana Mao Tse Tung wiha ye û xeta “Mao”îstên Campus’ê jî wiha ye! Partiyên qaşo “Marksîst” ên oportunîstên rastgir, pasîfîst û xayîn ên Amerîkaya Latînî yên ku dozîneya stratejîk a Şoreşa Demokratîk a Neteweyî diparêzin çiqasî “Mao”îst bin, ev tevgera oportunîst a nû jî ewqasî “Mao”îst in! Ev tevgera pasîfîst hewl dide ramanên Mao ji xwe re bike rûpoş; li dijî şoreşgerê mezin ê proleter Mao Tse Tung û ramanên wî yên li gorî Lenînîzmê, bêbextiyeke ji mezintir nabe! Lê belê ev, rêbazeke gelekî kevnare ya revizyonîzmê ye. Revizyonîzm di teşeyê de hertim li xeta şoreşger a proleter xwedî derdikeve. Û hemû revizyonîstên ku revizyonîstbûna wan hatiye çespandin û xeta wan jîdi warê teşeyî de bi awayekî herî tund rexne dike. Lê belê di bingeha xwe de bi awayekî qurnazî, heman xeta revizyonîst, bi gotinên şoreşgerî berdewam dike. Mînak, Kautsky. Kautsky, li dijî revizyonîzma Bernstein rexneyên herî tund dikirin, lê di binegha xwe de bi awayekî din revizyonîzm diparast. Ji ber vê jî ji peywira wê ye ku oportunîzma nû, revizonîzma hemdem û “riya ku ne sermayedar e” di teşeyê de rexne bike û wê weke revizyonîst bi nav bike!
ŞOREŞA ÇANDÊ YA PROLETER
“Di encama têkoşîneke dirêj û fetlanok a ku wê di dirêjahiya serdemeke dîrokî de berdewam dike, wê derkeve holê ku sermayedarî yan jî sosyalîzm bi ser bikeve.”
Em vê pêşbîniya Mao, di Marks de û bi taybetî jî di Lenîn de dibînin. Marks, di Rexneya Bernameya Gotha de dibêje ku derbasbûna ji sermayedariyê ya ber bi civaka bêçîn ve, incex di bin zorbaziya proleteryayê de pêk were. Lenîn jî ve pêwîstiyê wiha tîne ziman. “Derbasbûna ji sermayedariya ya ber bi komunîzmê ve, nûnertiya tevahiya serdemeke dîrokî dike. Heta ku ev serdem bi dawî bibe wê hêzên mêtînger, hêviyên xwe yên restorasyonê biparêzin û wê ev hêvî veguherin hewldanên restorasyonê (…) (Li yek welatî be jî) bûrjûwaziya ku ji ber hilweşandinê, berxwedana wê deh carî zêde bûye û hêza xwe tenê naspêre sermayeya navneteweyî, lê belê xwe dispêre hêza elimandinan û hêza hilberîna biçûk jî. Ji ber ku mixabin hilberîna biçûk li cîhanê hêj gelek heye û hilberîna biçûk roj bi roj, kêlî bi kêlî jixweber û bi awayekî girseyî û bêsekn xwe ava dike”. (Ji rapora Lin Piao ya ji bo Kongreya 9’emîn a Partiya Komunîst a Çînê)
Mao Tse Tung, ji pêşniyarên Marks û bi taybetî jî yên Lenîn dest pê dike û di welatekî ku şoreşa xwe ya sosyalîst pêk aniye de diyar dike ku;
1) Heta ku li cîhanê emperyalîzm hebe,
2) Heta ku xwedaniya hevpar a ku tê de hilberîna biçûk a ku dikare weke “xwedaniya gundiyan” were pênasekirin, rewşa xwe ya girîng bidomîne (di civaka sosyalîst de weke ku tê zanîn xwedaniya sosyalîst, weke xwedaniya hevpar û xwedaniya giştî çê dibe),
3) Bi bandora bermahî û hînbûnên hezaran salan ên civakên çînayetiyê, piştî şoreşa sosyalîst jî hertim ew dibêtî heye ku sermayedarî xwe jinûve nû bike û wê di binê zorbaziya proleteryayê de jî têkoşîna çînî berdewam bike;
ji ber vê yekê jî di qada bîrdozî û çandî de pêwîst e ku di avaniya jorîn de şoreşeke siyasî çê bibe û drûşmeya “Şoreşa Çandî ya Proleter” derxistiye holê. Li dijî dozîneya revizyonîst a Liu Shaochi ya ku dibêje “Êdî pirsgirêka gelo wê sermayedarî bi ser bikeve yan wê sosyalîzm bi ser bikeve, hatiye çareserkirin. Her ku aboriya sosyalîst pêş dikeve û hêzên hilberînê pêş dikevin, êdî ne pêkan e ku paş de biçin” Mao, diyar dike ku di civakeke sosyalîst de heta serkeftina dawî ya şoreşa siyasî ya avaniya jorîn, wê neyê dîtin ku kî bi ser ketiye û vê dozîneya navdar pêş xistiye “Ne diyar e ku gelo wê sosyalîzm bi ser bikeve yan sermayedarî bi ser bikeve”. (Ev dozîne ne tenê Liu Shaochi rexne dike, lê belê revizyonîzma Kruşçev a ku digot li Sowyetan têkoşîna çînî bi dawî bûye û ji ber vê yekê jî pêwîst e ku Partiya Komunîst a Yekitiya Sowyetan ne tenê partiya proleteryayê be, lê belê bibe partiya tevahiya gel.)
Têkariya duyemîn a mezin a ku Mao li gencîneya Marksîzm-Lenînîzmê zêde kiriye jî ev e.
Weke ku tê zanîn di şoreşên bûrjûwaziyê de dema ku bûrjûwazî şoreşa xwe pêk aniye, bîrdoziya xwe jî serwer kiriye. “Bûrjûwaziya serkeftî, mafê xwedaniya bûrjûwa, di daxuyaniya mafên mirovan de nivîsand; parlementoyên bûrjûwa ava kirin; sinca xwe belav kir; perwerdeyeke nû afirand û bi vê yekê re felsefeya serdema navîn qewirand.” Di destpêkê de heta demekê bîrdoziyên feodal li ber xwe dan û bandora xwe ji nişka ve winda nekir.
Lê belê her ku nakokiyên objektîf pêşketin û hêzên hilberînê yên nû pêş ketin, bandora xwe winda kir û êdî vegerandina berê her ku çû nepêkan bû. Di civakeke sosyalîst de di navbera hêzên hilberîner û têkiliyên hilberînê de nakokiyeke şênber tune ye. Taybetmendiya civakî ya hilberînê û xwedaniya sosyalîst, bi awayekî giştî di nava hevsengiyê de ne. Ji geşedana hêzên hilberîner re nabin asteng, berovajî vê yekê wan pêş dixin.
Di civakeke sosyalîst de ligel ku li pêşiya geşedana hêzên hilberîner de nakokiyeke şênber tune ye jî çima sermayedarî xwe kare nû bike, lê belê di civaka sermayedar de feodalîzm xwe nikare nû bike? Em vê yekê vebêjin:
1) Sermayedarî (sermayedariya pîşesaziyê) û sosyalîzm, pergalên encama teknolojiya pêşketî ne ku piştî şoreşa pîşesaziyê derketine holê; pergalên civakî yên serdema makîneyan in. Ji bo vê jî her ku hêzên hilberîner pêş dikevin û teknolojî li ser aboriyê serwer dibe, bermahiyên feodal û bîrdoziyên wê jî paş dikevin û bîrdoziya “pergala sermayedariyê” dikevin şûna wan. Êdî vegera li paş ne pêkan e.
2) Sedema herî girîng jî bi taybetmendiyên herdu şoreşvan ve girêdayî ye. Heta civaka sosyalîst, di hemû pergalan de di encama têkoşîna çînî de, çîneke mêtînger ketiye şûna çîneke din a mêtînger. Di bingehê de xwedaniya taybet a li ser amûrên hilberînê nehatiye guhertin, tenê teşe û dest guherî ne. Her wiha heta şoreşa sosyalîst, di hemû şoreşan de yekan pirsgirêk, bidestxistina desthilatdariyê ye. Mînak, aboriya bûrjûwayê di nava feodalîzmê de pêş ketiye û geş bûye.
Dema ku pergala aboriyê ya bûrjûwaziyê hinekî pêş ketiye jî şoreş pêk hatiye. Ji ber vê jî peywira sereke ya şoreşa bûrjûwayê ew bû ku desthilatdariyê bi dest bixe û wê jî bi aboriya bûrjûwa ya heyî ve girê bide. Lê belê di şoreşa sosyalîst de bidestxistina desthilatdariyê, tenê destpêkek e. Her wiha peywirên wê hene ku hilberîna zêde pêk bîne, aboriya sosyalîst biafirîne û “xwezaya” mirovan a ku rastî “biyanîkirina” civakên çînî hatiye jî biguherîne. Ji ber vê jî dema ku tenê teşeyê xwedaniyê tê guhertin û aboriya sosyalîst tê afirandin, şoreşa sosyalîst bi dawî nabe. Pêwîst e heta ku proleterya jî weke çînekê ji holê rabe, di avaniya jorîn de weke şoreşeke siyasî berdewam bike. Heger ev yek were paşguhkirin an jî girîng neyê dîtin, ango têkoşîna bîrdozî û çandî û geşedana hêzên hilberîner bi hev re neyên meşandin, wê were dîtin ku sermayedarî xwe restore dike.
Weke ku tê dîtin dahûrandina diyalektîk a Marksîzmê ya ku ji bo civakên beriya pergala sosyalîzmê hatiye pêşxistin a ku dibêje “her ku hêzên hilberînê pêş dikevin bîrdoziya kevn, cihê xwe ji ya nû re dihêle û êdî ne pêkan e ku vegere paş”, heger ji bo civaka sosyalîst were sepandin, ji ber cudahiya taybetmendiyê ya di navbera civakû pergala sosyalîst û şoreş û pergalên beriya sosyalîzmê de, dibe dozîneyeke revizyonîst!
