ENDAMÊ MLSPB’YÊ Û ŞERVANÊ THKP-C’YÊ MIHEMED ZEKÎ YUMURTACI

0 25
image_pdf

Di 30’ê Adara 1972’yan de kadroyên pêşeng ên THKP-C’yê, li Kizildereyê manîfestoyeke berxwedanê ava kir û mîrateyeke mezin ji gelê Tirkiyeyê re hişt. Bi saya têkoşîna Mahir û hevalên wî, li gundan, li bajaran û di destpêkê de ciwan, di nava hemû beşên gel de dilxwazî û potansiyeleke mezin ava bû. Lê belê ev potansiyel belave bû û bêrêxisitn bû. Bi THKP-C’yê re cara pêşîn bû ku li gorî mercên Tirkiyeyê stratejiyeke şoreşê hatibû avakirin. Nivîsên Mahir di nava destan de digeriyan û kadro û milîtanên ciwan hewl didan Eniya Partiyê nas bikin. Lê belê “inkarkerên fermî û nefermî” û kesên ku ji têkoşîna zêdetir hewl didan bi dûv “bîranînên kevn” bikevin li holê digeriyan.

Rêxistina çekdar a kurtêlxura CIA’yê MHP jî piştî 1973’yan ketibû parlementoyê û faşîstên ku li kampên komandoyan hatibûn perwerdekirin jî bera ser gel dabûn. Faşîstên sivîl ên ku hemû saziyên olîgarşiyê dabûn dû xwe, dest bi êrîşê kirin. Di 23’yê Rêbendana 1975’an de Kerîm Yaman ji hêla kurtêlxurên faşîst ve hat kuştin. Ji bo berteka li dijî vê kuştinê, tevgera ciwanan Avaniya Navendî ya Zanîngeha Stenbolê dagir kir. Ya dinî rojê, pêncî hezar kes tev li merasîma cenazeyê bûn. Di wê demê de Komeleya Xwendina Navîn a Stenbolê (İOD) û Komeleya Xwendina Navîn a Şoreşger a Stenbolê (İDOD), di nava ciwanan de têkoşîna li dijî faşîzm û emperyalîzmê bilind dikir. Mihemed Zekî Yumurtaci jî di nava wan de kar dikir. Di roja merasîmê de Mihemed Zekî Yumurtaci jî amade bû.

Di 31’ê Adara 1975’an de bi serokatiya “Morisson Demirel”, hikûmeta yekemîn a Eniya Neteweperest (MC) hatibû avakirin û pêvajoyeke nû dest pê kiribû. Bi ser hevdu de Zagona Zanîngehan, Zagona Rewşa Awarte, Zagona Xwepêşandan û Meşan, Zagona Polîsan û Zagona Dadgehên Ewlekariya Dewletê hatin derxistin. Bi van zagonan jî hewl didan têkoşîna gel binpê bikin.

Di pêvajoyeke wiha de MLSPB, weke berdewamiya THKP-C’yê, di Rêbendana 1975’an de bombe avêt Sefareta DYA’yê û derket ser dika dîrokê. Ew potansiyela belave û bêrêxistin a ku hewl dida Mahir û Eniya Partiyê nas bike, bi vê destpêka propogandaya çekdarî ya MLSPB’yê careke din bala xwe zîvirand ser eniya şoreşa çekdarî. Bi vê çalakiyê re rûpoşa “inkarkerên fermî û nefermî” û tasfiyekarên ku qaşo ji têkoşîna çekdarî re digotin erê, daket û rûyê wan ê rastîn xuya bû. Ev kes, tenê di binê navê “pêvajoya partîbûnê” de li dora kovar an jî rojnameyekê kom dibûn.

Mihemed Zekî Yumurtaci, yek ji wan kadroyan bû ku bi awayê herî rast THKP-C fêm dikir û hewl dida wê bixe meriyetê; her wiha bi komên din re, di avakirina MLSPB’yê de jî cih girt. Bavê wî Kazim Yumurtaci, tevî malbata xwe ji Tekirdagê koçî Stenbolê kiribû. Mihemed Zekî Yumurtaci zarokê mezin bû; di sala 1956’an de ji dayik bû. Bavê wî, di hêla maşîneyên kar de hoste bû; bi keda xwe, malbata xwe gihand rewşeke navîn. Mihemed Zekî Yumurtaci, piştî ezmûnan diçe dibistana amadeyî ya Saint-Joseph. Di salên xwendina amadeyî de dest bi xebatên şoreşgerî dike.

Xwendekarê Fakûlteya Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê Mihemed Zekî Yumurtaci, bi karkeran re konên berxwedanê vedidan; li hemberî êrîşên faşîstan ên ku dixwestin berxwedana çîna karkeran biçewisînin, li cem çîna karkeran li ber xwe dida; dema mafê hevpeymana giştî, ji hêla “sendîkayên patronan” ve hat desteserkirin, wî jî li gorî kevneşopiya berxwedanê ya Sendîkaya Karkerên Avaniyê (YİS), bi karkeran re tev li berxwedanê bû. Ew, şoreşgerekî proleter bû. Dema MLSPB bûbû kabûsên emperyalîzm, olÎgarşî û faşîzmê, ew jî bû yek ji hevrêyên ku têkoşîna şorşeger bilind dikir. Ew, bi biryardariya xwe ya di çalakiyan de û bi hişmendiya xwe ya siyasî, giha asta kadroyên pêşeng û di Komîteya Navnedî de cih girt.

