MAHÎR ÇAYAN: ŞOREŞA BÊNAVEBIRR II-III

0 447
image_pdf

DESTPÊK

Wekû dihête zanîn, di çepgîriya Tirkî de revîzyonîzm bi salên dirêj, bi ravekirinên xwe yên entellektuel ku dûr ji rewşenkirina pratîkê, bi şêweyê xebata dûvelankî, bi têkiliyên xwe yên kirêt û bi bandor bûye hêmaneke arasteker.

Digel espiriya mafên demokratîk yên sînordar ji layê destûra bingehîn ya 1961`an ve, rewşeke maddî ya ku di hîç wardemeke mêjûyî de nebûye, ji bo vê layengîriyê zemînek pêkaniye.

Bizava şoreşger, bişopandinaguzergaheke (rotayeke) şoreşger-netewperest, di plana entellektuel ya li jêr paraztina vê çendê ji aliyê bîrewerên sosyalîzmê ve, berî bi salan hatiye nivîsîn, hatiye darijtin û her yek, bi ravekirinên siyasî ku berhemê pratîka şoreşgeriyeke diyar e, ji aliyê “teorîsyenên” xwecihî ve bi adaptasyonkirinan, ev teorî ser ji nuh de hat keşifkirin (!). Derbarî tekoşîna şoreşgêrane ya di welêt de, derbarî diyarkirina berbiçav ya pirsa “Çawa û ji kû ve bihêt destpêkirin de?”, bêyî hîç tiştek bihête nivîsîn sal derbas bûn. Derxistina pertûk û namîlkeyan (têkelî bazerganiyî) bi serên xwe bûn çalakiyek.

Nifşên genc yên şoreşgerên nûhatî jî di vê rewşê de, di nav têkiliyên vê rewşê de jiyara xwe ya sosyalîst wergirtin.

Li welêt, rewşeke gelekî balkêş ya ku dibe li hîç welatekî mêtingeh rû nedabe derkeft holê. Di astekî herî metirsîdar de (!), (Ew bi xwe ya ku ji aliyê bîreweran ve berî bi salan bûye) nakokiyên teorîk, amojgariyên vala yên bîrdozî gava çepgîr ji hev belawela dikirin, pratîk jî wekû çalakiyên gencatî yên 4-5 xwendevanên zanîngehê, di wateya birjûwaziya biçûk de diman.

Bi têgehîna revîzyonîst, gelek Amerîkan dihatin keşfkirin, kêm-zêde, her kesê di astekî diyar de, dikarî bi şêweyekî qeba wekû rastiyê binirxîne, “kadroyên teorisyen yên pêşewa” masîkî sernoqî nav mercên mêjûyî yên welêt dibûn.

Pêşî gav bi gav, gengeşeyên mîna di împeretoriya Osmanî de şêweyê helberîna Asya yan şêweyê helberîna feodal serwer bû, bi dûv re jî, di Tirkiya 1960`an de, têkiliyên feodalîzmê yan yên kapîtalîzmê serwer bûn, yan têkiliyên heyî yên helberînê têkiliyên kapîtalîzmê bûn? Ev gengeşeyên bi vî rengî çepgîriya tirkiyê dorpêç kiribûn.

Li derdora govarên ku dihatin weşandin, cenga freksiyonan, bi egera nerînên ji hev cuda, wek; feodalîzm serwer e, kapîtalîzm serwer e, şerê herî tund bi salan domand.

Tawanbariyên bi rewîzyonîzmê, bi oportunîzmê derdor ji hev xist. Her govareke ku derdikeve, her yek xwe nûnerê bizava “ciddî” dizane, li dijî dewletek ji dewletên di yekîtiya sowyetîstanê de, ji ber nerînên wê yên siyasî, ji (damezrênerê Dewleta Osmanî-1) Osman Gazî û hir ve, nerînên derbarî pêvajoya geşedanên têkiliyên berhemhênanê de, di hejmara destpêkê de, bi namîlkeyên 80-100 (hindekan hîn bêhtir) rûpelî derdixistin holê. (Ew bi xwe nirxandina tevan jî, ji derveyî cudahiyên nûans û termolojî, wekû naverok kêm zêde wek hev bûn.)

Bi gelemperî kesên ji dil yên çepgîr jî, li dûv vê seqayê hatibûn amadekirin. Berdewam her kes, di govaran de û di her cudahiyeke nuh de bendewariya ser ji nuh de keşfa Amerîkayê dikirin. Lê, bizava şoreşê li hîç welatekî cîhanê, pêşî digel plana teorîk ya bi nivîsîna bi hezaran rûpelan, paşê jî derbasî pratîkê nebibû. Di nav nivîsên pirbêjan (!) de, kesên ji dil êdî hew dizanîn dê çi bikin. (1)

Aha di seqayeke wisa de, hinekî jî mana di bin bandora vê seqayê de, ji ber ku piyên me di çirravê de bûn, piştî meşeke bigiranî me guzergaha xwe ya rast dozî. Her bi vê giraniyê jî, em derbasî pratîkê bûn. (Ji bo em bikarin şoreşê bikin, me teorî xwend û em fêr bûn. Lê, di wateya ku em bûne pirbêj de divêt nehête şirovekirin. Em xwendevanên sosyalîzmê ne. Û ev xwendevanî bi dirêjahiya jiyana me dê bidome.)

Me ev rastî jî, di yekemîn hejmara Kurtuluş (Govara Rizgarî) de bi vî rengî danî holê:

“Ev bizav, di rewşeke ku rewîzyonîzmê bi salên dirêj bandora xwe domandiye şax daye û geş bûye. Lewra dê demeke diyar bermayiyên rewîzyonîzm (pasîfîzm)ê di nav xwe de vehêle. Ev bermayî dê di nav şer de, digel wê bi şer û şer bihête havêjtin.” (Ji ber nebûna nivîsê peyv bi peyv ne wek hev in, tişta ku di mêjiyê me de maye me nivîsî). (*)

Her di wê hejmarê de me dabû xuyakirin ku ji niha û pê de nivîsên teorîk yên ku bihêne nivîsîn dê kurt û vekirî bin û nirxandinên teorîk dê ne li ser maseyê, ezmûniyên zengîn û serpêhatiyên ku derencama pratîkêne dê bi rêhberiya Marksîzm-Lenînîzmê bihêne strandin.

Di vê gavê de, partiya me bi hêlên xwe yên ku berê hatine daxuyakirin,  prensîbên xwe yên bîrdozî-polîtîk-rêxistinî-stratejîk gava datêne holê, xala me ya destpêkirinê dê bibe ev xala destnîşankirî ya şoreşger.

Bi gelek rastiyên gelemperî ku bi sedan rûpelên nivîskî yên ji gotinên Marksîzmê pêkhatine, wekû hûn jî dizanin, em dikarin van prensîbên xwe derbixin holê. Û her wisa em dikarin bi qurretiyên li ser masan riya qaşo ya pratîkê bidin xuyakirin.

Lê na! Di binyada partiya me de cihê ravekirinên entellektuel yên bi vî rengî tune. Zimanê me, gotinên me û ravekirinên me divêt bi gelemperî ji pratîka cîhanê ya şoreşger û bi taybetî jî, ji berhemê pratîka me be. Divêt em arîşeyên xwe yên ku bi hêla me ve peywend in, bi şêweyekî herî vekirî, kurt û rasterast ku rê li ber pratîka me veke, em binirxînin.

Partiya me, partiyeke Lenînîst e ku li ser prensîbên diyalektîkê û materyalîzma mêjûyî hatiye damezrandin.

Partiya me, bi rêveberiya Marksîzm û Lenînîzmê, digel nakokî û peywendiyên wardema sêyemîn ya qeyrana emperyalîzmê, vedana van nakokî û peywendiyan ya arasteyî Tirkî (bi ruxsarê mêjûyî, civakî, siyasî, aborî, derûnî yên welatê me), bi tevgerîna destnîşankirina şoreşgerî, stratejiya cengê ya leşkerî ku polîtîze bûye, wekû stratejiya şoreşê destnîşan kiriye. Ev hêla stratejîk, hêleke ku bajar û çolteran, şêweyên propaganda çekdarî û tekoşîna cemawerî ya siyasî û yên dîtir, wekû gilokeke diyalektîkî ku ji hev nahêne cudakirin dinirxîne. Wekû dihête zanîn, têgeha cenga gerîlla, wekû têgeh bi serê xwe ne bijardeya nîşander e.

Li dijberî desthilata navendî serkeftiyên xwecihî jî, di nav arteşeke berhev ya ku têkçûye de jî, dikare li dijî dijminê xwe cenga gerîlla bi rê ve bibe. Bi amancên siyasî yên cenga gerîlla ya şoreşger, birêvebirina wekû navgîniyeke kampanyaya daxuyaniyên durist yên siyasî, ango ji stratejiya cenga leşkerî ya ku polîtîze bûye re, wekû nirxandina tekoşîna cemawerî ya siyasî dihête gotin.

Çavkaniyên teorîk yên hêla stratejiya cenga leşkerî ku polîtîze bûye, hêla destpêkirinê, di ravekirina heyber ya di rewşên heyber de ye. Ango, wekû bi giştî di durvên cudakar yên wardema sêyemîn qeyrana emperyalîzmê de, nemaze ev nakokî û taybetmendî di lêvedana mercên Tirkî de binecih e.

Rêxistineke ku bi vî rengî staratejiya şoreşê destnîşan dike, dê prensîbên wê yên rêxistinî jî, eva ku prensîba rêxistinkirina hêla Lenînîst e, prensîba yekgirtina serperiştiya polîtîk û leşkerî ye.

Berî diyarkirina vê bingeha teorîk ya bi kurtayî, derbarî teoriya Marksîst-Lenînîst de, em di wê baweriyê de ne ku bi hindek diyarkirinên pêşwext ji bo binecihbûna bûyerê dê sûdbertir be.

 

BEŞÊ YEKEMÎN:

DIYARKIRINÊN PÊŞEKÎ

I. MARKSÎZM-LENÎNÎZM RÊHBERIYEK ÇALAKIYAN E

“Marksîszm, doktrîneke xwedî kûrahiyeke mezin û gelekî tevlîhev e”.

Marksîzm, bi berdewamî doktrîneke ku li hember rastiyên taze yên jiyanê kûr dibe, zengîn dibe û xwe bi xwe têdiperîne.

Di Marksîzmê de ya ku bingeh e ne gotinin, naverok e.

Di Marksîzmê de tişta ku nahête guhertin, bigotina Lenîn, giyanê wê yê zindî azîna diyalektîkê ye. Du hêmanên herî nirxdar yên diyalektîkê ku têgehên zeman û mekan heger nehêne berçavkirin, li dûv nerîna Marks û Engels ya Lenîn, li dûv nerîna Lenîn û Stalîn ya Mao Tse Tung, li dûv nerîna Mao jî, vebêjiya ji revîzyonîstiya şoreşgerên proleter yên ku li wardema sêyemîn qeyrana emperyalîzmê bi serkeftine, gengaz e.

Oportunîzm, hemî gavan û li hemî cihan, di têkbirina sosyalîzma zanistî de serî li du azînan dide. Yan bêyî berçavkirina têgehên zeman û mekan, tezên hostayên Marksîzmê ku ji bo mercên mêjûyek din dane pêş û ji bo wardema ku tê de dijî, bi her çar destan xwe dihavêje tezên kevnbûyî û van tezan ji bo ladanên xwe dixwaze wekû çavkanî bi kar bihêne. Yan jî, tezên Marksîzm-Lenînîzmê ku di hemî helûmercan de têper in, bigotina -zeman û mekan hatine guhertin, ji ber vê çendê ne têper in-, dê Marksîzmê revîze bike.” (Biner, Şoreşa Bênavebirr-I)

Rewîzyonîzm û Oportunîzm, teoriyê wek dogma û nenasiyekê berbiçav dike. Tenê têgeha şoreşê, bûyerê ne di rêxistin û kombûnîza çînan de, nêzîkbûna arîşeyê ya rewîzyonîzmê di azînên xebatê de jî wisa ye. Di wardemên bûrî de, hebûna azînên tekoşînê ku ji aliyê hostan ve dihat pêşbînîkirin, li dûv nerîna oportunîstan teoriya rewîzekirinê ye.