Yek ji berdevkên oportunîzma nû, ji nivîsa me ya “Jirêderketina Rastgir û Teorî û Pratîka Şoreşger”, vê gotinê neqandiye “bîrdoziya ku encama pergala hilberînê ya beriya xwe ye, bi qasî ku nakokiyên şênber pêş dikevin, neçar in ku ew jî paş bikevin; êdî vegera li berê nepêkan dibe” û rexne dike: “Mirov dikare li ser bêhna tûj a revizyonîzma hemdem a di vê nivîsê de bi rûpelan nivîs binivîse. Sosyalîzma zanistiyê, dozîneya ku dibêje veger ne pêkan e, napejirîne. Dozîneya ku dibêje her ku hêzên hilberîner pêş bikevin, wê bîrdoziyên kevn cihê we ji yên nû re bihêle, xeta revizyonîstên Kruşçevî ye û xeta dij-şoreşê ya Liu Şao Şi bixwe ye.” (Ş. Alpay, PDA, hejmar:17, rpl:375)
Ev, nezaniya oportunîstekî bûrjûwaziya biçûk e ku di binê ga de li golikê digere, lê belê di binê ga de dimîne! Weke ku Lenîn diyar dike, ne pêkan e ku mirov, bi qasî zimandirêj û qaşo zaneyên xerabe yên entelektuel yên bûrjûwaziya biçûk, ewqas nezanî li ser rûyê erdê bibîne. Li gorî nêrînê vî mîrzayê me yê oportunîst;
1) Di civaka sosyalîst de yan di navbera hêzên hilberîner û têkiliyên hilberînê de nakokiyeke şênber heye (ev kokiî di nava civaka sosyalîst de tune ye, lê belê di serê vî mîrzayê oportunîst de heye!),
2) Yan jî dozîneya ku dibêje “vegera li paş pêkan e”, ne tenê ji bo pergala sosyalîst, lê belê ji bo civakên beriya sosyalîzmê jî derbasdar e. Ango di serê vî mîrzayî de Mao Tse Tung’ekî kujerê materyalîzma dîrokî heye (!).
HÊMANA SEREKE MERCÊN ŞÊNBER E
Wate û girîngiya mercên şênber:
Em di nivîsa xwe ya bi navê “Jirêderketina Rastgir û Teorî û Pratîka Şoreşger” de li ser gotina “di şoreşê de mercên şênber ên serweriya proleteryaya Tirkiyeyê tune ne” sekinîbûn û me ev mijar di çar beşan de bi awayekî berfireh vekir. (Ji ber ku mijar gelekî girîng bû)
Berovajî nêzîkahiya oportunîzma nû ev mijar gelekî girîng e. Pirsgirêk ne mijareke taktîkê ya di asta duyemîn de girîng e ye; pirsgirêk di derbarê hêz û potansiyela tevgera me ya şoreşger a proleter de ye. Û di diyarkirina xeta me ya çalakiyê de hêmana sereke ye. Hêmana sereke ye ku teşeyê polîtîkaya me ya Eniya Neteweyî û taybetmendiya drûşmeyên me yên taktîkî diyar dike. Ev mijara gelekî girîng, xeta sereke ya tevgera me ya şoreşger diyar dike. Heger hin kes ji nîqaşkirina vê mijara girîng re bêjin zimandirêjiya rewşenbîrî, em vê gotinê cidî nagirin. Welatê me di merhaleya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de ye; ji bo Marksîstên welatên wekî welatê me, pirsgirêkên welatên ku şoreşa xwe ya sosyalîst bi cih anîne, pirsgirêkên di asta duyemîn de ne. Qaşo entellektuelên bûrjûwaziya biçûk jî van mijaran dikin mijara nîqaşê û bi wêrekiya nezanîbûnê, li bêhna “revizyonîzmê” digerin. Ev, gotinên pêkenokî ne.
Gelekî jirêzê ye ku oportunîstên bûrjûwaziya biçûk, ev nîqaşa di derbarê cewherê de, hewl didin veşêrin. Ji ber ku hebûn û tunebûna mercên şênber ên pêşengiyê, îro ji bo şoreşgeriya proleter, pîvana herî xurt e. Ev, ji mîrzayên ku hewl didin xwe di binê gotinên Marksîst de veşêrin, pîvana nîqaşê ye. Di nava vê nîqaşê de rengê wan ê rastîn derdikeve holê. Ev mîrza xwe çiqasî bidin vî alî û wî alî jî di nîqaşa mercên şênber de zû têne naskirin!
Em carekê din gotina “di şoreşê de mercên şênber ên proleteryaya Tirkiyeyê tune ne” rave bikin. Wateyê wê zelal e; “Asta geşedana aboriyê ya îroyîn a Tirkiyeyê, rê nade ku di têkoşîna serxwebûnê de proleterya pêşêngiyê bike”. Di vê demê de proleterya nikare têkoşîna desthilatê bimeşîne. Lewra hêza şûngir a bûrjûwaziya biçûk e,ango “ev dema ku em tê de ne, ne merhaleya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî ye, lê belê ew merhaleya tevgera demokratîk a Neteweyî ye ku tê de bûrjûwaziya biçûk li dijî emperyalîzmê têkoşîna desthilatdariyê dimeşîne”.
“Di vê demê de bûrjûwaziya biçûk a radîkal, pêşeng e”, “ji ber vê jî peywira me ew e ku em piştgiriya wê bikin”, “polîtîkaya me ya Eniya Neteweyî, polîtîkaya dostanî-piştgirî-rexneyê ye”, “rêxistina resen a proleteryayê di vê merhaleyê de nikare were avakirin”, “partiya me Eniya Neteweyî ye”… Ev gotinên bi vî rengî di encama gotina “di şoreşê de ew mercên şênber tune ne ku proleteryaya Tirkiyeyê serwer be” de derdikevin holê. Serokê berê yê FKF’yê (Federasyona Komên Ramanî) hevalê Yusuf Kupelî, encamên vê yekê yên li ser xeta me ya polîtîk Û pratîk û drûşmeyên me yên taktîkî, bi awayekî gelekî zelal rave dike: “… di gelek çalakiyên hevpar ên FKF’yê û bûrjûwaziya biçûk a hevpar de, endamên vê komê (behsa oportunîzma nû dike, Mahir Çayan) şîretên weke bila ew drûşmeyan berz bikin, hûn tenê li pey wan bimeşin û hwd. li me dikirin… Di meşa ji bo Mustafa Kemal de piştgiriya Kadri Kaplan dikirin ku Kadri Kaplan bêyî ku behsa Amerîkayê bike, li dijî desthilatdariya siyasî, hin drûşmeyên razber berz dikirinû digotin ku em niha wiha bikin zirara wê tune ye, û hewl didan ji bo milîtanan şîretên weke paşê gav bi gav em ê drûşmeyên li dijî Amerîkayê jî berz bikin bêjin. Di meşa Dadgeha Bilind de xwestin ku em bi awayekî bêdeng li pey nûnerên bûrjûwaziya biçûk bimeşin.” (İleri, rpl:11)
Weke ku tê dîtin, diyarkirina pirsgirêkê, xeta stûr a di navbera xeta şoreşger a proleter û xeta reformîzma bûrjûwaziya biçûk ya nava refên me de diyar dike. Bêguman pêwîst e ku em bi awayekî dirêj li ser vê mijara girîng bisekinin. Me wiha jî kir. Şoreşgerên proleter ji nava zimandirêjiyên beradayî yên ku bi gotinên Marksîst-Lenînîst xwe xemilandine, dikarin pêşniyara sereke ya oportunîst a ku bi rastî jî dikare xeta şoreşger xera bike û berovajî bike bibînin, wê bidin naskirin û vala derxin. Helwesta şoreşger ev e!
HEBÛNA MERCÊN ŞÊNBER ÊN SERWERIYÊ NIKARE WERE NÎQAŞKIRIN!
Di heyama emperyalîst de mercên şênber ên serweriya proleteryayê nayê nîqaşkirin. Lenînîzm vê nîqaşê bi teoriya hêzên hilberîner a Kautsky re avêtiye ser sergoyê dîrokê. Revizyonîzma hemdem a ku ji bo welatên paşdemayî weke riyeke şoreşger “riya ku ne sermayedar e” pêşniyar dike jî qet nebe di teşeyê de li dijî vê hêmana sereke ya Lenînîzmê dernakeve. Lewra nepejirandina vê hêmana sereke, tê wateya ragihandina revizyonîzma xwe. Rêbazên revizyonîzmê jê ziravtir û aqilanetir in. (ji bo wan, ji ber ku naspêrin proleteryaya pîşesaziyê, şoreşên proleter ên welatên mêtîngeh, weke şoreşên asta duyemîn dipejirînin û ji ber vê jî ji bo wan ne girîng e ku dewleta demokrasiya neteweyî bi pêşengiya radîkalên bûrjûwaziya biçûk an jî şoreşgerên proleter de were avakirin) Oportunîzma nû ya li cem me ji ber ku ne ewqasî biaqil û fetlanok e, hewl dide teoriya hêzên hilberîner a Kautsky a ku ji hêla Lenînîzmê ve ber bi muzexaneya Enternasyonala 2’yemîn ve hate avêtin, weke “di vê merhaleyê de ne pêkan e ku çîna karkeran, têkoşîna desthilatê bimeşîne; ji ber ku asta geşedana hêzên hilberînê têr nake” derpêş bike. Bi vî awayî di destpêkê de aybetmendiya xwe diyar dike.
Weke ku tê zanîn sermayedariya ku li ber sekeratê ye xweseriya aborî û civakî ya welat şkandiye û aboriyên taybet ên neteweyî, veguherandine yek ji xelekên tiştê ku jê re tê gotin aboriya cîhanî. Ji ber vê yekê jî êdî di şoreşên proleteryayê yên welatên sermayedar û şoreşên demokratîk welatên nîv-mêtîngeh û mêtîngeh de hebûna mercên şênber ên pêşengiya proleteryayê, hêmaneke bênîqaş e. Êdî asta geşedana hêzên hilberîner çi dibe bila bibe, li her welatî mercên şênber ên di şoreşê de serweriya proleteryayê hene. Em di binê ronahiya vê hêmana sereke ya Lenînîzmê de dibêjin ku “mercên şênber ên di şoreşê de hegemonyaya proleteryaya Tirkiyeyê hene”.
