Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên ji bo ‘Roja Zimanê Dayikê’
Li Amed, Êlih, Mêrdîn, Îzmîr û Aydinê, bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê civîn hatin lidarxistin û ji bo xwedîderketina li Kurdî bang hate kirin.
Li Amed, Êlih, Mêrdîn, Îzmîr û Aydinê, bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê civîn hatin lidarxistin û ji bo xwedîderketina li Kurdî bang hate kirin.
- AMED
Platforma Zimanê Kurd li oteleke li navçeya Sûrê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Îmam Taşiçer, Nûsrettîn Maçîn û nûnerên 9 partiyên Kurd tevlî civînê bûn.
Berdevkê platformê Şerefhan Cizîrê hişyarî da ku eger Kurd xwedî li zimanê xwe yê dayikê dernekevin wê tine bibe.
Cizîrî got, “Ziman hebûna mirov e, hebûna milet e” û bang li Kurdan kir ku li malê, kolanan û her qada jiyanê bi Kurdî biaxivin.
Guven jî ji bo parastin û pêşvebirina Kurdî bang kir û destnîşan kir ku divê saziyên Kurd jî zimanê xwe yê ragihandinê bikin Kurdî.
- ÎZMÎR
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Îzmîrê jî bi Kurdî û daxuyanî dan çapemeniyê û bang li her kesî kir ku bi rêzdarî nêzî zimanê dayikê bibin.
Di daxuyaniyê de zîhniyeta qedexekar a AKP’ê ya li ser çand, ziman û baweriyan hate bibîrxistin û hate gotin, astengkirina perwerdeya bi zimanê dayikê yek ji binpêkirina herî mezin a mafên mirovan e.
- ÊLIH
Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Êlihê li avahiya HDP’ê ya bajêr daxuyanî dan çapemeniyê. Tevî jinên HDP’î û TJA’yî her wiha hevşaredar jî tevlî bûn. Endama Meclîsa Şaredariya Bajarokê Bekirxanê Gulistan Sonik axivî û bal kişand ser girîngiya axaftin û nivîsandina bi Kurdî.
- MÊRDÎN
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Perîhan Agaoglû got, “Desthilatdarî dixwaze zimanên vê xakê bi polîtîkayên zordar û faşîst tine bikin.”
- AYDIN
Rêxistina HDP’ê ya Aydin jî li ser heman mijarê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka HDP’ê ya Aydinê Ayşenûr Vaîzoglû got, “Li vê erdnîgariyê hewl tê dayin ku zimanên cuda bi qedexe û asîmîlasyonê bên tinekirin.”