Nimûne, di wardema serhildana 1905-7`an de, di dema daketina pêlên şoreşê de, Bolşewîkên ku serî li şerê gerîlla dan, ji aliyê Kadetan (Partiya birjûwa) û Menşewîkan ve bi anarşîzmê, bi narodnîzmê û bi blanquizmê hatin gunehbarkirin. Menşewîkan, di berhemên Marks û Engels de nebûna şêweyê vê tekoşînê dabûn pêş.

Mao jî, nelîstina rola kilîlê ya proleteryaya bajêr (ne bi serhildanê, ya ku dê bi cenga gel bigehê serkeftinê), di Şoreşa Çînê de, bi nerîna xwe ya cenga gerîlla ji modela şoreşa sowyetê hêleke cuda şopandiye. Mao, ji ber vê çendê ji aliyê pasifîstan ve bi ne Lenînîstiyê, bi narodnikiyê, bi sererastkirina Lenînîzmê hatibû gunehbarkirin. Sedem jî, di pertûkên Lenîn û Stalîn de nebûna pêşbîniyên Mao yên derbarî şêweyên riya şoreşê û tekoşînê de bû.

Di wardema sêyemîn qeyranê de, dijberiya pasifîstan dîsa her ev bû. Ji ber ku oportunîstan guhertina rewşa mêjûyî berçav nekirine, teoriyê wekû diyalektîk dibînin û digel goncandina pratîkê ji aliyê hêla Marksîst-Lanînîstan ve û di nav pratîkê de geşbûna azînên tekoşîna aktîf, ji ber ku di pertûkên Lenîn, Stalîn û Mao de nîn in, antî-lenînîst e, ladana çep û hêla anarşîzmê ye.

Di her wardema mêjûyî de, oportunîzma rastgîr, teoriyê ji aliyê “Ortodoksî” ve dicemidîne, ravekirina heyber ya rewşên heyber ku giyanê zindî yê Marksîzmê ye dihavêje aliyekî û ne li naveroka wê, xwe li gotinên wê radipêçe.

II. TEZÊN XWERISTÎ YÊN LENÎNÎZMÊ

Bêyî berfirehkirina mijarê û dûr ji hoseya gotinan, derbarî pratîka siyasî de em dikarin prensîbên xweristî bi vî rengî diyar bikin:

Bi kurtayî van prensîban, şoreş, di teoriyên partî û dewletê de binecih in.

Bi dorê em wan bi rêz bikin:

-Navgîna dewletê, digel birokrasî û milîtarîzma xwe ve wekû bi tevayî rêxistineke çewsandinê ya çînên serdest e.

-Şoreş, bi çalakiya şoeşgerî ya gel -ji jêr berew jor- bi perçekirina mekanîzma dewletê ya heyî re, bi destxistina desthilata siyasî û bi navgîniya desthilatê re -ji jor berew jêr- rêxistinkirina pergaleke berhemhênanê ya hîna li pêştir e.

Marks û Engels şêweyê xebata şoreşger ya vê wardema xweristî wisa li holê datînin: “Tekoşîna şoreşgêrane ya vê wardema dirêj”

Ji bo vê çendê:

1) Hebûna qeyrana niştîmanî

2) Hebûna pêşrew

3) Wekû beşdarbûna cengê ya cemawer bizanayî û birêxistin merc e.

-Di wardema emperyalîst de, tenê li welatekî dibe ku şoreş pêk were. Di vê wardemê de birjûwazî durvê xwe yê şoreşgerî winda kiriye. Dê nikaribe şoreşa xwe pêk werîne. Ji ber vê çendê, li welatên ku hatine bipaşxistin, proleterya, di hundirê pêvajoyekê de, bi erka şoreşgeriya du alî re rûbirû ye. (Pêvajoya Şoreşa Bênavebirr)

-Bêyî hebûna partiya siyasî ya proleteryayê şoreşaproleteryayê nabe.

-Partiya proleteryayê di yek gavê de bi bîrdozî, bi aborî-demokratîk û bi siyaseta ku li ser sê eniyan dicenge, ya ku li ser bingeha diyalektîk û materyalîzma mêjûyî hatiye damezrandin, yekîneya proleter ya pêşrew e.

– Şoreş berdewam û bênavebirr e. Tenha bi destxistina desthilatê, bi sererastkirin û bi avakirina bingehan bi dawî nahê, digel avakirina sergehê jî, heta bi rabûna nakokiyên taybet yên civakên xwedî çîn ji holê, didome. (Şoreşa Çandê)

Kevnbûna her yek ji van tezên xweristî yên Lenînîzmê, lewra ewên ku li ser natêperbûna wan dakok in, ev dakokî yan ji çepgîran (Debray), yan jî ji Rastgîran (Klasîk rewîzyonîzm) bihêt, antî Lenînîzm e; rewîzyonîzm e.

III. QONAXÊN WERAR-ŞOREŞÊ Û ŞÊWEYÊ XEBATÊ

Marks, Engels û Lenîn tekoşîna şoreşgeriyê di du deman de etût dikin. Wardema werarê, wardema şoreşê.

“Marks û Engels, tekoşîna şoreşger a proleteryayê digel qonaxên werar û şoreşê, bi du qonaxan formîle dikin. Di her du qonaxan de jî, taktîka şoreşger ya proleteryayê cuda ye.

Qonaxa şoreşê wardemeke kurt e. Ev qonax qonaxa serûbinbûna pergala civakî ya heyiye. Di vê qonaxa kurt de, taktîka proleteryayê û ya pêşrewê wê hêriş e; di rojevê de tenha xalek hetiye nivîsîn: SERHILDAN. Taktîka proleterya a vê wardemê, bi parçekirina mekanîzma dewleta heyî, damezrandina desthilata şoreşger ya proleterya ye. Marks û Engels, bi îlhamwergirtina ji rewişt û pêngavên raperînkar yên Frensiyan, navê vê taktîkê axaftina bi Frensî danandine (…) Taktîka di wardema şoreşa proleteryayê de ev e.” (Biner, Şoreşa Bênavebirr I)

Lê qonaxa werarê wardemeke dirêj e. Di vê demê de, erka partiya proleteryayê, Proleterya û hevbendên wê serwextkirin, birêxistinkirin û afirandina mercên qonaxa şoreşê yên civakî û derûnî ye.

Marks û Engels, şêweyê xebata şoreşger ya vê wardema werarê bi vî rengî datînin holê:

“Tekoşîna vê wardema şoreşger ya dirêj, di nav xwe de li dijî oportunîzmê dayîna tekoşîneke bîrdozî ya tund, lê li derve, ji tekoşîna sendîkayî ya proleteryayê heta bi tekoşîna demokratîk û aborî girseyên gel, birêxistinkirina tekoşîna rojane ya gel, li dijî rêveberiya paşverû ya heyî, di nav berhingariya demokratîk de bi cihgirtina xwe ya li aliyê herî çep, heta bi arastekirina berhingariya siyasî, hemî şêweyên çalakiyan digre nav xwe (Bê çek).

Marks û Engels, ji bo zimanê şoreşgerî yê vê qonaxa proleteryayê, ji ber bilindbûna astê teorîk-bîrdozî yê proleteryaya Alman û ji ber hinermendiya wê ya kêşana cemawer bo aliyê xwe, axaftina bi Almanî gotine.” (Biner, Şoreşa Bênavebirr I)

“Qonaxa werarê ya di Marks û Engels de, qonaxa şoreşê û bûyera mercên heyber yên raperînê, di ravekirinên Lenîn de, bi şêweyekî herî vekirî diyar dibe. Di vê yekê de, ji ber wardema ku Lenîn tê de jiyaye û serdema şoreşên proleteryayê bû, di derbaskirina ezmûniya du şoreşan re bêguman rola mezin ya Lenîn heye.

Li dûv nerîna Lenîn di wardema emperyalîst de, li hemî welatan mercên heyber yên şoreşên proleteryayê têgehiştina şoreşa bênavebirr heye. Astê ku hêzên berhemhênanê li seranserî cîhanê gehiştiyê, ji bo li darxistina şoreşê stewiyane. Yên ne amade, nebûna mercên neyber in.

Bingehên Lenînîzmê amadekirinên mercên neyber pêk dihêne… Lenîn, di cudahiya qonaxên werarê û şoreşê ya Marks û Engels de, ji ber cudahiyên rewşên heyber bi hindek guherînan rabûn.

Li dûv nerîna Marks û Engels, li seranserî cîhanê gava mercên heyber yên şoreşê stewiyabin, divêt zimanê sosyalîstan bi Frensî be.

Wekû dihête zanîn, serdema emperyalîst li seranserî cîhanê serdema stewîna mercên heyber yên şoreşan in. Li dûv vaca yekpare, di encama sruştî ya pêşniyarên Marks û Engels ya di vê wardemê de erkê sosyalîstan berdewam axaftina bi Frensî ye. Bêyî rawestan, bêyî westan berdewam hêrişkirine.

Lê ji bo vaca diyalektîkê rewş ne wisa ye. Şoreşa cîhanê hergîz dê hevdem nebe. Pêşî li welatekî yan jî li çend welatan dê pêk were. Ji ber vê çendê rizgarbûna her welatekî dê bibe berhemê proleteryaya wî welatî bi xwe. Şoreş ne dihêne hinardekirin, ne jî dihêne hawîrdekirin.

Li welatekî, ji bo hebûna mercên heyber yên şoreşê, li seranserî cîhanê, ji bilî qeyrana giştî ya kapîtalîzmê, divêt ew welat di qeyrana xwe ya niştîmanî de bijî. Li dûv cudakirina Lenînîzmê ji bo derbasbûna qonaxa şoreşê:

a) ji bo şoreşê divêt astê têgehiştina proleterya û rêxistinê têrê bike. (stewîna mercên neyber yên şoreşê merc e.)

b) Qeyraneke niştîmanî ya ku bandorê li çewser û çewsêner dike merc e. (…)

Qonaxa şoreşê demeke kurt e. Lê qonaxa werarê pêvajoyeke dirêj e.” (Biner, Şoreşa Bênavebirr I)

Teza xebata Bolşewîkan ya derbarî qonaxa werarê de li dûv nerîna Lenîn bi vî rengî ye:

“Zimanê bangewaziyê li wardema werarê Almanî ye. Di wardema axaftina bi Almanî de ji pêngava raperînê re cih tune ye. Şêweyê xebata şoreşger ya vê wardemê têgehandin û rêxistinkirina proleteryayê, xurtkirina girêdana proleteryayê bi pêşrewê wê re, bilindkirina zanîna çînatî ya proleterya û gelê kedkar, birêveçûna li aliyê herî çep yê berhingariya demokratîk, bi propagndaya siyasî ya peyapey şermendkirina çînên serdest e.”

Lê, heger partiya proleteryayê hîna nehatibe damezrandin, erka bingehîn pêkanîna mifrezeya pêşrew ya proleterya ye. Di wardemeke ku partiya çînatî ya proleteryayê tunebe, di rewşa hebûna şoreşgerî de jî zimanê şoreşgerî nabe zimanê Frensî. Li vê demê, Lenîn, şêweyê xebata şoreşgerî ya proleteryayê bi vî rengî şirove dike:

“Propaganda û têgehandin, têgehandin û propaganda, di wê demê de, ji aliyê mercên heyber ve, bi rastî jî bi pêş ve hatibûn derxistin. Xebata ji bo weşandina rojnameyeke siyasî ku bi weşana xwe ya heftane arasteyî tevaya welêt mîna bijardeyekê dihate xuyakirin, wê hingê wekû hîmê bingehîn yê amadekirina tevgera şoreşê dihate dîtin. (Û Em Çi Bikin bûyer wisa datanî.) (Li Şûna Bizava Çekdarî) durişmeya têgehandina cemawer, (Li Şûna serhildanên Deverî) durişmeya amadekirina mercên derûnî û civakî yên serhildanê, wê hingê takane durişmeyên herî rast yên sosyal demokrasiya şoreşger bûn.” (Du Taktîk, r: 78). (Biner, Şoreşa Bênavebirr I)

Lenîn, gava şêweyê xebatê û qonaxa werarê bi vî rengî li holê datîne, di qonaxa şoreşa 1905`an de wisa dibêje:

“… Van rûdanan niha ev durişme derbaskirine, ji ber ku bizav berew pêş ve çûye, êdî ev kevn in, tiştekî ku xizmetguzariya xwe bi dawî aniye (ango bi qonaxa werarê ve peywendîdar e).” (Du Taktîk, r: 78) (Binerin, Şoreşa Bênavebirr I)

Durişme û taktîkên Bolşewîkan di qonaxa şoreşê ya kurt de jî, yekser ne serhildan e.