Stalîn di Mijarên Lenînîzmê de bi awayekî gelekî zelal diyar dike ku li welatên mêtîngeh û nîv-mêtîngeh de serweriya proleteryayê bi awayekî şênber nikare were nîqaşkirin: “Pirsgirêka neteweyî, beşeke ji pirsgirêka giştî ya şoreşaproleteryayê ye… Êdî serdema ku tê de welatên mêtîngeh û welatên girêdayî gelekî dihatin mêtîn û çewisandin bi dawî bû.”
“êdî dem hatiye ku li welatên mêtîngeh û girêdayî, serdema rizgariya neteweyî, serdema hişyarbûna proleteryayê û serweriya wê ya şoreşger hatiye.”(25)
Oportunîzm dît ku taybetmendiya wê ji hêla girseyan ve gelekî zû tê naskirin, ji ber vê jî dixwaze tevliheviya têgehan ava bike û xwe ji tunebûnê rizgar bike. Yek ji berdevkên oportunîzma nû dibêje ku “mercên şênber ên şoreşê û mercên şênber ên serweriya proleteryayê, têgehên cuda ne” û “qeyrana şoreşger û mercên şênber ên şoreşê, heman têgeh in”. (Bnr. Şahin Alpay, PDA, hejmar:17, rpl:377)
Mercên şênber ên şoreşê û mercên şênber ên serweriya proleteryayê ne têgehên cuda ne, lê belê vegotinên cuda ên heman rastiyê ne. Ji ber ku di heyama emperyalîst de hêza pêşvebir a dîrokê proleterya ye, di wê demê de taybetmendiya wê çi dibe bila bibe, incex proleterya dikare şoreşekê bigihêjîne serkeftinê. Ji ber vê yekê jî mercên şênber ên şoreşê (Şoreşa Demokratîk a Neteweyî) û mercên şênber ên serweriya proleteryayê heman tişt in. Heger hinek kes bêjin ku ev du têgehên ji hev cuda ne, ev tê wê wateyê ku di heyama emperyalîst de li derveyî çîna karkeran jî çînek dikare şoreşekê li dar bixe û ev yek li dijî Lenînîzmê ye! Mercên şênber ên şoreşê û rewşa şoreşger (qeyrana şoreşger) du têgehên cuda ne. Weke ku me di nivîsa xwe ya “Jirêderketina Rastgir û Teorî û Pratîka Şoreşger” de jî diyar kiribû, qeyrana şoreşger çirûskek e; bi vegotina Lenîn, di têkoşîna şoreşger de kêliyeke demkurt e. Li gel mercên şênber ên pêşengiya proleteryayê, ku mercên subjektîf jî ava bibin, heger qeyraneke şoreşger tune be, wê şoreş pêk neyê. Ango ev, pêşmerceke şoreşê ye. (Bnr. Di nivîsa “Jirêderketina Rastgir û Teorî û Pratîka Şoreşger” de ji bo ku bi mercên şênber ên serweriya proleteryayê re neyê tevlihevkirin me ji vê re got mercên şênber ên şoreşê û me wateya wê jî di nava kevanekê de rave kir)
Weke ku Lenîn diyar dike, têgeha qeyrana şoreşger ne tenê ji bo şoreşên proleteryayê yan jî şoreşên sedsala 20’emîn, lê belê ji bo hemû şoreşên dîrokê (mînak, şoreşa Fransayê) derbasdar e. Û qeyrana şoreşger, rasterast bi asta geşedana aboriyê ya wî welatî ve ne girêdayî ye. Her wiha hemû qeyranên şoreşger jî nabin sedema şoreşekê. Di heman demê de pêwîst e ku mercên sunjektîf jî ava bibin. Bi kurtasî ji bo ku li welatekî cîhanê şoreş pêk were:
- Pêwîst e ku asta geşedana aboriyê ya welat têr bike. (pêwîst e mercên şênber ên şoreşê ava bibin)
- Pêwîst e ku asta zanebûn û rêxistinbûna proleteryayê têr bike.
- Her wiha pêwîst e li seranserê welat qeyranek hebe.
Weke ku tê zanîn, di heyama emperyalîst de mercê yekemîn li her welatî heye. Ji ber vê jî xalên duyemîn û sêyemîn desthilata çîna karkeran diyar dikin.
Heger ev herdu hêman hebin, em jî wê merhaleyê re dibêjin Merhaleya Şoreşê. H. Kivilcimli ji vê merhaleyê re dibêje Qonaxa Şoreşê. Kivilcimli dibêje ku: “…geşedana civakî di du qonaxan de dibe, 1) Merhaleya werarê, 2) Merhaleya şoreşê. Di civaka çînayetiyê de merhaleya werarê dirêj dom dike. Desthilatdariyeke çîneke civakî, di çarçoveya têkiliyên heyî yên hilberînê de tiştên nelihevker li hev tîne û kom dike. Dema ku ev danehev digihêje asta herî jor, çarçoveya têkiliyên hilberînê diqelişe. MERHALEYA ŞOREŞÊ ya demkurt dest pê dike. Di dema vê tevliheviyê de DESTHILATDARÎ; ji destê çîneke civakî derdikeve û dikeve destê çîneke din a civakî. Û ŞOREŞA CIVAKÎ ya rastîn, bi şoreşa polîtîk re temam dibe” û diyar die ku em di merhaleya werarê de ne. Bi rastî jî heger rêxistina cewherî ya proleteryayê tune be û kadroyên milîtan ên karker û gundiyan derketibin holê, ew merhaley, qonaxa werarê ye. Taybetmendiya cuda ya vê heyamê ev e. Di vê merhaleyê de zimanê şoreşgeran, Almanî ye; heger rewşeke şoreşger ava bibe jî wê vegotina Almanî neyê guhertin. Lê belê piştî ku rêxistina cewherî ya proleteryayê ava bibe û girse heta astekê zane bibin, di heyameke qeyranê de zimanê şoreşgerên proleter, vediguhere Fransî. (weke ku tê zanîn di ferhenga Marksîst de Almanî, di wateya sekinandin, rêxistinbûn û zanekirinê de û Fransî jî di wateya êrîşê de têne bikaranîn)
Bêguman li cîhaneke ku hertişt tevlihev dibin, em nikarin van merhaleyan bi awayekî mekanîkî bigirin dest. Lê belê em dikarin vê teqez bejin; di her şert û mercî de bêyî ku daneheveke subjektîf ava bibe, axaftina bi Fransî çê nabe û qonaxa şoreşê ava nabe!(26)
Ev berdevkê rojane yê oportunîzma nû, serî li rêbaza klasîk a hemû oportunîstan dide, ango gotinên Lenîn bi kar tîne û hewl dide pêşniyara xwe ya oportunîst biçespîne. Hewl dide bi gotina Lenîn a di Du Taktîk’ê de dibêje (rpl:20-21) “Asta geşedana aboriya Rûsyayê û asta zanebûn û rêxistinbûna girseyên berfireh ên proleteryayê… rê nadin ku di vê kêliyê de rizgariya têkûz a çîna karkeran pêk were”, dozîneya dij-Lenînîst a ku dibêje “mercên şênber û subjektîf ên di şoreşê de pêşengiya proleteryayê ava nebûye” paqij bike. (Bnr. Ş. Alpay, PDA, hejmar:17, rpl:373) Weke ku tê zanîn dema Lenîn dibêje “Asta geşedana aboriya Rûsyayê têr nake” behsa şoreşa demokratîk nake, behsa şoreşa sosyalîst dike. Di heyama sermayedariya yekdest de hêmana Lenînîst a ku dibêje “Mercên şênber ên şoreşê li hemû cîhanê hene”, ji bo welatên weke Rûsyaya 1905’an ku hîn şoreşa xwe li dar nexistine, ne ji bo şoreşa sosyalîst, lê belê ji bo şoreşa demokratîk derbasdar e. Û Lenîn vê gotinê li dijî Parvus û Trotsky bi kar tîne ku ev herdu kes di merhaleya demokratîk a bûrjûwa de pêşniyar dikin ku hikûmeteke karkeran were avakirin. Weke ku tê dîtin nivîskarê “Proleter Devrimci” Aydinlik’ê serî li rêbaza naskirî ya her cûre oportunîzmê dide; ango diyardeyên dem û cih paşguh dike û bi van gotinan dixwaze xwe rizgar bike.
Çi sosret û pêkenok e ku di nava van gotinên ketober ên ku li gorî rêbaza tê nasîn a oportunîzmê hatine gotin de nivîskarê ku dibêje “ji bo ku mercên şênber ên di şoreşê de pêşengiya proleteryaya Tirkiyeyê pêş bikeve, pêwîst e ku hêzên hilberîner pêş bikevin”, vê gotina Pekin Review jî dibêje ku dozîneya wî ya menşevîk vala derdixe; “tiştê diyar dike ku çîna karkeran wê bibe desthilat an jî nebe, ne asta geşedana hêzên hilberîner e. Di warê objektîf de hebûn û tunebûna rewşa şoreşger û di warê subjektîf de jî hebûn û tunebûna partiyeke şoreşger a di nava têkoşîneke wêrek de girseyên berfireh ber bi desthilata siyasî ve dibe û xwe bi sosyalîzma zanistiyê pêçaye, vê yekê diyar dikin.” (Bnr. PDA, hejmar:18, rpl:381) weke ku tê dîtin berovajî angaştên oportunîzmê, weke ku em jî diyar dikin, asta geşedana aboriyê ya wî welatî, di şoreşê de serweriya çîna karkeran diyar nake. Lewra mercên objektîf ên vê serweriyê, di heyama emperyalîst de li hemû welatan hene. Asta zanebûn û rêxistinbûna girseyên karker û gundiyên xizan û hebûn û tunebûna qeyranekê, hêmanên diyarker in.
Oportunîzm, carinan hin gotinên ku xwe vala derdixe jî bi kar tîne, bi vî awayî tevliheviyên wate û têgehan ava dike û dibêje qey wê xwe bi vî awayî veşêre. Lê belê tenê ew bi xwe dibêje qey wiha ye!