MLSPB, hêj di pêvajoya avabûnê de xwedî hişmendiyeke wiha bû ku digot, pêwîst e têkoşîna li dijî emperyalîzmê û ya li dijî Siyonîzmê bi hev re were meşandin û ji ber vê yekê jî rizgariya gelê Filistînê, wê li Rojhilata Navîn risteke sereke bileyîze. Yek ji pêşengên avaker ê partiya me THKP-C’yê Huseyîn Cevahîr, tovên vê nêzîkahiyê wiha avêtibû: “Têkoşîna şoreşger a gelên Rojhilata Navîn û rizgariya wan, bi hev ve gelekî girêdayî ne. Ev yek, wê bi têkoşînên herêmî pêk were.” Li gorî vê nêzîkahiyê, Mihemed Zekî Yumurtaci jî di sala 1978’an de li dora drûşmeya “Bijî Xeleka Şoreşger a Rojhilata Navîn”, yek ji mînakên herî baş ên pêşbîniya siyasî nîşan da. Di sala 1977’an de komeke ku ji 17-18 kesan pêk dihat, ji bo ku perwerdeya leşkerî bibînin, çûn kampên Filistînê. Di nava vê komê de Tamer Arda û Mihemed Zekî Yumurtaci jî hebûn. Di encama van danehevan de THKP-C/MLSPB, dahûrandinên rast kirin û di derbarê pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Rojhilata Navîn de bû xwedî hişmendiyeke komî, vekirî û zelal.

Di sala 1978’an de di nava THKP-C/MLSPB’yê de nêrînên cuda derketin. Ji ber ku ev cudahî nehatin çareserkirin, veqetandin çêbû. Mihemed Zekî Yumurtaci, di nava avakerên rêxistina bi navê Şervanên THKP-C’yê têkoşîna xwe ya polîtîk, leşkerî berdewam kir. Di Gulana 1979’an de Şervanên THKP-C’yê rastî êrîşa girtinê ya giran hatin. Di heman pêla êrîşê de hevrêyên me Omer Çimeken û Tamer Tabak, li Stenbol/Merter’ê di mala rêxistinê de bi polîsên tîmên taybet re ketin şer û şehîd bûn. Milîtan û alîgirên ku hatin girtin, li Şaxa 1’emîn rastî êşkenceyên giran ên fizîkî, derûnî û tenduristiyê hatin. Polîsên pisporên êşkenceyê, ji perwerdeya li Amerîka û Ingiltereyê nêu vegeriyabûn. Mihemed Zekî Yumurtaci di her qadên jiyanê de ala berxwedanê daneynî û 28 rojan di binê êşkenceyên Şaxa 1’emîn de gotin ji devê wî derneketin û kevneşopiya şoreşgeriyê domand.

Mihemed Zekî Yumurtaci bêyî ku were darizandin li zindanê salekê girtî ma. Di 23’yê Pûşbera 1980’yî de ji Girtîgeha Bayrampaşayê, bi rêbaza “berdana sexte” firar kir û têkoşîna xwe domand. Dengê saziya sîxuriyê MÎT’ê, rojnameya Hurriyetê, her roj di sernivîsên xwe de digot: “Zekî Yumurtaci raviya; ma rêveberiya girtîgehê razaye?”

Çeteyên generalên TSK’yê di 12’ê Îlona 1980’yî de dest danîn ser rêveberiya welat. Emperyalîstên Amerîkan, wê demê gotibûn “Zarokên me bi ser ketin”.  Mihemed Zekî Yumurtaci, beriya darbeya 12’ê Îlonê bi du rojan, di 10’ê Îlona 1980’yî de, di malekê de ji ber gelaciyekê tevî hevjîna xwe û hevalekî ku hate girtin. Dema ku Mihemed Zekî Yumurtaci li Şaxa 1’emîn di lêpirsînê de bû, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê weke amûrê emperyalîzmê û hêza wê ya leşkerî, darbe pêk anî û welatê me gindirand nava tarîtiyeke ku wê bi dehan salan dom bike. Mihemed Zekî Yumurtaci, bi êşkencekarên xwe re diaxivî ji wan re digot ku pêwîst e tev li nava refên gel bibin. Piştî cûntayê, êşkenceya ku lê dihat kirin, bû şev û roj. Di odeyên lêpirsînê de tîmên polîs û leşkeran ji berê zêdetir êşkence dikirin.