“Di vê wardema kurt de, wekî din di nav xwe de wekû dema têperbûnê, dema taktîka hêrişê û dema hêrişa stratejîk li ser sê deman dabeş dibin.

a) Bi Frensiya dema têperbûnê: Di kêlîka dawîhatina werarê de dest pê dike. Wardema ku hêwaş hêwaş pêlên şoreşê bilind dibin û digel destpêkirina lerzandina cemawerî, digel wardema veguherîna baweriya cemawer berew çalakiyan, taktîka axaftina bi Frensî ye. Di wardema şoreşa 1905`an de, zarvekirina bangewaziya bi Frensî wisa bû; grewên siyasî yên xwecihî, xwepîşandan, grewên siyasî yên giştî û boykotkirina Dûmayê ye. (…)

b) Pêngava hêrişê ya taktîkî: Ev pêngava kurt, pêngava hînbûna serperişt ya çalakiyên bajêr lewra dikare pêşewatiya girseyên gel bike û girseyên gel hînî taktîkên durist bike. Ev qonax, digel bilindbûna berbiçav a potansiyela gelê şoreşger û nêzîkbûna pêlên şoreşê di astê herî bilind de, digel çirrbûna hêrişên taktîk, qonaxa berî hêrişa dawî ya serperişt e. Amanca sereke ya di vê perwerdeyê de, peydakirina şepirzeyî û têkçûnê ya di nav rêzên dijmin de, ji hev belawelakirina eniya dijî-şoreşê û vekirina qelşan e.

Taktîkên şoreşgêrî yên pêngava hêrişên tektîk yên şoreşa 1905`an, şerên çeperan (şerên kolanan) û gerillayên bajaran e, ji proleteryaya bajêr pêk dihên. Wekû yek ji hindek erkên gerîllayên bajêr, di babeta hînkirina taktîkên serhildana girseyên gel de Lenîn, nivîsîna xwe ya ji Serhildana Moskowayê Dersên Bihêne Wergirtin de wisa dibêje: “Ji Befranbarê û hir ve, şerê gerîlla yê ku li tevaya Rûsyayê didome û rûdana bizavên herî tund helbet di hînbûna taktîkên durist yên serhildanê de dê alîkariya cemawer bike.”

c) Pêngava Hêrişa Stratejîk, Derbasbûna Arteşa Pergalî û Serhildan: Di Hîzerana 1905`an de Lenîn dibêje ku: `Girjî- xwepîşandan, pevçûnên kolanan – yekîneyên arteşa şoreşger, aha qonaxên pêşdeçûna serhildanên gel ev bi xwe ne. Êdî em gehiştin qonaxa dawî.`

Qeyrana aborî û siyasî baş kûr daketiye û derkeftiye asta herî bilind. Êdî rawestan, bigotina Lenîn, kujerî ye.  Û serhildan êdî bûye yekemîn xala rojevê. Hêrişa stratejîk bi arteşa pergalî, bi arteşa berhev dihête kirin. Ji bo hêrişa dawî pêşî hêzên ji hev belavbûyî li cihekî dihêne komkirin, Arteşa Sor dihête afirandin. (Arteşa Sor Arteşa Proleter e). Cengên çepergêrî û taktîka gerîlla ya bajêr êdî cihê xwe ji taktîka serhildana Arteşa Sor re hiştiye.” (Biner, Şoreşa Bênavebirr I)

Lenîn, ya ku yek ji şeşemîn welatên mêtingerên cîhanê li Rûsyayê, pêvajoya şoreşger û taktîkên proleteryayê aha wisa datîne holê.

Stalîn, di Prensîbên Lenînîzmê de, ji bo taktîkên qonaxa şoreşê, taktîkên qonaxa bilindbûna şoreşê dibêje.

Û piştî tûşîbûna têkçûnê ya şoreşa 1905`an, dubare derbasbûna wardemeke dirêj ya werarî, destpêkirina vekşîna şoreşê dihêne zimên.

Wekû yekser dihête dîtin, di Marks, Engels û Lenîn de, hêlên misoger yên qonaxên şoreşê û taktîkên wê ji hev cuda ne.

Ev pêvajoya derbarî civaka birjûwa de ku Marks û Engels ravekirine, lê ya Lenîn derbarî Rûsyaya Qeyser de ku di cîhanê de yek ji şeş welatên mêtingeh yên herî mezin e, li dûv welatên dîtirî Awrûpayê hinekî lawaz, lê digel tevgera navxweyî hebûna kapîtalîzmeke berew pêş e.

Dîsa wekû xweş diyar dibe di her du qonaxan de jî, tevgerên şoreşgerî, durişme û taktîk ji hev cuda ne. Azîn û durişmeyên taktîk ku di qonaxa werarê de dihêne pêşbînîkirin, wekû jêder ji zimanê Almanî ye. Û bizava çekdarî hergîz ne azîna tekoşîna bingehîn a qonaxa werarê ye. Lê di qonaxa şoreşê de, wekû bi bilindbûna pêlên şoreşê re yeksan bizava çekdarî dibe bingeh.

Di Marksîzm û Lenînîzmê de, şêweyên tekoşîna polîtîk hemareng e. Ev şêweyên di lîteratorê de;

a) Tevgera çekdarî,

b) wekû şêweyên tekoşîna ji derveyî tekoşîna çekdarî bi du sernavan dihêne nirxandin.

Partiyên Marksîst-Lenînîst yên li welatên ku bi du xêzên misoger wekû werar û şoreşên pêvajoya şoreşgerî, berdewam yek ji van du şêweyên tekoşînê, li dûv werdemê bingeh, lê ya din wekû pevek (talî) heldibijêre. (wardema em tê de, ji bo welatên emperyalîst-kapîtalîst, cudabûna van xêzên misoger têper in).

Cenga gel ya dirêj û warpêç ku rawestangeheke pêdivî ye, ji bo şoreşê, pratîkên heyber yên welatên ku di bin desthilatdariya emperyalîst de li paş mane, di têkiliyên li navbera ev wardemên pêvajoya şoreşger de guherîn durist kirine.

Wisa ku li welatên di bin desthilatdariya emperyalîst de (çi li welatên feodal, nîv-feodal, bûyîna rastiyeke dereke ya di duyemîn wardema qeyrana desthilata emperyalîst de, çi jî, bûyîna rastiyeke navxweyî ya di sêyemîn wardema qeyrana desthilata emperyalîst de, bûyîna serwerbûna têkiliyên helberînê li welatên bi paş de mayî), qonaxên werar û şoreşê, (wekû li Rûsyaya Qeyser lawaz jî be) bi tevgera navxweyî, mîna li welatên ku kapîtalîzm bi pêş de çûye, bi hêlên misoger nahên cudakirin.

Li welatên bi vî rengî, qonaxa şoreşê ne qonaxeke kurt e, qonaxeke gelekî dirêj e. Bi duristî destnîşankirina dawîhatina qonaxa werarê li kû û destpêkirina qonaxa şoreşê li kû ye, ne gengaz e. Her du qonax têkelî hev bûne.

Desthilatdariya emperyalîst ya li van welatan, ji ber ku li pêşberî pêşdeçûna birjûwaziya niştîmanî asteng e, heger welat welatekî kapîtalîst be jî, kapîtalîzma heyî ji ber ku bi dînamîka navxweyî bi pêş de naçe, nasaz e. Li dûv emperyalîzmê hatiye sererastkirin. Ji ber ku desthilatdariya emperyalîst li pêşberî pêşdeçûna digel dînamîka navxweyî ya civaka xwe asteng e, welat ji têkiliyên avadaniya bingehê heta bi avadaniya sergehê, di qeyraneke niştîmanî de ye.

Ev qeyrana niştîmanî, bi duristî ne stewiyaye. Lê kêm-zêde heye. Stewandin û kûrdaxistina vê qeyrana heyî, bi gelemperî bi şoreşgerên wî welatî ve girêdayiye.

Ger bi kurtayî em bibêjin, li tevaya welatên li jêr desthilatdariya emperyalîst yên paşdemayî, qeyrana niştîmanî bi duristî ne stewiya be jî, heye. Ev jî dihête wateya hebûna berdewam ya rewşa şoreşê, têkelbûna nav hev ya qonaxên werarê û şoreşê, bi gotineke din, dihête wateya hebûna mercên heyber yên çalakiyên çekdarî.

Li Tirkî, ya ku welatekî li jêr desthilatdariya emperyalîst e, partiya me ya ku cenga çekdarî ya rizgariyê didomîne, li pêş ronahiya vê rastiyê, nirxandina qonaxên werar û şoreşê bi vî rengî danandiye holê:

“Pasifîstên li welatê me, ji ber ku em di qonaxa werarê de ne, dakok in li ser nebûna mercên cenga çekdarî ya di vê wardema ku em tê de ne. Ev dakokiya wan, ji bingehê de leng û şaş e. Takane amanca van ravekirinan, rûbendkirina bîrdozî ya raspartinêye.

Li welatên ku li jêr dagîrkirina emperyalîzmê ne, qonaxên werar û şoreşê wisa mîna birrekê ji hev nahêne cudakirin. Ev qonax tev di nav hev de bi cih bûne. Ji bilî vê jî, dagîrkirina emperyalîzmê dihête wateya serîlêdana çek, tundî, zorê ya aliyê dijber bi xwe. Ev jî, dihête wateya hebûna mercên heyber yên cenga çekdarî ye.

Partiya me ya ku aniha tekoşîna desthilatdariyê dide, ne di wê hêzê de ye ku desthilatê bi dest bixe û ne jî di wê qonaxê de ye. Lê di qonaxa arteşên pergalkirî de, li seranserî welêt em dikarin bibêjin ku desteserkirina rêveberiyê gengaz e. Û em, hergîz ne dadok in ku di vê qonaxê de dijîn. Em tenê ji bo gehiştina cenga şoreşgeriya gelê me ya ji bo vê qonaxê, li ser hebûna mercên cenga gerîlla em dakok in û bi vê amancê em dicengin.” (Biner, Stratejiya Şoreşê Ya Partiya Rizgariya Gelê Tirkî -THKP-, Belavoka jimare I)

Dijberiya vê nirxandina şoreşgerî, ne bes taybet bi pasifîstên welatê me ye. Ev nirxandineke derbarî dijberiya pasifîstên çepgîr yên tevaya welatên ku li jêr desthilatdariya emperyalîst hatine bipaşxistin. Kakila bûyerê ev e. Ewên ku dijberî cenga gerîlla ne (yên bigotinê erê dibêjin, tevlî yên di pratîkê de jî dijber in), tevaya pasifîstên welatên ku hatine bipaşxistin di danasîna klasîk ya Lenîn de bi hemî karîna xwe lê xwedî derdikevin, li pêş ronahiya têgehiştinên zeman û mekan ya vê bûyerê û danandina şêwazê şoreşgêrane, di nerîna wan de serguzeştî ye, anarşîzm e, fokogerî ye, û hwd.

Eger, li dûv danasîna klasîk ya Lenîn nebûna qeyraneke niştîmanî ya li welêt e.

Di vê mijarê de em nimûneyekê bidin. Li Cezayirê şoreşgerên birjûwaziya biçûk, li dijî emperyalîzma Frensayê, gava bi desthavêjtina çek cenga gelêrî didomandin, lê Partiya Kominîst a Cezayir, bi her çar destan xwe dihavêjte danasîna klasîk ya Lenîn, bigotina nebûna helûmercên objektîv yên cenga çekdarî ya rizgariya li welêt, jiyîna di qonaxa werarê de û şêwazên tekoşîna wardema werarê bingeh digirt. Wekû dihête zanîn, cenga gelêrî ya Cezayir, ne ya Partiya Kominîst a Cezayir, bi serperiştiya radîkalên birjûwa biçûk serkeftin bi dest xist. Piştî cengê, Rexnegîriya Sikreterê Partiya kominîst a Cezayirê Beşîr Hecî Elî balkêş bû.