Binêrin bê heman nivîskar çi jî dibêje: “Me li tu deverê negotiye ku asta geşedana sermayedariyê û hejmara proleteryayê, ji bo mercê (qesda wî “mercên” e – M. Çayan) şênber ên pêşengiya proleteryayê pêwîstiyek e. Kesên ku hewl didin ji Hêmanên Lenînîzmê ji xwe re palpiştan bibînin, bi rastî jî dikevin rewşeke pêkenokiyê.” (Ş. Alpay, PDA, hejmar:17, rpl:379)
Hey nivîskarê PDA’yê, heger Kautsky jî ji gora xwe derkeve, di vê heyama cîhanê de ji bo welatekî nîv-mêtînger ê wekî Tirkiyeyê van gotinan nabêje. (Kautsky û menşevîkên din, di heyama qeyrana 1’emîn de ji bo şoreşa sosyalîst û li wî welatî serkeftina sosyalîzmê ev gotin digotin) Heger hin kes di heyama qeyrana 3’yemîn a emperyalîzmê de ji bo welatekî nîv-mêtîngeh û nîv-feodal ê wekî Tirkiyeyê heman gotinan bike, ev tê wateya xwekujiya polîtîk. Kesên herî ehmeq jî vê dozîneyê bi vî awayî derpêş nakin! Belê, hûn nikarin vê bêjin. Hûn tenê dibêjin “Asta geşedanan aboriyê ya Tirkiyeyê di Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de ji bo serweriya proleteryayê têr nake”, “di vê heyamê de ji ber ku asta îroyîn a hêzên hilberîner rê nade, radîkalên bûrjûwaziya biçûk dibin pêşeng”. Hûn teoriya hêzên hilberînêr a Kautsky pêşniyar nakin. Hûn tenê vê teoriyê, li ser pratîka şênber a welatekî nîv-mêtîngeh û nîv-feodal disepînin. Hemû ev e!
Oportunîzma Enternasyonala 2’yemîn a ku me di nivîsa xwe ya berê de anîbû ziman ev e. Menşevîzm ev e!
Mirov dikare vê menşevîzmê di her beşên nivîsa vî nivîskarî de bibîne. Em behsa çend mînakên sosret bikin: Binêrin bê ev nivîskar, nivîsa me ya bi navê “Jirêderketina Rastgir û Teorî û Pratîka Şoreşger” rexne dike û çi dibêje: “Di cihekî nivîsê de bi kurtasî diyar dike ku di şoreşê de mercên şênber ên pêşengiya çîna karkeran tune ne û paşê jî di tevahiya nivîsê de behsa hêza pêşengiyê dike û dibêje ku mercên şênber çiqasî amade ne.” (Ş. Alpay, PDA; hejmar:17, rpl:374)
Weke ku tê dîtin ev mîrza ji gotina “mercên şênber hene ku di şoreşê de çîna karkeran pêşengiyê bike”, wiha fêm dike ku “Li Tirkiyeyê asta hêzên hilberîner gelekî bilind e; di pîşesaziya Tirkiyeyê de di asteke bilind de hilberîn serwer e; têkiliyên karkeran ên bi gundîtiyê û xwedaniya taybet re di asteke bilind de qut bûne û hwd.” Menşevîzm ewqasî ketiye xwîna vî nivîskarî ku dibêje “Pirsgirêka lawaziya çîna karkeran û girêdanên karkeran ên bi gundîtiyê re (weke ku ev tê rexnekirin) car pêşîn ne me nivîsandiye. Mi Bellî jî rewşa çîna karkeran ji me xerabtir nîşan daye.” û fêm nake ku rexneyên li ser wî têne kirin, çi ne jî. (28)Ev mejiyê menşevîk vê yekê qet û qet fêm nekiriye: lawazbûna çîna karkeran û girêdana piraniya karkeran a bi gundîtiyê re, tiştekî cuda ye û di şoreşê de hebûna mercên şênber ên hegemonyaya çîna karkeran tiştekî cuda ye!
Em werin cihê herî sosret; nivîskarê PDA’yê dibêje ku “rast e, mercên objektîf, beriya mercên subjektîf tên. Ji vê hêlê ve mirov dikare bêje ku mercên objektîf ên ku zanebûn û rêxistinbûnê paş de dixin, di ravekirina pêşerojê de girîng in, le îro êdî mirov dikare bêje ku mercên şênber ên pêşengtiyê hene.” (Ş. Alpay, PDA, hejmar:17, rpl:373) Lê belê heman nivîskar di hejmara 12’emîn a Aydinlik’ê de binêrin çi dibêje: “Pêşengiya proleteryayê, bi nêt û xwestekên mirovan ên subjektîf ve ne girêdayî ye. Kesên ku nêt û xwestekên xwe dixin şûna mercên şênber û rastiyan, kesên îdealîst in û ne şoreşger in. Kesên şoreşger, ji dahûrandina şênber a mercên şênber dest bi kar dikin… Li Tirkiyeyê niha ew mercên objektîf û subjektîf bi awayekî giştî ava nebûne ku proleterya pêşengiya şoreşê bike. Ji bo ku karibe di şoreşê de pêşengiyê bike pêwîst e proleterya van mercan bîne cih: di destpêkê de pêwîst e ku girseyeke proleter ava bibe ku weke çînekê ji bilî hêza wan a kar tiştekî wan ên din tune be ku karibin bifiroşin. Pêwîst e ku li qadên pîşesaziyê yên ku di asteke mezin de hilberîn tê de tê kirin kom bibin. Incex bi vî awayî dikarin mercên ji bo rêxistinbûn û disiplînê bi cih bînin. Pêwîst e ku hemû girêdanên xwe yên bi gundîtiyê û xwedaniya taybet re qut bikin. Lê belê proleteryaya Tirkiyeyê, îro bipiranî nîv-proleter in.” (Di Derbarê Pergala Tirkiyeyê De, hejmar:12, rpl:464)
Ev nivîskarê menşevîk ji gotina me ya “mercên şênber ên di şoreşê de serweriya proleteryaya Tirkiyeyê ava bûne” wiha fêm dike ku “hebûna mercên şênber tê wê wateyê ku asta geşedana hêzên hilberîner gelekî bilind e”. Ev nivîskar di hejmara 12’emîn a Aydinlik’ê de dev ji pêşniyarên xwe berdide û dibêje “dibe ku ev rewş, ji bo demên berê derbasdar be û dibêje ku “mercên şênber ên pêşengiyê” niha dikarin werin derpêşkirin. Ango di vê mijarê de mirov dikare bi vî mîrzayê menşevîk re Ili hev bike! Li gorî vî nivîskarê menşevîk, divan 4-5 mehan de Tirkiye gelekî pêş ketiye; bi desthilatdariya emperyalîzma Amerîkayê + bûrjûwaziya hevkar + axayên feodal, Tirkiye gavên gelekî mezin ên ku li tu deverê nehatine dîtin avêtine; hilberîna biçûk, bi awayekî gelemperî cihê xwe ji hilberîna mezin re hiştiye û girêdanên çîna karkeran ên bi gundîtiyê re qut bûne û niha mercên şênber ên di şoreşê de pêşengiya proleteryayê ava bûne!
Oportunîzm bi vî awayî di nava dozîneyên nakok de weke maran dimeşe û ji aliyê rastê ber bi aliyê çepê ve diherike! Oportunîzma Emek’ê ya ku dibêje “Asta geşedana aboriyê ya Tirkiyeyê ji bo şoreşa sosyalîst guncav e” jî bi vî awayî Tirkiyeyê nanirxîne. Ev nirxandin, nirxandineke ewqasî şaş e ku ji nirxandinên oportunîzma Emek’ê jî şaştir e. (Di bingeha vê guhertina pênc mehan de ew tişt heye ku pisporê mezin ê di derbarê “têkiliyên hilberînê” yê oportunîzma Emek’ê (!) K. Boratav, di nava van pênc mehan de bû ramangerê oportunîzma nû!)
Em dibêjin ku proleteryaya Tirkiyeyê, li gorî çînên karkeran ên welatên sermayedar, biçûk e, girêdanên çîna me ya karkeran ên bi gundîtiyê re hene. Û em li dijî hemû nêrînên oportunîst in ku hewl didin hêza çîna karkeran ji rastiyê mezintir nîşan bidin!
Ev mîrzayê ku
- Tevliheviya têgehan ava dike
- Hewl dide gotinên Lenîn berovajî bike
- Dozîneyên nakok tîne ziman, gotinan berovajî dike û hewl dide xwe ji vê rewşê rizgar bike
- Bi hişmendiyeke dûvik, ji du nêrînên ku dijberî hev in re dibêje “pêkan in” û kesên weke wî re binêrin bê Lenîn çi dibêje:
“Kesên oportunîst, li gorî xwezaya xwe wê helwesteke zelal û bibiryar nîşan nedin; wê hertim li riyeke navîn bigerin; wê di navbera du nêrînên ku hevdu napejirînin de weke maran bimeşin û hewl bidin bi herduyan re jî bibin yek û wê bi guhertinên biçûk, gumanên biçûk û hin pêşniyarên nerm û rêzdar re cudahiyên nêrînê kêmtir bikin.” (Gavekê Ber Bi Pêş Ve, Du Gavan Ber Bi Paş Ve, rpl:241-242)
HIŞMENDIYA SIYASÎ YA SOSYALÎST Û TÊKOŞÎNA SIYASÎ YA ŞOREŞGER A PROLETER
Peywira herî girîng a şoreşgerên proleter ew e ku girseyan zane û birêxistin bikn. Em di kîjan merhaleyê de bin jî, peywira me ya sereke ew e ku em hişmendiya jixweber a çîna karkeran a ku herî zêde dikare bigihêje asta hişmendiya sendîkabûnê, bigihêjînin asta hişmedniya siyasî ya sosyalîst. Ji bo ku şoreşgerên proleter, hişmendiya siyasî ya sosyalîst bigihêjînin çîna karkeran, qada çalakiyê ne tenê çîna karkeran e, lê belê qada çînên neteweparêz e. Pêwîst e kuem bikevin nava têkoşînên aboriyê yên çîna karkeran û li dora vê têkoşîna maf û xwestekan girseyên karkeran birêxistin bikin û bi drûşmeyên siyasî van têkoşînên aboriyê bixemilînin, bikevin nava bernameyeke ravekirina rastiyên siyasî ya ku tevahiya çînên neteweparêz dixe nava xwe û vê hişmendiya jixweber a îroyîn a çîna me ya karkeran bigihêjînin asta hişmendiya siyasî. Em ê di vê merhaleyê de dost û dijminên wê nîşanî çîna karkeran bidin û bi wê bidin nasîn ku rizgariya wê ya giştî, bi şoreşa sosyalîst re pêkan e û riya şoreşa sosyalîst jî ji Demokrasiya Neteweyî derbas dibe. (29) Di nava çîna karkeran de avakirina hişmendiya siyasî ev e!