Mihemed Zekî Yumurtaci, li gel ku tundiya êşkenceyê zêde dibû jî, ji helwesta xwe paş de gav nediavêt û bangewaziyên xwe zêdetir dikirin. Dema ku di wextên “bêhnvedanê” de li odeya din dihate girêdan, ji şoreşger û alîgirên din re wiha diqêriya: “Li ber xwe bidin; tu carî teslîm nebin. Wê serkeftin a me be”.

Kesên êşkencekar ji bo ku vî egîdê pêşeng telîm bigirin serî li bêbextiyeke din dan. Di 16’ê Îlona 1980’yî de yek ji rojnameyên ku berdevkiya cûntayê dikir wiha nivîsî: “Zekî Yumurtaci’yê ku di nava du agiran de ma, hate kuştin”. Ev nûçê nîşanî wî dan û jê re gotin “heger tu neaxivî em ê te bikujin”. Wî bi drûşmeyan bersiva wan da. Mihemed Agar’ê ku li ber destê Şukru Balci perwerde bûbû, di wê demê de cigîrê mudîrê Şaxa 1’emîn bû. Ew û koma wî ya har, li bendê bûn ku Mihemed Zekî Yumurtaci teslîm bibe, lê drûşmeyên bilindtir ji devê wî bilind bûn. Destê sibehê ew dîsa anîn odeya ku lê dihat girêdan. Li aliyê din ê zincîrê, hevalekî hatibû girêdan. Ji hevalê xwe re got: “Wê min bikujin. Helwesta şoreşgerî berdewam bikin. Teslîmbûn tune ye. Silavên min li hemû hevalan bik.”

Koma êşkencekar, bi mahneya “keşfê” ew derxist derve û bi taxa Avcilar’ê. Qaşo wî ji bo bûyera revandina Mudîrê Giştî yê INSA’yê biribûn wir. Mudîrê Ewlehiya Stenbolê Şukru Balci yê ku di bêrîka wî de nasnameya Amerîkayê hebû, xefikeke xayîn û planeke bêbext amade kiribû. Di 17’ê Îlona 1980’yî de Mihemed Zekî Yumurtaci, li Avcilar/Fîrûzkoy’ê bû armanca guleyan û hat kuştin. Derewa kujeran amade bû: “ZekÎ Yumurtaci, bû armanca guleyên hevalên xwe yên ku dixwestin wî birevînin”. Piştî kuştina wî, di Şaxa 1’emîn de, di binê êşkenceyê de ji şoreşgeran re digotin “Heger hûn neaxivin, em ê wekî Zekî Yumurtaci we bikujin”. Bi sedan şoreşger, ev mikurhatina polîsan bihîst.

Ev bûyer, weke kuştina yekemîn a siyasî ya cûntaya 12’ê Îlonê ket dîrokê. Di belgeyên fermî de kuştina wî wiha derbas bû: “Hevalên wî xwestin wî birevînin û Zekî Yumurtaci di nava pevçûna wan û polîsan de ma û hate kuştin”. Yek ji “zarokên” emperyalîstên Amerîkan, Fermandarê Rêvberiya Awarte Necdet Urug û patronên Holdînga Sabanci, fermana kuştina wî dabûn.

Darbeya 12’ê Îlonê, piştî ku li Tirkiyeyê berjewendiyên emperyalîzmê ketin xetereyê pêk hat û bi polîtîkayên dizî û talanê yên neo-lîberal (biryarên 24’ê Rêbendanê) re hat domandin. 12’ê Îlonê, ne demeke “derbasbûyî” û darbeyeke “borî” ye; faşîzmeke domdar e. Hemû desthilatdariyên piştî wê hatin jî, parazvan û şopdarên wê ne. 12’ê Îlonê, ne dîrokeke kevn e; hêj berdewam dike. AKP’ya ku bi pêşengiya kujer Erdoxan siyasetê dike û kurtêlxurê CIA’yê, şirîkê wî Dewlet Baxçelî jî “zarokên Amerîkayê” û parazvanên 12’ê Îlonê ne.

Her şoreş, manîfestoyek e ku bi xwînê tê nivîsandin. Mihemed Zekî Yumurtaci, Xwişka Dîdar û şopdarên wan “Çar Heval”, Firat Çaplik, Umut Ozsepet, Firat Yildirim û Muhamed Tiril, mohra xwe li dîrokê xistine û li dijî emperyalîzm, olîgarşî û faşîzmê, bi awayekî serbilind û birûmet, ala Eniya Partiyê bilind kirine. Em ê jî weke şervanên THKP-C’yê, heta ku vê alê li bircên olîgarşiyê biçikînin, şer bikin. Bîranîna wan, têkoşîn e. Riya me, riya wan kesan e ku di riya şoreşê de şehîd bûne.

Olîgarşî Kujer e!

Bimire Faşîzm!

Heta Dawî Şer!

Bijî THKP-C/MLSPB!


Buroya Ragihandinê ya Eniya Şoreşê ya Rojhilata Navîn (Îlona 2023’yan)

Wergera Ji zimanê Tirkî: Aram Alî

image_pdf
Bunları da beğenebilirsin

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.