Di vê babetê de Beşîr Hecî Elî dibêje:

“Yek ji egerên ne nirxandina rewşê bi duristî ku yekser bi bîr dihêt  jî…, di mijara pêşdeçûna rewşeke şoreşger de li rûmana nirxandinên ku me kirin. Di sermaweza 1954`an de ya ku Partiya Kominîst pê bawer bû, ji bo li darxistina cengeke netewî ya rizgariyê nebûna mercên pijiyayî yên neberhev bûn. Ji ber ku, mebi welatên kapîtalîst re cudahiya mercên peywend ku Lenîn danandibûn û bi serhildanên giştî yên digel çalakiyên leşkerî ji bîr dikir.” (Biner, Pomeroy, Cenga Gerîlla û Marksîzm, r: 320).

Belê, piştî derbasbûna keysûfesalê li xwe mikurhatina pasifîzmê!

 

BEŞÊ DUYEMÎN:

WARDEMA III. QEYRANA EMPERYALÎZMÊ Û HÊLA LENÎNÎST

I. WARDEMA III. QEYRANA EMPERYALÎZMÊ

Emperyalîzma Amerîkayê, ji duyemîn cenga parvekirinê wekû welatekî emperyalîst bi ziyaneke herî kêm û bi kareke herî mezin bi ser keft.

Digel hinardekirin û hawîrdekirina sermayê ya ji wardemên bûrî di astekî bê pîvan de, aboriya welatên dîtirî emperyalîst-kapîtalîst xist jêr desthilatdariya xwe. Li dijî cengên gel û bloka sosyalîst, zêrevaniya bloka emperyalîst da ser milên xwe. Bloka kapîtalîst ya cîhanî, di vê wardemê de, gotina ku veguheriye împeretoriya Amerîkayê dibe ku ne hele be. (2\5 Ji helberîna cîhana kapîtalîst DYA dike.)

Ev wardema ku jê re wardema sêyemîn qeyrana emperyalîzmê dihête gotin, têkiliyên emperyalîst û nakokiyên wê wekû ruxsar li ser du eniyên bingehîn tûşî guherînê bûne.

1) Milmilaneya li navbera emperyalîstan (nakokiyên dûr ji li hevkirinê) gengaziya ji nuh de rêvekirina li cenga parvekirinê ya emperyalîstan ji holê rabûye.

2) Şêwazê dagîrkirinê yê emperyalîst hatiye guhertin. (Îro li cîhanê şêweyê tam mêtingeh hema hema her wekû nemaye. Dagîrkirina eşkere cih daye dagîrkirina nepenî.)

Piştî duyemîn cenga parvekirina ser ji nuh de, cîhan derbasî serdemeke ku lêkolînerên birjûwa jê re “duyemîn şoreşa pîşeyî”, lê lêkolînerên Marksîst jî jê re serdema “şoreşa teknîk û zanistî” dibêjin.

“Îro, gumana hîç kesekî ji derbasbûna serdema bikaranîna wizeya atomî ji aliyê mirovan ve, vegirtina xweristiyê, pêşdeçûna kîmyayê, xweberiya helberînê û ya ku girêdayî bi serkeftinên bê hempa yên şoreşa teknîk û zanistiyê, tune ye.”

Li rex pêşdeçûna berbiçav ya bloka sosyalîst, emperyalîzm bi taybetî jî emperyalîzma Yankee, digel bikaranîna keşf û teknîka zanistî, bizêdekirina helberînê di hindek pîvanên diyar de, digel hêza xwe ya lêdana nukleerî -bloka cîhana sosyalîst jî xwedî van hêzan e- gehiştiye astekî ku cîhanê tune bike. (2)

(Ev “şoreşa teknîk û zanistî” li dûv vaca yekpare ya aborîzanên birjûwa ji qeyrana kapîtalîzmê re bûye derman. Belê rewş tam berovacî vê ye. “Şoreşa teknîk û zanistî” bi derxistina astê herî bilind ya nakokiyên di hinavê rejîma kapîtalîst de, derdora têkiliyên kapîtalîst ji hev derizandiye. Çirrbûna zêde ya helberînê, navendbûna sermayê, tevlîhevbûna pawangeriyên taybet digel pawangeriyên dewletê, bersivnedayîna daxwazên ne asayî, sergêjayiyeke metirsîdar afirandiye.)

Ji aliyekî ve çirrbûna sermayê di astekî metirsîdar de û navendbûna wê, li aliyê din derkeftina sêyek (1/3) a cîhanê ji derveyî çewsandina kapîtalîst, ji bo kapîtalîzmê encama tengbûna herî metirsîdar ya bazarên ji derveyî metropolan peyda kiriye.

Aha sedemê bilindbûna astê herî dawî yê qeyrana kapîtalîzmê û yê ku ew gehandiye rewşa hêzeke har û hêrişkar ev e. Ev yek nakokiyên li navbera emperyalîstan di astekî metirsîdar de tûj kiriye û kûrtir kiriye.

“Ahenga geşedana aboriya kapîtalîst, digel rewşa bazara kapîtalîst hatiye diyarkirin.”

Li seranserî cîhanê astê ku hêza lêdanê ya nukleer gehiştiyê û her wisa veguhêza bingehîn jî, hebûna bloka mezin ya cîhana sosyalîst, nakokiyên tund yên li navbera emperyalîstan ku derkeftiye astekî herî bilind ji plana aboriyê, derkeftina plana leşkerî asteng dike. Ji aliyekî ve gava nakokî tûj dibin û kûr dadikevin, ji aliyekî ve jî berew pelçîmbûn (entegrasyon)ê ve rê vedibe.

Derkeftina astê herî bilind a nakokiyên ne li hevker ya li navbera emperyalîstan, lê wekû demî, bi cenga parvekirina ji nuh de, çareserkirina van nakokiyan û wekû ji naçarî çûna wan a pelçîmbûnê dihête wateya derbasbûna qonaxa herî bikuj ya kapîtalîzmê.

Îro emperyalîzma Yankee tam di nav qeyranekê de ye. Belê di ew salên bi dûv cenga parvekirina ser ji nuh ya duyemîn de, emperyalîzma Yankee ya ku dostên xwe yên Awrûpî û Japonî xistine bin kontroleke giştî ya aborî, demeke dirêj kariye `ewlehiya` aboriya xwe bidomîne û demeke dirêj daxwazên xwe yên siyasî û aborî li ser wan ferz kiriye.

Di cîhana sermayedar de, bêyî bihête guhertin dolar wekû take dirav maye.

Lê yasaya pêşdeçûna yeknesan ya sermayê di hidurê vê demê de xebitiye û emperyalîzma Awrûpa û hem jî ya Japon gehiştiye rewşa ku gefan li desthilatdariya Amerîkayê bixwe. Aboriya Amerîkayê -digel xebitîna yasayên sermayedariyê-, di van deh salên dawî de keftiye nav qeyraneke durist û di van salên dawî de, gehiştiye astê herî bilind yê qeyranê. Qeyrana di aboriya Amerîkayê de, bi pileyeke wisa zêde bûye ku Yankeeyan destnedana dolarê efsanewî, bê dilê xwe -piştî derengxistina bi du salan-, têk birin. Di sala 1969`an de, Amerîkayê diviyabû dolarê xwe dabezandaya, lê du salan dostên xwe naçar kir û ji bilî hindek tawîzan nekariye encameke erênî bigre û di sala 1971`an de dolar dabezand.

Heger, taybetmendiya sêyemîn wardema ku me diyar kir nebaya, Yankeeyan, bi tawîzên dostên xwe bêyî qayîl bibin, ji bo çareserkirina bazarê, dê bi riya çekan li çareseriyê bigeryana. (Her wisa dê bi berekî du çûk anîbana xwarê. Ji ber ku her wisa ceng, dermanekî nexweşiya têrênekirina daxwazên sermayedariyê ye.) Lê hebûna bloka sosyalîst a cîhanî, her wiha astê pêşdeçûna mezin ya gehiştina teknîkê û her wisa siyasetên bi vî rengî, bi bîr dixin ku dihête wateya dawîhanîna xwe jî.

(Di navbera çînên kedkar yên li bajarên mezin û li mêtingehan bidestxistina prestîja ne asayî ya sosyalîzmê ya di vê wardemê de divêt bihête berçavkirin. Ev faktor jî gelekî girîng e.)

Di vê wardemê de, tengbûna li astekî herî bilind ya bazarên navxweyî û dereke yên emperyalîzmê, her wisa li hemberî ser ji nuh de çareserkirina arîşeyê bi cenga parvekirinê, bi giştî emperyalîzm û bi taybetî jî emperyalîzma Yankee li hindur û li derve serî li du azînan daye. Di hindur de aboriya xwe kiriye leşkerî, li derve jî, zêdebarî azîna xwe ya kevne-mêtingeriyê, dest bi mêtingeriya nuh kiriye.

Wekû dihête zanîn, bazara navxweyî bi zêdekirina rencderiyê ya takekesên kedkar ve gengaz e. Lê di dahatiya durist ya cemawerê xebatkar de, digel bilindbûnên berbiçav, bazara navxweyî dikare berfireh bibe. Belê ev yek, digel sruştiya kapîtalîzmê nagonce. Bezîna li dûv kara zêde sruştiya durist ya pawangeriyê ye. Çirrbûna sermayê, navendbûna wê, di civaka kapîtalîst de encama kêmbûna dahatiyên rastîn yên karker û kedkaran diafirîne. Ji sala 1952`an ve, dahatiya rastîn ya proleteryaya Amerîkayê berdewam sernişîv bûye.

Li hemberî tengbûna bazara navxweyî, formula ku Yankeeyan ji bo kêmketina daxwazan dozî, formila hîn bêhtir leşkerîkirina aborî ye. (3) (Jiyanê îro daye xuyakirin ku ev formil jî dê nikaribe kapîtalîzmê riha bike).

Berfirehbûna ne asayî ya sermayê û navendbûna wê, kapîtalîzma pawanger, bi wateya xwe ya rastîn veguherandiye dewleta kapîtalîst ya pawanger. (4) Ev jî dihête wateya têkelbûna hêza pawanan ya digel hêza dewletê wekû veguherîna mekanîzmayeke takane.

(Wekû dihête zanîn Lenîn, qonaxa kapîtalîzma dewletê ya pawanger wekû qonaxa herî stewiyayî ya mercên berbiçav yên têperbîna sosyalîzmê dide xuyakirin. Ango nakokiyên li hevneker gehiştine sînorê herî dawî.)

Emperyalîzma Yankee ya ku bi pileyeke herî bilind aboriya xwe militarize kiriye, wekû derencama sruştî ya vê rewşê hêrişkariya xwe, harbûna xwe di astekî herî metirsîdar de li seranserî cîhanê zêde kiriye, Pentangon ji aliyekî ve digel plangeriyên xwe yên bi riya CIA re, li welatên mêtingeh û nîv-mêtingeh, bi rakirina demokrasiyên şanowarî ji bo refikan, gava damezrandina rejîmên militarist pêk dihanî, ji aliyekî din ve, ji bo ew welatên ku cenga rizgariya niştîmanî li wan dihête birêvebirin veguherîne dojistanê, hemî hêzên xwe seferber kiriye.

Emperyalîzm gavadi plana stratejîk dedirûxe, espiriya zêdekirina hêz û hêrişkariya xwe ya di plana tektîk de ev e.

Di serdema “teknîk û zanistiyê” de, ji ber tengavbûna bazara kapîtaîzma nêvnetewî, bi amanca têperkirina wekû demî ya qeyrana xwe ku gehiştiye astekî herî metirsîdar, me gotibû ku li derve, di azînên xwe yên çewsandina berê de guherîn pêkanîne. (Ev, bi wateya ku dev ji azînên xwe yên berê berdaye divêt nehête nirxandin. Îro, her du şêwe bi hev re dixebitin. Lê giranî di şewêyên nuh de ye.)

Li ser vê babeta ku bi yekemîn pileyê bi pratîka me ve peywendîdar e, em bi berfirehî rawestin.

Di wardemên yekemîn û duyemîn qeyrana giştî ya bazarên kapîtalîzma nêvnetewî de, wekû di wardema sêyemîn de bi duristî nehatibû tengavkirin. Wekû berê jî me dabû xuyakirin, çirrbûna teknolojî û ya sermayê jî, navendbûna wan ne di vî astî de bû. Ji ber vê çendê, kapîtalîzma nêvnetewî, digel hawîrdekirin û  hinardekirina tiştan bo welatên mêtingeh û hinardekirina sermayeya peşîn, dikarî arîşeya xwe ya bazarê çareser bike. Ji bo wê cîhan hinde biçûk bûye (bazar tengbûne) û kêmbûna daxwaziyan negehiştibû asta metirsîdar ya îroyîn. Ji vî aliyî ve, wekû arîşeyeke emperyalîzmê ya berfirehkirina bazarê, li welatên mêtingeh tunebû. Digel paraztina rewşa heyî -bi pîvanên diyar feodalîzma pê ve girêdayî dihat ji hevxistin, birjûwaziya komprador hatibû afirandin-, emperyalîzma ku bi feodalîzmê re li hev dikir, çewsandina xwe bi asanî didomand.