Hêmana Lenînîst dibêje ku pêwîst e çîna karkeran bibe xwedî hişmendiya siyasî û çînên din ên neteweyî jî bibin xwedî hişmendiya neteweyî (hişmendiya çînî ya herî bilind). Hin kes dibêjin qey gihandina hişmendiya siyasî ya sosyalîst, qîrkirina weke “Tirkiyeya Sosyalîst” e; lewra jî li dijî vê hêmana sosyalîst derdikevin. Binêrin bê du berdevkên oportunîzma nû di vê mijarê de çi dibêjin: “…hişmendiya cemidî ya ku dibêje ‘dema ku em hişmendiya sosyalîst dibin çîna karkeran, pêwîst e ku em hişmendiya neteweyî jî bibin çînên Neteweyî…’ me digihêjîne ramanên weke oportunîzma Aren ên weke ‘çîna karkeran ji bo serwebûnê tênakoşe; pêwîst e em li kargehan drûşmeya ‘Tirkiyeya Sosyalîst’ û di nava xwendekaran de jî drûşmeya ‘Tirkiyeya Serbixwe’ berz bikin’. Têkoşîna li dijî emperyalîzmê, herî zêde doza çîna karkeran e. Geşedana tevgerên dij-emperyalîst û berzkirina drûşmeyên neteweyî herî zêde bi kêrî çîna karkeran tê. Ji ber vê jî mirov nikare hişmendiyên cuda bigihêjîne çîna karkeran û çînên neteweparêz.” (Gun Zileli, Oral Çalişlar, “Polîtîkaya Me Ya Sereke Eniya Neteweyî Ye”, Turk Solu, hejmar:119, rpl:12)
Mixabin mîrzano, em ê hişmendiyeke cuda, ango hişmendiya sosyalîst bidin çîna karkeran (gundiyên xizan jî tê de) û em ê hişmendiyeke cuda jî bidin çînên din ên neteweyî (ne hişmendiya siyasî ya sosyalîst)! Em di kîjan merhaleyê de bin jî fermana sosyalîzma zanistiyê ew e ku pêwîst e em ne hişmendiya gavbigav, lê bêlê hişmendiya siyasî ya sosyalîst bigihêjînin çîna karkeran. Ji bo vê jî em ji çîna karkeran re diyar dikin ku armanca sereke çi ye û ji bo gihaştina vê armancê, Şoreşa Demokratîk a Neteweyî, rawestgeheke neçar e û em diyar dikin ku pêwîst e partiya me jî bibe partiyeke sosyalîst û em hişmendiya siyasî ya sosyalîst digihêjînin wan. Di vê merhaleyê de hûn tu cudahiyê di navbera bûrjûwaziya neteweyî, bûrjûwaziya biçûk (bi taybetî jî beşa rewşenbîrên leşker û sivîl) û proleteryayê de nabînin û heman hişmendiyê didin herduyan jî û hûn dibêjin “Partiya me Eniya Neteweyî ye” û hûn ji bo çîna karkeran û bûrjûwaziya neteweyî û bûrjûwaziya biçûk jî heman armancê nîşan didin! (30)
Ew cudahiyên biçûk (!), ango cudahiyên di navbera sosyalîstên rastîn û oportunîstên bûrjûwaziya biçûk de jî li vir xuya dibe. Wateya merhaleya tevgera demokratîk a neteweyî ev e; menşevîzma ku dixwaze proleteryaya şoreşger bike hêza şûngir a radîkalên bûrjûwaziya biçûk jî ev e. Weke ku tê dîtin ev hişmendiya oportunîst a rastgir, ji gihandina hişmendiya siyasî ya sosyalîst a ji bo çîna karkeran, tenê weke berzkirina drûşmeya “Tirkiyeya Sosyalîst” fêm dike. Di vê merhaleyê de berzkirina drûşmeya “Tirkiyeya Sosyalîst” nayê wateya gihandina hişmendiya siyasî ya sosyalîst. Berovajî vê yekê, tevlihevkirina dost û dijminên çîna karkeran û veşartina armancê ye. Bi kurtasî, di navbera têgihiştina ku hişmendiya şaş belav dike û têgihiştina gihandina hişmendiyê ya oportunîzmê de di bingeha xwe de tu cudahî tune ye.Herdu baskên oportunîst jî dibêjin qey dema drûşmeya “Tirkiyeya Sosyalîst” tê berzkirin, wê hişmendiya sosyalîst belav bibe û dema drûşmeya “Tirkiyeya Serbixwe tê berzkirin jî wê Hişmendiya Neteweyî belav bibe (??!)!
Têkoşîna bi armancên maf û xwestekên demokratîk û aboriyê yên çîna karkeran, bêguman ne têkoşîneke siyasî ya şoreşger a proleter e.(31) Ji bo ku karibe bibe têkoşîna siyasî ya şoreşger a proleter, pêwîst e ku tenê nebe têkoşîna li dijî yekbiyek xwediyên kargehan. (Di binê fermandariya partiyeke sosyalîst de, bi rêveberiya kadroyên milîtan ên xwedîhişmendiya siyasî ya sosyalîst û bi têkoşîna girseyên karkeran ev yek pêk tê) Têkoşîna siyasî ya şoreşger a proleter, di hemû merhaleyan de ji bo avakirina sosyalîzmê ye. Lê belê ev têkoşîn, di merhaleya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de dibe dij-emperyalîst û dij-feodal.
Ji ber ku têkoşîneke demokratîk e, têkoşîna maf û xwestekên aboriyê yên çîna karkeran, dij-emperyalîst û dij-feodal e. Lê belê ev têkoşîna ku di bingeha xwe de dij-emperyalîst û dij-feodal e, ji ber ku li dijî bûrjûwaziya hevkar an jî bûrjûwaziya neteweyî yan jî li dijî xwediyên kargehan bi awayekî sendîkayî tê meşandin, ne têkoşîna siyasî ya şoreşger a proleteryayê ya ku li dijî emperyalîzma Amerîkayê û hevkarên wê dixwaze desthilata xwe ava bike. Têkoşîna aborî û demokratîk a îroyîn a çîna karkeran, ligel ku xwedî taybetmendiyeke dij-emperyalîst û dij-feodal e û carinan digihêje asta şerê bi polîsên civakê yên desthilatdariya emperyalîzma Amerîkayê + bûrjûwaziya hevkar + axayên feodal re ye jî ne têkoşîneke siyasî ya şoreşger a proleter e. Têkoşîna siyasî ya şoreşger a proleter, bi yekîneya pêşeng a çîna karkeran re tê meşandin. Armanca dawîn a têkoşîna karkerên xwedî hişmendiya siyasî ya sosyalîst, desthilata çîna karkeran e.
Têkoşîna ji bo Tirkiyeya Bi Giştî Serbixwe û Bi Rastî Demokratîk, rawestgeheke jêneveger a vê armancê ye û dema ku karker ji bo vê armancê têdikoşin, ev nayê wê wateyê ku armancên xwe yên dawîn jibîr kirine yan jî danîne aliyekî. Tevahiya sosyalîstan û bi taybetî jî karker, bi gotina Lenîn “bêyî ku şoreşa demokratîk di çavê xwe de mezin bikin û di dilê xwe de pîroz bikin” him ji bo şoreşa demokratîk him jî ji bo şoreşa sosyalîst têdikoşin!
Me di nivîsa “Jirêderketina Rastgir û Teorî û Pratîka Şoreşger” de mînakên şeş, heft mehên dawî yên tevgerên herî girîng ên çîna karkeran dabûn (greva Eregli’yê ya neh mehan û dagirkirinên Demir Dokum û Singer’ê; ne ji bo ku li dijî patronên xwe yên hevkar an jî Amerîkî hatine lidarxistin me ev çalakî nivîsîn; ji ber ku di hêla dorfirehî û bandora xwe yê di nava gel de, me behsa van çalakiyan kir. Me nikarîbû weke nûçeyeke rojnameyê, em yek bi yek hemû çalakiyan rêz bikin) Me gotibû ku li dijî emperyalîzma Amerîkayê “helwest têne nîşandan”; bi van tevgerên karkeran ên ku çend mehên dawî çê dibin re ew nîşane hene ku bi awayekî sînordar be jî, çîna me ya karkeran ji çînbûna jixweber, ber bi çîneke ji bo xwe ve diçe û li ser tevgerên çîna karkeran ên wê herêmê, mirov nikare rista sosyalîstên karker biçûk bibîne. (Bnr. Kovara Aydinlik Sosyalîst, hejmar:15, rppl:205) Nivîskarê “Proleter Devrimci” Aydinlik’ê, weke ku Ingilîz jê re dibêjin xwendina nava rêzikan, tenê hevokekê neqandiye û li gorî dilê xwe ew şîrove kiriye! Ya herî sosret ew e ku, ligel ku me bi awayekî aşkere taybetmendiya têkoşîna îroyîn a çîna karkeran diyar kiriye jî, vî mîrzayê me gotiye ku qaşo me gotiye têkoşîna îroyîn a çîna karkeran, têkoşîneke siyasî ya şoreşger a proleter e!