Li dijî feodalîzmê, gelê ku bi çovê feodalîtê dihate çewsandin, bi taybetî gundiyên ku pir-hindik di statûya kirmanciyê de bûn -nakokî pir tûj e-, tekoşîna şoreşgerên proleter ya ku rêxistinên serhildanê û peqînên nagehan, rêveberiya serkeftî ya komprador -birjûwa- feodal – desthilata navendî ya lewaz- gava bikeve rewşa ku nikaribe asteng bike -û gelek caran di pratîkê de wisa bû- dagîrkeriya emperyalîst rengê xwe yê eşkere werdigirt. Ji xwe li van welatan, dewletên emperyalîst, ji bo bikarin karên xwe yên bazarganiyê li jêr ewlehiyê bigrin û ji bo astengkirina destdirêjiya li ser bazarên xwe ji aliyê welatên dîtîrî emperyalêst ve, li cihên stratejîk, bi taybetî jî li benderan û li navendên ragehandinê, digel bicihkirina leşkerên xwe, kontrola kirdar di dest xwe de digirtin. (Ji xwe rewşa kirdar ya emperyalîzmê li navendên stratejîk yên welêt hebû.)

Lê di sêyemîn wardema qeyranê de, di têkiliyên li navbera emperyalstan de guherîn pêk hatine.

Ya duyemîn jî, firehbûn û gehiştina astekî herî bilind ya sermayeya li bajarên mezin “kêmbûna daxwaziyan” ku navendbûn pêkaniye û bi taybetî jî piştî duyemîn cenga parvekirina ji nuh de dorpêçkirina layenên netewperwer û antî-emperyalîst, emperyalîzmê ji neçarî di azînên xwe yên çewsandinê de guherîn pêkaniye. Evan guherînan, azînên ji bo veşartina rûçikê kirêt yê emperyalîzmê û her wisa, bi amanca berfirehkirina bazara li welatên mêtingeh yên mêtingeriya-nuh in.

Di bingeha azînên mêtingeriya nuh de, bi şêweyekî ku ji siyaseta çewsandinê re bibe bersiva çavbirsîtiya pawangerên emperyalîst, derencama berfirehkirina bazara metayê li welatên mêtingeh, serwerbûna helberînê li van welatan bi şêweyê “ji jor berew jêr ya kapîtalîzmê -Mêtingeriya nihênî ya Amerîkayê-(1*)” peyda kiriye.

“Şoreşa demokratîk ya ji jor berew jêr ve”, bi şêweyekî berbiçav pêkhatiye; di avadaniya sergehê de, bi gelemperî, digel paraztina têkiliyên feodal (digel berdewamkirina çewsandina feodal ya kedê, gava bîrdoziyên feodal dihatin paraztin), di avadaniya bingehê de wekû hêmaneke serwer kapîtalîzm bi cih bûye (Ji bo bazarê berhemhênan).

Ev jî li van welatan, dihête wteya damezrandina pîşêsaziya sivik û navîn û her wisa pêkhatina birjûwaziya pawanger ya xwecihî (wekû hevpeymanê herî sereke yê emperyalîzmê) û pêşkeftina wê. Lê birjûwaziya pawanger-xwecihî ya berew pêş, ne bi dînamîka navxweyî, di destpêkê de bi emperyalîzmê ve pelçîmbûyî bi pêş keftiye.

Her wisa, di wardema yekemîn û duyemîn qeyranê de, emperyalîzma ku ji bo van welatan tiştekî veder bû, di vê wardemê de her wisa veguheriye rewşa tiştekî navxweyî. (5) (Rastiya Dagîrkirina Nihênî) -Mêtingeriya Nihênî-(2*)

Azîna pêkanîna mêtingeriya nuh ya emperyalîzmê ku li silal me dabû xuyakirin, gelekî bi kurtayî em binirxînin.

Emperyalîzma Yankee, bi taybetî piştî 1946`an azîna xwe ya mêtingeriya-nuh bi pêş xist. Û ev siyaseta xwe ya mêtingeriya-nuh, bi doktrînên Trûman, Marshall û bi peymanên leşkerî, bi peymanên du-qolî amade kir.

Bingeha vê siyasetê, ji bo hîna bêhtir têrkirina arîşeyên emperyalîzmê ku derkeftine astê herî bilind û bêyî rêdana cenga netewî bêhtir xwedî pergal be, bi xerciyeke kêmtir ya ku gengaziyên bazara berfirehtir pêk dihêne, rê li ber xwe vedike.  Azîna wê ya herî bingehîn, guhertina di rêkûpêkiya hinardekirin û hawîrdekirina sermayê de ye. Di nav navgînên sermayê de yeksaneyeke taze hatiye afirandin. Wisa ku, hinardekirina sermayeya peşîn ya berî cengê, mîna navê sermayê, mafê patentê, parçeyên alîkar, agahiyên teknîkî, navgînên teknîkî û hwd., cihgirtina cihekî berfirehtir ji navgînên xwe yên dîtir, di wardema piştî cengê de bi taybetî piştî 1960`an ev tevger berovacî bûye, sermayeya ji derveyî hinardeya sermayeya peşîn, ew navgînên ku li silal me dane xuyakirin girantir hatine.

Îro, li welatên ku hatine bipaşxistin, yeksanebûna sermayeya peşînde ya bîgane, li dûv yeksaneya sermayeya peşînde ya xwecihî bi gelekî kêmtir e, lê, bi derve re misoger girêdayî gelek damûdezgehên pîşesaziyê hene. (Bo nimûne pîşêsaziya oto) Hindek saziyên pîşeyî yên bingehîn ji sedî sed bi derve ve girêdayî dihêne damezrandin û bi van ve girêdayî gelek pîşesasaziyên sivik û navîn dihêne bipêşxistin. (6) (Lê di bingeha van damûdezgehên pîşesazî de, navgînên ji derveyî sermayeya peşînde ya sermayeya bîgane xuya dibin.)

Ev azîna mêtingeriya-nuh ku bi kurtayî me anî zimên, ji aliyekî ve derencama binecihbûna emperyalîzmê bi duristî ya li van welatan e (ango emperyalîzm ne bi tenê sedemek dereke ye, her wisa bûyîna wê wekû sedemek navxweyî) gava peyda dike, ji aliyekî din ve, li welatên ku bi paş de hatine hiştin, li dûv wardemên bûrî, wekû zêdebarî -li dûv wardema mêtingeriya kevn ku feodalîzm serdest bû- di pîvanên diyar de, digel hevahengiya berfirehbûna bazarê, helberîna civakî û xweşiyeke nîvçe zêdekiriye.

Wekû derencama vê çendê, nakokiyên navxweyî yên welatên ku hatine vehiştin her wekû nerm bûne (li dûv wardema feodal), di navbera Peymana çînên serdest(olîgarşî) û karvedana cemawer ya li dijî rêveberiyê de ahengeke çêkirî hatiye damezrandin. Ji ber ku dagîrkirina emperyalîst dihête veşartin -emperyalîzm her wisa ji ber ku keftiye rewşa sedemeke hinavî-, karvedana cemawer ya netewperestî, girjbûna li hember gawir hatiye nutrolîzekirin. Navgîna dewleta navend, li dûv wardema rabûrî pir xurtbûye û digel berçavkirina cenga navxweyî ya şoreşger, projeyên hevpeymaniyê, li hevkirinên duqolî û têkiliyên peymana leşkerî navgîna dewleta olîgarşîk hatiye milîtarîzekirin. (Alîkariyên emperyalîst 3\4`an ji alîkariyên leşkerî pêk dihên).

Digel hevahengiya berfirehbûna bazara navxweyî ya li welêt bajarvanî, gehandin û ragehandin gelekî bi pêş de çûye û mîna torekê welat dorpêç kiriye.

Wekû demên berê kontrola feodal ya lawaz ya li ser gel -rewşa li kar ya emperyalîzmê ne li seranserî welêt, li navendên bazereganî û li ser ragehandina giştî bû- cihê xwe, ji bo desthilata dewleta olîgarşîk ya gelekî bi hêztir hiştiye. Arteşa dewleta olîgarşîk, bi polîs û bi hemî şêwe-navgînên xwe yên propaganda û pasifikasyonê li seranserî welêt serweriya xwe damezrandiye.

Her wisa bi rengekî ku digel serdemên I. II. qeyrana giştî nahête beranber kirin, emperyalîzmê û olîgarşiyê li van welatan bilindkirina astê navgînên wan yên propaganda bi şêweyekî herî berfireh, pêşxistina azînên pasîfîkasyonê û ezmoniyên wan yên ku ji serdemên rabûrî yên cengên netewî bidestxistine jî divêt bihêne zêdekirin.

Êdî navgîna dewleta olîgarşîk ya li welatên ku hatine vehiştin, -Ji ber ku kapîtalîzma li welêt bi tevgera navxweyî bi pêş de neçûye ku em jê re têkiliyên helberîna emperyalîst bibêjin wê ne şaş be- ji bo demeke dirêj gehiştiye astê paraztina têkiliyên heyî yên helberînê, girseyên gel yên li van welatan, bi taybetî jî sistkirina karvedana cemawerê kedkar, di navbera van dengvedanan û olîgarşî de yeksaneyeke xav (sûnî denge) hatiye damezrandin. (Ev rewş, li van welatan egerê hebûna paîfîzmê û rewîzyonîzmê pêk dihêne)

II. SERDESTIYA OLÎGARŞÎK

Rêveberiya li welatên emperyalîst-kapîtalîst ku di şoreşa pîşesaziyê re derbasbûne jî, rêveberiya li welatên ku hatine vehiştin jî rêveberiyên olîgarşîk in. Lê, kapîtalîzma li welatên emperyalîst-kapîtalîst ne bi şêweyekî paşverû (ne ji jor ber bi jêr ve), bi wateya xwe ya şoreşger, bi şiyana xwe ya hinavî bi pêş keftiye û niştecih bûye. Lewra, têkiliyên birjûwaziya demokratîk ne tenê di bingehê de, di sergehê de jî serweriya xwe durist kiriye û têkiliyên feodal hatine têkbirin. Lê, di serdema pawangeriyê de, kapîtalîzmê rikaberiya serbest, prensîbên nîjadperestiyê û rêveberiya demokratîk li hêlekê daniye û li şûna wan pawan, serdestiya olîgarşîk û kozmopolîtîzm binecih kiriye.

Lê, di serdemên bûrî de cemawerê kedkar û proleterya, bi tekoşîna xwe ya demdirêj û xwînayî, gehiştine mafên xwe yên demokratîk û azadiyên xwe. Çînên kedkar hem wekû bijarde, hem wekû jimarde jî bi hêz in. Ji ber vê çendê ye ku olîgarşiya li van welatan, heta bi astekî diyar dikare demokrasiya birjûwazî ya klasîk û azadiyên wan sînordar bike, lê, hergîz dest dirêjî kakila wê nake. Naveroka olîgarşiya li van welatan olîgarşiya fînans e.

Serdestiya olîgarşîk ya li welatên mîna me jî, tenê durvê kapîtala fînans helnagire. Ji ber ku kapîtalîzma li welêt, digel tevgera xwe ya navxweyî, lewra ji jor berew jêr hatiye bipêşxistin. Lewra, birjûwaziya pawanger ya xwecihî, hêj di serî de, di rewşa xwe ya nimam(derxik)bûnê de bi emperyalîzmê ve pelçîmbûyî geş bûye. (ji ber ku emperyalîzm di nav vê olîgarşiyê de derbasî rewşeke hinavî bûye).

Lê, ev birjûwaziya pawanger ya ku bi pêş de çûye, bi tena serê xwe, bi domandina  hevpeymaniya xwe ya digel emperyalzmê, hêza xwe ya paraztina têkiliyên berhemanînê tune.  Lewra, bi birjûwaziya çandiniyê û bi bermayiyên feodalîzmê re ku girêdayî pawangerên xwecihî û dereke ne, ji neçarî rêveberiyê parvedike.