Me di wê nivîsê de diyar kiribû ku têkoşîna îroyîn a çîna akrkeran a aboriyê hin caran bi dagirkirina kargehan vediguhere rewşeke siyasî û di bingeha xwe de ev tevger, têkoşînên li dijî emperyalîzma Amerîkayê ne. Her wiha ligel danehev û belavebûna şêst salî ya tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê jî di encama bandora tevgera me ya şoreşger a proleter, di nava karkeran de hevalên xwedî hişmendiya siyasî jî hene û van hevalên me, di têkoşîna aborî û demokratîk a çîna karkeran de kirine ku drÛşmeyên weke “Bimire Amerîka” û “Tirkiyeya Serbixwe” werin berzkirin. Bi rastî jî di têkoşîna maf û daxwazên aboriyê ya karkeran de hin drûşmeyên siyasî, weke ku hin kes şaş dizanin, “jixweber” an jî “bêhemdî” nehatine berzkirin. Mînak ligel hemû hewldanên Metal-Îş’ê (sendîkaya karkerên hesin, A. A.) jî di grêva Eregliyê ya neh mehan de heger drûşmeyên weke “Bimire Amerîka” û “Tirkiyeya Serbixwe” hatibin berzkirin, ev bi saya xebatên hevgirtî û wêrek ên hevalên karker ên xwedî hişmendiya siyasî çê bûye. (32) Asta hişmendiya van hevalan, ji asta xerabkerên oportunîst ên ku li Enqere û Stenbolê li dora weşanan kom bûne, gelekî bilindtir e. Berovajî gotinên oportunîzma nû jî wê yekê nîşan dide ku nûnertiya xeta şoreşger a proleter ne tenê ji hêla tevgerên xwendekaran ve tê kirin. Oportunîzma nû, vê rastiyê ji nedîtî ve tê; ji bîr dike ku di navbera reş û spî de rengên din jî hene; dibêje ku tenê ciwanên şoreşger nûnertiya tevgera sosyalîst dikin û digihêjin wê encamê ku di vê demê de bûrjûwaziya biçûk “pêşeng” e. Bêguman îro bi girseyên mezin ên çîna karkeran re bi awayekî giştî hişmendiya sendîkayê tune ye. Lê belê em bînin bîra we ku hişmendiya sosyalîst a zanistî dibêje ku di navbera reş û spî de hin rengên din jî hene. Ji ber vê yekê jî dema ku em dibêjin ew nîşane hene ku çîna karkeran “ji çîneke jixweber, vediguhere çîneke ji bo xwe”, wateya wê ji hêla sosyalîstan ve gelekî zelal e! (Bêguman tenê ji bo sosyalîstan!)
Di nivîsa “Jirêderketina Rastgir û Teorî û Pratîka Şoreşger” de be diyar kiribû ku girseyên mezin ên çîna me ya karkeran, çîneke jixweber in û piştî wê jî me diyar kiribû ku di vê merhaleyê de “Heger em tevgerên karkeran ên ku ji hêla şoreşgerên proleter ve têne birêvebirin û dagirkirinên zeviyan ên gundiyan xizan deynin aliyekî, kîjan çîn û beş, weke çîna me ya karkeran bi awayekî aşkere li dijî emperyalîzmê û hevalbendên wê helwesteke zelal nîşan dide û çalakiyan dike?”. Ev nivîskarê me ji vê gotina me fêm dike ku em têkoşîna siyasî ya şoreşger a çîna karkeran û têkoşîna aboriyê tevlihev dikin (!). Lê belê ji ber ku me di destpêka wê nivîsê de asta hişmendiya îroyîn a çîna karkeran diyar kiribû, di vir de teqez dibe ku me li wir behsa têkoşîna siyasî ya proleter a çîna karkeran nekiriye. Têkoşîna aboriyê û demokratîk a karkeran, ji hêla nirxê û çarçoveya objektîf ve dij-emperyalîst û dij-feodal e û ji ber hin caran ev têkoşînên demokratîk vediguherin dagirkirina kargehan û pevçûnên bi polîsên desthilatdariya hevkar, gelo nabe helwesteke li dijî emperyalîzma Amerîkayê û desyhilatdariya wê? Ji bilî gundiyên xizan û Ciwanên Şoreşger, gelo kîjan beş û çîn dikevin nava çalakiyên ku bi hêzên faşîst ên desthilatdariya hevkar re şer bikin?
Ev nivîskarê oportunîst gotibû ku “îro li ser asta welat têkoşîna sereke di navbera hevkaran û Kemalîstan de ye. Şoreşgerên proleter jî hêj nû di vê platforma siyasî de cih digirin, ew jî xwe dispêrin tevgerên ciwanan”. Pirsa me ji bo vê nirxandinê bû. Ev mîrzayê rojane li şûna ku bersiva vê pirsê bide, li ser pirsgirêkên asta duyemîn hewl dide nîqaşê bike û xwe bide aliyekî!
Ew mijara ku me di wê nivîsa xwe de diyar kiribû em li vir dîsa diyar bikin. Li seranserî welat, pirsgirêka sereke ne di navbera Kemalîstan û hevkaran de ye, lê belê di navbera şoreşgerên proleter û emperyalîzma Amerîkayê de ye. (Di Şerê Me Yê Rizgariya Neteweyî Yê Duyemîn De şaş e ku em hêzên hevkar tenê weke dijberên şoreşê diyar bikin û emperyalîzma Amerîkayê ji vê yekê razber bikin. Lê ev nivîskarê ku CHP’yê weka “Kemalîstên Rastgir” radigihîne, li vir ji qazî ve emperyalîzmê razber dike!) Dijminê yekemîn ê emperyalîzmê ne Ecevit û CHP ye ku “piraniya kadroyên Kemalîst bi dûv wan diçin”, lê belê armanca wan a yekemîn, şoreşgerên proleter in. Di vê merhaleya Şerê me yê Rizgariya Neteweyî yê Duyemîn de kesên ku dikevin zindanan, kesên ku şehîd dibin ne Kemalîstên “rastgir û çepgir” in, lê belê Şoreşgerên Proleter in. Lê ev mîrza jî li gorî xwe rast e; lewra li gorî kesên wiha, kesên ku dikevin zindanan, kesên ku şehîd dibin ne şoreşgerên proleter in, lê belê “anarşîst in”, “maceraperest in” û “komeke biçûk a bikêrnehata ne”. Şoreşgerên proleter ên “rastîn” ne şehîd dibin ne jî dikevin zindanan; ew, weke komeke “Mao”îstên delalî dizanin ku di merhaleya zanekirina girseyan de riya şoreşger, derxistina kovaran e û bi vê riyê, hewl didin girseyên karker û gundiyan şiyar bikin! Ma ne li gorî van mîrzayan, di vê demê de mercên şênber ên pêşengiya proleteryayê û avakirina rêxistina proleteryayê tune ne. Ev merhale, tenê merhaleya derxistina kovarê û ji bo proleteryayê avakirina hişmendiya neteweyî ye! Çi sosret û jandar e ku ev nivîskarê oportunîst, dema em dibêjin ku ji hêla dorfirehiya objektîf ve di bingeha têkoşîna çîna karkeran a îroyîn de taybetmendiya dij-emperyalîst û dij-feodal heye, vê gotinê weke menşevîzm tawanbar dike. Ka lê binêrin bê ew çi dibêje: “Îro têkoşîna çîna karkeran a Tirkiyeyê, têkoşîneke dij-emperyalîst û dij-feodal e.” (Ş. Alpay, Aydinlik, hejmar:12, rpl:409)
Oportunîzma nû ya ku dibêje nivîsên bi sernava “Di Aydinlik’ê De Cîhan û Tirkiye” yên heta hejmara 15’emîn a Aydinlik’ê, xeta wan a polîtîk diyar dike, binêrin bê çi jî dibêje: “Piştî ku erebeya Honçho Kommer ji hêla xwedekarên ODTU’yê ve hate şewitandin, karkerên Singer’ê jî dest bi çalakiyeke dij-Amerîkan kir; ev yek, hêza Şerê Me Yê Rizgariya Neteweyî yê Duyemîn xurtir kir. Çîna karkeran a Tirkiyeyê êdî ji têkoşîna aboriyê, derbasî têkoşîna siyasî dibe.” (Bila xwendevan bala xwe bidin vê ku me tenê gotibû nîşaneyên vê yekê hene. M. Çayan)
Dema mirov tenê ji bo rexne bike gotinan berovajî bike û binivîse, ev encam derdikeve. Encama vekirina Kutiya Pandorayê ev e! Ji bo me gelekî asayî ye ku ev mîrzayê me doh ji tiştekî re digot spî lê îro jê re dibêje reş. Ji ber vê yekê jî em bang li wî nakin ku li pêşiya girseyê rexnedayîna xwe bike. Ji ber ku rexnedayîn, tenê ji şoreşgerên proleter ên şaşitiyê dikin tê xwestin!Mirov dikare nêrînên vê tevna “yekitiya hêmanan” a ku tê de berdewamiya hêmanan, sinca zanebûnê û di nava ramanên navxweyî de jî hevsengî tune ye û dozîneyên wê yên nakok tenê bi peyvekê rave bike: TIRSONEKÎ! Bîrdoziya wan, bîrdoziya tirsonekî û pasîfîzmê ye. Yek ji berdevkên oportunîzma nû, bi awayekî zelal rastiya ku di dingeha vê nehevsengiyê de radizê, wiha rave dike: “Ciwan, çawa ku li dijî xerabkerên yekitiya hêzê têdikoşin, li dijî kesên ku dixwazin anarşîzm û terorê bixin nava çalakiya ciwanan jî têdikoşin. Ciwan, weke şoreşgerên hişyar (!!??) li dijî anarşîstên bûrjûwaziya biçûk ên ku dixwazin çalakiya wan derxin derveyî sînorên rewa yên Makezagona 27’ê Gulanê, tevdigerin. Û guh nadin çalakiyên bombeyî û pêşniyarên reşkujiyê yên ku ji polîsan tên.” (Dogu Perinçek, Aydinlik, hejmar:7, rpl:21)
Ev, şêwazeke cuda ya sosyalîzma destûrxwestî ya Behice Boran e. li gorî vê nêrînê, kesên ku li derveyî sînorên rewabûnê yên Makezagona 27’ê Gulanê tevdigerin, 1) yan tevgerên terorîst û anarşîst in, 2) yan jî provokasyonên polîsan in. Gelo kesên ku li Enqereyê bi ser Tuslogê, Navenda Nûçeyan a Amerîkî û li Stenbolê jî bi ser Pan Amerîkanê de girtin û wir xera kirin anarşîst bûn an sîxur bûn?
Gelî qaşo zaneyên bûrjûwaziya biçûk ên ku di nava sînorên rewabûnê de dixwazin lîstika sosyalîzmê bileyîzin, hûn çi dibêjin?
MAHIR ÇAYAN
Pûşbera 1970’yî
- Têbinî
(*) Ev nivîs cara pêşîn di pûşbera 1970’yî de di hejmara 20’emîn a Kovara Aydinlik Sosyalîst de hate weşandin.
(1) Kurtasiya nivîsên “Di Aydinlik’ê De Cîhan û Tirkiye” ya hejmara 16’emîn û “Çîna Karkeran û Şoreşa Demokratîk a Neteweyî” ya hejmara 17’emîn e. Ji ber vê jî dema em rexne dikin em ji van herdu nivîsên ku xuya ne ji heman pênûsê derketine, tenê ya bi imzeya Ş. Alpay dinirxînin.
(2) Di hejmara 15’emîn de şaşitiyên çapê yên girîng çê bûn. (Mînak gotina “em ê Tirkiyeyê veguherînin Vietnamê”, weke “em ê veneguherînin” derketiye; “J. Moch” weke “J. Moach” derketiye û “têkoşîna siyasî ya sosyalîst” jî weke “têkoşîna sosyalîst” derketiye.) Her wiha “Bassutolan” jî weke “Bassertulon” derketiye. Bassutolan (Losetho) li başûrê Efrîqayê ye, paytexta wê Maseru ye û mêtîngeha Ingilîz e. Heger hin kes ji ber van xeletiyên çapê bêjin ku “li cîhanê em welatekî bi vî navî nas nakin” ev, quretiya entelektuel e. Biçûkkirina nîqaşa bîrdoziyê, Bizantîzm bixwe ye. Me di nivîsa xwe de navê berê yê Komara Yekbûyî ya Erebî nivîsîbû. Em matmayî man ku kesê ku peyvên li jor nivîsîne, negotiye “li cîhanê welatekî bi navê Misirê tune ye” (!).
(3) Weke ku oportunîzma nû dibêje, me negotiye ku li gorî asta geşdana aboriyê ya welatan, bila stratejî were diyarkirin. Ji bo welatên mêtîngeh, nîv-mêtîngeh û welaten ku tê de bermahiyên feodal hene yekane riya şoreşger, stratejiya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî ye. Em tenê balê dikşînin ser bandorên erênî û neyînî yên asta geşedana aboriyê yên li ser tevgerên marksîst ên wan welatan. Û me xwest em nîşan bidin ku li herêmên ku tê de asta geşedana aboriyê gelekî kêm e, tevgerên marksîst dikarin pala xwe bidin radîkalên bûrjûwaziya biçûk. Ev, tenê vegotina rastiyeke zanistî ye. Li welatên Efrîqayê çîna karkeran gelekî lawaz e. Em vê rastiya objektîf li van welatan dibînin. Li Efrîqayê gelekî kêm partiyên karkeran hene ku dozîneya stratejîk a Şoreşa Demokratîk a Neteweyî diparêzin. (Bnr. Nkrumah, Mêtîngeriya Nû, Partiyên Siyasî yên Welatên Efrîqayê)
Ji ber me dît ku nêrîna M. Belli ya di hejmara 5’emîn a Turk Solu’yê de rast e, me ev nêrîn xist nav nivîsa xwe. Weke ku M. Belli di wê nivîsa xwe de diyar kiriye, li welatên Efrîqayê yên weke Gana û Somaliyê (li van welatan partiya sosyalîst tune ye; sedema vê jî dibe ku kêmbûna çîna karkeran e) welatparêzên van welatan (radîkalên bûrjûwaziya biçûk) piştî rizgariyê ji bo ku dîsa di dawa emperyalîzmê de rûnenên pêwîst e ku bikevin nava geşedaneke ku ne sermayedar be. Bi vê yekê re çîna karkeran dikare xurt bibe û bi rêzeşoreşan derbasî sosyalîzmê bibin û rizgariya giştî pêk bînin. Ya na wê teqez bikevin bin nîrê emperyalîzmê. (M. Belli dibêje: “sosyalîzm, doza çîna karkeran e” û bi awayekî aşkere dibêje ku bi pêşengiya bûrjûwaziya biçûk, derbasbûna sosyalîzmê pêk nayê).
Li welatên weke Gana û Somaliyê, piştî bidestxistina serxwebûnê jî di nava bernameya demokratîk a giştî de behsa rizgariya sosyalîst nehatiye kirin, lê li Cezayirê ku tê de heta astekê pîşesazî heye, çîna karkeran û partiya sosyalîst heye, ji hêla PAGS-ORP (Partiya Pêşeng a Sosyalîst) ve bi daxuyaniyeke 5 xalan, pêşniyara rizgariya sosyalîst hatiye kirin. Ya na me behsa pergalên sosyalîst (!) ên weke Bin Bella yan jî Bumedyen nekiriye. Partiya Pêşeng a Sosyalîst di nava xwe de karker, gndî û rewşenbîrên ku di 1968’an de rastî qirkirina pergala Bumedyan hatine, kom kirine. Ev partî ji bo Cezayirê di sala 1968’an de pêşniyara avakirina Eniya Neteweyî ya berfireh a li dijî emperyalîzm û paşverûtiyê kiriye û hêj jî dibêje ku gava şoreşger a li pêşiya Cezayirê, Şoreşa Demokratîk a Neteweyî ye. (Pêşniyara rizgariya sosyalîst ne tenê ji hêla Partiya Pêşeng a Sosyalîst ve hatiye kirin, her wiha Partiya Komunîst a Cezayirê jî ev pêşniyar kiriye).
Psrtiya Pêşeng a Sosyalîst partiyeke sosyalîst de. Lê belê taybetmendiya wê zêde ne girîng e. ji ber ku li vir armanca me zelal e. Li welatên weke Somalî û Ganayê ku tê de asta aboriyê gelekî lawaz e û çîna karkeran kêm e, behsa avakirina sosyalîzmê qet nayê kirin, lê belê li Cezayirê behsa avakirina sosyalîst dikare were kirin.
Oportunîzma nû vê yekê bi awayekî qirêj berovajî dike û dibêje ku M. Belli’yê ku li Tirkiyeyê yek ji kesên pêşîn e ku gotiye li Tirkiyeyê pêwîst e Şoreşa Demokratîk Pêk were, li Tirkiyeyê şoreşa sosyalîst diparêze. Oportunîzm ji bo armancên xwe dikare bi hêsanî hertiştî berovajî bike. Berovajî angaşta oportunîzma nû, wê di aboriya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de teqez avabûna sosyalîst hebe. Û wê ev yek bandora xwe li aboriyê jî bike!
(4) Ev nayê wê wateyê ku ramana K. Somer ê ku di heyama sekerata 3’yemîn a emperyalîzmê de dibêje ku bi riyên aştiyane derbasbûna sosyalîzmê pêkan e û drûşmeyên Lenîn ên 1917’an ên ji bo amadekirina mercên sûbjektîf ên şoreşê, weke “Lenîn heta dawî xwest di riya aştiyane de bimîne, lê belê dema ev rê hat girtin, serî li şoreşê da” şîrove dike, tê pejirandin.
(5) Heman nivîskar, gotina M. Belli ya “Tu, tu yî, ez jî ez im. Tu di civaka Tirkiyeyê de nûnertiya hêzeke şoreşger dikî, ez jî nûnertiya hêzeke din dikim; ez bêyî te nikarim; tu jî bêyî min nikarî. Wer em di Şoreşa Demokratîk a Neteweyî de bi hev re bimeşin” wiha dinirxîne ku “ji girseyên bûrjûwaziya biçûk re radîkalên bûrjûwaziya biçûk weke pêşeng nîşan dide” û rexne dike. (Bnr. PDA, hejmar:17, rpl:391) Heman nivîskarê rojane binêrin bê çi dibêje: “Dijmin û armancên (şoreşgerên proleter û) Kemalîzma ku xeta polîtîk a beşa leşker û sivîlên rewşenbîr ango bûrjûwaziya biçûk e, di bingeha xwe de yek in. Û heger di navbera van herdu hêzan de, di navbera van herdu xetan û çînên ku nûnertiya wan dikin de yekitiya hêzê ya şoreşger ava nebe, ne pêkan e ku armancên demokratîk ên neteweyî pêk werin.” (Bnr. Ş. Alpay, Aydinlik, hejmar:12 rpl:462)
Vaye, oportunîzm dema ku tenê ji bo rexne bike, rexne dike, xwe jî reş dike! Ev mîrzayê oportunîst dixwaze mejiyan tevlihev bike.
(6) Di rojeva partiyeke Marksîst de hebûna têkoşîna dij-sermayedar tiştekî cuda ye, di wê merhaleyê de dema drûşmeya şoreşger, desthilata sosyalîst be tiştekî cudatir e.
(7) Sendîkalîstên Anarşîst ji ber helwesta wê ya di 1941-44’an de PKF’yê rexne diek û wiha dibêje: “Te çi ji neteweyê ye? Karê te, lidarxistina şoreşê ye.”
(8) George Politzer, Hêmanên Bingehîn ên Felsefeyê, rpl:52,53
(9) Mao Tse-tung, Teorî Pratîk, rpl:14
(10) George Politzer, Hêmanên Destpêkê yên Felsefeyê, rpl:179
(11) A. Propos de la Brochure de Junius cild:1, rpl:336) Arzumanyan, Qeyrana Îroyîn a Sermayedariya Cîhanê, rpl:2
(12) Ji bo ku bala dij-şoreşgeran bikişînin, nivîskarên dij-komunîst ên belavokên ku Odeyên Bazirganan çap dikin, şîroveyên bi vî rengî dikin.
(13) Yek ji berdevkên oportunîzma nû, rexne dike ku em behsa F. Castro dikin. Em bêjin ku F. Castro “oportunîsteke çepgir e (!)”; gelo mero behsa gotinên “oportunîstekî çepgir” bike wê ev bibe xeletiyeke mezin a ku bibe mijara rexneyê? Na. Lenîn, di “Pêwîst e Çi Were Kirin” de behsa gotinên Lassale dike ku ev kes ji hêla Marx û Engels ve bi xayîntiyê hatiye tawanbarkirin. Li gorî nêzîkahiya vî mîrzayê me, ji ber ku behsa wî kiriye Lenîn jî bi Lassalle re heman xeta oportunîst par ve dike.
(14) Di Progressive Labor’ê de bi awayekî dirêj behsa Debrayîzmê tê kirin. Heta di nivîsa John Kily de Che Guevara bi derewînbûnê tê tawanbarkirin.