Di nav rêveberiya olîgarşîk de, birjûwaziya hevkar-pawanger, digel ku palpiştiya wê ya bingehîn ji emperyalîzmê ye, ne çîna takane ya xwecihî ye ku têkiliyên xwe yên helberînê diparêze.

Rêveberiya olîgarşîk ya li welatên mîna me, bi rêveberiyeke tam zordarane, bêyî hebûna azadî û mafên demokratîk yên proleterya û cemawerê kedkar, dikarin bi asanî welêt birêve bibin. Em dikarin ji vî şêweyî re faşîzma renge-mêtingeh jî bibêjin. Ev rêveberî, yan bi demokrasiya birjûwazî ya klasîk re ku ji dûr û ji nêz de têkiliyên xwe tune, “her wekû demokrasî ye” bi rê ve diçe (faşîzma nihênî), yan jî, bêyî pûtepêkirina bi demokrasiya helbijartinan ya ku li ber çavan bi rê ve diçe. Lê, ev rêvebirina li ber çavan ne domdar e. Bi gelemperî ev rêveberî, gava serê deziyê ji dest derdikeve, serî li azîneke wisa dide.

III. HÊLA ŞOREŞGER Û REWIZYONÎZM

Me, durvê wardema sêyemîn qeyrana giştî û cudahiya wardemên dîtirî qeyranên giştî yên emperyalîzmê bi kurtayî da xuyakirin.

Di vê serdemê de, di çepgîriyê de rewîzyonîzm û oportunîzm bi du rengan derkeftine holê.

Yekem; bi temaşekirina taybetmendiyên heyî yên vê serdemê, bi armanca pûçkirinê, digel dakokiya li ser netêperbûna dema tezên Lenînîzmê yên xweristî ku wekû sîstemekê heta bi rûxîna emperyalîzmê dê bidomin, teoriyên şoreşa pasîfîst ya aştiyane dihavêjin holê.

Lê naveroka emperyalîzmê nehatiye guhertin. Ya hatiye guhertin rûxsarê çewsandin û têkiliyên li navbera emperyalîstan e. Ji ber vê çendê, tezên xweristî yên Lenînîzmê ku Marksîszma wardema emperyalîst e, wekû sîstem heta birûxîna emperyalîzmê re têper e.

Hêla duyemîn ya şêweyê çaksaziya civakî, bêyî baldana şêweyê çewsandin û têkiliyên veguher yên emperyalîzmê, teoriyê ne wekû rêhbereke çalakiyê, bi duristî mîna dogmayekê dibîne. Li dûv nerîna wan, tevgera çekdarî nabe şêweyê propagandaya tekoşîna bingehîn. Di Lenînîzmê de şêweyekî wisa yê propagandayê tune. Propagandaya çekdarî ne rêçikek rêxistinkirinêye. Nirxandina bi vî rengî, di devê tivingê re nerîna li her tiştî ye, û her wisa…

Em hinekî li ser vê mijarê rawestin.

Wekû dihête zanîn, Marks û Engels, di duyemîn nîvê sedsala 19`an de gotibûn; ji bo tekoşîna proleterya û ya birjûwazî derbasî qonaxeke pêştir bibe, û hwd, ji bo li darkeftina yekemîn şoreşa proleter ya cîhanê, bi rûdana cengeke xweristî ya li navbera kapîtalîstan gengaz e. (Binerin, Şoreşa Bênavebirr-I).

Di serdema emperyalîst de, ev çavdêriya bîrewerane, Lenîn û Bolşewîkan bi baldarî wergirtin û yekemîn şoreşa cîhanê li darxistin.

Hîna di 1900`an de, Lenîn (Berî nivîsîna pertûka Emperyalîzm`ê bi gelekî) di encama berfirehbûna ne yeksaneya zagona kapîtalîzmê de, wekû ji neçarî dê cî bi cî li navbera emperyalîstan cengek derbikeve û ev jî, li Rûsyayê ku xeleka herî lawaz ya kapîtalîzmê ye, dê rê li ber şoreşê veke, gotibû. Li dûv pêşbîniya Lenîn, di bingeha şêweyê şoreşê de, di encama nakokiyên li navbera emperyalîstan de, nerîna misoger ya derbasbûna plana leşkerî heye. (Binerin, Şoreşa Bênavebirr-I û Prensîbên Lenînîzmê).

Wekû dihête zanîn, di yekemîn cenga xweristê ya li navbera emperyalîstan, di vê qonaxa serûbin bûyî de, bizava proleteryaya cîhanê pêşdeçûneke mezin kiriye û şeşek(1\6)a cîhanê bûye sosyalîst. Di encama qonaxa serûbinkirina duyemîn cenga xweristê ya emperyalîst de jî, sêyek(1\3)a cîhanê bûye sosyalîst û sosyalîzm li seranserî cîhanê bûye xwedî prestîjeke mezin.

Piştî duyemîn cenga xweristê, kapîtalîzm derbasî serdema qeyraneke nuh bûye. Di vê serdemê de, rûdana cengê ya derencama nakokiyên li navbera emperyalîstan ne gengaz e. (Ji ber egerên ku berê me dabûn xuyakirin).

Şoreşa Kûbayê, bi şêweyê xebata xwe, bişopandina rêçika xwe, derencama taybetmendiyên vê serdema mêjûyî ye. Bigotinek din, ev, derencama bikaranîna pratîka serdema mêjûyî ya Marksîzm-Lenînîzm`ê ye. (Ji bilî şoreşa proleter ya Kûbayê tevaya şoreşan, di nav serûbinbûna her du cengên xweristê de bûne).

Ji ber ku şêweyê tekoşînê li ser bingeha propaganda çekdarî ye û her wisa cenga serperiştên şoreşger yên gel e, tezên xweristî yên Marsîzm-Lenînzm`ê yên ku derencama bikaranîna rewşa mêjûyî ya heyber derketine holê, li tevaya welatên li jêr desthilata emperyalîst hêla Bolşewîkan ya şoreşgerên proleter e.

Belê, partiya me ya ku propagandaya çekdarî bingeh girtiye û bi cenga xwe ya pêşrew bi layengîrkirina cemawerê kedkar bo şoreşê, bi tekoşîna şoreşgêrî gehiştina serkeftinê ya bi cengeke gelêrî destnîşan kiriye, bi rêhberiya Marksîzm-Lenînîzm`ê nakokî û têkiliyên rewşa mêjûyî yên heyî û li ber ronahiya kartêkirinên van nakokiyan, ev destnîşan kiriye.

Pasîfîstên çi li welatê me, çi jî li dinyayê, wergirtina şêweyê şerê propagandaya çekdarî wekû bingeh, ji bo tekoşîna rêxistinên şoreşger ku bi cenga pêşrewiyê rabûne, dixwazin bibêjin ku; “ev pevçûna komek mirovan e ya bi çînên serdest re ye. Ev hêla anarşîzmê, ya narodnîzmê ye, di Lenîn de şêweyekî wisa yê pevçûnê tune. Nêzîkatiya li arîşeyê ya bi vî rengî di devê tivingê re nerîna li her tiştî ye.., û her wisa..” dibêjin. Ew bi xwe eva ku ji bo raspartinê ji bilî nixumandina bîrdozî ku ne tiştekî din e, aliyekî ciddî yên van dakokiyan ku bihête berçavkirin tune ye.

Em vê yekê bibêjin ku di vê wardemê de şoreş bûye. Û yên ku ev şoreş kirine, bi şêweyê pevçûnê li ser bingeha propagandaya çekdarî xebitîne û bi cenga pêşrewiyê dest pê kirine. Ew bizavên şoreşger ku ev rewşa mêjûyî, ev şêweyê xebata Lenînîst kirine bingeh, îro li herêmên çolter yên cîhanê dastana rizgariya gelan dinîvîsin. Yên pasîfîst jî, çi li cîhanê, çi jî li welatê me wekû komikek dûvelankên çepgîriya olîgarşî û emperyalîzmê, dijberî ewên ku dastana rizgariyê li dijî emperyalîzmê bi xwîn û agir dinîvîsin, daberheva gotinan dikin.

Ji bo ev pasîfîstên ku dibêjin; di Lenîn de ev şêwe pevçûn tune, bersiva herî baş Lenîn dide.

Em gotinê ji Lenîn re bihêlin:

“Marksîzm, ji bo arîşeyên bi şêweyên pevçûnan lêkolîneke xwerû ya mêjûyî pêdivî dibîne. Nirxandina vê arîşeyê ji rewşa heyber ya mêjûyî cuda, dide xuyakirin ku bingehên heyberî yên diyalektîkê li dûv daxwazê nehatine têgehiştin. Di qonaxên ji hev cuda yên werara aborî de, bi guherînên helûmercên zindî yên siyasî-netewî -çandî ve girêdayî, şêweyên tekoşînên ji hev cuda derdikevin holê, evana dibin şêweyên pevçûnên sereke; her bi van ve peywendîdar bi pileya duyemîn, şêweyên tekoşîna encamber jî vediguhêre.” (Lenîn)

Belê, di rewşa rûdana mêjûyî ya heyber de (di sêyemîn wardema qeyrana emperyalîzmê de) û her wisa di qonaxên ji hev cuda yên (emperyalîzmê) werara aborî de, bêyî berçavkirina guherînên di helûmercên zindî yên siyasî-netewî-çandî de, ewên ku şêweyên xebata mekanîk, dûr ji praktîkê, dûr ji berhemên Marks, Engels, Lenîn û Mao destnîşan dikin, dibe ku marksolog(geveze)nî baş bin, lê hergîz nikarin bibin şoreşgerên proleter.

Cudahiya bingehîn ya li navbera hêla şoreşger û her şêweyê oportunîzmê, di bijartina şêweyên tekoşîna bingehîn de derdikeve holê. Wekû dihête zanîn, tekoşîna şoreşgerî ya proleter ku li dijî çînên desthilat dihête birêvebirin pir-alî ye. Ev pir-alî di lîteratorê de li jêr du sernavên bingehîn kom dibin:

a) Azînên tekoşîna aştiyane (nayê wateya li hevkirinê)

b) Azînên tevgera çekdarî.

Li welatên ku di dorpêça emperyalîzmê de ne, li hemberî emperyalîzm û olîgarşiyê dê tekoşîneke çawa bihête dayîn? Yeksaneya çêkirî ya li navbera dijberî û diltengiya gel ya digel olîgarşiyê li ser bingeha kîjan şêweyê tekoşînê dê têk biçe? Ji bo kêşana gel bo rêzên şoreşê, wekû bingeh emê kîjan azînê helbijêrin? Navgîna sereke ya kampanyayeke berfireh ji bo eşkerekirina rastiyên siyasetê, dê bi kîjan şêweyê tekoşînê be?

Belê, pîvana bingehîn ya ku hêla şoreşgeriyê ji hêla oportunist, gotgotên siyasî-bîrdozî “ortodoks” cuda dike di vir de ye.

Ji bo tekoşîna şoreşgerî, di vê wardema em tê de dijîn, qonaxên şoreş û werarê ku bi xetên misoger ji hev cuda dike, bersiva vê pirsê ya pasîfîzm û rewîzyonîzma nêvnetewî ev e: (Cudahiyên di navbera wan de çi dibin bila bibin, ji bingeh girtina bajaran heta bi bingeh girtina çolteran.)

“Derbasbûna nav cemawer, li derdora pêdiviyên lezgîn yên cemawer, rêxistinkirina cemawer, xistina nav çalakiyan û digel birina têgehiştinê ya siyasî, rêxistinkirina cemawer, ango, li derdora maf û daxwazên demokratîk û aborî yên cemawerê kedkar, rêxistinkirina cemawer û arastekirin bo amanca siyasî.”

Li tevaya welatên ku hatine vehiştin, bikarnehanîna maf û azadiyên demokratîk -rakirina ser refikan-, bigotinek hîna rasttir, ji aliyê olîgarşî ve “destûr” nedana bikaranînê, digel arteşa wî, polîsê wî û hêzên wî yên mayî, li hember cemawerê kedkar şopandina siyaseta tenkîleke xurt, rêxistinên ku dixwazin bi vî şêweyê “xebata cemawerî” ya klasîk, tekoşîna aborî û demokratîk, tekoşîna polîtîk veguherînin, li hemberî hêz û serdestiya leşkerî ya dijmin dê lawaz bibin, di pêvajoyê de jî dê ber bi rastgîriyê ve bişemitin.

Ev rê “li şûna têkbirina yeksaneya çêkirî ya ku li navbera zordariya olîgarşîk û daxwazên gel heye, dê bide domandin.” (Che)

Belê, dê bide domandin. Helbet, çûyîna di vê rêyê de jî dê her wekû hindek pêşdeçûn jî dê hebin. Lê, berevanên vê rêyê, her ku here di destpêkê de xwedî durvên şervanan bin jî, dê vî durvê xwe winda bikin, beyar bimînin û her ku here dê berew birokratbûnê ve biçin. Kakila şoreşgerî ya ku hatiye windakirin û her wisa çar-pênc kedkarên ku hatine pasîfîzekirin; aha rêya vê nerînê gava bihête asankirin, ev e. (7)

Rêxistinên ku ev şêweyê tekoşînê bingeh girtine, wirde wirde dê bikevin himbêza şoreşgerên netewperest û wisa diramin ku ev rêberiya wan dê azadî û mafên demokratîk pêk werîne û di rewşek wisa de, dê li derdora tekoşîna aborî û demokratîk cemawer birêxistin bikin û têbigehînin.

Bo nimûne, koma (x) ya li welatê me, li derdora navgîneke weşanê ya ku rastiyên siyasî eşkere dike dê kom bibin, her wiha li gargeh û deverên wisa dê binecih bibin, biderbasbûna nav cemawerê demokratîk û aborî, bi destpêkirina ji vir gava dixwazin berê cemawer bidin nav rêzên şoreşê, ango, gava şêweyê tekoşîneke wisa bingeh werdigrin, li aliyekî din ji bo rêxistinên xwe bi amanca bidestxistina diravan bi du-sê şelandinan rabûne û yek-du sabotaj û bitevgera kuştinê rabûne. (Lê bikaranîna ev çalakiyên çekdarî ne propegandaya çekdarî ye.)

Û koma (x) ya ku di nav vî şêweyê xebatê de ye hemî hêviyên xwe bi cûntayeke şoreşger-netewperest ve girêdabû. Ji ber ku ev cûnta, dê destûra bingehîn ya 27 Gulanê li kara bixe, dê her du xalên 141-142`yan rake û ji bo şêweyê tekoşîna ku bingeh wergirtibûn dê rewşeke goncayî afirandibaya.

Nerîna Şoreşgerî

Azîna tekoşîna bingehîn ya têkbirina yeksaneya çêkirî ku di navbera olîgarşî û li dijî desthilatê diltengî û bi gelemperî dijberiya gel ya netêgihiştî de hatiye damezrandin, propagandaya çekdarî ye.

Tekoşîna cemawerê kedkar ya demokratîk û aborî, ji aliyê zordariya olîgarşîk ve -dixwaze bila di rewşa nûneriyê de be- li van welatên ku dorpêça veşartî heye, desteserkirina arteş, polîs û hw. yên desthilata navendî bi rêya terorê, xuyabûna mîna “dêw”ekî xurt di çavên girseyên gel de, azîna tekoşîna bingehîn di danandina têkiliyên bi cemawer re, bi kampanyayeke berfireh eşkerekirina rastiyên siyasî ji bo cemawer û qezenckirina wan bo rêzên şoreşê, propagandaya çekdarî ye.

Propagandaya çekdarî, ne leşkerî, tekoşîna siyasî ye. Ne takekesî, şêweyê tekoşîna cemawerî ye. Wate propagandaya çekdarî, wekû pasîfîst dakokiyê dikin, hergîz ne teorîzm e. Wekû amanc û rûxsar ji terorîzma takekesî cuda ye.

Propagandaya çekdarî, ji stratejiyeke şoreşgerî ya diyar, ji bo cemawerê kedkar ku bi dest têne girtin û bi çav têne dîtin, ji çalakiyên heyber û berbiçav, bo neyberiyê diçe. Bieşkerekirina rastiyên siyasî li derdora rûdanên heyî cemawer têdighîne, amanca siyasî pîşanî wan dike. Propagandaya çekdarî, diltengiya gel ya heyî li dijî desthilatê tevradike, wan ji bin bandora heyî ya mêjîşûştina emperyalîst riha dike. Pêşî cemawer dihejîne, paşê jî têdighîne. Dide xuyakirin ku desthilata navendî wek dihête dîtin ne bi hêz e, berî her tiştî bi çavtirsandinê, bi fort û demagojiyê hêza xwe dide xuyakirin.

Propagandaya çekdarî, berî her tiştî, bala cemawerê ku bi dûv jiyara xwe ya rojane û hw. de ketiye û bi weşanên emperyalîst ve hatiye girêdan, “hêvî”yên xwe bi partiyeke pergalê ve girêdaye, dikşîne ser bizava şoreşê, bi cemawerê ku hatiye tevizandin, hatiye pasîfîzekirin re, livînê peyda dike.

Di wardema destpêkê de, digel bandora (weşana oportunîst jî di nav de) propagandaya rastgîr ya çirr, dudilî û şerpezetiya bi cemawer re, li hemberî bizava şoreşê her ku diçe ber bi dilxweşiyê û li hemberî çalakiyan bidanandina rûbenda xwe ya “dadwerî”yê li aliyekî, bi dîtina rûyê kirêtî olîgarşiya ku bizêdekirina tundî û terora li ser gel ya bi şêweyekî nedîtî, vediguhere cihê diltengiyê.

Rêxistina ku propagandaya çekdarî bingeh digre, her dihere dibe takane çavkaniya hêviyên tepeseran. Ji aliyekî ve bêkarî û buhayî ku diltengiya gel digehîne astekî herî bilind, olîgarşiya ku hemî mafên demokratîk yên gel danadiye ser refikan û bizêdekirina teror û zordariya xwe ya li hember propagandaya çekdarî, di serî de rewşenbîr di nerîna tevaya gel de, tûşî bênirxiyê dibe. Partiya ku cenga gerîlla bi şêweyekî serkeftî bi rê ve dibe, pêşî aliyê hişyar yê gelê ku di bin bandora hindek fraksiyonên çepgîr yên oportunist de mane dê li derdora xwe kom bike û di pêvajoyê de dê mijoxwerên çepgîr paqij bike.  Kesên ku ji aliyê pasîfîstan ve mêjiyê wan hatiye şêlûkirin -karker, gundi, xwendevan-, di pêvajoyê de dê li derdora propagandaya çekdarî kom bibin. Wate Propagandaya çekdarî pêşî dê çeprewiyê kom bike. Kesên cihê baweriyê ku di destpêkê de li bin bandora hindek layengiran de mane dê li derdora yek stratejiyê kom bibin.

Propagandaya çekdarî, bi cenga şar û çolteran di nav xwe de cenga derûnî û ya ji hevxistinê dibanîne.

Berçavkirina rûxsarê tekoşîna bingehîn ya bi vî şêweyî, helbet nayê wateya paşguhkirina rûxsarên dîtirî tekoşînê. Rêxistina ku propagandaya çekdarî ji xwe re kiriye bingeh, rûxsarên dîtirî tekoşînê jî li dûv şiyana xwe berçav dike. Lê rûxsarên dîtirî tekoşînê paşkok in. Propagandaya çekdarî, rûxsarê bingehîn yê tekoşînê ye. Ev nayê wateya ku dê temaşevaniya tevgerên cemawer yên aborî û demokratîk bike. Rêxistin, li dûv hêza xwe dixebite ku cemawer li derdora maf û daxwazên aborî û demokratîk bi rêk bixe. Li dijî olîgarşiyê bi arastekirina hemî şêweyên dijberiyê dadikeve. Lê di destpêkê de hergîz bo her deverekê nabeze, bi çeka zêdeyî hêza xwe nakeve nav bizavên cemawerî yên ne dibin ewlekariyê de. Li dûv şiyana xwe ji derveyî propagandaya çekdarî, bi karûbarê serwextkirinê, perwerdeya siyasî, propaganda û rêxistinkirinê dadikeve.

Tekoşîna cemawerî ya siyaseta klasîk digel propagandaya çekdarî hev dişopînin û di hundirên hev de bi hev ve girêdayîne, yek bi yek bandorê li hev dikin.

Ji derveyî propagandaya çekdarî şêweyên dîtirî tekoşîna siyasî, aborî û demokratîk girêdayî propagandaya çekdarî ne û li dûv propagandaya çekdarî reng vedidin. (Rûxsarên tekoşîna paşkok li dûv rûxsarê tekoşîna bingehîn reng vedide. Ango li dûv azînên propagandaya çekdarî reng vedide.)

Belê, propagandaya çekdarî bingeh, ji stratejiya şoreşgerî re ya ku rûxsarên dîtirî tekoşîna siyasî, aborî û demokratîk bi vî rûxsarê tekoşîna bingehîn ve girê  dide, stratejiya polîtîzebûyîya cenga leşkerî dihête gotin. (Rêxistina vê stratejiyê jî, wekû navgîna nakokiyeke bîrdozî berçav nake. Tekoşîna bîrdoziyê wekû perwerdeya siyasî ya kadroyên xwe berçav dike).

Belê, di wardema duyemîn qeyranê de, nerînên hêla rewîzyonîst û şoreşgerên çepgîrên welatên li bin dorpêça emperyalîzmê bi kurtayî ev e. Heger em bi kurtayî  bibêjin: Li van welatan di bin navê “şoreşgerê proleter” de du rengên ladanê diyar dibin.

1) Hêla “Ortodoks” ya Klsîk, Revîzyonîst: (Taybetmendiyên Wan)

Dîtina aliyê leşkerî û aliyê siyasî her wekû tiştên dijberî hev in, biçûkdîtina aliyê leşkerî. Erka siyasî ya proleteryaya bajêr, li jêr modela sovyetîk bidîtina ku proleterya rola kilîlê dilîze û quretiya zêde. Ev rêxistinên çepgîr ku li ser bidestxistina prestîjê ya propagandaya çekdarî tûşî têkçûna prestîjê bûne, paşê jî malbendeke ku gerîlla durist dike vekirine. Helbet ev gerîlla jî bûye çîrok.

Digel hebûna qeyraneke niştîmanî ya li welêt bingehgirtina azînên tekoşîna aştiyane û her wisa ji hev cudabûna qonaxên werar û şoreşê ya bi hêlên misoger, ev xweberî pêkhateye ji neherêkirina cenga pêşrew.

2) Ev nerîna ku wekû dijber durist bûye, hêla çepê milîtan e ku di derencama şirovekirina şaş ya Şoreşa Kûba de derkeftiye holê; Nerîna Foko`yî: Nerîneke ku têkiliyên şar û çolterê, rûxsarên dîtirî tekoşînê û propagandaya çekdarî wekû tevayî ya diyalektîkê nabîne, propagandaya çekdarî û çolteran wekû take tevayî berçav dike û rola paşkok ya rûxsarên dîtirî tekoşînê girîng dibîne. Di bingeha vê nerînê de, bi şêweyekî herî baş nirxandina qeyrana niştîmanî ya li welatên hatine vehiştin, digel tekoşîna pêşrew yekser destavêjtina çekan ya gundiyan, ramana di maweyekî kurt de veguherîna cenga gel heye.

Lewra di vê hêlê de xweberiyeke “çepgîr” heye. Lê, berevanên vê nerînê, li hemberî rastiyên jiyanê digel têgehiştina nerastiya van şiroveyan, bilez dev ji vê nerînê berdane. Îro li dinyayê rêxistinên propagandaya çekdarî yên xwedînerîna Foko`yî hema hema tune ne.

 

AMANCA ME YA STRATEJÎK: ŞOREŞA LI DIJÎ OLÎGARŞÎ Û LI DIJÎ EMPERYALÎZMÊ YE

Heta bi îro di nav çepgîriya Tirkiyê de, stratejî her şaş hatiye têgehiştin, amanca stratejîk û plana stratejî, wekû stratejî bi xwe hatiye tevlîhevkirin.

Amanca stratejîk, wekû dihête zanîn, nakokiya bingehîn ya li navbera têkiliyên helberînê û hêzên helberînê, platforma çareseriyê ya aborî, civakî û bîrdozî ye.

Kapîtalîzma pawanger ya li welatê me ji ber ku bijêhatina navxweyî bi pêş de neçûye û her wisa birjûwaziya pawanger ya xwecihî, ji ber bi emperyalîzmê ve pelçîmbûyî zaye, amanca me ya stratejîk şoreşa li dijî olîgarşî, li dijî emperyalîzmê ye. (Têgeha şoreşa dijî emperyalîzmê û dijî olîgarşîk, wekû têgeh ji Şoreşa Demokratîk ya Niştîmanî ne hinde cuda ye. Lê durv û naverokeke berfirehtir dide xuyakirin. Ji aliyê daxuyakirina rûxsarê dorpêça emperyalîst ya sêyemîn wardema qeyrana emperyalîst ve, ev têgeh hêj ciddîtir e. Têgeha Şoreşa Demokratîk ya Niştîmanî, bi giştî, cudakirina wardema ku bingeha azînên kevn yên çewsandina ji aliyê emperyalîzmê ve ne).

Berî duyemîn cenga parvekirinê ya ji nuh de, derencama azîna çewsandinê ya ji aliyê emperyalîzmê ve, li welatên ku hatine vehiştin, hevkarê emperyalîzmê çîna serdest ya xwecihî feodalîzm bû. (Birjûwaziya Komprador ji bilî dûvelankiya emperyalîzmê ne tiştekî din e.) Wekû di beşê duyemîn de bi şêweyekî berfireh me dabû xuyakirin, zalbûna emperyalîst û rewşa heyî, bigelemperî li deverên peravê, li benderan, li cihên stratejîk û li navendên ragehandina bingehîn bû. Desthilata navendî gelekî lawaz bû.Ji çaran sê (3\4)ya welêt û ya serjimarê li bin zalbûna dewletkokên xwecihî, feodal, lawaz û di nav xwe de jî nakokiyên wan hebûn. Ji ber ku kapîtalîzm ne serwer bû, bajarvanî, gehandin û nûçegehandin lawaz bû.

Ji bo welêt, emperyalîzm hêmaneke dereke, pêvajoya civakî jî pêvajoyeke feodal bû. Ji ber vê çendê nakokiya sereke ya li welêt di navbera gundiyên di rewşa nîv-kirmanc û malbatên feodal yên lawaz de ku zalî ji çaran sê (3\4)ya welêt û serjimarêne, bû. (Tekoşîna Demokratîk)

Rêxistinkirina teqînan û tekoşîna xweber ya gundiyan, ji bo wan birina têgehiştina şoreşgerî ya proleter, bi arteşa gundî ya ku di rêveberiya partiya proleteryayê de hatiye damezrandin, şikandina hêzên desthilata feodal ya lawaz û xwecihî, digel destpêkirina damezrandina deverên navendî, di dema destpêkirina hêwaş hêwaş zalbûna li ser welêt de, emperyalîzm, ji bo paraztina çewsangeha xwe, welat bi tevayî dagîr dikir. Wê hingê, nakokiya sereke ya welêt ji bilî emperyalîzm û hindek xayînan li navbera tevaya millet rû dida. (Tekoşîna Niştîmanî.)

Di wardema cenga navxweyî de, ceng bi gelemperî gava bi durişmeyên çînatî û di plana çînatî de bi rê ve diçû, di wardema cenga niştîmanî ya şoreşgerî de ceng, di plana netewî de û bi durişmeyên netewî bi rê ve diçe.

Di wardema sêyemîn qeyrana emperyalîzmê de jî, li welatên mîna me, pêvajoya civakî ne pêvajoya feodal e. Emperyalîzm jî, ne tenê hêmaneke dereke ye. Berfirehbûna têkiliyên helberîna emperyalîst heta bi sînorên herî dawî yên welêt, her wisa emperyalîzm kiriye rewşa hêmaneke navxweyî. Desthilatên xwecihî yên lawaz û feodal cihê xwe, tevlî emperyalîzmê ji dewleta olîgarşîk ya bi hêz re hiştiye. Wisa ku emperyalîzm li van welatan, bi rêxistinên xwe yên wekû CIA, FBI û hw., çi gava bixwaze ji bo berjewendiya xwe di navbera piraniya rêxistinên bi ser olîgarşî ve, ji veguhertina desthilatê bigre, heta bi arastekirina siyaseta tenkîlê ya olîgarşiyê ku li hember gelê me bi rê ve biriye, dikare her şêweyê destwardanê û sererastkirinê pêk werîne.

Ji ber vê çendê, di vê serdema hêza lêdanê ya nukleer de, zalbûna emperyalîst, ji bo  van welatan ne tenê aborî ye, di durvê siyasî, bîrdozî û leşkerî de ye. Bo nimûne li Tirkiyê ya ku di nav rêxistina leşkerî, NATO de ye, emperyalîzma Amerîkayê, ji arastekirina rêveberiya zordar ya li ser olîgarşiyê, heta bi aboriya li welêt serweriyeke bêkêmasî damezrandiye. (Espriya dagîrkirina nihênî) Ji ber vê çendê, li welatê me bi xetên pahn cudakirina çînên desthilatdar yên xwecihî ji emperyalîzma Amerîkayê, di rastiyê de ne gangaz e.

Li welatê me nakokiya sereke di navbera olîgarşî û gelê me de ye. (16) Ji ber ku emperyalîzm bi xwe di nav olîgarşiyê de cih digre, cenga şoreşgerî tenê di plana çînatî de nameşe. Ceng, dê di plana çînatî û netewî de bimeşe. Bêguman hêza leşkerî ya cîhazê dewleta olîgarşîk têrê neke, li ber çavan heta bi cihgirtina arteşên Amerîkayê di nav cengê de, aliyê çînatî dê girantir be.

Pasîfîst û rewizyonîstên li welatê me, piştî duyemîn cenga parvekirina ji nuh de guherînên ku di azînên çewsandinê de kirine, ango, ji çavdûrxistina espriya dagîrkirina nihênî ya aborî, siyasî, bîrdozî û leşkerî, di wardemên li mêtingehan bi giranî hebûna azînên berê yên çewsandina ji aliyê emperyalîzmê ve mîna kiryara şoreşgerên welatên ku hatine vehiştin, bi herêkirina emperyalîzmê wekû hêmaneke dereke û çînên serdest bi xetên pahn wan ji hev cuda dikin. Çi oportunîstên ku nakokiya sereke di navbera gundiyan û feodalîzmê de destnîşan dikin, çi oportunîstên ku di navbera birjûwaziya pawanger ya xwecihî û cemawerê kedkar de destnîşan dikin, bi van destnîşankirinên xwe pariyê emperyalîzma Amerîkayê xweştir dikin. Dagîrkerên Amerîkî bi xwe digel bikaranîna hemî hêza xwe, bikaranîna her şêweyê azînên nedîtî dixwazin dagîrkeriya xwe veşêrin. Ev destnîşankirina cudakar a misoger, arezûya emperyalîstên Amerîkî ya ji vî alî ve, ji bilî piştgiriya “ji çep”, ne tiştekî dîtir e.

Bi destnîşankirina amanca stratejîk arîşe çareser nabe. Amanca stratejîk, karê destnîşankirina arasteya lêdana sereke ya şoreşê ye. Ango tenê beşekî plana stratejîk e. Ji ber vê çendê tenê bi destnîşankirina amanca stratejîk ya durist arîşe bi dawî nayê; divêt bingeh, pêşrew û alîkar jî bi duristî bihêne destnîşankirin.

Şoreşa me dê bi cenga gel bi ser bikeve. Lê, wekû berê jî me dabû xuyakirin, ji ber rewşa mêjûyî ya ku em tê de dijîn û ji ber taybetmendiyên welatê me, cenga gel dê di qonaxa cenga pêşrew re derbas bibe.

Li ber ronahiya stratejiya cenga leşkerî ya polîtîze bûyî dê rêçikek şoreşger ya bi vî rengî bişopîne:

Yekemîn Qonax: Afirandina gerîllayê bajêr

Duyemîn Qonax: Pêşxistina gerîllayê bajêr,

Afirandina gerîllayê çolterê û nûmayişa hêzê.

Di van her du qonaxan de, aliyê lawazkirina derûnî ya cengê dê li pêştir be.

Sêyemîn Qonax: Berfirehkirina gerîllayê bajêr,

Pêşxistina gerîllayê çolterê

Çaremîn Qonax jî, qonaxên berfirehkirina gerîllayê çolterê ye.

Ji ber çi bi cenga gerîllayê bajêr cenga gerîlla hate destpêkirin?

Bi gerîllayê bajêr egera destpêkirina me ya cengê du-alî ye.

A) Egerên Heyber (objektîv):

a) Ji ber ku ragehandina hebûna rêxistineke cengawer li bajaran girêdayî hebûna gengaziyan e.

Ji ber ku ji layê propaganda û cemawer vedi serî de bajar, gengaziyên nasînê li dûv çolteran berfirehtir bûn.

b) Di wateya birjûwaziya biçûk de be jî, bizavên tund yên şoreşgerî ku Dev-Genç`ê (Gencên Şoreşger) li bajarên mezin bi rê ve dibir û her wisa jî, çalakiyên cemawer, çalakiyên çekdarî yên di astekî bilind û tundtir de bêyî zivêrbûnê rewşeke goncayî afirandibû.

B) Egerên Neyber (Subjektîv):

Di wardema xwe-amadekirina propagandaya çekdarî de wekû sistwergirtina me ya kar û hem jî, ji ber vemana me ya rakirina çek, ji bo gerîllayê çolterê, ji mercên serekî yên pêdiviyên mîna teqemenî, çeperî, ezmûnî, heyber û neyberî em bêpar bûn.

Belê, partiya me ji ber van mercên heyber û neyber, bi gerîllayê bajêr dest bi cenga gerîlla kiriye.

Ji vir û pê de, partiya me ev rêçika ku berê hatiye destnîşankirin dê boşopîne. (Piştî wardemeke dirêj ya bêtevgeriyê)

Li dûv stratejiya cenga leşkerî ya polîtîzebûyî, em dikarin pêşewatiya şoreşê û hêzên wê yên bingehîn û alîkaran bi vî rengî li dûv hev rêz bikin:

Hêza Pêşrew: Proleterya ye

Di arîşeya hêza pêşrew de, ji ber ku partiya me gehiştina serkeftina şorşê ya bi cenga gel destnîşan kiriye, pêşrewatiya bîrdozî ya proleteryayê bingeh wergirtiye. (Espriya bingehbûna deverên çolter)

Di qonaxa cenga pêşrew de di partiya me de cudahiya hatin û nehatina ji koka kedkaran tune ye. Ya girîng ew e ku şervan şoreşgerên pispor bin. Digel berfirehbûna cengê pileyên rêveberiyê jî di nav de, hebûna giraniya kedkaran bi taybetî dê bihête berçavkirin.

Hêzên Bingehîn: Gundî ne. (Ji bilî bermayên feodal û birjûwaziya çandinê, tevaya kesên gundî ne) Li dûv hev:

Proleteryaya gundî

Proleteryaya nîvco ya gundî

Gundiyên hejar

Gundiyên navincî

Proleteryaya bajêr jî, helbet di nav hêzên cemawerê bingehîn yên şoreşê de ye. Lê, nîşanderiya wê di qonaxa bilindbûna şoreşê de ye. Û ewê gotina dawî bibêje.

“Sîsikên biçûk yên şervanên ku dest bitekoşînê kirine (cenga pêşrew), wirde wirde û bi şêweyekî berdewam hêzên taze beşdar dibin, xwepîşandana tevgerên cemawerî dest pê dike, pergala berê wirde wirde lawaz dibe, dirûxe; aha di vê gavê de ye ku çîna karker û cemawerê bajêr çarenûsa cengê diyar dikin.” (Che Guevara)

Alîkarên bênavgîn:

-Derdora rewşenbîrên Kemalîst

-Bloka sosyalîst a cîhanî

-Li welatên mêtingeh, bi taybetî tevgerên rizgariya netewî yên li Rohilata Navîn.

Alîgirên xwedî navgîn:

-Baskê rastgîr yê birjûwaziya biçûk.

-Welatên demokrat yên xorava û cemawer.

-Nakokiyên olîgarşî yên navxweyî.

Çi bênavgîn, çi jî rêzkirina alîgirên xwedî navgîn, li dûv helûmercan vediguhere.

ŞOREŞA BÊNAVEBIRR II-III

image_pdf
Bunları da beğenebilirsin

Cevap bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.