(15) Bnr. Mao Tse Tung; “pêşengiya proleteryayê… lez daye şoreşa gundiyan… Piştî 1927’an, Partiya Komunîst ji nûve bi awayekî wêrek têkoşîna Şoreşa Çandiniyê meşand û artêş û baregehên şoreşger ava kirin.” (Teorî û Pratîk, rpl:47) Her wiha bnr. Demokrasiya Nû, rpl:44, Giap, Şerê Gel Artêşan gel, Lin Piao, Bijî Serkeftina Şerê Gel.
(16) Lin Piao, Bijî Serkeftina Şerê Gel
(17) Tony Cliff, Rosa Luxemburg, rpl:58
(18) Em hema bêjin ku weke ku “mao”îstên me yên delalî dibêjin, cudahiya “Şoreşa Demokratîk a Neteweyî û Tevgera Demokratîk a Neteweyî” ne ya Mao Tse Tung e! Mao tenê vê dibêje: “Heger çîna karkeran nebe pêşeng, wê şoreş têk biçe.” Li gorî Mao ewlehiya yekane ya serkeftina mayînde ya şoreşê, pêşengiya çîna karkeran e. Li cem Mao ew cudahî tune ye ku ji şerê gel ê ku bi pêşengiya bûrjûwaziya biçûk gihaştiye serkeftinê re bêje tevgera demokratîk a neteweyî û ji şerê gel ê ku bi pêşengiya proleteryayê gihaştibe serkeftinê re bêje Şoreşa Demokratîk a Neteweyî. Mînak, Partiya Komunîst a Çînê di bersiva xwe ya ji bo nameya vekirî ya Komîteya Navendî ya SBKP’yê de wiha dibêje: “Têkoşîna çekdarî ya şoreşgerî ne tenê ji bo şoreşên proleter di asta yekemîn de girîng e, her wiha ji bo Şoreşên Demokratîk ên Neteweyî yên neteweyên bindest jî girîng e. Şerê Rizgariya Neteweyî yê Cezayirê ji vê hêlê ve mînakeke baş e.” (Şoreşa Proleter û Revizyonîzma Kruşçev). Ev cudahî, “têkariya teşeyî” ya “Mao”îstên Campus’ê ya ji bo marksîzmê ye. Hinek ji van, cudahiya “Şoreş û Tevgera Demokratîk a Neteweyî” dikin û hinek ji wan jî dibêjin ku Şoreşa Demokratîk a Neteweyî û Tevgera Neteweyî ya Şoreşger heman têgeh in. Mînak, “Lenîn ji vê stratejiyê re (stratejiya Şoreşa Demokratîk a Neteweyî) dibêje tevgera Neteweyî ya Şoreşger”. (Gun Zileli, Aydinlik, hejmar:8, rpl:149) Ev, mînakeke biçûk e ku nîşan dide de ku ew çiqasî “Yekitiyeke Bihêman” in!
(19) Lin Piao, Bijî Serkeftina Şerê Gel, rpl:54-55
(20) Ev nêrîn bi awayekî herî baş ji hêla Otto Kuusinen ve hatiye ravekirin. Bnr.”Taybetmendiya Zorbaziya Çînî”, France Nouvelle, hejmar:974, rpl:18-19. Kuusinen wiha dibêje: “divê ev were fêmkirin ku çîna karkeran a Çînê di pêkanîna desthilatê de ne xwediyê wî cihî ye ku Marksîzm-Lenînîzm jê re veqetandiye (…) Li Çînê di şoreşa sosyalîst de gelekî nirx dane rista gundiyan û çîna karkeran a ku ji bo marksîstan heta dawiyê wê şoreşger bimîne jî nirxê pêwîst nedîtiye. Ev jî li Çînê nîşaneya aşkere ya ramanên bûrjûwaziya biçûk e. Rêveberên Partiya Komunîst a Çînê, di heyama bidestxistina desthilatdariyê de jî girîngiya pêwîst nedane hêmanên proleter ên di nava partiyê de û di nava proleterên bajaran de kêm kar dikirin. Paşê jî rêveberên Çînê gazinc dikirin ku li navendeke karkeran a weke Changai’yê bandora Kuomintag’ê ji bandora Partiya Komunîst bêtir e û digotin ku berpirsyarê vê yekê karker in.”
(21) Mao Dibêje Ku, (Axaftina di navbera Edgar Snow û Mao de), Sosyalîst, hejmar:4, rpl:4=
(22) Şerê gel ê Cezayirê bi pêşenigya radîkalên bûrjûwaziya biçûk gihaşt serkeftinê, sedema vê jî nêzîkahiya şaş a stratejîk a Partiya Komunîst a Cezayirê bû. Pêşniyarên Guevara û Castro jî ji bo vê hişmendiya oportunîst in. Ya na weke ku oportunîzma nû dibêje, Castro û Guevara nedigotin ku pêwîst e pêşengî di destê pêşengtiya leşkerî de be. Oportunîzm hewl dide bi formulasyonên Debray, şoreşgerên proleter ên Amerîkaya Latînî res bike. Binêrin bê di vê mijarê de F. Castro çi dibêje: “Gerîla ji hêla rêxistineke siyasî ve tê birêxistinkirin. Tiştê ku em jê bawer nakin ku li gorî têgihiştina şerê gerîla be, rêvebirina gerîlayan a ji bajaran e.” (axaftina Kongreya Olas’ê)
(23) Çen Tu Hsieu, ji ber ku çîna karkeran weke hêza sereke ya şoreşê dipejirîne dixwaze ku di bin parastina PKÇ’yê de partiyeke gundiyan were avakirin.
(24) Di nîqaşa vekirî ya “Di Derbarê Cudahiya Bîrdozî De” ya li Fakulteya Zanistên Siyasî, axaftinên Ş. Alpay û D. Perinçek.
(25) G. Politzer, Hêmanên Bingehîn ên Felsefeyê, rpl:430
(26) Di derdorên Marksîst de teoriya “Rewşa Şoreşger” a Lenîn îro li welatên nîv-mêtîngeh mijara nîqaşê ye. Hin kes dibêjin ku ev teorî ne ji bo welatên ku pêwîst e şerê gel bimeşînin ne derbasdar e, lê belê ji bo welatên sermayedar derbasdar e. mînak, Sekreterê Giştî yê PKC’yê Beşîr Hecî Elî wiha dibêje: “Yek ji sedemên ku tê bîra mirov ên ku nehiştin em rewşê binirxînin jî ew e ku… nirxandinên me yên di mijara avabûna rewşa şoreşger de, seraser man. Partiya Komunîst bawer dikir ku mercên Mijdara 1954’an, ji bo şerê rizgariya neteweyî ne guncav bûn. Lewra mercên ku Lenîn danîbûn holê hêj pêk nehatibûn. Lê belê me ji bîr kiribû ku ev şertên ku Lenîn danîne ji bo welatên sermayedar in û me cudahiya çalakiyên çekdarî û serhildana giştî jî ji bîr kiribû.” (“Hin Dersên Ku Ji Têkoşîna Rizgariya Cezayirê Werin Girtin”, Şerê Gerîla û Marksîzm, rpl:320)
(27) Kesên menşevîk berovajî gotinên oportunîzma nû (weke ku oportunîzma nû pêşniyar dike) digotin ku pêwîst e têkoşîna zanekirin û rêxistinkirina karkeran di her demê de were kirin. Ango, kesên menşevîk vê têkoşînê taloq nekirine. Wan tenê digot ku di navbera salên 1900 û 1917’an de proleteryaya Rûsî nikare têkoşîna desthilatdariyê bimeşîne. (Oportunîzma nû jî li Tirkiyeyê ji bo vê demê heman pêşniyarî dike.
(28) Bnr. Proleter Devrimci Aydinlik, hejmar:17, rpl:376-377
(29) Lenîn di 1905’an de pêşniyar dike ku ne tenê ji bo proleteryaya bajaran lê belê ji bo proleteryaya gundewaran û gundiyên xizan jî pêwîstiya şoreşa sosyalîst were ravekirin. “…Partiya Karkerên Şoreşger ên Sosyalîst ên Rûsyayê, ango partiya çînî ya proleteryayê di riya rêxistinbûna weke çîneke serbixwe ya proleteryaya gundewaran, bêrawestan dixebite û peywira wê ew e ku ji proleteryaya çandiniyê re rave bike ku berjewendiyên wê û berjewendiyên bûrjûwaziya gundan li hev nakin û incez dema ku gundî û proleteryaya bajaran li dijî tevahiya civaka bûrjûwaziyê têkoşîna hevpar bimeşînin wê karibin tevahiya girseya gundiyên xizan ji xizaniyê û mêtîngeriyê rizgar bike û yekane riya vê yekê jî serkeftina Şoreşa Sosyalîst e.” (Hevbendiya Karker û Gundiyan, rpl:13)
(30) Hûn ê him bêjin weke gava pêşîn a Eniya Neteweyî, di vê demê de rêxistina cewherî ya çîna karkeran ava nabe him jî hûn ê bêjin di vê merhaleyê de têkoşîna me ya pêşîn, avakirina Eniya Neteweyî ye. Tiştekî wiha nabe, bêyî ku rêxistina cewherî ya proleteryayê ava bibe, Eniya Neteweyî ava nabe!
(31) Heger em ji têkoşîna çîna karkeran a xwedî hişmendiya siyasî re tenê bêjin têkoşîna siyasî, ev ne vegotineke zelal e. Lewra taybetmendiya dagirkirinên kargehan ên karkerên ku ne xwediyê hişmendiya siyasî ya sosyalîst in jî, ne aborî ye, siyasî ye. Lenîn ji têkoşîna karkerên ku xwedî hişmendiya siyasî ne re dibêje, têkoşîna siyasî ya demokrat a civakî. Em têgeha têkoşîna siyasî ya şoreşger a proleter, di vê wateyê de bi kar tînin.
(32) Hin ji van hevalan ji ber xebatên xwe yên di greva 9 mehan de, weke lêsorker hatin tawanbarkirin û ji kar hatin derxistin. Mîrzayê ku dibêje “gelo we karkerekî ku xwedî hişmendiya sosyalîst e dîtiye”, bila biçe Eregliyê!
Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî